1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. CEJIN ÇINE Û ÇAWA TÊN PÎROZKIRIN?
CEJIN ÇINE Û ÇAWA TÊN PÎROZKIRIN?,cejin,çine,û,çawa,tên,pîrozkirin

CEJIN ÇINE Û ÇAWA TÊN PÎROZKIRIN?

A+ A-

 

 Hasan Harrani

Di xwezayê de sedî sed cudabûn felakete. Di cîhanê de û di dîroka mirovahîyê de serkeftina sedî sed cudabûnê çênebûne. Yên ku çêbûne jî mayînde nebûne.

Lewre jîyan pir rengîne û civak piralîye. Jîn û jîyana civakê rengê xwe ji hebûn û xwebûna xwezayê digire. Ji ber ku di xwezayê de jî cudabûn wekî ku ti bi kêrê jêbikî çênabe û her nûbûn, her cudabûn kêmbe jî reng û teşeya hebûna xwe ya berê di nava xwe de dihewîne û bi vî qaydeyî hebûn û pêşketina xwe didomîne.

 

Ji ber vî esasî nûbûn û guherînên civakî her çiqas li ser esasên şoreş û guherînê ava dibin jî, van guherînan tu caran sedî sed pêknehatine. Jixwe nûbûn û guherîna herî baş û saxlem û herwiha ya herî maqûl guherîna li ser esasê guherbarîya xwezayê ye.

Guherîna di xwezayê de li ser esas û mentiqê mêzin û lehevbûnekî çêdibe û di nava xwe de valahî û kêmasî nahêle û qebûl nake. Ji ber vê yekêye ku cumbuşa xwezayê di nava ahengekî bê qisûr de rê digire û didome.

Ahenga pêşketina zîndîyenwerê li ser rûyê cîhanê jî esasen ji ahenga pêşketin û guherîna xwezayê cuda nîne. Ya wan jî di nava vê konseptê de bi temamî li gorî aqil û mentiqê xwezayê dimeşe.

 

Tenê ev guherîna serhişk û binîyet di hewl û çalakîya mirov de peyda dibe û van çalakîyan di dawîde bi piranîya wan bi felaketê bi dawîbûne û dibe. Di nûbûn, pêşketin û guherîna xwezayê û zindîyewerên din de nîyet (subjektîvî) nîne. Tenê ev nexweşî di çalakî û aqlê însan de heye.

Bi qasî min heya îro xwendîye û encamên ku min ji van xwendinên xwe deranîye ev nîyet ji ezbûna xwedîbûn û ji îhtîrasa mirov derdikeve. Lewre mirov tim dixwaze bibe xwedî, bibe hakim û her tiştî li gorî vê nîyet û armancên xwe yên di hundirde veşarî bimeşîne.

 

Ev xalekî giringe ku mirov û xwezayê, mirov û zîndîyenwerê rûyê cîhanê ji hevudu cuda dike. Lê were bibîne ku ev xal xap e. Xap xefleta mirov ya serekeye. Bingeha avakirina feleketa xwe a bi destê xwe ye. Nîyet û armancên ku li ser xwedîbûn û îhtîrasê ava bibe otomatîkmen dibe sebeba xwe xapandinê.

 Di civak û pêşketina civaka Kurdî de di serê vî 30 salî de gelek tiştên baş û têkel çêbûn. Nûbûnên baş, guherînên li gorî qanûn û esasîyên xwebûna civakê çêbûn. Ev cihê şahî û îftîxarêye û em ji yên bûne wesîle re miteşekirin.

 

Lê mixabin di şoreş û guherîna tekoşîna me de hinek tiştên ne li gorî aqil û xwezayîya civakê jî çêdibin. Divê mirov vana jî bine ziman. Lewre di serî de mirov çi bi çi awayî bi reng û teşe bike wiha qalib digire û ev domahîya wê/wî nîne. Piştî guherîna dem û mekan û civakê û pêvajoyek li cihekî qîmeta xwe  wenda dike. Her tişt forma çêbûna wî çibe wiha rih û hestekî jî digire. Tiştê ku ne li gorî xwezaya mirov ya asayî be tu nikarî wî bi zext û dafan bi mirovan an jî civakê bidî qebûlkirin û bidî mayîndekirin.

