1. Tekst

  2. Gotar

  3. Xerzî Xerzan
  4. BEXT Û BÊBEXTÎ
BEXT Û BÊBEXTÎ,bext,û,bêbextî

BEXT Û BÊBEXTÎ

A+ A-

 

Bext nadim bi text…. 
(Ji gotinên pêşîyan) 

Çanda kurdî, gelek şaxan ve, ji çandên gelên din ên dinyayê cûda dibe. Em dikarin bibêjin ku hin taybetmendiyên xwe ve, çanda kurdî, di nav şaristanî û çandên dinyayê de xwedî cihekê xwezayî û xweser e. Gelek mînak hene di der barê vê mijarê de, lê, taybetmendiyeke kurdan a wiha heye ku, di çanda tu gelî de ew çend girîng cih negirtiye û nebûye sedema têkçûna wan. Ew taybetmendî jî wek “ BEXT” tê binavkirin di çanda kurdan de.

 

Kesên ku ji neteweya kurd in, wateya bext-ê baş dizanin ango divê baş bizanibin. Bext tiştekî wiha ye ku, tu berjewendî, tu neyartî an jî tu pêwendî nikare ew betal bike. Dema bext bê dayîn, avên ku şev û roj diherikin, divê şûn de rawestin. Ger sed mêrxasên malbatekî jî hatibin kuştin, dema bext kete navbera wan û malbateke din, neyartî an jî pêvçûn, bê qeyd û merc divê dawî bibin. Em dikarin bibêjin ku, dema bext dest pê dike, tu gotin û şîrove êdî namîne. Bext, weke peymaneke nenivîsandî ye. Kesê xwedî terbiye û toreya çanda kurdî ve mezin bûbe, giringiya bextê baş dizane. Ev taybetmendî nifş bi nifş, ji dûrahî û kûrahiya dîrokê ve di nav kurdan de hatîye parastin û tim û daîm li seranserê Kurdistanê, wek zagoneke nenivsandî geriyaye. Kêmasiya herî mezin xerakirina bext e. Mêranî û serbilindiya herî mezin jî, domandin û parastina wî ye. Kes ê ku bext xera bike, dibe bêşeref û bêbext. Ev her du peyv jî, çêr û nifirên herî xerab in di nav kurdan de….

 

Heya vêga û bi mafdarî, me taybetmendî û kêrhatîbûna bextê rave kir. Bi rastî jî bext nîşana rûmet û qedrê ye. Lê ev taybetmendiya birûmet carna belayê mezin jî li ser serên kurdan gerandîye. Her çiqas jî, ji bo kurdan şopandina bext sedema serbilindbûnê be jî, di pêwendiyên wan û biyaniyan de mixabin bûye sedema têkçûnê. Gelek caran kurdan anegorî çanda xwe bext dane biyaniyan û vî bextî domandine, lê gelên li hemberî wan vê taybetmendiyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar anîne, û heya karê xwe biqedînin, bi derewan û lepiyan xebatên xwe domandine. Gelên biyanî û nemaze ên cînar vê taybetmendiya kurdan baş dizanibûn û ji bo mabesta serketina xwe, rêyekê baş didîtin. Balkêş e, kurd jî tim û daîm bi vî awayî hatine xapandin. Û ne carek jî, gelek caran heman lêstokê va hatine xapandin. Anegorî xwe tişteke rast dikirin, lê gel û komên li hemberî wan, vê taybetmendiyê mixabin ji bo xerabî bi kar tanîn. Melezgir û qewimînên piştê Melezgir-ê, îxanet û tiştên ku hatine li ser kurdên Merwanî di rûpelên dîrokê de bi zelalî hatine nivîsandin. Şerê Çaldiran, û piştê vî şerî, îxanetên ku bi taybetî li Şerefxanan û li mîrekiyên din ên kurdan hatine kirin her wiha.” Fetha duyem a Kurdistanê “ di dîroka Osmanî de pir delal hatîye pesinandin. Peymana nenivsandî lê dayina bext bûye sedema herî mezin. Divê dîroka kurdan bi baldarî bê lêkolîn û sedema van karesatan bê zanîn.

