1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Cejn û cema Ameşa Spenta
Cejn û cema Ameşa Spenta,cejn,û,cema,ameşa,spenta

Cejn û cema Ameşa Spenta

Xidir Nebî, Xidir Elyas / Xizir.

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Çend gotinên divê bên xwendin.

 

Ev baweriyeke pir kevn e.

 

A - Di destana Gilgamêş de piştê mirina Enkudu Gilgamêş li çareya mirinê digere. 

Ji bo vê diçe ba Uta-Na -Pîştîm. Uta Na Pîştîm yekem mirov e ku gihîştiye bêmiriniyê 

a) Mixabin ku ev di Tewratê de wek nebî Nuh hatiye wergerandin. 

Lê Nûh miriye, Uta Na Pîştîm bêmirin e. Dibe ku Xizir ji wir hatibe.

b) Gilgamiş diçe li devê deryayê Urşanabî dibîne, Urşanabî wî bi keştiya xwe dibe ba Uta Na Pîştim

1 - Peyva Nabi /NEBÎ cara yekem di nav navê „Ur - şa - Nabî“ de derbas dibe.)

2 – Navê xwedawendeke Asûran jî Nabo ye!

 

B – Di baweriya Mihthra (Şêşins) û baweriya Zerdeştî de jî giyana bêmirin „Ameşa Spenta“ (Xizir) heye.

Ev rasterast baweriyeke navend Kurdistanî ye û ti têkiliya xwe bi baweriyên Samî re tune.

 

C) Rojî û pîrozkirin:

Li ba Yarsaniyên bakur (li gor TC.Alevî) û li ba Êzdiyan rojî û pîrozkirin wekî hev in.

1 - Li ba her duyan jî di hefteya duyem ya Sibatê (reşemehê) de 3 roj rojî tê girtin

2 - Roja dawiyê li ba Êzdiyan cejn e, li ba Yarsaniyên bakûr (qizilbaşan) jî cem girêdidin

3 – Li ba herdu baweriyan jî genimê qewirandî (carna tû jî tevê dikin) tê hêran, ji wê xwarina tê çêkirin re Kurdên Êzdî „Poxîn“ dibêjin. Yarsaniyên bakûr (qizilbaş) jî qawit dibêjin.

4 – Li ba herdu baweriyan jî Xizir siwarê hespê şînboz e.

5 – Bi êvaran mûm tê vêxistin.

 

Ev cejn û cem; li gel kurdên Ezdî û yarsaniyên bakûr (qizilbaş) li hemû gelê me pîroz be!

Têbinî: Dewleta tirk ji bo bikane qizilbaşan (yarsaniyên Bakûr) bikin îslam û tirk bi avakirina Komara tirk re peyva „Alevî“ getürkt kirin (alavêre dalavêre) û dan pejirandin. Lema ez ti car naxwazim vê peyvê bikarbînin.


Gotinên miftehî :