1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Awirek li ser romana AŞTIYAGO
Awirek li ser romana AŞTIYAGO,awirek,li,ser,romana,aştiyago

Awirek li ser romana AŞTIYAGO

Dema mirov nirxekî xwe wenda bike, mirov kêm e êdî. Çendî nirxên xwe wenda bikî, ewçendî kêm î. Heya bi dû xwe nekevî û xwe temam nekî jî, tu ne xwe yî û nikarî bibî tiştekî din jî. Çelexwarî yî êdî!

A+ A-

 

 

Mahabad Felat

Dema mirov nirxekî xwe wenda bike, mirov kêm e êdî. Çendî nirxên xwe wenda bikî, ewçendî kêm î. Heya bi dû xwe nekevî û xwe temam nekî jî, tu ne xwe yî û nikarî bibî tiştekî din jî. Çelexwarî yî êdî!

 

Nirxa herî bilind dîrok û çîroka mirov e. Ew û ziman bi hev ve girêdayî ne, bêyî hev nabin, hev û du dijînin, bilind dikin. Lê dema ew ji mirov bêne dizîn, ziman jî rûmeta xwe wenda dike û mirov grîngiya ku divê, nade zimanê xwe jî. Piştî wê, jiyan serberjêr e, serserî ye êdî. Ger rêyek, çareyek neyê dîtin, heya mirov li binê guhê zinarekî, tahtekî, dar û deviyekê nekeve, heya mirov ji kendalekê gêndir nebe û ji hev belav nebe, mirov ranaweste êdî.

 

Dijmin û dagirkerên me û dîsa lêkolîner û dîroknasên biyanî ku bi giranî di bin bandora nêrîn û nêzîkayiyên fermî yên welatên xwe û yên dagirkeran de bûn, an jî derfetên wan kêm bûn û ji ber ne ji herêmê bûn, ji wê giyanê jî bi dûr bûn, dîrok û çîroka me dinivîsîn û vedigotin. Me bi sedan salan dîroka xwe jî, çîroka xwe jî bêtir ji wan bihîst, di dibistanên wan de, bi îdeolojiyên fermî em dihatine perwerdekirin, mêjiyên me dihat şûştin û em gav bi gav ji rastiya xwe bi dûr diketin, serberjêr gêndir dibûn û bêtir nêzîkê kendal, dar û deviyên ku dê me tune bikin ve diçûn. Ev rewş hîn jî bi giranî berdewam e.

 

Dengbêj û çîrokbêjên me jî hebûn, mala wan û ya vê çanda kurd hezar carî ava, bila her hebin. Lê di nav herikîna demê de, çîrok jî di nav devan de li rastiya xwe digerin êdî. Tenê rêyek heye ku mirovên jîr, bikaribin li van çîrokan û klaman bikolin, piçik û pariyan ji devên cuda bidin hev, bidine ber hev wekî pusselê wêneyekê jê derînin.

 

 

Ciyê şahî, dilxweşî û serbilindiyê ye ku îroj hejmareka kêm be jî êdî kurd, vê yekê dikin, bi van pirtikên peritî hewl didin wêneya rastî û pê re jî derewên dagirker û xêrnexwazan ên bi hezarê salan bûne sedema talan û tunekirina me, derxine holê û bidin pêşberî gelê xwe da beriya ji kendalekê bêne xwar û tune bibin, rê li ber wê daketinê bigirin. Bi derziyan bîr dikolin, ji bo xwe bigihêjînine rastî û bedewiya ku di nav gemar û qesera bi hezarê salan de mane. 

 

Kesek, ji bêhna genî xwe nade ser û êdî ew têgihiştin jî kor bûye, hema bêje nemaye, nehiştine. Lê romana rêzdar Fêrgîn Melîk Aykoç Aştiyago û hewldanên bi vî rengî, wekî tifinga li destê şervanekî kurd û lûleya wê di sînga dijminê hoveber de, hêvî didin, coş û kelecan didin mirovan.

 

Em li ser êşên xwe şîn dibin, ji xweliya xwe vedijîn. Ya me, çîroka Sîmir e ku ji nav giyana kurd daketiye ser zimanê pîroz û li hemû cîhanê belav bûye. Loma jî, li gel êş û hêrsa bi min da jiyandin jî, ez xwe wekî kurdekî bextewar hest dikim bi xwendina romana rêzdar Fêrgîn Melîk Aykoç. 

 

Nivîsandina rastiya çîroka gelekî kevnar û afirînerê şaristaniya miorovahiyê ku îroj li ber wendabûnê ye, lehengiyeke bêhempa ye. Rêzdar Fêrgîn Melîk Aykoç ev lehengî kiriye û em çendî spasî bikin kêm e. Lê ev roman berhema keda van lehengên din e jî ku di ber dîrok û çîroka kurd de xwe êşandine û hîn xwe diêşînin. Ahûra Mazda ronahiya xwe ji ser wan kêm neke, bila her hebin û her zêde bibin.

 

Di destpêkê de min xwest di warê hevoksaziyê û rêzimaniyê de jî bi mînakan çend tişt bêjim, lê piştre min dev jê berda. Lewre li ber hest û giyana xweşik û bilind a mirov ji vê romanê digire, tiştên din bêwate dibin.

 

Ez hêvî dikim beriya her tiştî hemû kurd vê romanê bixwînin û li ser rastiya xwe kûr û dûr biponijin, bi dû çîroka xwe bikevin û vê giyanê derbasî nifşên li dû xwe bikin.

 

Ez hêvî dikim, ev roman di serî de li îngilizî, erebî û farisî, wergere gelek zimanên din jî.

 

Ez hêvî dikim, ev roman, rojekê bi senaryoyek û derhêneriyeke profesyonel bibe fîlm û di nav fîlmên navdar ên cîhanî de cihê xwe bigire.

 

Li gel rêz û silavên min ên taybet ji bo mamoste Fêrgîn Melîk Aykoç

 

2019-08-01


Gotinên miftehî :