1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. BIZMILÛKÊN KEVIRAN
BIZMILÛKÊN KEVIRAN,bizmilûkên,keviran

BIZMILÛKÊN KEVIRAN

A+ A-

  

Mordem Zel 

Bizmilûkên Keviran, ji pêkhateyên zinarî yên ku dora wan hatiye qewartin û weke stûnan li piya mane ra tê gotin. Ev pêkhateyên zinarî bi herikîna laserên avê yên di berpalên gelî û newalan da hatine xwarê çêbûne û bi hatina ba û bagerê ra şikl girtine. Gewdeyê Bizmilûkan bi piranî ji mîneralên nermik pêk tên. Jorê wan jî, ji zinarên ku bi zehmetî mehûbibin wisa dijwar pêk tên.

Şiklê wan, li gor teşegirtina erozyonê diguhere. Tebeqeyên cuda yên mîneralên wek (xwerûbûn û zinarên volkanîk) di gewdeyên xwe da dibin xwedî rengên cuda. Qama wan di navbera metreyekî û 15 metreyan da diguhere. Pêkhateyên ji 15 metreyan bilindtir weke Bizmilûk nayên tasnîf kirin. Di esasê xwe da, Bizmilûk li cihên bejahî, çol û cihên germ tên dîtin.

 

Bizmilûkên Keviran ên Hoodooyan bi piranî li cihên çolî û germ tên dîtin. Di bikaranîna berfireh da, ferqa navbera serpoş û tepikan ango qûleyan bi gelemperî serpoş xwedî gewdeyekî di şiklê dîregê totemî da xwedî qalindiyekî guherte ye. Lê, serê wan ê tûjik ji zemînê berbijor ve bêtir xwedî profîlekî bêgirûz ango xwedî stûriyekî yek şiklî ne.

 

Hoodoos, teqrîben bi qasî qama însankî hetanî avahiyekî bilind a deh qatî diguhere. Şiklên Hoodoo, ji modelên erozyon ên tebeqeyên zinarên nermik û hişk bi tesîr dibin. Mîneralên ku di nav cûreyên cihê yên zinaran da kombûne, dibin sebebê bilindahiya kaputoyan û rengên cuda.

 

Bizmilûkên Keviran, bi piranî li cihên zinarî, (weke mînak, kevirên qûmê, kevirên kir, bazalt) û mîneralên bin erdê yên nerm tên dîtin. Av, di nava zinarên derketine rûerdê da diherike û binkeya wan a zexm bi mehûkirinê tune dike û şûnda rûyê nermik derdixîne der. Parçeyên zinarên ku derdikevin rûerdê, ji ber ku kêm herikîna avê dîtine parî jî zexm dimînin. Rûyê nerm, bi piranî tê erozyonkirin û tevlî avê dibe, lê li heremên zinarî ji ber basincê tevahiya çêkeriyê bi dest dixe, li hember erozyonê li ber xwe dide û zinarekî konîk derdikeve holê. Ji ber vê jî Bizmilûkên Kevirên ku tepikê wan bikevin di demeke kin da tên erozyonkirin û tune dibin.

 

Çêbûna Bizmilûkên Keviran, encama ji yekî zêde bûyerên xwezayî ne. Ev Bizmilûk di encama berf, baran, ba û bager û laserê de derdikevin rûerdê. Li cihên bilind ên tîzava baranê zêde be, tîzava karbonîk a zinarî tevlî ava baranê dibe û ji ber vê jî, erozyona cewzê dibe mijara pêbehskirinê. Zinarên ku du aliyê cewzî da kêm xurt bin, rîska erozyonê bêtir hindik bi baranê heye. Bizmilûkên bêtir xurt, di sertarên xwe da Dolomîtê dihewînin. Dolomît, di nav xwe da zêde magnezyûm dihewîne û di avê da bêtir hêdî dibişivin. Lewra jî tebeqeya nermik a bin axê diparêze.

 

Pêkhateyên Hoodoo, bi piranî li Zozanên Colorado û li herêmên Deştên mezin ên Bakûrê Badlandê tên dîtin. (Ev herdû jî li bakurê Emerîqayê ne)  Her çiqas van serpoşan li van herêman bên belavkirin jî, li tu derê dinyayê bi qasî Zixrê Bryce yê li bakurê parqa netewî ya parêzgeha Ûtah a Emerîqayê zêde nîne. Ji xeynî vê, serpoş li rojhilatê San Rafael Swellê, li parqa netewî ya Goblîn Valley û bi qasî çend sed mil dûrî parqa bustê netewî yê Chiricahua ya li başûrê rojhilatê Arîzonayê xuya dikin. Sombrerete, li parqa netewî ya Sîera De Organosa Meksîkayê hin serpoş tên dîtin.

 

 

Li welatê me, bi taybet li Narmana Erziromê, Elbaka Wanê, Mereşê û Şevşadê Bizmilûk hene. Yên Narmanê rengê soringî, yên Mereşê spîgewr, yên Şevşadê di nav darên çamên bi heybet de, yên Elbakê weke kefê spî ne. Ji bo yên Elbakê Traverten jî tê gotin. Her wiha Li Çêrmûga Amedê û Çewlîgê jî bizmilûk di şiklên zinarî de teşe girtî hene. Her çendî ji bo vana hin rîvayet hebin jî, di rastiyê de xwezayî ne. 

Amed


Gotinên miftehî :