 

Weke ku me rave kir, gelek mînak hene, lê wek mînaka herî nêz, em dikarin pêvajoya di navbera salên 1914 û 1922-an de destnîşan bikin. Dema şerê cîhanê yê yekem dest pê kir, gelek qewmên Osmanî serî li ber wan hilda û li dijî Osmaniyan, li gel mitefikan weke Înglîsan, Firensîyan û Rûsan, dest bi şer kirin. Gelekê tenê bextê ku dabû Osmaniyan ji bîr nekiribû. Ew jî gelê kurd bû. Ciwanên kurdan li gelek cepheyan, anegorî bextê ku dabûn Osmanî, şerên dijwar pêk tanîn. Yek ji wan cepheyan jî cepheya Çanakale bû. Gelek xort û ciwanên kurdan dest ji jiyana xwe berda. Hê jî li van kêlikên Çanakale-yê de, navên bi hezaran kurdan tên xwendin. Li vira divê xaleke giring bê tomarkirin. Çi qas qala biratiyê tê kirin, bê îstîsna , rewşenbîr, xwende, siyasetmedarên tirkan wek mînak, Çanakale-yê destnîşan dikin. Lê kes qala cepheyê rojhilatê nake. Weke tê zanîn gelek şer li Kurdistanê jî qewimîne di dema şerê cîhanê a yekem de. Artêşên Rûsan heya Kevirê Qul ê Bedlîse hatibû. Ango nîvê Kurdistanê dagir kiribû. Erzirom, Agirî, Wan-ê, û Bedlîs-ê jî bi dest xistibû. Ji ber vê, Dewleta Osmanî artêşa xwe a duyem (2. Ordu) ji Tiraqyayê li aliyê rojhilatê ve dişîne. Her wiha kolordiya 16-em jî. Ev kolordî divê bi baldarî û zanyarî bê nirxandin. Lewra , fermandarê wê Mistafa Kemal e. M. Kemal dema tê Kurdistanê rewşâ leşkeran dibîne û pê dihase ku bi vî artêşî ve tu serketin pêk nayê. Ji ber vê yekê, reyên nû digere û çareyeke nû ji xwe re dibîne. Bang li hemû serokeşîr û serokên din ên kurdan dike û bi wan ra danûstandinan pêk tîne. Bikaranîna hesasiyetên dînî ên kurdan ve bi ser jî dikeve. Pêşiya hatina wî de, kurdan li gel 29 alayiyan alikarîya artêşa Osmanî dikir. Piştî hatina M. Kemal jî, M. Kemal dît ku ev alayî gelek jêhatî û kêrhatî ne, li gel siyaseteka nerm, eşîrên din jî qaîl kir û gelek şêx û serokeşîran jî beşdarî şer kir. Ew eşîr û êlên kurdan bi berfirehî dîroka fermî a tirk da jî hatine tomarkirin. Bi siyaseta nerm a M. Kemal, bi sedan eşîr û êlên kurdan bext da Osmanî, Mûş-ê û Bedlîs-ê ji destên Rûsan derxist. Xalid Beg ê Cibrî, Hacî Mûsa ê Xwêtî, Şêx Saîdê Kal, Saîdê Kurdî, Bişarê Çêto, û gelek serokeşîrên din ên kurdan, li gel dehhezaran milîsên xwe, li dijî Rûsan û çeteyên wan ra şer kirin. Di encamê de, Mûş-ê û Bedlîs-ê ji destê wan derxist û M. Kemal bi saya kurdan piştî Çanakale-yê, li Kurdistanê jî bi ser ket û li gel şûreke zêr hat xelatkirin.

 

Di wan rojan de, bîranînekî M. Kemal heye mijara me va girêdahî ye, lewra M. Kemal hê wê demê, ramana komareke nû dikir û vê ramanê jî dem bi dem bellî dikir. Pîştî dîtina jêhatîbûn û wêrekiya kurdan, nemaze piştî fêhmkirina taybetmendiya bextê wan ê rast, xweya ye ku ramanên nû jî pê ra pê ra di mejiyê wî da bi cih dibûn. Rojek, di maleke kurdekî binav Mihemed Begî da bi hev re li ser taştê ne. Mihemed Beg mezinekî Hazro ye. M. Kemal ji nişkê ve pirseke eceb jê dike. Dipirse: “ Mihemed Beg, ger rojek dîsa werim van deveran, gelo ev çiyayên Hazro-yê dê min biparêzin ? “ . Ev pirs, ji bo kesên ku haya wan ji pêvajoyê dîrokê hebe, gelek girîng e. Lewra, M.Kemal piştî sê salan derdikeve Samsûn-ê di sala 1919-an de, rast bi rast berê xwe dide Kurdistanê û li Erzirom-ê beşdarî kongreyekê dibe. Ewî dizanibû ku, serketinek bê kurdan pêk nayê û ji ber vê jî, divê dîsa kurdan beşdarî şerê nû bike. Û di vê mijarê de tecrûba wî hebû û dîsa diviyabû ku xwe bisiparta bextê kurdan. Jixwe berê sê salan gelek serokên kurdan nas kiribû û pêwendiyên wî bi wan re xurt bû. Siyaseta ku pêşî da ajotibû, dîsa da ber xwe û li gel vê siyaseta pragmatîk, dayina soz û bextên nû û destnîşankirina xetereya Ermenîyan, careka din alikarîya kurdan bi dest xist. Bi vî alikarîya mezin, li Erzirom-ê û Sêwas-ê mercên nû ve, li ser hikûmeta Stembolê bandora xwe xurt kir, bi Stenbolê re peymaneka nû ava kir ( Hevdîtinên Amasyayê) û hêzeke mezin û hêja ket nav destê wî. Pişta xwe bi kurdan ve zexm kir, û berê xwe da rojavayê. Bi alikarîya kurdan ve li wira jî bi ser ket. Lewra, rojhilatê wî êdî bê pirsgirêk bû. Kurd bi giştî piştgirî dabûnê. Sedema piştgiriyê jî dîsa bext bû. M. Kemal û hevalên wî soza welatekî hevpar û dewleteke ya kurdan û tirkan dabûn. Lê ev bext bi tenê li ba Kurdan, ango yekteref derbasdar bû dîsa.

