1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. Civaka Bê Rewşenbîr Kor û Lal e
Civaka Bê Rewşenbîr Kor û Lal e,civaka,bê,rewşenbîr,kor,û,lal,e

Civaka Bê Rewşenbîr Kor û Lal e

Civaka Bê Rewşenbîr Kor û Lal e Çare Riya Apoyî ya Kurdewar e

A+ A-

Hasan Harranî

Tirkîyê û Bakurê Kurdistan helbijartinekî derbas kir, bihurî.

Encama helbijartinê wekî hewara li xwe mukûrhatinê derket pêşîya me. Ên ku bixwazin ji vê

encamê dersekî derxin ev wekî sînîya zêr e û li meydanêye, yên nexwazin jê ders derêxin tu

bixî bêrîka wan jî bê faydeye.

Di vê nivîsê de wê mebesta min ya pêşîn û bingehîn ne şîrovekirina helbijartin û encam û

sedemên wê be. Lê emê di navêde carinan dev bavêjin wê jî.

Mebesta me ya pêşîn ev e: Me çima winda kir?

Doh min li nivîsekî camêrekî nihêrî bi qasî deh sedem ji alîyê dewleta kûr û serdehatinên

faşîzmê û xayînî û hesûdîya derdorên Kurd rêz kiribû.

Him sedemê şaşbûn û heyîrî manê bû, him jî rastîyek bû. Ger mirov hemî sedemên

windakirinê dijminê xwe bibîne ev bi awayekî jî dibe bahane.

Niha mijara me tam ev e. Lê berîya ku ez bikevim mijarê pêwîste rê li pêşîya hinek

şaşfamkirinan bigirim.

Ew jî ev in.

Kurd miletekî ecêbin. Camêrên wî jî, lehengên wî jî, rastgoyê wî jî gelekin û xayîn û hesûdên

wî, hevalbendên wî yên bi dijminê xwere jî, nezan û derewkerên wî jî pir in. Ev rewş bi

xwezayî di nava hêlên berxwedêr de refleksekî çêkirîye ku ev refleks wek girêkekî bûye

sedema negodarkirina aqilan, bûye sedema balnegirtina rastîyan û bûye sedema

xweparastinekî refleksî ya psîîkolojîk. Ev jî rê li pêşîya dîtin, famkirin, manedayîn û kirinê

girtîye. Ev heman demê de di van deh salên dawî de bûye nexweşîyekî û bûye bela serê

tevger û partîyên Kurdan.

Bawerim pîştî ku me vê xalê danî holê û şûnde em dikarin bikevin mijara xwe ya esasî.

Di cîhanê de neteweyên ku tiştên mezin kirine, helberîn û pêşketinên dîrokî bidestê xwe

xistine hemî bi hêza ramanê û bi kiryarên di bin ronahîya wê ramanê de kirine. Li pişt

serkeftinên dîrokî yên neteweyên pêşketî ew aqil û ramana civakê ku nûnertîya wî rewşenbîr

û zanyarên wê civakê dikin heye. Ez vîya dikarim bi wêrekî bêjim ku hemî kiryarên

rêxistinekî ger ji vî aqilî qut be nake biqasî kiryarê rewşenbîrekî baş.

Rewşenbîrîya rast û aqilane ji nava dilê netewêye û bi hemî hêz û hebûna wê netewê a

dîrokî ve girêdayîye. Rewşenbîrîya rast û resen dil û ûjdan, çav û goh û şexsîyeta wê civakê

ye. Lewre ji rewşenbîrîya wî miletî ku ji vê xezînê û vî cewherî were, tê de tu xeterî, tu

nebaşî û tu wendakirin nîne. Eksê wî tê de serkevtin, pêşketin û rast dîtin heye. Ger mirov

bixwaze bibîne.

Bêsiûdîya me Kurdan ewe ku em civakekî rojhelatnavînîne. Ger em li ser koka xwe hûr û kûr

bibin emê bibînin ku di esl û feslê vê civakê de rewşenbîrî heye û koka wî di kûrdeye.

Ramana ku têde felsefe hebe koka wî zanyarîye û zanyarî karekî rewşenbîrîyêye. Ramana

ku têde felsefe hebe hêza xwe ji ramana azad digire û ev jî rewşenbîrîye.

Di esl û feslê Kurdayetîya resen de ol nîne. Raman heye. Hizirîn heye, gotin heye. Yên

berîya Zerdeşt jî yên piştî wî jî vê rehê û vê şopê dişopandin.

 

Lê çibû? Çi bi serê vê mîrasa Kurdewarîya resen hat ku wenda bû û cihê xwe terkî van olên

genî û ji derî aqil kir?

Bi bawerîya min her Kurdekî zane, her Kurdekî resen û hetta her partî û rêxistinên Kurd divê

di vê xalê de kuma xwe deynin pêşîya xwe û hezar hezar caran bifikirin.

Bêjin law em çi dikin? Çi bi me hatîye? Çima em wiha qels û lewazin? Çima em wiha bêhêz

û qirpokin zû dişikin û zû lixwe digirin?

