BINDESTÎ,bindestî

BINDESTÎ

A+ A-

Mahabad Felat

Bindestî, tofana herî giran a vê jiyanê ye ku bi serê mirovan ve tê! Ji bindestiyê girantir tu titştek tune. Lewre mirov ne xwediyê xwe bixwe ye jî! Bê vîn, bê evîn, bê jîn e mirovê bindest. Ji êşa kezebê girantir tiştek tune dibêjin, lê mirov bindest be, kezeba mirov jî ne ya mirov e, kengî bixwazin tên ji nav qefesa sînga mirov dikşînin û dertînin. Her wisa her rûmet û her şanaziyên mirov…

 

Tu kes, civak an gelekî xwedî nirx û xwedî kesayet bi dil û daxwaza xwe nabe bindest û bindestiyê napejirîne. Lê di nav herikîna demê de û bi taybet bi guherîna nifşan re, gel û civak dikarin hînê bindestiyê bibin, bindestî li wan runê.

 

Gelek sedemên vê yekê hene, mînak; nifşên di bin nîrê zordestiyê de çê bûne û mezin bûne, bi çêja azadî û serbixweyiyê nizanin, lewre nejiyane. Bi tenê dikarin ji mezinên xwe, ji dê û bavên xwe û ji mînakên gelên din sudê wergirin û wê giyanê di nav xwe de hêşîn bikin, lê di vir de jî ziman dîsa rola sereke dilîze. Lewre ew giyan, di ziman bixwe de veşarî ye. Loma ku dema dê û bav zimanê xwe fêri zarokên xwe nakin, ew wan ji giyana xwebûnê bi dûr dixînin û wan bi destê serdestan, kiryar, armanc û polîtîkayên bişaftina serdestan re berdidin. Ew êdî li hember her cure êrîşên serdestan bêyî çek û parastin in ku sedema herî mezin a jixwedûrketinê, serdest û dagirker bixwe ne. Ew di vî warî de xwedî azmûn û tecrûbe û pir şareza ne. Ew dizanin ji bo bikaribin gelekî di bin destê xwe de bigirin, divê beriya her tiştî wî gelî ji rahên wî biqetînin, bê nirx û rûmet bihêlin, bêkesayet û lawaz bikin û bi xwe ve girê bidin. Ji bo van hemiyan jî, beriya her tiştî divê zimanê wan bi wan bidine jibîrkirin û zimanê xwe bi wan bidine hezkirin, bikine jiyana wan a rojane. Bi vî rengî gel, civak û kes ji kodên xwe yên sedemên hebûna wan in bi dûr dikevin û dibine mutant.

 

Bindestî destpêka tunebûnê ye. Tofan e, lehî ye, erdhej e, şewat e. Ne vîn dihêle, ne kesayet û ne jî çêjeka jiyanê. Çavên giyanbindestan kor û guhên wan ker in. Li ser zeviya giyana bindestiyê, ji serpêliyê û evîndariya kujerên xwe pêştir tu tiştekî din hêşîn nayê, nikare were jî!

 

Ya grîng ne bindestî lê giyana bindestiyê ye. Lewre eger giyan bindest nebe, vîna rawestan û têkoşîna li dijî bindestiyê her dem şîn e û dê teqez bi ser jî bikeve. Vê rastiyê, serdest ji bindestan pir baştir dizanin û li gor wê rastiyê jî bi şarezayî tevdigerin. Loma jî pêşî bîra civakê manîpule dikin, paşê bi her cure gemar û derewî dadigirin. Bîr nemîne, vîn jî namîne. Lew vîn hêza xwe û adana xwe ji bîrê digire û rawestan û tevgera mirovan diyar dike, reng û teşe didê. Ew nebe, kesayet li gor daxwaza serdest û dagirkeran reng û teşe digire û êdî dibe bêkesayetî.

 

Giyana ku bindestiyê pejirandiye, ji serdestan xirabtir û bi metirsîtir e, lewre ew êdî kurmê darê ye. Ji rizandina darê pêştir ne hêviyek ji van kesan tê kirin û ne jî karekî din ji destê wan tê. Ji lew re xwezaya wan, kodên wan guherîne, ew êdî tiştekî din in.

 

Ji 30 û berjor eger êdî xêrek têde peyda nebûbe, paşê jî xêrek jê nayê êdî. Lê zarok û ciwan grîng in. Ew ên me ne, yên civaka kurd in. Ew Lewre hêvî ne, diva negemirin, destûra vê divê neyê dayîn û divê mirov nebe xizmetkarê dijminê xwe. Lew zarpo û ciwanên me çûn, bila bê zanîn ku tiştekî din ji dîrok û çîroka 12 rezar salan, ji bingeh û avakariya şaristaniyê jî namîne. Bi nemana van re dê mirovahî jî nemîne. Loma ye têkoşîna îroj tê dayîn, pê nirx û rûmetên hemû mirovahiyê jî têne parastin.

 

Mîna geler bêjeyên kurdî, kurdan pir navekî kar, felsefî û watedar daye vê rewşê jî. ”Bindestî” gotiye. Lewre dema di bin dest de bî, êdî xwir î, lîstok î di nav lepê serdestan de.

 

Giyan bindest nebûbe, mirov fîzîkî di rewşa bindestiyê de jî be, azad e û hêviya rojên xweş e.

 

2021-07-30


Gotinên miftehî :