 

Li vira pirsa bext-ê dîsa dertê holê. Gelo M. Kemal bextê çi dabû kurdan vêca? Wek tê zanîn û li van rojan zêde tê niqaş kirin, ev bext, bextê welatekî hevpar bû. Ev bext wekheviya kurd û tirkan bû. Ev bext bextê otonomiya kurdan bû. Li gelek çavkaniyan, ev soz û bextê ku M. Kemal dabû kurdan tomarkirî ye. Bi taybetî makezagon ( zagona bingeh) a sala 1921-an de ango makezagona yekem a meclîsê de peyva ti neteweyekê derbas nebûye. Çi tirk çi kurd, bi tenê milet an jî xelk... Qala meclîsên herêmî tê kirin û mercên rêvebirina wan jî. Di wan mercan de xuya ye ku otonomî (muxtarîyet) hene. Lê sedema van zagon û gotinan dîsa me dibe ber bi nirxandina dîrokê ve. Wê demê serhildana Koçgirî heye û divê bê tefandin. Ji ber ew bê dawîkirin, ev jî lêstikeke Kemalîstan bûye. Ji ber ku kurdên din pişgirî nedin Koçgiriyê, ev makezagon û ev siyaset -“ji bo demekê”- weke sê sal hate meşandin. Koçgirîyan bi van xapandinan zû hesiyabûn lê bi tenê mabûn. Sedem jî siyaseta pragmatîk a Kemalîstan bû.

 

Robert Olson ê lêkolînerê navdar di pirtûkên xwe de bextdayina Kemalîstan û soza otonomiya kurdan bi berfirehî nivîsandîye. Her wiha belgeya otonomiya kurdan jî pêşkêş kirîye. Ew belge, zagoneka giring a ku ji hêla meclîsa nû ve, di der barê mercên otonomiya kurdan de, di sala 1922-an de hatîye qebûlkirin, rave dike. Gelek arşîvên dewletên din de weke Înglîstan, Firansî, Yewnan û Rûsya da ev belge hene. Bi taybetî ên înglîzan de ev belge heye û bi gotineke vekirî pejirandina otonomiya Kurdistan hatîye destnîşankirin. Lê ev belge mixabin di arşîva Tirkiya da tune ye. Çima tune, pirsek e, diviya ku hebûya. Lê tune ye, ango hatîye windakirin. Dîsa axavtineka M. Kemal li Îzmîtê heye û li wira jî qala otonomiya kurdan dike û bi şêweyeke vekirî, rêvebirina kurdan bi destê kurdan ve dê çawa çê bibe, rave dike. Dîsa behsa welatê hevpar dike lê ev gotin û zagon hêmû tên jibîrkirin. Sedema vê jî, mirov divê piştî peymana Lozan de û ragihandina Komara Tirkiya-yê de bigere. Lewra piştî Lozanê û avakirina komarê, M. Kemal û hevalên wî, bextê ku dabûn kurdan ji bîr kirin û kurdan jî wek beşekê gelê tirk ragihandin. Lewra pêdiviya wan êdî li kurdan nemabû û di nav milet û dewletên navneteweyî da meşrûbûna xwe bi dest xistibûn, şer jî dawî bibû û êdî pêvajoyeke nû dest pê kiribû. Di vê pêvajoyê de ne hewceyê kurdan bûn. Vê dizanibûn. Hin deman ji bo wilayetê Mûsilê ango ji bo başûrê Kurdistanê dîsa kurdan bi kar tanîn lê dizanibûn ku êdî înglîs dev ji wir bernadin. Dema hin kes qala serhildana kurdan weke ya Şêx Saîdê Kal, weke Agirî, weke Dêrsim û Sasûnê dikin dive van qewimînan û bextên ji hêla tirkan ve hatibûn dayîn lê herwiha hatibûn jibîrkirin jî bînin bîra xwe. Sedemên wan serhildan û raperînan bi tene ev e. Dibe ku tiştên din ên lokal jî hebin, lê sedema herî giring, jibîrkirin û xerakirina bext e. Û em vê jî dizanin ku dema bext hate xerakirin, tu peyv jî namîne, û bi tenê dîsa şer dimîne. Gelê kurd piştî makezagona 1924-an hate înkarkirin, çanda wî û zimanê wî hate qedexekirin, di damezrandina komara nû de xwedî cihekî girîng bû lê tu mafê wî nehat dayîn û ji ber vê yekê, mezin û serokên kurdan ên birûmet vê neheqiyê qebûl nekirin û serî hildan. Lewra bext êdî nemabû. Kemalîstan bi alîkariyên Rûs û Firensiyan van agirên serhildanan tefandin û heya dema îroyîn jî rewşa kurdan wiha hat. Gelek serhildan çêbûn lê dewlet êdî cihê xwe girtibû. Carna hin kurdên din jî alikarîya dewletê dikir lê piştî têkbirina serhildanan, Kemalîstan hesabên wan jî didît. Bi kurtî dema tirk bêçar û bêhêz mabûn, kurd wê gavê dikaribûn da’fek li tirkan bida û dewletê xwe bidamezranda, lê gelê kurd anegorî bextê ku dabû tirkan, alikarî û piştgiriyên xwe domandin lê heman helwestê ji Kemalîstan nedîtin. Qirkirin, nefîkirin , înkar û tunekirin para wan ket. 90 salên dûr û dirêj rewş wiha hat û çû. Lê tu carî kurd vê neheqiyê qet qebûl nekirin. Vêga em dagerin dema îroyîn a ku ji bo gelê kurd pêvajoyeke nû dest pê dike.

