Bajarê Mahabadê,bajarê,mahabadê

Bajarê Mahabadê

Danasîna bajarê Mahabadê, Paytexta komara Kurdistanê, Dema pêşewa Qazî Mihemmed

A+ A-


Navê Mehabad ji farsî ye û tê maneya bajarê heyvê, Meh/Mah jî him kurdî him jî farsî ye û -abad jî mînak peyva kurdî ya -ava ye, -ava/-abad ji paşpirtikek e û maneya gund, bajarr yan tax ê dide yanî em karin bêjin Mehava an Heyvava.

Mehabad navendeke mezin a bêşesaziya çandinê ye. Ew li ser rêdûran bi du bajarên din ên mezin ên bakurê xwe, Tebrîz 300 km, Urmiye 150 km, girêdayî ye. Mehabad navenda deverê bi navê xwe ye

Wê di sala 2008 kompaniya bi navê Mahabad Petrochemical Company bêşegehek ji bo hilberandina berên kîmyawî ji nefte were avakirin. Li Mehabadê zankoyek heye

Nifûsa bajarê Mehabadê 163.476 kes e. navê Mehabad li sala 1922 li aliyê Riza Xan padşahê Îran ji Sablax hate guhertin bû Mehabad. Mehabad şeşemîn bajarê mezin yê rojhilata Kurdistanê ye: 1. Kirmaşan, 976.500; 2. /UrmiyêWirmê, 926.365 kes; 3.Sine ya Sanandaj, 489.000; 4. Îlam, 345.000 kes; 5.Bokan, 270.000 kes; 6.Mehabad, 163.476 kes; 7. Piranşar, 174.000 kes; 8.Seqiz, 127.000 kes.

Mehabad navenda ramana dewleteke kurd a serbixwe ye. Di sala 1946'an de Mehabad paytexta Komara Kurdistanê ya Mehabadê, dewleteka serbixwe yê kurd bû. Piştî şerê cîhanê yê duyem artêşa Rûs li Îranê mabû û nidihîşt Îran bikeve Kurdistan û Azerbaycanê. Di bin stara leşkerên Rus de Kurd serxwebûna xwe dan zanîn. Mele Mistefa Barzanî ji Başûrê Kurdistanê hat Mehabadê û bû berpirsiyarê berevaniya Mehabadê. Lê piştê 11 mehan, bi lîstikê Brîtaniya Mezin artêşa Rus ji Îranê derket û rê ji leşkerê Îranê re vebû. Kurdên Mehabadê gotin "Faris xwîşk û birayên me ne, em bi wan re şer nakin". Fermandarên Îranê jî soz dabûn ku şer çênebe. Leşkerên kurdan rê dan farisan. Lê dema ku ew hatin, serê serokên kurdan li Meydana Çarçira lêxistin û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê rakirin.

Mehabad sembola welatparêziya kurdan e. Tê gotin, ku gelek kurd Mehabad di dilê xwe de veşartî digirin; wê di dema pêşeroje de bibe paytexta Kurdistana Azad. Mehabad wek Amedê girîng e, hem ji bo kurdan û hem jî ji bo desthilatdaran. Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesud Barzanî li vir bûye, merzelê bavê wî, Mele Mistefa Barzanî jî berê li wir bû.

Dîrok 

Di salherzara yekan a berî zayînê de herêma Mehabadê navenda kayaniya Mana bû. Ev di dema Hesin de hêzek mezin li vî herêmî bûn. Têkiliyên wan bi Asuriyan û bi gelên din li herêm hebûn.

Berî serokê kurdên mukrî Sultan Budaq Mehabad an jî bi navê din Seblax (bi farisî: سابلاخ‎) kir paytexta herêmên xwe, ew gundekî piçûk li Deşta Deryazê bû. Bi guman navê Sablakh ri rehên mongolî ye. Di dema sefawiyan de herêmê Mukriyan navenda berxwedana dijî Şah Ebasê 1em bû. Di salên 1609 û 1610an de, di dema Şerê Dimdim pişta Emîr Xan Lepzêrîn girtin. Ew xanê Destê Zêrîn Fermandarê Biradostan bû. Dema ew dijî Ebas binketin ewî komkujiyeka mezin li ser gelê bajarê anî. Pir kurd hatin nefîkirine Xorasanê. Heta dawiya sedsala 19an kurd li baja hukmkirin. Di şerê cîhanê ê yekem de Mehabad cîhê cengê osmanî û rûs bû. Di sala 1935 de leyiyek bajar rûxandin. Bajarê modern û nû li ser pelişên bajara kevn hat avakirin.

Di dema Şoreşa Îslamî ya Îranê de Mehabad û hin bajarên din, ji aliyê Artêşa Îranê hatin êrişkirin û bombe li ser wan hat barandin û hatin dagirkirin (Êlûn,1979). Kurd bi Xumênî di şer de bûn, ji ber ku wî xwemuxtarî nedixwast bide kurdan. Humeynî dijî kurdan Cîhad dayanîn û êrişek giran bir ser wan.

Derdorê Mehabadê tije kaniyan e. Ew û robara di nav bajarê re diherike sedemê hêşînahê û klîmake nerm in. Dibêjin kaniyên Mehabadê dermanên pir nexweşiyan in. Berê her tiştî ew dermanê nexweşiyên çerm in û ji bo sivikbûnê jî baş e.

Derdora Mehabadê bi dewsên dîrokî, yên di dîrokê de dûr digihîjin, tije ye. Hin ji wan ta dama berî îslamê û xirîstiyaniyê diçin. Li nêzîkê gundê Enderghaşê di nav zinaran de gorşaneka ji dema sasaniyan heye. Ev bi navê Faghrigha tê naskirin. Li pir cîhên wê nepix û cîhên şinê hene.

Çand
Mehabad jî navendeka kurdan a çand û wêjeyê ye. Gelek helbestvan û nivîskar ji wir derketine;Hêmin (Seyîd Mihemmed Amînî Şêxo al-Îslam Mukrî) (1920-1986), Ebdurihman Zabihî (1920-1980) û Gîw Mukriyanî hinekên girîng in. Di Komara Kurdistanê ya Mehabadê de navê "Helbestvanê Netewiyê Kurd" li Hemîn hat dayîn. Berhemên wî yên bi zarava mehabadî, ya ku zimanê wêje li rojhilata Kurdistan e, jê re bûn sedem.

Mirov dikare bi xwendina romana nivîskarê kurd Jan Dost re Mijabad, bêtir nêzîkî vî bajarî û bûyerên ku lê qewimîne bibe.


Gotinên miftehî :