1. Tekst

  2. Gotar

  3. Selîm Biçûk
  4. BÎRANÎN; ji ku dest pê bikim, çi binivîsim? 2
BÎRANÎN; ji ku dest pê bikim, çi binivîsim? 2,bîranîn,ji,ku,dest,pê,bikim,çi,binivîsim,2

BÎRANÎN; ji ku dest pê bikim, çi binivîsim? 2

A+ A-

 

Selîm Biçûk

Çima Ziman?
Ziman ez bi xwe me, xwediyê çand, mejî û hişmendiya xwe me. Eger ziman çû, ez dibim yekî, ji xwe biyan, ji xwe dûr dikevim û dibim xwediyê zimanê nû û ez ê nû, ez xweyê berê dikujim û dibim yekî nû, ez dibim beşek ji hişmendî û çanda xwediyê wî zimanî, ez xwe wenda dikim û ez namînim ez bixwe. Eger xwediyê wî zimanî dagîrkerê welatê min be, ez bi xwe dibim dagîrkerê xwe, ez dibim dijminê xwe. Zimanê min alav û çekeke min diparêze û ez her dimînim ez. Her weha mijûliya nêzî 50 salî bi babeta ziman re dibe ku hin kes hebin sûdê jê wergirin. Ev serpêhatiyên min, zêdeyî 50 salî bi zimanê kurdî re, hêvî dikim ku kesên mijûlî vê babetê ne û bi taybetî siyasetmedarên kurd sûdê jê wegirin. Vê yekê çawa dest pê kir?
Rojek cuda ji hemî rojan, li gundekî  jibîrkirî, gundekî ji mêjî û wijdanê dîrokê ketî, jiyanek qedexe hat mirinê. Otilce, gundê ku dil û cîgerê herêma Cerehê li nexşeya Tirbespiya  Rojavayê Kurdistanê dineqişîne, wê roja ku ne mîna tu rojan bû, hembêza xwe ya qedexe ji jiyana Selîm Biçûk ya qedexe re vekir. Sal 1960 bû û ji wê rojê heta niha bêciriya jiyanê Selîm di nav pêlên xwe de digerîne.

Destpêk, dibistana gund bû ku bi hevokekê rûyê jiyana qedexe vêvirî hişt û Selîm jî bi xwe re kişand gerînokên mirinê: “Gerek e hun bi zimanê erebî biaxivin, kurdî zimanê ker û lawiran e, ji îro û şûn de, ji bo her gotinek kurdî nasmeya keran bi sînga we vedibe, tevî lêdanek dijwar.” Ev peyva mamosteyê gund bû ku rû bi rû, em zarokên Cerehê li hember pirsên bêdawî hiştin. Û her sibeh zarokek tevî nasname û wêneyê kerekî li pêşiya dibistanê radiwestiya û piştî lêdan û azarek bêmînak mamoste digot: “Ev ker kurê kera ye bi erebî nizane, bi zimanê keran diaxive. Bêje ez ker im bi zimanê erebî nizanim.” Û bi dengê bilind gerek bû zarok; ez ker im … Ew ker e, biqîrin. Ji bo vê yekê mamosteyê gund nasnameyek çêkiribû “nasnameya ker”, wêneyê kerekî li ser danîbû, navê wî, navê diya wî, navê bavê wî û bindbûn û dirêjbûna wî. Ew nasname da zarokekê û jê re got: Tu li ku zarokekê bibînî ku bi kurdî diaxive, tê bide wî. Ew zarok jî cara yekem bû çûbûn dibistanê, cara yekem bû zimanê erebî dibihîst û yek peyv erebî nizanîbû. Her weha kesekî ji gund ji kurdî û pê ve, bi zimanekî din nizanîbû. Gund û jiyana gund xwerû û sade kurdî bû. Zarok li pey hev digeriyan û nasname didan hev. Yê ku nasname li ba wî bimaye heta sibehî, bi lêdaneke giran dibû ker kurê keran. Li aliyekî em fêrî gilî û nokeriyê dikirin, li aliyê din em fêr kirin ku ev ziman zimanê ker û lawiran e.

Zarok mezin dibûn, qedexe û êş û azar jî bi wan re mezin dibûn. Pirs mezin dibûn, lêgerîna bersivan mezin dibû û Cereh dima siwarê dîrokek jibîrkirî û qedexe. Lehiyên êş û azaran jî, bi ava Cerehê re her dinaliyan û li cihanê belav dibûn.

