1. Tekst

  2. Gotar

  3. Xerzî Xerzan
  4. BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV)
BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV),bi,daneyên,zanistî,nav,û,wateya,amedê,iv

BI DANEYÊN ZANISTÎ, NAV Û WATEYA “AMEDÊ” (IV)

BERSIVA BEROVAJÎKIRIN Û TALANÊN DÎROKÎ (IV)

A+ A-

Xerzî Xerzan
Li beşên dinê , hate piştrastkirin ku, Bajarê Amedê, piştî êrîşa Naram Sîn ê Akkadî (berê mîladê sedsala 23-an), wek bajêrekî bi sûr û beden, li navenda Amed a kevn (keleha hindûrîn a îroyîn) di serdema Xorrî-Mitan de, dawîya hezarsala 3-an (dora 2200-2000berê mîladê) hatîye avakirin. Û ji wê rojê ve, di belgeyên dîrokî yên Asûrî de, wek “Amedê/Amedî”hatîye nivîsandin û pêvajo dewam kirîye.  Piştî Asûran heta hatina Împaratorîya Romê (derûdora 550 sal), li Amedê, bajêr gelek car dest diguhere û hemû rêxistin-dewletên Mezopotamyaya Jorîn hikim kirine, pêşî berê xwe didin Amedê û dixwazin ev bajêr bi dest biixin. Em ê vêga, ew serdem a 550 salî binirxînin…
Serdema XALDÎ-Ûrartûyan de, vêca bi navê NAÎRÎ û URUADRΠ(Xelkê Çeman û Bilindahîyan), Xaldî di belgeyên Asûrî de wek dûhatîyên Xorrî-Mitan xuya dibin û em dîsa dibînin ku, di serdema Xaldîyan de, Amedê û hawirdora wê, du-sê car dikeve destê Xaldîyan û carna jî Asûr dîsa  êrîş dikin û Amed ji Xaldîyan zevt dikin (1).  
 
 
Amed bi caran dest diguhêre lê sala 612-an, hemû herêma Tîjleya jorîn, li gel biserketina Medan/Madan  (serdema Kavî Vîştaspa-Keyaxser ê Gewre) li hember koledarîya Asûrî, dikeve destê Medan, ên ku dûhatîyên Mitan in. Med, li hemû Kurdistanê, hemû êlên Arî dikin yek û heta çemê Halîsesê (Kizilirmak-bi tirkî) diajon, hemû erd û axên Mitan û Xaldîyên pêşîyên xwe vedigerînin.  Sala 550-an, li gel derbeyeke hindûrîn a bi alîkarîya Fermandarê Medî Harpagos (Herpak), nevîyê Keya Medî yê dawîyê Astîyages (Aştîak);  Kurûş (Kurê roz/j) ê Persî li ser textê bapîrê xwe rûdinê û Amedê vêca di destê Axamenîdên Persî de dimîne, navê rêxistina Axamenîdan, wekî Împaratorîya MEDO-PERS hatîye tomarîkirin (2).
 
Heta serdema hatina Skenderê Makedonî, bajêr di bin desthilata Axamenîdan de ye lê bi encama têkçûna Dara III a di şerê Gaugamela-yê a 332-an a berê mîladê(derûdora Hewlêrê), Amedê dikeve destê Makedonan û pişt re jî Selevkosên Makedonî . Selevkosên Makedon, ji sala 323-an heta sala 63-an a berê mîladê, an ku nêzîki 250 sal li herêm û bajêrê Amedê desthilatdar dimînin. Şerê wan û Partan (Arşakîyan)  her dewam dike. Amedê dîsa navenda şeran e… Part, cîyê Persan digirin û xwedî axa Medo-Persan dertên. Amedê wê demê jî tenê xwedî sûrên Xorrî-Mitan lêkirine ye. Lê Amedê dîsa wek navendek tê nirxandin. 
Selevkos li hember êrîşên Mehrdad VI (Mithridates ê Gewre) keyê Zîlanî (Pontusê) û zaveyê wî Tîgran II ê Gewre yê yek ji keyê Arşakîyan (berê de satrabê Armenîayê), ji hal dikevin û sala 69-an a berê mîladê ji holê radibin. Tîgran II, wê serdemê satrab-walîyê Arşakî yê Armenîayê ye û bi alîkarîya xezûrê xwe  Mehrdad VI (Mithridates ê Gewre), ji welatê xwe berjêrî welatê Atropenê (Medya biçûk-Adirbêcan a îroyîn), Kordîen, Komagene û Sofênê, Kapadokîayê û Kilîkyayê dibe û wan devaran, Amedê jî tê de dagir dike (3). Amedê û hawirdora wê, wê serdemê destê Dewleta Kordîenê (zimanê Romî de Kurdistan) de ye. Keyê Kordîenê, Zarbenîus (Zarabend), hawara xwe digihîne Romê da ku li hember dagira Tîgranî bisekinin. Qasidê wî, Appius Cladius ê Romî ye.  Lê Tîgran bi vê yekê dihese û Key Zarabend li gel jin û hin zarokên wî, dide kuştin (4)


