1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Binhega Cejna Êzî û ya Şeva Yelda û her sê rojên rojiyê
Binhega Cejna Êzî û ya Şeva Yelda û her sê rojên rojiyê,binhega,cejna,êzî,û,ya,şeva,yelda,û,her,sê,rojên,rojiyê

Binhega Cejna Êzî û ya Şeva Yelda û her sê rojên rojiyê

A+ A-

Mahabad Felat

Serê vê sibê min xwest tiştek derbarê Cejna Ezda ango Cejna Êzî û Şeva Yelda de binivîsim, min dît mamoste Fêrgîn Melîk berfirehtir tiştek nivîsiye jixwe û cî ji gotinê re nehiştiye. Loma ez ê dirêj jî nekim, lê ez divêm bingeha Cejna Êzî û ya Yelda yek in!

Lewre her du jî di heman demê de, bi heman armanc û şêwazî têne pîrozkirin û ji heman bawerî û gelî tên. Her çendî Yelda bi giranî hatibe jibîrkirin jî, lê rastiya ku ji baweriya Mîtrayî derketiye ne tiştekî vesarî ye. Çend roj berê min li ser Şeva Yelda gotarek nivîsîbû, di malpera me amidakurdê de heye. 

Her sê rojên rojiyê jî dikare ji ber sê rojên navbera 21 û 24ê meha 12an be tê girtin. Lewre her sê rojên di navbera 21 û 24ê meha 12an de, roj ne dirêj dibin û ne jî kin dimînin. Roj, sê rojan di bin siyê de, (di erafê(!) de) dimîne, roja 24an dest pê dike û roj dirêj dibin. Rojiya ku sê rojan tê girtin jî, dikare bi vê ve girêdayî be. Bi raya min ev bêtir nêzî hişmendiya zanistî ye. Sê rojên ku dirêj û kin nabin ango bi gotina mîtolojîk di bin siyê de dimînin, aha ew sê roj dikare bibe sedema van her sê rojên rojiyê. Rojî, dikare ji ber wan her sê rojên di bin siyê de, ji bo daxwaza derketina rojê ji bin siyê, hatibe girtin. Lê dikare piştre di bin bandora ol, bawerî û salnameyên din de guherîbe, an hin wateyên din lê hatibe zêdekirin an jî bi temamî guherandin. 

Li hemû Skandînavyayê 24ê mehê weke êvara rojbûna Îsa tê pîrozkirin. Lewre ew roj dest pê dike ronahî zêde dibe, ango Mîtra li hemberî tariyê hêz digire û tê zanîn ku Romayiyan ev baweriya Mîtra bi sedê salan pejirandibûn, ola wan a fermî bû û gelek çandên wan îroj jî di bin bandora wê olê de reng û teşe girtine. Hemû welatên din ên Ewropayê jî di bin bandora çanda Romayê de man ku îroj Swêd bi xwe jî gelek tiştên di bin bandora Romayiyan de bi pêş ketine wekî rojên olî pîroz dikin. Ango piştî Îsa, ew çand bi temamî bi ola Xirîstiyaniyê ve hatiye girêdan û reng û teşeyên cuda girtiye.

Mijara Xwedanê Rojê û rojiyê bi temamî bi ronahî û tariyê ve girêdayî ye ku Xwedanê Rojê jî piştî wê rojê, li dijî tariyê bihêztir dibe û pêre jî, xweza û hemû canewer! 
Ew roj jî li gor mîladî 21ê meha 12an e. 

Angaştek jî derbarê gotina “rojî”yê bi xwe de; tê gotin ku ji gotina "rijî" tê. Ango mirov dikare bi tenê tiştên rijî bixwe ku di rojiyên hin olan de ev hîn jî wisan e, rojî digirin, lê bi tenê tiştên rijî dixwin. Ew jî dikare ji wê çanda me hatibe girtin, lê ez teqez ji vê ne piştrast im. 

Cejna Êzî û Şeva Yelda pîroz bin!