Bîranîn
Selîm Biçûk
Demek dirêj e, min xwest jînenîgariya xwe binivîsim
Pirsgirêka mezin ew e; ji ku dest pê bikim?
Xwe binivîsim yan te?
Li xwe temaşe dikim:
Dengê min di gewriya min de diqurmiçe
Weha tî
Weha birçî
Sersem û behitî
Rekeha sînga min erdhej e
Ji ser û bin dilerizim
Vedeng, ahînek çilmisî
Li valahiyê pêl dide
Ev tirs e tirs
Leşkerên taristanê min dorpêç dikin
Û pêxwasên ji xwîna min Seremerga min dinehwirînin
Ev giyan û qedera bi 72 guleyan serjêkirî
Rabirdû û dahatûya serşoriyê ne
Rûreşiya xwe bi dawî bîne bila bibin 73 car
Li ser destên te bêm serjêkirin
Lê bizanibe dîsa ji nav vê xweliyê zîl didim
Ez sîmir im, ma tu nizanî?!
Vejîna min tovê evîna xakê ye
Erê xak
Ez mistek im jê, li ser baskên siwarekî azadiyê
Ez pêlek êş im ji goşeya welatekî dagîrkirî
Û tu vîna azadiyê mirovekî çê
Ez, tu û xak di çarenûsa êşê de bûn yek
Ez xwe binivîsim yan te?
Di evîna keçek ciwan de, min xwe didît, tu didîtî û evîn didît
Di kêliyên xweşiyê de, min xwe, tu, xweşî û şîn didît
Di giriyanek herî dijwar de, min tu, xwe û evîn didît
Di dawiyê de bûm qurbanê ramana te, xwe, êşa xwe û evîna xwe
Xwefiroşan ez avêtim bazara xwefiroşiyê
Ez li ser çi binivîsim?
Em hemî zarokên mêtingehekê ne
Ji ku dest pê bikim?
Ji evînên têkçûyî?
Ji lehengiyê yan ji çeteyên dijminê bav û kalan?
Ji ku dest davêjimê êş e
Ji te, ji min, ji biradijmin
Em bi hev re dibin bagerek li ser xwe dizîvirin
Û diçin nava dilê xwekuştinê
Û hîn deng berz dibe û ji ariya şewata xwe ji nû ve zîl didin
Ev welat xweza ye
Xweza namire