 

Van rojên dawî, ev pêvajoya aştiyê rojevê de ye. Bê guman, ev pêvajo ji bo pêşeroja gelê kurd pir girîng e. Em dikarin bibêjin ku, xaleke dîrokî ye. Gelê kurd û rêvebirên wî xwedî tecrûbeyên mezin in. Ev tecrûbe ji kûrahiya dîrokê ve tê. Dîrokeke here kêm 5000 sal, li gel serpêhatiyên xwe ve tecrûbeyeke gelek mezin e. Bi hezar salan kurd û gelên cînarên wan bi hev ra mane, dem bi dem şer kirine, dem bi dem di nav aştîyê de jiyîne. Melezgir, Çaldiran û şerê cihanê a yekem xalên giring in, her wiha pêwendîya kurd û tirkan dersên mezin û girîng jî daye kurdan. Bi kurtî û kurmancî, êdî kurd ne kurdên berê hezar an jî kurdên berê sed sal in. Kurd, li van 50 salên dawî da, her çar aliyên dinyayê ve belav bûne, her çiqas warên zanistî, hunerî û çandî de pêş ketibin, di warê siyasetê de jî pêş ketine. Dinya jî vê rastîyê û dînamizma kurdan dibîne û vê jî dizane ku bê kurdan, di Rojhilata Navîn de ti guherîn an jî bihar bi bingehî pêk nayê û bê dayina mafê kurdan, aştiyeke mayende jî ava nabe. Di vê sedsala nû a ku dest pê kirîye de, bê pesendkirina kurdan yek qewimînek, li Rojhilata navîn dê pêk neyê. Vê rastîyê, hemû gelên ku kurdan re di nav pêwendiyan de ne jî dizanin. Ev pêvajoya nû jî, ji ber vê dest pê kirîye û fersendeke giranbuha jî daye kurdan. Gelê kurd û rêvebirên wî jî, vê rastîyê ji herkesî betir dizanin, reyên rast dişopînin û anegorî vî zanebûn û heşmendiyê, siyaseta xwe dimeşînin. Pêşeroj, dêynên paşerojê dê bide kurdan. Ev eşkere ye û xweya bûye....

Xerzî Xerzan (2013)

Çavkanî:

- Kaniyên neteweperweriya kurd û Serhildana Şêx Saîd, Robert Olson ( Weşanên Oz-ge)
- Navenda Lêkolînên Ataturk û Banga M. Kemal (Nutuk)
- Dîroka Kurdistanê da Dêrsim, Nurî Dersimî (Weşanên Doz)
- Helwesta M. Kemal di der barê meseleya Kurdan da….( Gotara Sabah Ghalip, li ser sayta Kovara Bîr )
- Kurdan û tirkan , Ahmet Ozer (Weşanên Hemen)
- Diroka kurdan a nêz, Torî ( Weşanên Doz)
- Dîroka siyaseta kurd (Kolektîv, Weşanên Perî)
- Gotara Murat Issi, Kovara dîroka kurd, hejmara 6-an
Evropress.org ( lêkolîn, 13-03-2013 Perlemanê Turkiya li sala 1922 otonomiya bakurê Kurdistanê naskiriye)


Gotinên miftehî :