1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. BI AWIREKA CUDA “CORONAVIRUS”
BI AWIREKA CUDA “CORONAVIRUS”,bi,awireka,cuda,coronavirus

BI AWIREKA CUDA “CORONAVIRUS”

Pêbûn, ango dest pê kirin û hemêz, derman e ji bo hêsabûna giyan, derûnî û laşê mirovan

A+ A-

Mahabad Felat  

 

Temenê mirov çi dibe bila bibe, mirov herî zêde jî di demên xwe yên teng û bêçare de li pêbûn û hemêzeka germ digere. Lewre tişta herî zêde bi kêrî êşa laş û derûnî tê, pêbûn û hemêzeka germ e. Lê ne tenê bi kêrî êşa mirovan tê û hîn mirov di zikê dayika xwe de ne bi vê hestê dihesin, nas dikin û pê aram û hêsa dibin. Zarok çewa dibin, pêşî, li ser hemêza dayika xwe, xwe hişk bi pêsîrê ve girê didin. Devera herî ewle, germ û bi evîn û şahî dagirtî, ew hemêz e ji bo zarokan. Û ev rewş ne tenê ji bo mirovan lê ji bo canewerên din jî wisan e. 

 

Psikolog Harry Harlow di ceribandinên xwe yên li ser meymûnan de dibîne ku caran pêdiviya çêlikên meymûnê ya hezkirinê, ji pêdiviya wan a xwarinê zêdetir xwe dide der.   

 

Pêbûn, yek ji amûra herî grîng a xurtkirina têkilî û ragihandina navbera mirovan e, dibêje Prof. Dr. Tiffany Field. Lê her ku mirov bi temenê xwe mezin dibin, hejmara mirovên ku hemêz dikin jî kêmtir dibe. Li gor pisporan, ev ji ber tirsa şaştêgihiştinê û nepejirandinê ye.   

 

Zanistê peyîtandiye, dema em destê xwe bi kesekî jê bawerin dikin an hemêz dikin, mêjiyê me hormona “oksîton” ku mirov pê hêsa dibe avzê dike, ango dide der. Ev hormon dibe sedema hêsabûn û şabûnê û dike mirov xwe di nav ewlehiyê de hest bike. Di heman demê de girêdana têkiliyên evînî xurttir dike, tirs û fikaran kêmtir dike.  Di encama lêkolîneka li Zanîngeha Carolînaya Bakur de diyar dibe ku, dema mirov bi stres e mêjî hormona kortîzolê avzê dike, lê piştî hemêzeka 20 saniyeyan, ev hormon car din dadikeve.  

 

Dîsa li Zanîngeha Harvardê, di encama lêkolînekê de tê dîtin ku nexweşên beriya bikevine operasyonekê û piştî operasyonê jî doktor destên xwe dabine ser milên wan û bi wan re axivîbin, zûtir baş bûne. Lewre bi pêbûnê re, hormoneka bi navê seretonîn xwe dide der ku ev hormon weke hormona şabûnê jî tê bi navkirin.  

 

Her wiha, hemêz mirovan ciwan dike û dikare rê li ber lawaziya hestiyan û obezîteyê jî bigire. 

 

Çend bikêrhatinên din ên pêbûnê: 

 

Pergala xweparastinê ya laş xurt dike û lez dide tevgera metabolîzmayê. 

 

Pergala rehikan (Nervous system) hişyar û zindî dike.  

 

Hestê tenêtiyê ji holê radike, li dijî tengasiyan hêza berxwedanê dide û mirov xwe di nav ewlehiyê de hest dike. 

 

Kalîteya xewê zêde dike. 

 

Tirs û fikaran kêm dike. 

 

Girêdan û dilsoziyê zêde dike, mirov tê pejirandin û dipejirîne.  

 

Li dijî deprasyonê têdikoşe. 

 

Rê li ber deprasyona zarokanînê digire.  

 

Kalîteya karê mirov bilind dike.  

 

Jana evînê sivik dike. 

 

Li gor psîkoterapîst û nivîskarê Amerîkî Virginia Satir, pêbûn, pêdiviyeke jiyanî ye. Satir wiha dibêje: “Ji bo em jiyanê bidomînin pêdiviya me rojê bi 4; ji bo parastina tendrustiya hestên me pêdiviya me rojê bi 8; ji bo mezinbûn û pêşkeftina me jî pêdiviya me rojê bi 12 hemêzan heye.“  

 

Pitikên têne hemêzkirin kêmtir nexweş dikevin. Lewre hemêz hormona stresê bi wan re dadixîne, kalîteya xewa wan zêde dike û ji bo pêşkeftina wan a fîzîkî, hestyarî û pêşkeftina mêjiyê wan, pêbûn û hemêz grîng e. Ne tenê ji bo pitikan, lê ji bo zarokan jî pêbûn di pêşkeftina hişmendiya ziman, analîtîk û hestyariyê de jî, xwedî grîngiyeke mezin e. Zarokên bi dê û bavê xwe re têkiliya wan sar e, xwe di nav xwe de difetisînin, vedişêrin. 

 

Hemêz, diyariyeke xwezayî ya bêhempa ye, derman e. Me ji tirsên me bi dûr dixe, dilê me jî û dilsozî û kesayetiya me jî diparêze. Mirov, bi mirovbûna xwe û bi vê jiyanê şa dibe. Wate û kalîteya jiyanê bilind û zêdetir dike.  

 

Derbarê Coronavirus´ê de gelek teoriyên nehatine piştrastkirin hebin jî, di encamê de mirovahî di dîroka xwe de careka din tûşî vîruseka pir talûke bû. Hemû cîhan îroj di nav wê tirsê de diricife. Ji ber ev vîrus bi pêbûn, nêzîkayî û hemêzê derbasî mirovan dibe, mirov nema êdî biwêrin nêzî hezkiriyên xwe jî bibin. Bi taybet mirovên temenln wan zêde ne, ango kal û pîr bêtir bi vê vîrusê dimirin, loma divê mirov bêtir jî xwe dûrî wan bide.  

 

Mirovahî di nav paradokseka mezin de digevize niha! Hemêza ku dijîne, îroj bûye tirsa mirinê. 

 

Bê guman dê ev pêvajo jî derbas bibe. Lê wê travmayên çewa li dû xwe bihêle, ew hîn ne diyar e. Tenê divê em hêvî bikin û hişyar bin ku şopeka kûr di giyan û kesayetiya mirovan de nehêle, nebe tirs û ew tirs nebe kesayetiyeka meyende di nav mirovahiyê de ku rê li ber pêbûn û hemêzan bigire.  

 

Lewre bedêl û encamên wê çendî giran bin jî, bi gelemperî mirovan heya niha  li dijî hemû vîrusan kariye li ber xwe bide û dê vê carê jî li ber xwe bide. Lê ku bi hev nebin, hev û du hemêz nekin, germahiya laşên hev û du ji bîr bikin, zarok bêyî wê germahiyê mezinn bibin, teşe, reng û kesayet bigirin? Aha wê demê têkçûneka bêveger û temamî ye. 

 

Ev vîrus mirovan ji hev bi dûr dixe. Hêvîdar im mirovahiyê ji hev de nexe! 

 

Bi bêrî û hêviya pêbûn û hemêzên germ. 

 

2020-03-27

 


Gotinên miftehî :