1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Bangek ji bo aştiyê ku divê neyê bêdengkirin
Bangek ji bo aştiyê ku divê neyê bêdengkirin,bangek,ji,bo,aştiyê,ku,divê,neyê,bêdengkirin

Bangek ji bo aştiyê ku divê neyê bêdengkirin

Çekşewitandina gerîlla ya sembolîk tê çi wateyê?

A+ A-

Mahabad Felat

Di 11ê Tîrmeha 2025an de, 30 gerîlayên jin û mêr ên PKKê çekên xwe li ber çavên çapemenî û raya giştî şewitandin. Kiryarek aştiyane ku amadebûna dev ji têkoşîna çekdarî berdan û ketina qonaxeka nû ya çareseriya demokratîk nîşan da. Bi pêşengiya Hevseroka KCKê Besê Hozat, wan guh da banga Abdullah Öcalan ku şanseka din bidine aştiyê, bi şertê ku dewleta Tirk, bi rêya pêkanîna pêvajoya entegrasyona demokratik, mafên demokratîk ên rewa yên gelê Kurd bi destûrî garantî bike.

 

Ev gav di dîroka Kurdan de ne gaveka nû û yekem e. Mistefa Barzanî, piştî têkçûna li dijî Iraqê di sala 1975an de çekên xwe danîn û tevgera Pêşmerge ji hev belav kir û 13 salan li Yekîtiya Sovyetê li sirgûnê jiya. Ev pêvajo wekî "Aşbetal" hate binavkirin ku bi vê biryara "Aşbetal"ê re bi dehan pêşmerge nekarîn vê biryarê bipejirînin û dawî li jiyana xwe anîn. Wekî din, Celal Talabanî di sala 1966an de dawî li têkoşîna çekdarî anî, ku ev biryara wî bû sedema wekî "cahşê 66an" were binavkirin. Dîrokê nîşan daye ku dema rêberên Kurd hewl dane çareseriyên aştiyane bibînin, ew gelek caran bi nefret rastî êrîş û bêbextiyên mîna binavkirinên ”xiyanet”ê hatine. Ev him ji aliyê dijminan bi zanebûn hatiye honan û hem ji aliyê hin derdorên xwe wekî welatparêz û kurdewar bi nav dikin ve hatiye kirin.

 

PKKê berê jî çend caran agirbestên yekalî îlan kiribû. Piştî girtina Öcalan di sala 1999an de, heta ji gerîlayan re jî ferman hat dayîn ku ji Bakurê Kurdistanê vekişin. Tevî hin nerazîbûnên navxweyî jî, ferman hat bicîhanîn. Lê ji ber ku Tirkiyeyê tu reformên demokratîk pêk neanîn, gerîla vegeriyan û şer bi tundiyeke nû gur bû - bi taybetî li başûrê Kurdistanê û Çiyayên Zagrosê.

 

Nimûneyên dîrokî yên din vê rastiyê piştrast dikin: Her cara ku aliyê Kurd gavek ber bi aştiyê ve avêtiye, dewleta Tirk an ew paşguh kiriye, an jî sûd ji wê wergirtiye, an jî bi operasyonên leşkerî yên nû bersiv daye. Divê bêçekkirina sembolîk a îro di ronahiya van ezmûnan de were dîtin.

 

Wê demê ev înîsiyatîf tê çi wateyê? Ew nîşaneya qelsiyê ye - an jî hêza stratejîk e? Hin kes xeta Öcalan wekî encama qelsbûnê şîrove dikin, lê ev piçûkkirin û basîtkirineka mezin e. Yên van kiryaran dikin kîne, çi ne, dixwazin çi bikin, benê wan di destê kê de ye, tê zanîn. Ji destpêka sala 1990î û vir ve, Öcalan projeyek îdeolojîk pêşxistiye ku her hewl daye şer ji asta leşkerî veguheze asta siyasî. Ramana wî ya ”Konfederalîzma Demokratîk”, îdeolojî, formulasyon û rêya herî zelal, pêkan, pêbawer û xurt e ji bo çareseriya pirsgirêka kurd, ya gelên din ên li herêmê, ya Rojhilata Navîn û bi gelemperî alternatîfek e ji bo pêşeroja gelên cîhanê jî. Ev raman, li ser bingeha xweserî û xwerêveberiyê, wekheviyê û domdariya ekolojîk, bûye alternatîfek ji bo sînorên teng ên netewdeletê ku çavkaniya hemû nakokî, pirsgirêk û şeran e.

Danîna çekan bi awayekî sembolîk rêyek e ji bo eşkerekirina nebûna îradeya dewleta Tirkiyeyê ji bo aştiyê. Ew hewldanek e ji bo ferzkirina bersivekê, ji bo rûbirûbûna dewletê bi awayekî nû yê berpirsiyariyê. Eger dewleta tirk helwesta xwe ya dagirker, talanker, inkarî û tunekirinê bidomîne û vê gava grîng paşguh bike, an jî bi tepeserkirinê û xapandinê bersiv bide, wê demê eşkere dibe ku pirsgirêk ne têkoşîna çekdarî ya gerîllayên kurd e, lê helwesa faşîzan a dewleta tirk e ku bi tu rengî xwe nêzîkê demokrasiyê û çareseriya demokratîk nake.

Wisa bibe dikare çi bibe? Ev jesta aştiyane dikare tune bibe û kurd bêtir radîkalîze bibin û şerê çekdarî bi metirsiyeka pir mezintir bidome ku ev ji bo tu aliyekê jî nabe alternatîfa herî baş.

Aktorên navneteweyî, dikarin baweriya xwe bi pêşketina demokratîk a Tirkiyeyê winda bikin.

 

Cîhana derve dikare çi bike?

Mixabin, YE û DYA gelek caran ji ber sedemên realpolîtîk bêdeng in. Tirkiye welatekî NATOyê û şirîkek stratejîk e, ev tê vê wateyê ku însîyatîfên aştiyê yên Kurdan pir kêm caran piştgiriyên fermî û aşkere werdigirin. Lê, îhtîmal hene:

 

Diyasporaya Kurd dikare ji bo meşrûtiyeteke navneteweyî ya înîsiyatîfa aştiyê seferber bibe.

 

Civaka sivîl, medyaya serbixwe û akademî dikarin vê înîsiyatîfê wekî hilbijartinek exlaqî û siyasî pêş bixin.

 

Saziyên navneteweyî dikarin ji Tirkiyeyê berpirsiyariyê bixwazin – bi taybet di mijarên mafên kêmneteweyan de.

Kurt û kurd!

Siyaseta Öcalan xweradestkirin nîne. Ev hewldanek e ji bo têkoşînê bibe asteka bilindtir, ku têde raman, vîna gel û demokrasî cihê çek û xwînê bigirin. Lê eger ev însîyatîf bi ciddî neyê girtin, metirsiya dubarebûna dîrokê heye.

 

Niha dem hatiye ku cîhan û dewleta tirk bersiveka erênî bide, ne bi bombeyan, ne bi derewan. Lê bi rêzgirtina ji bo mafê gelekî ji bo jiyana azad, demokratîk û bi rûmet.