Vana pirsên girîngin divê em ji xwe bikin.

Mixabin ne di nava me Kurdan de hêzekî rewşenbîrîyê ya xurt û rast derket û ne jî hêzekî

sîyasî ya rasteqîn ku li ser koka xwe bimeşe derket. Ger Kurdan û di serî de ji partî û tevgera

Kurdistanî goh bida Qazî Mihemmed û Rêber Apo wê bkjarîbûya li ser koka xwe rêyekî

bimeşîyan. Lê bi ya min ev nîne. Yan jî qut bû.

Çima min got Qazî Mihemmed û Rêber Apo?

Lewre rihê netewa Kurd di rih û ramana van herdu kesan de mewcût e. Yek rihê vê netewê

yê herî xwerû kevnar e yê din jî hin ew rih e hin jî pira pêşeroj û paşeroja Kurdan e.

Yek aqilê rewşenbîrîyêye yê dawî ruknê raman û sîyaseta hemdemîye.

Ya muhîm ewe ku ev bên famkirin.

Ev der rojhelata navîn e. Kûra gotinan e. Û hişmendîya sîyaseta gemar ku bi destê ol û

xurifîyê ketîye nava gelên rojhelata navîn ji kişandina gotinan ya virde-wêde de hostaye. Ev

hostatî herî zêde di ola Îslamê de derketîye lûtkeya herî jorin.

Çîye ev?

Ev tiştekî wihaye. Sîyaset û hêz gotinên kesayeta bingehîn her tim ji riya wî derdixin û her

yek wî bi alîyê xwe ve dikişîne. Her yek bi gorî berjewendî û nîyetên xwe wate li fikir û

ramana ew kesayeta serkêş dike.

Wekî ku hezar hizb û terîqet û mezhep gotin û kitêba Mihemmed li gorî berjewendî û

armancê xwe şîrove dike û bi teşe dike ev tsybetmendî di nava tevgera azadî de jî dijî.

Herkes Rêber Apo li gorî hişmendî û zanîna xee dinirxîne.

Çima min vê mînakê da?

Nexweşîya me ev e. Ev rewş rêça kûz û mişkî (tirk ji vîya re rêça hesp û kûçik dibêjin)

tevlîhev dike. (Kûz kurtenavê Kûzeye.)

Bi olên genî û derî ûjdana mirovî rih û mejîyê hişmendîya civaka Kurd felc kirîye. Dike û

nake nikare here li ser xeta xwe ya resen û dêrokî bicîh bibe û bimeşe. Ew jî tevlî kerwanên

virde wêde kişandina raman û îdeolojîyan bûne. Ramanên Rêberan sereke ewe ku pêşî yên

jibo miletê wî hatîye gotin bê esas girtin. Û karê rêxistin û sîyasetê ewe pêşî miletê xwe bi

ramanên wî bide rizgarkirin. Ger we pêşî gotinên wan jibo miletên din girt pêşî wê çaxê we

ga daye pêşîya nîr. Îmkana ku hun xelasîyek, pêşveçûnek çêbikin nîne.

Niha em mijarê vebêjin.

Di van salên dawî de bi dîtin û nêrîna min tevgera azadî ji xeta xwe ya esasî derketîye an jî

dûrketîye.. Fikr û ramanên Apoyî yên jibo netewa Kurd bi zanetî ne bizanetî dane rêza talîyê.

Tevgerê xwe li ser gotinên wî yên aktuelî ku bi sîyasetî hatine gotin bi rêk û pêk kirîye. Ev jî

bû sedema dûrketina ji resenîya Kurdeyatîya xwe. Ev ne tenê xetekî sîyasîye. Bi ya min û

biqasî ku ez dibînim di vê xetê de hişmendîyekî berfireh heye. Di vê hişmendîyê de çav

gitina ji rastîyan heye, goh girtina ji dengê civakê heye, di vê hişmendîyê de tenê esasgirtina

gotin û ramana xwe heye. Ev bi temamî kevneşopîya hişmendêya hêza kevneperest ya

 

rojhelata navîn e. Di wê hişmendîyê de raberê her tiştî Ellah e. Yê emir û gotinên wî jî fam

dike tenê nûnerê wî yan siltan e yan şah e. Ji xeynî wî kesî ku rastî zanibe nîne kesê ku

rastîyê bêje jî nîne.

Ev hişmendî îro di nava hemî partî û hêzên sîtasî yên rojhelata navîn de bi awayekî hebûna

xwe didomîne û li ser kar e.

Lê Rêber Apo neşterekî li vê hişmendîya xerab û rizî dabû û deşîfre kiribû. Lê mixabin ev

neçû serî.

Di nava tevgera Kurd de ev hişmendî bi awayekî kone û bidizî bi hostatîyekî xurt tê

meşandin.

Ji xwe re zirxekî polayî ji refleksa parastina ji xayîn û xwefiroşan çêkirine kirine sedema

negodarkirina hemî hêlan. Ma çîye ku xayîn û xwefiroşên me hene, fêlbaz û derewkerên me

hene divê em çav û gohê famedarîya xwe ji hemî rastîyan re bigirin!

