1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. BAZARÎ BI ŞÊWAZÊ T’IRKAN!
BAZARÎ BI ŞÊWAZÊ T’IRKAN!,bazarî,bi,şêwazê,t,irkan

BAZARÎ BI ŞÊWAZÊ T’IRKAN!

(Bi boneya…)

A+ A-

Cîhana me bûye bazareke bêexlaq a k’ir’în-firotanên leşkerî-siyasî (an ew jimêjva jî hema wisa bûye?!) Û di vê bazarê da bazirganên here “jêhatî” û bêexlaq nûnerên “bijarteya” (êlît) leşkerî-siyasî ya T’irkîyayê ne.   

Bala xwe bidinê, k’a ew çawa bazarîya xwe  dimeşînin!

Di destpêkê da T’irkîyayê daxuyandibû, ku ewê “... destekê nede planên NATOyê yên ji bo [k’omarên r’ex]Baltîkayê û Polonîyayê li hember êrîşên R’ûsîyayê, eger ew  di têk’oşîma wê ya li dijî Yekîneyên K’urdan ên P’arastina Gel da zêdetir piştgirîya siyasî nedine wê ...” Lê, piştî wê, dema nûnera NATOyê Oana Lûngêskûyê pey nirxandina helwesta T’irkîyayê r’a daxwîyandibû, ku helwesta NATO ya “ji bo ewlek’arî û p’arastina hemû endamên wê dê neyê guhartin”, û serokê NATOyê Yêns Stoltênbêrg jî gotibû: “Ya me, ji bo p’arastina hemû hevpeymanîyên me, ne ku t’enê plan, lê wisa jî vîn û derfetên me hene!”  – Çavûşoxlû destxeda r’adigihandibû, ku: “... T’irkîya ne dijî bihêzkirina NATOyê ya li [k’omarên r’ex] Baltîkayê û Polonîyayê ya li hember Rûsîyayê ye”. – Û peyr’a jî ewî bazarîya xwe weha domandibû: “... NATO divê wisa jî di derbarê endamên xwe yên dinê da ji bîr neke”. “Ew çi ku pêdivîya wan [welatên Ewropa Rojhilatê] pê heye, divê bidin me jî. Em jî hevpeymanî ne…” ( https://lenta.ru/news/2019/11/28/turkey _does_not_like_it/ ) 

Lê, hema wisa – ew jî hevpeymanî ne! 

Lêbelê, di t’evahîya vê t’evlihevîya bazara t’irkî da, dîsa   jî, armanca wan a sereke li ber ç’avn e: ji bo ku NATO di  têkoşîma li dijî Yekîneyên Kurdan ên Parastina Gel da zêdetir piştgirîya siyasî bidine Tirkîyayê...  

Hema wisa – bê şerm û fedî, bi berzeqî!

Di dema xwe da welatên r’ojavayî bi t’evahîya hevpeymanî û blokên xwe yên leşkerî û siyasî va r’ûmeta xwe ya mirovî lewit’andine, dema bi dewleta bi navê “Tirkîyayê” r’a têk’ilî danîne. Û bi wê yekê wan welatana  bi otomatîkî navê xwe bi T’irkîyayê r’a di navnîşa (lîste) wan da nivîsîne, yên ku li hember mirovahîyê sûcên giran pêk anîne. Belê, bi T’irkîyayyê ra, ya  ku di dîroka xwe ya xwînr’êj û sûck’ar da li dijî mirovahîyê ewqas sûcên giran pêk anîne: em hema t’enê reşkujîya ermenîyan, asorîyan, kurdan, yewnanan û gelên dinê bîr bînin!... Û peyhatîyên yenîçerên mervxur, ên ku bi wan r’êjîma faşîst a T’irkîyayê pêk tê, îro jî bi şêwazekî herî hovane yê nebînayî sûcê pêşîyên xwe didomînin... Ewana wan sûcan li dijî gelê k’urd ne ku t’enê di T’irkîyayê da, lê wisa jî di Sûrîyayî û Îraqê da pêk tînin. Ew bi wê yekê r’ola celadê gelê k’urd di t’evahîya herêmê da pêk tênin...   

Û, ew k’oma faşîstan şert û mercên xwe li t’evahîya cîhanê ferz dike, ji bo ku hemû bi wê r’a li dijî wan (Yekîneyên Parastina Gel - YPG) bitêk’oşin, yên ku bi têk’oşîna xwe ya nebînayî û bêhemp’a pişta DAÎŞê şkênandine, şaristanîuya mirovahîyê ji webaya sedsala XXI p’arastine. 

Pirs dertê holê – çima? Lewra ku, wek ku tê zanîn, emîrê vê r’êxistina dijmirovî jî (DAÎŞ) Erdoxan bi xwe ye! Lewra ku T’irkîya bi xwe bûye baregeha leşkerî ji bo merivkujên wê: ji wir ç’ek û teknêkên şêr’ ji wan r’a diçin, birîndarên wan di navendên t’endurustîyê yên here baş ên T’irkîtatê da qenc û hêsa dibin... Ev êrîşên leşkerî yên dawîyê yên li ser bakûr-r’jhilatê Sûrîyayê (R’ojava) hewlek bû ji hêla vê T’irkîyayê va, ji bo çekdarên DAÎŞê yên di destê YPG da dîl girtî r’izgar bike û DAÎŞê jinûva zêndî bike..., lewra ku Erdoxan hebûn û r’izgarîya xwe û r’êjîma xwe di hebûna “xelîfeta îslamî” da dibîne. Ew bi bawer e, ku t’enê bi alîk’arîya wê wabeya sedsala XXI dê bikaribe cîhanê neç’ar bike, ku ew bi wî r’a hesab r’ûnî! 

Û, tuyê bibêjî, her tşt li ber ç’avan e, her tişt zelal e û mirov tê digihîje, lêbelê serokên dewletên gewrê yên cîhanê hê jî li ber serekfaşîstê t’irk (fyûrêr) diger’in û anegorî daxwezîyên wî t’evdigerin. 

Pirs dertê hole: Çima?...

 

Ezîz ê Cewo

29. 11. 2019

 

E gotar di malp’er’a Kurdistan Today (Moskova) da bi zimanê r’ûsî hatye weşandin. Ç’avkanî: http://kurdistan.today/torgi-po-turecki/51799/

 


Gotinên miftehî :