1. Tekst

  2. Gotar

  3. Birgul Ozbaris Arda
  4. “Biratî”ya devşormeyan û Reva ji xwe!..
“Biratî”ya devşormeyan û Reva ji xwe!..,biratî,ya,devşormeyan,û,reva,ji,xwe

“Biratî”ya devşormeyan û Reva ji xwe!..

A+ A-

 Bîrgul Ozbariş

Asîmîlasyon û otoasîmîlasyon di nav gelên bindest de weke birîneke ku her tim xwîn jê diherike, li ser kurdan jî bandoreke mezintir kiriye û ev birîn her roj kûrtir dibe.

Bi hezarê salane gelek dewlet û împaratorî êrişê kurdan kirin û ji bo tunekirina kurdan hemû rê û rêbazên hovane û qirêj bikar anîn. Li hember van êrîşan, gelê kurd di her demên dîrokê de ziman û nirxên xwe parast û heya îroj li ser piya ma. Lê mixabin îroj kurd ber bi tunebûn û dejenerasyoneke mezin ve diçin. 

Dewleta tirk berê êrîş anî ser kurdan û hebûna kurdan qedexe kir. Lê ev polîtîka bi tena serê xwe bi ser neket û li dijî vêya kurdan berxwedaneke mezin dan û xwe parastin. Devleta tirk dît ku bi êrîş, kuştin û qedexekirinê bi ser nakeve, rêbazên nû pêk anî. Salên dirêj û di demên şerê germ de sosyolojiya kurdan baş lêkola û bi vî awayî polîtîka pêk anî. Em qebûl bikin an jî nekin, di vê polîtîkaya qirêj de ya herî serkeftî  jî, gotina "biratî"yê bû. Dewletê kurdan înkar kir û pêşî got; "kurd qewmekî çiyayî ya tirkan in", musulmanên wan gotin; "em hemî musulman û birayê hev in", çepên wan gotin; "em pêşî însan in, qewmîtî çi ye, cudaxwazî ne rast e, li dijî şoreşgeriyê ye, nijadperestî ye". Bi van gotinan jî bi ser neketin û gotin; "kurd û tirk bira ne". Mixabin ku van salên dawî gelek ji me bi taybet yên ku rêberiya civakê jî dikin, dest bi van gotinan û bilindkirina gotina "biratî"yê kirin. Ne niha êdî, lê serdemek, kesên bi zimanê xwe axivîn û xwestin cudahiyên xwe biparêzin jî, ji aliyê gelek parastvan û kadroyên tevgera siyasî ve mîna "nijadperestên hoveber (ilkel milliyetçi)" hatin tewanbarkirin. Axaftina bi zimanê dayika xwe, li ser navê "biratî"yê, bû "nijadperestiya hoveber". Paradokseke mezin e ev!

Ev "birayên" desthilatdar û dîktator bi vê jî qîma xwe neanîn û dîsa di bin navê "biratî"yê de kurdan bi hev dane kuştin. Ji aliyekî ve jî, polîtîkaya lingê asîmîlasyonê yê herî xurt dejenerasyonê bi rengekî hovane li ser zarok û ciwanên kurdan pêk anîn. Bi vî awayî daxwazên kurdan ên mîna aştiyê jî kirin hedefa polîtîkayên xwe yên qirêj. Her gotin û tevgerên kurdan ên li ser aştiyê, bi polîtîkayên qirêj bersiv girtin.Di van salên dawî de, bi giranî leşkerên tirkan ketin nav jiyana kurdan a civakî û bi vê polîtîkayê, xwe gihandine ciwanên kurdan.

