1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. BIRATÎ Û BIRAKUJÎ
BIRATÎ Û BIRAKUJÎ,biratî,û,birakujî

BIRATÎ Û BIRAKUJÎ

A+ A-

Mahabad Felat

Li ser vê mijarê, di demên cuda de min ji ser medyaya civakî nêrîn û nêzîkayiyên xwe çend caran nivîsîbûn. Ji ber aloziya li Zînî Wertê îroj heman mijar dîsa di rojevê de ye. Loma, li şûna heman gotinan dubare bikim, min parvekirinên xwe dane hev û wekî gotarekê careka din pêşkêşî we dikim.   

 

Mirov divê realîst be û rastiya têgînan bêyî tirs û fikaran bîne ziman. Ev erkeka sereke ya rewşenbîrî û dilsoziyê ye jî. Tenê dixwazim bêjim ku çi dibe bila bibe, lidijderketina şerekî di navbera hêzên kurd de erka her kurdekî bi şeref û dilsoz e. Wekî din îroj çi bê kirin û gotin dê ne di xizmeta berjewendiyên gelê kurd de be. Bi hêviya ev malxirabî rû nede.  

 

2014-07-10: Çi ku "biratiya gelan" e; ew xapandin û derewa herî mezin e. Têkiliyên rast, bi tenê dikarin di rewşên azad de û li ser bingeha wekheviyê bêne danîn. An na du birayên ji dê û bavê bin jî dê aliyekî serdestiyê, an jî bi kêmasî pozbilindiyê li aliyê din bike ku ev bi xwe re nexweşînan diafirîne. Têkiliyên bi prensîb li ser bingeheka wekheviyê temam, lê biratî tiştekî din e. 

 

Çi ku humanîzm e; ew beriya her tiştî, ji xwe, ji bo xwe dest pê dike û li dora xwe belav dibe, bi qasî karîn, derfet û hêza xwe. Ji bilî vê xwe xapandin e û mîna her cure xwexapandinê, ev jî bi tenê dikare bi mirov bide wendakirin. 

 

2017-02-08: Ne tenê biratiya me û ya gelên serdest, lê biratî bi giştî çîrok e. 

 

Lewre her tişt berjewendî ne. An berjewendiyên gel diparêzî û xwe bi pêşeroja gel ve girê didî, an jî ya xwe diparêzî û gel û eşîr û malbat û partî û hemû rêxistinan bi xwe ve girê didî. Ya grîng, mirov xwe bi çîroka biratiyê nexapîne. 

 

Yekîtî dikare bibe, lê ew jî li gor her du kategoriyên li jor reng, teşe û encam digire, wekî din dîsa çîrokeka xapînok e.  

 

2017-03-03: Gotina "birakujî" ne gotineka rast e. Lewra dema bira be jî, dema li eniya dijminan û bi fermanên dijminan li min bide, ew pêşî biratiyê dikuje. Loma ku biratî namîne û loma ku êdî nabe birakujî, lewra guleya pêşî biratiyê ji holê rakiriye. Piştî wê guleyê êdî îxanet e.  

 

Heya nav rast lê neyêne dayîn û helwestên ji hestyariyê dûr lê nêzî rastî û mantiqê neyêne pêşxistin, dê zemîna van kambax û kambaxiyan her tim hebe. 

 

2017-03-07: Biratî, yek ji tişta herî bi rûmet, bi nirx û pîroz e. Loma ye ku êşa bira, divê di nav kezebê de, kûr bê hestkirin, divê kezeb biêşe, biperite, bişewite bi êşa bira re. Yan na ji dê û bavekî bin jî, biratî nikare bibe xwedî wateyekê. 

 

2017-10-27: Biratî ji xwexapandinê pêştir tiştekî din nîne! Yekîtî û hevkariya heman gelî, ji ber hebûn û parvekirinên hevpar xwedî grîngiyeke jiyanî ne, ev rast e. Lê ew jî li ser bingeha armanc û prensîbên bingehîn dikarin pêkan bin. Yan na ew jî bi gotina herî baş, ji daxwaz û hêviyên safik pêve xwedî tu wateyî nînin. 

 

Bêderfetî û tengasiyên mezin caran dikarin mirov ji neçarî nêzî hev bikin, lê ew jî ne temendirêj in. Heya ji pirê derbas bibin, piştre herkesek bi ser rêya xwe ve, dîsa ji hev vediqetin û dikare ev veqetandin bibe sedema pirsgirêkên mezintir. 

 

2017-10-17: Hevkarî û yekîtî ne li ser bingeha biratî û dostaniyê, lê li ser bingeha berjewendiyan têne avakirin. Ev li her deverên cîhanê û ji bo her dewlet û neteweyî, her dem jî her wisan bû jixwe. 

 

Êdî dimîne li ser ku tu ji bo berjewendiyên kê û çi û çewa têdikoşî.

 


Gotinên miftehî :