Bi esasî di xwezayê de û di civaka xwezayî de du formên sereke hene. Forma aqil û mantiq ya xweguher û forma rengdêrî= di civakê de hest û şanazî, di xwezayê de reng û teşeya bêhempa û dilînî û bedewbûnî. Vana tiştên ji derî îradeya mirov hene û pêktên. Gul û kulîlk, dar û şînahî ne bi revolîya mirov e. Xweveber e. 

 

Şahî, geştî û piştgirîtîya komelî ya abadanê çalakîyekî hestîyarî û dilînîye.

Komxebatî, afirînerî, xebat û debarî jî di civakê de forma aqlîye û di vî formî de ciddîyet û maqûlîya sergiranî esase. Serberdanîya hest dil nîne. Morala adaptasyon û performansê heye lê coşa bêkontrolî, serberdanî û hestîyarîyê nîne.

Lê civak bê vana nabe lewra hewcedarîya civakê û mirov sedî 60 bi vana jî heye. Lewra ya ku hêz û tebat dide aqil û afirînerîyê ev forma  şadî û şahîyê û hezîyêye.

Rojên cejnê di civakêde xwedî cihekî taybetin. Û van rojan bi piranî li ser êş û azaran, zorî û zehmetîyan ava bibin jî, di dawîya dawî de serkeftinekî îfade dije û her serkeftin taca kêf û şahîyêye. Ji ber vê yekê  rojên taybet yên şahî û şadîyê bi minesebeta motîvekirina hêz û tebata civakê hatine nîşankirin. Hemî cejin li ser esasê şahî, şadîmanî û coşê hatine avakirin. Di dîroka mirovahîyê de ti cejin nîne ku bi rûyê mirûz, bi suretên xilxilî û bi qîrîn û dirûşmeyên xemgînîyê, an jî bi hestên nefret û hêrsê bên pîrozkirin. Ev li dijî hebûn û rastîya cejnêye.

Em nikarin civakek bê rih, bê keyf û bê çoş tesewwir bikin. Ev di aql û îzana mirovahîyêde çênebûye û nîne.

Ger em cejnan ji formata şahî û hezîyê, ji reng û teşeya kêfxweşî, ken û tîqan derêxin emê civakê bê vîtamîn bihêlin. Emê civakê bê rih, bê hest û bê reng û ziwa bihêlin. Ev jî dibe sebeba tinekirina bedewîyê û xweşikbûnîyê. Civak bi komelî û bi têkelî bi şahîyên hest û coşîyê bedew dibin. Reng didin hevudu û hevudu bi teşe dikin.  Sînerjî didin hevudu û zanîn û bawerîya jîyana bihevrebûnîyê xurt dikin.  Civak hêza xwe ya xwezayî ji vir digire.

Di cejnan de mirûzahî nabe. Mirûzahî mitmanîyê,mitmanî kolbûn û ji taybetîya afirînerîyê dûrxistinê tîne. Sedema civaka bê raman û bê afirînerî rengê desthelatdarîyê be jî lê ev desthelatdarî jî rengê xwe jir ih û aqlekî ji hest, şahî û bedewîyê bêpar digire.

 

Ji ber vê yekê divê mirov bi formên civakê yên xwezayî re nelîze û li gorî hest û daxwazên xwe yên kesayetî û nîyeta îhtîrasî bi teşe neke. Ev qîmet û wateya wî tiştî kêmdike.

Tabî kî wê gel cejnê wekî cejn pîroz bike ne wekî roja matemê.

Tabi kî mafê gel heye cîh û warê pîrozbahîyê jî li gorî xwezaya şahîyê, keyfê û cejnê tayîn bike.

Sedema kêmasîyan û nepêşketinê ne awayê pîrozkirina cejnê ye, sîyaset, bikarneanîna mirovan a ne li gorî cî û wesfê wan û diristnekirina kar û baran ya ne li gorî realîteyêye. Tespît dema şaşbin gotin û serdeçûna ser kêmasîyan jî şaş çêdibe.

Gel cejnê li gorî rastîya cejnê pîroz kirîye.