Sê sal berî vê ez wek rojnamevan ketim civeneke çapemeniyê ya serleşkeriya tirkan. Ev civîn li Stenbolê, li taxa şîşliyê, li ordu evi (mala artêşê) bû. Paşayê wan ê herî sereke İlker Başbuğ, serleşkerê wan ê kevin Hüseyin Kıvrıkoğlu, serleşkerê artêşa bejayiyê, gelek paşa û fermandarên wan ên li Bakurê Kurdistanê xwîn rijandine, li civînê bûn. Dema ez çûm ber derî, min navê rojnameya ku lê kar dikim, neda. Ez bi karta xwe ya rojnamevaniyê ketim hundur. Lewra rojnameya Gündemê li ser kurdan weşanê dike û qedexe danîne serê ku nikaribe bikeve civînên leşkeran. Dema axavtinên wan ên ji bo  rojnamevanan qediyan, hemî rojnamevan ji civinê derxistin. Lê min û hevalê xwe kamera xwe veşart û em di hundur de man. Ji ber "gazî"yên wan û jinên wan, sûbayên teqawidbûyî û jinên wan jî di civînê de bûn, me bi hêsanî dikaribû xwe di nav wan de veşêrin.  Piştre İlker Başbuğ derket û polîtîkayên ku leşker divê ji vê demê şûndatir pek bînin xal bi xal da xuyakirin. Ev xal bi giranî li ser jiyana kurdan a sosyal bû. Li metropolan kurd li kijan taxan dijîn, gişt beş bi beş dabûn ber xwe û Başbuğ waha digot:"Ji niha û şûn ve divê em mîna leşkerên tirk, li hemû berbajaran (varoş) hebin. Em divê di nav gel de bin û mezinahiya artêşa tirk bikine mêjiyên ciwanan. Em heya di warê civakî de xwe nîşan nedin, nekevine nav, em biser nakevin. Hemû weşanên ku propogandaya rêxistina terorê dikin û dibine sedem ku ciwanên kurd derkevine çiya, divê ji holê bêne rakirin. Ji bo vê jî, divê gavek zûtir sererastkirinên qanûnî bêne kirin. Artêşa tirk ji bo ku di warê civakî de jî li ba gel be, lez daye kar û xebatên xwe. Divê bê zanîn ku li vî welatî yek zimanek heye, ew jî tirkî ye û yek alek heye ku ew jî ala tirkan e. Em divê vê yekê bi gelê xwe yê ku li berbajaran rûdinên car din baş bidine zanîn û ciwanên xwe yên ku mêjiyên wan hatiye şûştin jî, car din kar bikin."