 


Plutarch ê dîrokzanî Romî (sala 119 - 46 berê mîladê), di wê demê de jiyaye û ji tomarîyên wî yên beşê Fermandar ê Romî Lukullus de, em tê digihîjin ku, Tîgran li ser navê xwe bajêrek bi navê Tîgranakerd ava kirîye. Hin dîrokzan û siyasetvanên ermen, ev bajêr wek Amedê didin nasandin lê ti daneyeka zanistî nîn e ku ev têz bête piştrastkirin. Berovajî vê, hemû dane û her wiha lêkolînên ermenan bixwe yên bi zimanê ermenî, tev de qebûl dikin ku, Tîgranakerd a bajarê Tîgran ê Gewre, ne li Amed a îroyîn, lê li ber Çemê Xerzan – Çemê Êzdîxane hatîye avakirin. Îro jî bermahîyên wê (mîna tîyatroya antîk, sûr û bedenên wê), bi çavan tê dîtin û ermen bixwe ev şaşî destnîşan dikin û nabêjin ku Tîgranakerd Amedê ye, heta ev şaşî eşkere dikin û dibêjin “ev şaşîyeka dîrokzanên me yên serdema navîn e” (5). Ansîklopedîya Ermenî de, bi awayekî vekirî hatîye gotin ku, Tîgranakerd ne Amedê ye û ev gotin bêhemdî-bi şaşî hatîye nivîsandin”.  Û tevî van çavkanîyan, dîsa hin “nivîskar” bi zanabûn ev têza bêbingeh dubare dikin û ev gotin û têzên bi mabest, gotina “Dîrok bi derewan nayê nivîsandin”, tîne bîra mirov. Berê nêrîneke manîpulatîv a bi vî rengî hate pêşkêşkirin lê, bi gotar û îsbatên zanistî, ev teorîya bêbingeh hate pûçkirin. Berê digotin Tîgranakerd Amedê ye, lê nebû, pişt re gotin Farqînê ye, ew jî pûç derket û vêca dibêjin bajarê kevnar Erzen /Arzan/Xerzan e… An ku Arzanane ya kevnar…  Rêeya rast di dawîyê de hatîye dîtin…!
 
Ev nêrîna dawîyê, anegorî daneyên zanistî, bi me jî rast e.  Belê Tîgranekerd heye, bajêrekî  xwedî 100 hezar niştecî ye û ew niştecî jî, hîn sedsala 1-an a berê mîladê, ji hêla Tîgran ve bi darê zorê li vî bajêrî hatine bicîkirin (6). Lukullus ê fermandarê Romî, berê mîladê 69-an Tîgranakerd zevt kirîye û Tîgran têk birîye. Tîgran jî berê xwe daye Artaşat a paytexta xwe (7) . Lukullus, Tîgranakerd teslîmî zar û malbata Keyê Kordîyenê Zarabend kirîye û ji boyî hevaltîya wî, dest nedaye xezîneya Kordîyenê. Tevî ku, xezîneya Kordîyenê, tije zîv û zêr jî bûye … (8) .