Otilce û Cereh man û zarokên qedexe bi dinyayê ketin, ji hev belav bûn. Ziman ma qedexe, dîrok ma qedexe û ew xak di dilê qedexeyan de, qedexe ma daçikandî.

Hema ez çawa fêrî tîpên erebî bûm, min dest pê kir min stiran, helbest û çî kurdî hebû ku min jê hesdikir, min bi tîpên erebî dinivîsîn. Ziman kurdî û tîp jî erebî. Rojekê mêvanekî me hat, ez hîn zarok bûm dora neh yan deh salî bûm, min jî, ji xwe re dinivîsî. Li min temaşe kir û pirsî: Tu çi dikî?
Ez bi kurdî dinivîsim.
Çima tu bi tîpên kurdî nanivîsî?
Ez tenê tîpên erebî dizanim.
Baş e, ez ê sibe pirtûkekê ji te re bînim. Lê tenê çend katjimêran didim te, tu bixwazî tu dikarî ji ber binivîsî û dîsa bidî min. Tu dikarî ji wê pirtûkê fêrî tîpên kurdî bibî.
Ez pir dilxweş bûm. Roja din hat. Pê re pirtûkek biçûk, wek piroşûrekê hebû û da min, min di du katjimêran de, li ser defterekê nivîsî. Pirtûk jî alfabêya Osman Sebrî bû.

Û ji wê rojê ve ew pirtûk di destên min de bû şûrekî tolhildanê. Tolhildana ji mamosteyê xwe, tolhildana ji dewletên dagîrker, tolhildana ji kurdên xwe yên ji xwe dûrketîn. Ez çiqasî fêrî nivîsandina kurdî bûm, hewqasî jî min doza tola xwe bilindtir kir. Ji bo min ziman bû ez bi xwe, bû kesayetîya min, bû hişmendiya min, bû felsefa min û bû baweriya min bi min. Kurdayetî û kurdbûn bê zimanê kurdî tune ye. Ziman navika hebûna kurdayetiyê ye.
Ji bo ku di vî şerî de biser bikevim divê ez bi awayekî zanistî ziman bi pêşve bibim. Divê ez derdora xwe li ser kurdî germ bikim û bêtirîn kesan bi xwe re fêr bikim. Vê rewşê heta dawiya sala 1990 tevî belge û çavkaniyên kêm yên li ser ziman dewam kir, Piştî 1985 an, min çend kursên fêrkirina zimanê kurdî vekirin. Lê dirêj berdewam nekirin. Rojekê serê sibehê, istixbaratên Sûrî êrîşî cihê karê min kirin, destên min girêdan, çavên min girtin û ji pêşiya nêzî sed karkerî ez avêtim tirampêlê. Ez birim Qamişlo. Di rê de, xeber, sixêf û lêdan heta em gihîştin Qamişlo. Li wir jî berdewam kir. Ji min re digotin: Te partiyeke siyasî avakiriye, tu silahan dişînî Tirkiyê, tu şervanan dişînî Tirkiyê. Tu nikarî dewletekê di nava dewletê de ava bikî, em ê te tune bikin. Lê em ê derfetekê bidin te, em ê rê li pêşiya te vekin tu bikevî nava rêxistineke kurdî û bi me re bixebitî. Min got: Hinekî wext bidin min. Lê di rastiyê de, min dixwest ji wan xelas bibim û di şûn de li çareseriyekê bigerim. Di serê min de tenê derketina çiyê hebû. Ez di wan amedekariyan de demekê mam. Dihat pilankirin ez û komeke din, bi hev re li çiyayê Bagokê rojnameyeke kurdî ji bo gerîla biweşînin. Êvarekê derengê şevê agahî ji min re hat ku hevalek dixwaze te bibîne. Ez çûm cihê  civanê. Heval ji min re got: Em dixwazin te bişînin Europa, li wir Kovara Berxwedan bi tevahî bi tirkî tê weşandin. Em dixwazim beş bi beş bi kurdî biweşînin. Ez di dawiya sala 1990 de derketim Europa.