Armanceka leşkerên tirk a li berbajaran jî, bi giranî kurdên koçber in. Lewra li "varoş"an bi giranî kurd dijîn û zarokên wan jî bi giranî li atolyeyên tekstilê kar dikin. Ji ber feqîriyê ne xwendine û hîn ji zarokatiya xwe ve dest bi vî karî kirine. Loma jî "varoş" ji bo dewleta tirk yek ji hedefên herî sereke ye. Lê gelo em û rêberên gel çi dikin, çi qasî têkiliya me bi "varoş"an re xurt e?!.. Ev malbat bi piranî welatparêz in û dixwazin zarokên xwe jî bi hestên welatparezî mezin bikin. Lê mixabin zarok di nav jiyaneke dejenere û kesayetiyeke pelçiqandî de ne. Lewra hay ji rastiya xwe nînin û di mejiyên wan de kurdayetî wek gotina dewleta tirk tiştekî "eyb" û "gundatî"ye ji ber wê jî, dixwazin xwe veşêrin û dibin heyranên dijminên xwe. Her çiqas ev malbat welatparêz bin jî, nikarin ciwanên xwe ji vê polîtîka û pêvajoya dejenerasyonê xelas bikin. Ji rastiya xwe direvin û xwe wek tirkekî didine nîşandan. Wek tirkan dixwazin biaxivin û bijîn. Ji dê û bavên xwe şerm dikin. Bi taybet li Stenbol, Îzmir û Enqerê ev psîkolojî hakim e. Wextê mirov bi wan re bi kurdî diaxive, ew bi hêrs bersiv didin û bi tirkiyeke çelexwarî, dibêjin: "Ben burda büyüdüm, Kürdçe bilmiyorum (Ez li vir mezin bûme, bi kurdî nizanim)".Ez dixwazim li vir mînakek bidim: Rojek keçikek ji rojnameyê re telefon vekir û xwest bi nûçegihanek re biaxive. Dema min telefon da ber guhê xwe, keçik û diya xwe şer dikirin. Keçikê ji diya xwe re digot: "Bi tirkî biaxive, me rezîl neke. Heger tu bi kurdî biaxivî, ez ê telefonê bigirim, ez naxwazim tu bi kurdî biaxivi." Min deng da wan, keçikê bi tirkiyeke pir xerab bersiv da: "Heval, bizim abim zindadadir. Qazteye vermemiz için mektup vardır, birde gelebilirmisiniz (Heval, kekê min di zîndanê de ye, ji bo rojnamê nameyek şandiye û hûn dikarin werin vê derê?)"Min got ez bi kurdî dizanim, tu dikarî bi min re bi kurdî biaxivî û min axavtina xwe wergerande kurdî. Ji min re got: "Heval annem babam eskiden kurttu ama ben kurdi bilmiyorum. Çoktandir İstanbuldayiz (Heval, dê û bavê min berê kurd bûn, lê ez bi kurdî nizanim. Em ji zû ve ye li Stenbolê ne.)"Min adresa wan girt û ez li ser wê meraqê çûm ba wan. Malbat berî 6 salan ji Mêrdînê hatibûn Stenbolê. 7 zarokên wan hebûn û kurekî wan di zîndanê de bû. Ev malbat ji ber zilm û zora dewleta tirk, ji ber destê zordariyê koçber bûbûn. Dayika zarokan qet bi tirkî nizanibû û keça wê nedihişt ku diya wê biaxive. Dema ez bi diya keçikê re bi kurdî axivîm, keçikê ji min re got: "Heval kusura bakmayın annem böyledir, insanı rezil ediyor. Ediyorum etmiyorum türkçe öğrenmiyor. Onun yüzünden rezil olmuşum (Heval bibore, diya min weha ye, mirovan rezîl dike. Dikim nakim xwe hînî tirkî nake. Ez ji ruyê wê de rezîl bûme)." Keçik 22 salî bû û li atolya tekstilê kar dikir. Wek wê, gelek hevalên wê yên kurd jî hebûn. Min jê bi kurdî pirsî: "Birayê te ji bo çi di zîndanê de ye?" Bersiva wê ji bo min ji axavtina wê balkêştir bû: "Kurd meselesinden dolayi (ji ber pirsgirêka kurd)"Lê min bi kurdî jê pirsî bû û wê hîn jî bi tirki bersiva min dida. Min xwest ez vê psîkolojiyê fêm bikim û ji ber wê jî, min pe re sohbet kir. Her çiqas got ez bi kurdî nizanim jî, min îsrar kir û min her bi kurdî bersiva wê da. Ez piçek ketim jiyana we ya taybet û min pirsî: "Hezkiriyê te heye?" Bi "serbilindiyekê" ve got: "Belê heye." Lê dema got, xwarî ber guhê min bû: "Heval annem duymasın polês olduğunu, hani abem zindadır ya onun için kızıyor. (Heval bira diya min nebihîze ku hezkiriyê min polês e. Kekê min di zîndanê de ye, loma jî wê aciz bibe.)" Ev gotin ji bo min êşeke mezin bû. Keçeke kurd bû û aşiqê dijminê xwe bûbû. Lê vê rastiyê ji malbata xwe vedişart. Min got: "Çima polîs? Birayê te di zîndanê de ye, hûn sirgûn in. Çima tu ji dijminê xwe hez diki?" Got: "abemin tutuklanmasında onun suçu yokki çok iyi biridir. (Di girtina kekê min de tu sûcê wî tune ku ew mirovek pir baş e.)"Çi ji wê keçikê bû, nizanim, lê di sosyolojiyê de kesayetiyên waha berê dibin aşiqê dijmenê xwe û piştre nikarin xwe ji wan xelas bikin. Bêhtir kesayetiya xwe wenda dikin. An dibine ajan, an jî bi awayekî din tên bikar anîn. Gelek ciwanên kurd, bi taybet jî keçên kurd xwe ji wê rewşê xelas nekirin û ketin nav destên dijminên xwe û bûn dijminên gelê xwe. Demek beriya vê di Roj Tv de dosyayek hate weşandin. Keç û xortên kurd ên bi destên dijmin bûne ajan û ketine nav tevgera kurd, dane axavtin. Hemî ev ajan ji metropolan tevlî tevgera kurd bûbûn. Çiqas bûbûn dijminê gelê xwe û aşiqê dijminên xwe, ji psîkolojiya wan jî diyar bû. Kesayetiya wan a pelçiqandî, ji aliyê dewleta tirk ve baş hatibû lêkolandin û li gor wê jî,  nêzîkayî bi wan re hatibû danîn. Ji xwe armanc û hedefa gotina serleşkerê tirk İlker Başbuğ "Em divê vê yekê bi gelê xwe yê ku li berbajaran rûdinên car din baş bidine zanîn û ciwanên xwe yên ku mêjiyên wan hatiye şûştin jî, car din kar bikin." jî, bi temamî ev bû!..Piraniya polîs û subayên tirk li dora keçên kurdan digerin û wan dikin nav qirejiyeke mezin. Ev yek ne tenê li bajarên tirkan, lê li Kurdistanê jî her weha ye û sedema mezin a xwekuştina jinan li welêt, ev yek e!.. Lê mixabin ku kesek vê rastiyê nayîne ser ziman û ji ber gelek sedemên ne li rê, tê veşartin. Belê, malbat welatparêz in, lê ji bo perwerdekirin û mezinkirina zarokan, gelo tenê welatparezî têr dike? Mixabin gelek malbatên kurdan ên li metropolan dijin jî (welatparêz bin jî) ji rastiya xwe dûr ketine û dixwazin zarokên wan bi tirki mezin bibin. Li ser zarokên xwe tu kontrolek danaynin û wextê zarokên wan diçin kar, tu car napirsin: "Hûn di çi rewşê de kar dikin? Çi dijîn? Bi kê/î re têkilî datînin? Hevalên we kî ne?" Tenê ji bo wan pere giring e û dema ew jî hat, pirsgirek ji aliye malbatan ve namîne. Bi dûv re, dinêrin ku zarokên wan an bûne ajan ketine nav destên dewletê, yan jî ketine rewşên cuda. Ev rewş bi giranî fuhuş, narkotîk, dizî, bikaranîna tînerê û hwd. e.

