1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. Başûr bû çi û nebû çi
Başûr bû çi û nebû çi,başûr,bû,çi,û,nebû,çi

Başûr bû çi û nebû çi

A+ A-

 

 Îbrahîm Osman

Bêguman gava ez peyva Başûr bikartînim, ez behsa Başûrê welêt dikim.

 

Welat, ji bo min, bi tevahiya pêkhateyên xwe ve, çar beşên welêt in. Wexta ku ez netewî bifikirim, êş û şadîmaniya her çar parçeyan li ba min yek e.

 

Welat bi çi dibe welat ew mijareke bi serê xwe ye. Ez nakevim nav wê mijarê. Lê ez ê bi kurtayi bibêjim welat ne welatê partiyane, welatê milete û vê mijarê nûha digrim.

 

Başûrê welatê me, li gorî projeya rojhilata navîn, ya ku Amerîka jê re pêşengiyê dike, ji sala 1992 an ve xwedî statûye.

Amerîka destpêkê her du partiyên sereke PDK û YNK li hev anîn, derfet dan wan û got de kerem bikin.

 

Wan çi kir?

 

Ew bûn kopya dagirkerên xwe.

Li şûna ku hêza pêşmergeyan bikin yek, hêzeke netewî ava bikin, hilbijartinên demokratîk pêkbînin, parlementoyeke temsîla welêt dike ava bikin, bankayeke netewî û buçeyeke netewî damezrînin û gav bi gav berbî dewletbûnêve biçin, wan li ser bazara fiftî fiftî li hev kirin û Başûr li hev parkirin. Firotin û nekirîn. Xirab kirin û ava nekirin.

 

Dizî, hîzî û gendeliyê hevsar qetand. Ên mîna Nêçîrvan di demeke kurt de bûn milyarder.  Helbet YNK jî tamijî. Mesûd jî kurê xwe derxist qadê û wî jî para xwe ji malê talanê wergirt.

 

Başûr bû qada “nehîbê” talan û şêlandinê û ya kî kir kî.

Pişt re jî cilika bin hev kişandin û bi hev ketin. Lawaz ketin. Pişt re YNK ket himêza Îranê, PDK e jî ket himêza Tirkiyê. Dujminan ew li hev sor kirin daku şerê hev bikin. Wan jî texsîr nekirin.

 

PDK û YNK ê ewilî

Li destpêka Cotmeha 1992 yan bi Tirkiyê re tifiqîn û êrişî PKK ê kirin. Ji her du aliyan bi hezaran keç û kurên miletê me hatin kuştin.

Bi destûr û hevkariya PDK ê Başûr bû ciyê pêgera MIT tirk. Dewleta tirk li her ciyên girîng rîsê tevna xwe hûna, serê kaniyê girt û li her qorziyê peyayên xwe bi cî kirin.

Kesên ji nava refên PKK ê revyabûn li Zawîte civandin û bi pêşengiya MIT a tirk dek û dolab gerandin.

 

Li şûna ku Başûr azad bibe û bibe hêlîna keç û lawên kurdî azadîxwaz, bû hêlîna fitnê, bêbextiyê û îxanetê. Bi sedan têkoşer hatin girtin. Hinek bê ser û şûn çûn hinek jî teslîmî Tirkiyê kirin.

Bi kurt û kurmancî Başûr bû ya partiyan, bu perçeyek ji Iraq, Îran û Tirkiyê lê nebû Kurdistan.

Bû devera dizî û gendeliyê lê nebû ciyê wekheviyê.

Bû ciyê fitnê, bêbextiyê lê nebû kela hevgirtin û yekîtiyê.

Bû xencera piştê lê nebû destbirakê biratiyê.

Bû warê dîktatoriyê lê nebû şaneşîna demokrasiyê. 

 

Dev ji çêkirina fabrîkeyan berdin heta bi patat û pîvazan ji derve tînin.  Nivşekî tiral, tembel ku mîna qirniyan li ser xwînê dijîn afirandin. Çanda dizyê li pêşe. Peyvên kurd û Kurdistanî tenê rûpûş e. 

18.09.21


Gotinên miftehî :