 


Her wiha nijada Tîgran jî dîsa xuya ye, Tîgran torînekî mîrzayê Arşakan (Partan) e. Arşakî, welatê xwe li hev par dikin û bapîrê Tîgran; Artaşes jî dibe satrabê Armenîayê. Armenîa, yek ji herêm-satrabîyên xweser a Împaratorîya Part e. Artaşes ne ku ermen e, mîrzayekî Arşakî/Part e, lê hikimdarê Armenîayê ye. Navê din ê Partan, dîroka kevnar de Arşakî ye. Arşakîavê xanedaneka torîn a Part e… Weke Persên Axamenî… Axamenî jî xanedaneka Persî ne. Meseleya Tîgran û Tîgranakerdê ev e û em hêvîdar in, xwendevan bi van gotin û têzên dûrî hiş û aqilan xweş serwext be  û rê nede îdîayên pûç û vala yên mabesta wan berovajîkirin û her wiha talankirina dîroka gelekî kevnar e… Û vêca, em rêwîtîya ya a ber bi navê Amedê ve bidomînin… 



Piştî hatina Romîyan li Amedê, şerên domdar navbera wan û Partan de rû dide. Amedê jî tê de, hemû herêm, dibe qada şer û pişt re, piştî Partan serdema Romê û Sasanîyan de jî, vêca şerên dijwartir dest pê dikin.  Amedê xala sinorên dawîyê ya Romê ye. Sinorên Romê li Amedê dawî dibin û Sasanî dema  dest bi şer dikin, her berê xwe didin Amedê. Amedê, disa bi caran dest diguhere û di dawîyê de Împaratorê Romê Konstantîn II, sala 359-an (piştî mîladê), bêçar dimîne û çardora bajarê Amedê, weke ku îro şewazê wê lê ye, wisa jî bi sûr û bi beden ava dike (9). An ku bajêr berfireh dike. Armanc jî, parastina gelê Amedê û gelên hawirdorê ye. Ev sûrên îroyîn, berhema Konstantîn II e. Dîrokzan û leşkerê Romî Ammianus Marcellinus, di berhema xwe da bi deha car navê “AMÎDA” hil dide, qeyd dike û taybetmendîyên bajêr yek bi yek dinvîse. Em ji berhema Marcellinus tê digihîjin ku, “AMÎDA” bilêvkirina bi zimanê Romî ya navê kevnar “AMEDÊ” ye. Weke ku, hîn dema Tîglat Pilaser I û keyên Asûran piştî wî de, li belgeyan hatîye nivîsîn… An ku; Amedê,bi  bilêvkirina Romîyan,  dibe “AMÎDA”. 

 