Kurdan hey gotin "biratî", asîmîlasyon û dejenerasyon berfirehtir bû û malbat ji hev belav bûn. Ne malbat ne jî tevgera kurd ev aliyê sosyolojik neditin û mudaxele nekirin. Hîn jî nabînin û nakin!.. Li ser navê "birati"yê, kurdan hey darbe xwarin û ji hev belav bûn. Tevgera kurd bêtir li ser aliyê siyasî rawestiya, ji aliyê civakî ve bi sînor ma û bi taybet piştî 1998an navbera tevgera siyasî û civakê firehtir bû. Malbat jî nikaribûn vê valahiyê bi serê xwe dagirin. Belê demek dirêj bi siyasetê zarokên xwe parastin û şerekî germ jî hebû. Lê piştî demekê siyaset têre nekir, êdî tedbîrên civakî diviya bihatana girtin, lê di vî warî de gelek kêmasî çêbûn. Bê guman ku dijmin jî vala nesekinî û vê valahiyê bi asîmîlasyon û dejenerasyonê dagirt. Îroj ev qolinc in ku derketine holê û gelek zarokên kurd kurdayetiya xwe û pê re jî hemû nirx, rûmet û kesayetiya xwe wenda dikin. Zarokên kurd li ber vê lehiya qirêj diçin û bi wan re jî pêşeroj û paşeroja me ber bi vê lehiyê dikeve.

Ev çi "biratî"ye ku mirov dike wek cenewarekî û berî nav gelê xwe dide? Dijmin xwînxwar, zordar û desilatdar e, ev bi rastî jî gelek baş tê zanîn. Lê çima li diji vê rastiya kurdxwir nayê sekinandin û hemî derî ji dijmin re, li ser navê "biratî"yê tên vekirin? Mirov dikare bi xwînxaran û devşormeyan re bibe "bira"? Baş e ku mirov nikaribe bibe "bira" wê deme çima xwe înkar dike û dixwaze wek wî xwînxarî bibe?

Berê kurdayetî û ziman hat qedexekin û bi dûv re jî, asîmîlasyon û dejenerasyon dest pe kir. Bi vê re jî, kesayetiyên pelçikandî derketine holê. Dijmin her çiqas qedexe kir, malbatên kurd jî vê polîtîkaya qirêj bi zanebûn an jî nezanî domandin û bûne alîkarên "birayên xwe" yên xwînxwar û devşorme. Li malên xwe otoasîmîlasyonê dane destpêkirin û bi zarokên xwe re an bi tirkî, an jî bi zimanên welatên ku lê dijîn axivîn. Îroj bi giranî kurd vê yeka malxirab pêk tînin. Her çiqas kurd bi awayekî li ber xwe didin û bi dijmin re şer dikin jî, heya şerê mezin bi xwe re, bi asîmîlasyon, otoasîmîlasyon û dejenerasyonê re nekin, nikarin bi ser bikevin. Divê berê kurd mejiyê xwe yê mirî, bi ziman û çanda xwe ve vejînin. Û pê re jî, berê xwe bidine dijminên xwe. Riya vê yekê jî, di axaftina bi kurdî re derbas dibe. Em çiqas ji zimanê xwe hez bikin û biaxivin, ew qas jî dikarin zarokên xwe ji nav destên xwînxar û devşormeyan xelas bikin û giyana kurdatî bilind bikin. Di vî alî de gelek kar dikeve ser milên malbatan û bi taybet tevgera kurd. Divê gavek zûtir rê li ber tekçûyîna pêşeroja kurdan be girtin û ciwanên kurdan ji vê qirêjiyê ben xelaskirin. Her ciwanek kurd, pêşeroja kurdan e. Ji ber vê jî, werin em vê birînê bi hev re derman bikin.

2007-10-21