Bi kelecaneke mezin, di wendabûneke mezin de, min xatir ji kokên xwe xwest. Mîna kelenperekî ziwa ber ba û bagera tunebûnê ketim. Lê min weha bawer dikir ku azadiya li van welatan dê rê li pêşiya tolhildana min xweş bike. Şûrê ziman min di nav dil û mejiyê xwe de pêça bû, ez ê bikaribim li Eeuropa tûj bikim, seqa bikim û baştir bikar bînim.
Di rojên pêşî de min têkilî danîn, min got: Ez li vir im. Ez hêdî hêdî derbasî nav saziyên çandî, rewşebîrî, pîşeyî û ragihandinê bûm. Ji rojnameya Berxwedan min dest pê kir di her weşanekê de, li ser ziman, rêziman û rastnivîsê xelekekê biweşînim. Di kovar û rojnameyên din yên kurdî de, min dinivîsî. Di ber karê xwe re jî, destpêkê min kursên ziman li komeleyên kurdî vekirin, pişt re jî li hin saziyên almanî wek Volkshochschule (Navenda Perwerdehiya Mezinan). Min çend salan li zanîgeha Bielefeldê dersên kurdî dan. Ji bo ku ez bikaribin bêtir û berfirehtir zimanê kurdî fêr bikim û bidim fêrkirin, min bi komekê re bi salan xebat kir da ku em bikaribin di dibistanên almanî de, ji bo zarokan dersên kurdî bidin. Me ji herêmeke almanî dest pê kir, herêma Sachsena Jêrîn (Niedersachsen), paytexta wê Hannover e. Ji bo ku em bikaribin vî karî bi cih bînin, me Yekîtiya Mamosteyên Kurdistan ava kir, li tenişta wê jî Yekîtiya Malbatên Kurdistan. Bi hezaran yekîtiya malbatan imze kom kirin ji bo daxwaza dersên kurdî li dibistanan. Ew imze me radestî wezareta perwerdeyê kirin. Piştî demekê hat erêkirin. Ez bi hevalekî re çûm wezaretê, ji me re gotin, me pejirandiye, hun dikarin li hemî dibistanên vê herêmê dersên kurdî bidin, mamosteyên we hewqas hene? Wî hevalî berê xwe da min û got: Va yek heye. Ji min pirsîn, te çi xwediye? Min got: Mafiyarî. Got min mixabin; tu nikarî dersan bidî. Piştî danûstandinekê, ji me re gotin: Em dikarin şansekî din bidin we, em ê kursekî ji bo mamosteyan ji we re li Navenda Perwerdehiya Mezinan vekin, tu dikarî mamosteyên we yên bi erebî, tirkî û zimanên din perwerde bikî, wan fêrî kurdî bikî û pişt re ew dikarin mamosteyiyê li dibistanan bikin. Bi vî awayî kursekî momosteyan li ser salekê ji bo me vekirin, dora bîst kesan xwe tomar kirin. Piştî kurs temam bû, çend dibistan hatin vekirin, lê zarok pir kêm bûn. Hêdî hêdî ew jî hatin girtin, li herêmeke ku bi hezaran zarokên kurdan hene, ez texmîn dikim niha yek dibistan bi kurdî nemaye. Li Herêmên almaniya yên din jî, hema rewş çêbû, lê dîsa jî kurdan sûd jê wernegirtin. Dema min li zanîgeha Bielefeld jî dersên kurdî didan, ji 300 xwendekarên kurd çend kes dihatin, yên ku zêde dihatin ji neteweyên cuda bûn.

Saziyên çandî û zanistî yên kurdan li Europa:
Derfetên pir mezin hebûn û hîn jî hene ku kurd sûdê jê wergirin da ku di aliyê çand û ziman de xwe bi pêş ve bibin lê ne wekî dihat xwestin birêve çû. Sedemên vê yekê rasterast girêdana çand û ziman bi siyasetê re bû. Siyaseta kurdî jî di nakokiyên mezin de bû. Rewşenbîriyeke kurdan xweragîr û li ser piyan tnenebû, di navbera partiyên cuda de, li dij hev kar dibû. Di nava hema partiyê de jî, nakokî hebûn, berjewendî hebûn, xweparêzî hebû. Rewşenbîran bi xwe hev tune dikirin, siyasetmedaran jî, rewşenbîr nedipejrandin. Her yekî li dijî yên din kar dikir û hîn jî ev berdewam e. Lê di ser serê her kesî re destên dijmin bilind bûn, li dijî hemiyan lîstik dikirin û hemî bi hev re lawaz dikirin.
Dema ez hatim vir hin saziyên girêdayî Tevgera Azadiya Kurdistanê hebûn, min bi wan re û nêzîkî wan kar dikir. Pişt re jî, ez bi xwe beşdarî avakirina bi dehan saziyan bûm. Piraniya wan têk çûn, gelek ji wan jî man nav, bêçalakî. Tiştê balkêş û hêja vekirina televiziyonên kurdî bû, wek MED TV û yên din. Tevî hemî zehmetiyan hîn berdewam in.