 Hîn wê demê, av û rezên Amedê bi zimanekî edebî hatine hunandin, hêjabûn û girîngîya Amedê, wek “garnîzoneka -stargeheka  li ser sinor” hatîye tomarîkirin (10). Piştî Konstantîn II, hemû dewlet û împaratorîyên ku Amed zevt kirîye, tev de pêvajoya dîrokê de ew sûr zexm û xurttir kirine û sûrên Amedê, heta roja me wiha li ser pîyan maye. Piştî lêkirina sûrên Amedê ji hêla Konstantîn II ve, Amedê girîngîya xwe zêde kirîye û bûye sedem û xala sereke ya şerên Sasanî û Romê. Bi wan sûr û bedena, navê “pîrozîyê” jî lê hatîye danîn. Amedê, her wek bajarekî serbilind û pîroz hatiye hunandin. 
Piştî 395-an, an ku piştî dupabûna Împaratorîya Romê, Romîyên Rojhilat, ji hêz dikevin û Amedê dîsa dikeve destê Sasanîyan.  Lê ev rewş dewam nake, carna Romî, carna Sasanî bi destê walîyên xwe, Amed bi rê ve dibin, Amedê, ji boyî her du alîyan dibe bakarê “nîşaneya biserketinê”. Yê ku dibe xwedîyê Amedê, çawa ku dibe xwedîyê cîhanê… Li vira, rastîyeke dîrokî ya girîngîya Amedê xweş nîşan dide, divê bête gotin. Keyê binavûdeng ê Sasanî, Qubad I (Kavad/Kava I), sala 502 an 503-an a piştî mîladê, Amed dorpêç dike û piştî şerekî dijwar ê sê mehî (yek ji şerên navdar ên Şerê Anastassîa), Amed zevt dike û ji Bîzansîyan (Romîyên Rojhilat) distîne (11). Piştî zevtkirina Amedê, peymanek di nav bera Romî û Sasanîyan de tê  îmzekirin û Qubad I, xeraceka gelekî zêde ji Romîyan distîne ku Amedê li wan vegerîne. Bi vê peymanê, Qubad I, nêzî 80 hezar esîr-girtî ji bajarê Amedê ber bi Navenda Sasanîyan (Xûzîstan a îroyîn) ve dibe û li ser navê xwe bajêrekî nû ava dike (11). Navê bajêrê Qubad I gelekî balkêş e. Ji ber ku Amedê dilê wî de pir ezîz bûye û ji serdemên kevnar ve wek cîyekî pîroz û hêja hatîye dîtin, Qubad I, navê bajêrê xwe “Beh az Āmed-e Kavāḏ” an ku “Behtir-Çêtirê Kavad ji Amedê” datîne (12). Ev rastîya dîrokî, hem ji boyî pênasekirina Amedê ya sala 503-an a  bi heman awayî (Amedê) û hem jî, ji boyî xuyakirina girîngî-hêjabûna wê, belge û çavkanîyeke dîrokî ye. Her wiha bersiva hin pirsan e jî… Ji ber ku tarîxa avakirina vî bajarî (“Beh az Āmed-e Kavāḏ” an ku “Behtir-Çêtirê Kavad ji Amedê”), derûdora 503-an a piştî mîladê ye. An ku, navê Amedê, berê hatina arteşên ereb, her tim weke ku heye, wisa jî, wek Amedê hatîye bilêvkirin û her wiha tomarîkirin... 
Vêca em ê berê xwe bidin serdema hatina arteşên ereb li Amedê, an ku serdema Îslamê li Bajarê Amedê…  Û em ê li ser pênaseya “Diyarbekrê” , ka çawa û çima Amedê piştî hatina ereban, dîsa ji hêla wan ve bi vî navî (Diyarbekir) hatîye pênasekirin, rawestin û rastîyên dîrokî, dî sa bi daneyên zanistî, pêşkêşî xwendevan bikin. 
Dê bidome...
_______________
ÇAVKANÎ

(1) THE ROYAL INSC IPTIONS OF MESOPOTAMIA ASSYRIAN PERIODS / VOLUME 2 / ASSYRIAN RULERS OF THE EARLY FIRST MILLENNIUM BC I, (1114-859 BC), A. KIRK GRAYSON, University of Toronto Press, 1991.,
(2) Herodot, Tarih, Istanbul – 2006//Hêrodot,  Dîrok, Stenbol – 2006.
(3) Strabo, The Geography Book
(4) Plutarch (Lucius Mestrius Plutarchus), Bioi Paralleloi – Jinenîgarîyên Paralel, beşê  “Lucullus”
(5) https://akunq.net/tr/?p=5807  Ansîklopedîya biçûk a ermenî, cild IV, Rewanê, 2003.
(6) Çavkanîya 4-an
(7) Çavkanîya 4-an
(8) Çavkanîya 4-an
(9) The Roman History of Ammianus Marcellinus, Book XVIII, Part IX TRANSLATED BT 0. D. YONGE, London –New York, 1894  (Dîroka Romê ya Ammianus Marcellinus , Pirtûka 18-an, Beşê 9-an, wergera li ingilîzî C.D. YONGE, London – New York, 1894)
(10) Çavkanîya 9-an, heman ciyî de
(11) The History of Al Tabari, Volume 5, wergera li ingilîzî: C.E.Bosworth, University of Manchester, State University of New York Press, 1999, Rûpel 137-138
(12) Ansîklopedîya Îranîca / bi Îngilîzî, bi sernavê ARRAJÂN / ARJAN :  http://www.iranicaonline.org/articles/arrajan-medieval-city-and-province-in-southwestern-iran-between-kuzestan-and-fars