Ji bo min Insîtûta Zanist û lêkolînê li Berlînê, pêpelûka herî bi nirx bû û dikarîbû bibe gaveke mezin ji bo zanist û lêkolînên giştî. Dikarîbû bibe bingeheke zanistî ji bo gelê kurd. Di destpêkê de gelek zana û rewşenbîrên kurd nêzîk bûn û xwedî lê derketin. Ji destpêka avakirinê karekî baş hat kirin û li ser çend bingehan piroje hatin amadekirin:

Kovara lêkolîn derket, kovareke zanistî û lêkolînan bû, vê kovarê bi awayekî birêkûpêk derçû, heta hejmara 5 an, pişt re gelek kes jê dûrketin yan jî hatin dûrxistin (sedeman jî ji bo xwe dihêlim heta wextekî din).

Konfransên navnetewî li ser zimanê kurdî hatin li darxistin ku gelek zanayên zimanan tê de amade bûn.

Dema avakirina Insîtûtê yekser kurdên li Israel têkilî danîn; em zêdeyî 200000 kurd in, bi çand û zimanê xwe re girêdayî ne, em dixwazin bi we re kar bikin û em komekê ji we vexwendî ba xwe dikin, em ê têkiliyan bi we re avabikin. Ev daxwaz nehat pejirandin. Komekê ji me xwestin, em bi serê xwe herin, eger aşkere bû hun dikarin bibêjin bêyî me ev bûye, hun dikarin me ji endametiyê bavêjin. Ev yek jî nehatin pejirandin.

Du pirojeyên vê Insîtûtê yên balkêş hebûn:

Avakirina pirtûkxaneyeke kurdistanî li Holenda, şaristaniyeke holandî dixwest têra nîv million pirtûk erda avakirinê bide me, lê ew jî nehat pejirandin.

Çêkirina Enzyklopädieyek kurdî, ew jî nehat pejirandin.
Her weha gelek pirojeyên din. Di dawiyê de wek gelek komeleyên me Insîtût jî bû mîna çayxaneyekê ji bo derbaskirina wext. Niha jî ev Insîtût hîn jî bi nav heye, lê navenda wê ji Berlîn çûye.
Pirsa ku dawî ez ji xwe bikim: Gelo rewşenbîriyeke kurdî heye? Rewşenbîrên kurd hene? Eger hebin dikarin bi xwe bêyî siyaseta kurdî xebatên xwe birêve bibin?
Ji bo zimanê kurdî:

  1. Gelê kurd fêrî kurdî nabe, eger dewleteke wî nebe û bi kotekê wî fêrî ziman neke.
  2. Li Rojava ji tunebûnê dest pê kirin, ne mamoste hebûn, ne pirtûk û ne tiştek hebû, tevî vê jî gelek aliyên siyasî hebûn, ji dijmin bêtir şerê perwerdeya bi kurdî kirin.
  3. Li Bakur doza ziman dikin, gelo hun çima bêyî dewletê xwe fêrî kurdî nakin û xwe amade nakin ji bo demên pêş.
  4. Siyaseta ne bi kurdî be tiştekî mezin ji kurdayetiyê tê de kêm e. Çima siyasetmedarên me xwe fêrî kurdî nakin û bi kurdî siyasetê nakin? Vê rewşê li çiyê destpêkiribû, bi qasî agahiyên min hene pirtûka min ya li ser rêziman dihat bikaranîn ji bo fêrbûna gerilla bi zimanê kurdî.
  5. Di serî de, pêdiviya me bi avakirina saziyeke zimanzanistiyê giştî heye.

Di hebûna neteweyekê de ziman stûna bingehîn e, bê wî ew netewe tune dibe. Rast e ziman bi avakirina dewletê re dibe zimanê perwerdeyê. Lê bê dewlet jî ew ziman dikare pêşve here û bê fêrkirin û parastin da ku em hebûna xwe misoger bikin heta ku dewlet ava bibe.
Zimanê min hîn jî wek şûrekî tolhildanê di destê min de ye û heta ez hebin ez ê pê şer bikim û hebûna xwe biparêzim.

 (Min gelek tiştên seyr û metirsîdar ji gotarê rakirin, bi taybetî hin pirsgirêkên siyasî û hişmendiya hin rewşenbîran û bandora ziman û çandên din li ser wan)