Çîye ku xayîn û hesûdên me hene mafê me heye ku em çav û gohê xwe ji dengê ûjdan û

gelê xwe ku rewşenbîrin bigirin.

Sîyaset û hêzên sîyasî her dem dkjarin şaşî bikin. Her dem dibe birizin û lewaz bibin. Lê

ema xezîna gel û ramyarîya rewşenbîrî qet û qet narize û şaş nabîne. Di xwezayîya

rêxistinan de ji ber kar û barên wan yên sîyasî û tekoşînî jixwe ne gengaze ku hemî rastîyan,

hemî nexweşîyan û hemî xeterîyanû sedemên paşvemayînê bibînin. Yên hemî dibînin

rewşenbîrin. Ew temaşevanin û di nava gelde ne. Ew nêzîkî her tiştîne lewms baş dibînin.

Ew dema dibînin tenê bi awayê ku xuya dike na, piştperdeya wî ji her hêlîve dikarin bibînin.

Lewre jî ew dikarin di gelek hêlan de analîz û raberîyên xwe pêşkêş bikin. Ji hêla sosyolojîk

ve, ji hêla zanyarî, endezyarî, sîyasî û aborîve. Ya dikeve ser milê hêza sîyasî famkirina vê

yekê ye. Mane dayîn e. Û di wê çarçoveyê de pozîsyon girtine.

Lê mixabin ji ber hinek refleksên ku me li jor dabû nîşan xuyaye tevgera azadî vê mezîyetê

wenda kirîye an jî piştgoh kirîye.

Gelek hêl û derdorên Kurdistanî û hindik be jî gelek rewşenbîr û zaneyên Kurdan di warê

xeta Kurdewarî de di demên berê de gelek raman û nêrîn anînin ziman.

Gelo xebera we jê heye? Di vê seruwena Tirkîyebûnê de em Kurdewarîya xwe kêm dikin an

zêde dikin? Her kesê sîyaseta Kurdistanî yên ku di nava tevgera azadî de cih girtîye û xebat

dike bila bi awayekî durust ji xwe bipirse û bersiv bide. Gelo bidestketin û jidestçûyînên me

çine bila binin berhev û qiyasekî bêalî bikin. Wê ewçax rastîyê bibînin.

Xebera kesî jê nîne. Ev pêvajo asîmîlasyona nava Kurdan de ewqas bilez kirîye ku wiha

bidome piştî dehsal paşê kesê ku bi Kurdî biaxive wê nemîne. Asîmîlasyon tenê di ziman

deye ma?

Asîmîlasyona herî zêde û kambax di rih û mêjîyê kesên di bin bandora sîyasetêdene. Bi lez

û bezekî mezin hişmendîya Kurdan dişibe çepgirîya Tirkan. Dişibe hişmendêya Tirkan.

Di vê seruwenê de mixabin realîta ramana Kurdî ya Apoyî û ya Qazî wenda dibe. Çend kes

wesîyeta Qazî guhdar kirîye an jî xwendîye. Hevok bi hevok şîreta xelasîyêye. Fikir û

ramana Apoyî ji xwe paradigma civakî û jîyanîye.

Lê ka?

Ev hemî di nava vî aşê bişavtinê de dihelin û wenda dibin.

Sedem çîye?

Rik û înatekî bêwate ya sîyasîye ku me girtîye û em bernadin.

Civaka bê rewşenbîr kor e, lal e û felce. Rewşenbîr rê û metoda guherînê ji we re nabêjin.

Ew tehlîl dikin. Pênase dikin. Rê û metotê guherînê karê sîyasetêye. Divê hun jê hîkmetekî

 

derêxin û guherînê hun çêbikin. Dema rewşenbîr diaxivin an jî dinivîsin hema ew refleksa ku

ji we ye rewşenbîr dixwazin we ji holê rabikin bila di we de çênebe. Yan jî ji we ye rewşenbîr

dixwazin we reş bikin û lewaz bikin famnekin. Di gotinên wan de hindikbe jî li rastîyan

bigerin. Dibe ku hemî bikêrî we neyên lê ji dehan dudu jî hebe ger bi kêrî we tê bigirin.

Lê ger hun bi temamî gohê xwe, çavê xwe, rihê xwe, dilê xwe ji rewşenbîrên xwe re bigirin

ne mimkûne ku hun rastîyan bibînin.

Ez bi dilnizmîyekî mezin dibêjim û rica dikim xwe ji wê zanîna ku rewşenbîrên Kurdan nînin

an jî yên hene jî şaşin rizgar bikin. Gelek tişt li hemberî hevudu pêşdikeve. Gelek tişt hevudu

xurt dike. Ger alerjîya mirov li hemberî rewşenbêran hebe wê mirov tim di derbarê wan de

neyînî bifikire. Ew jî wê li hemberî mirov heman bertekî bidin nîşan. Ji ber vê yekê

gavavêtina pêşîn dikeve ser milê sîyasetê. Divê sîyaset nêrîna xwe li hemberî rewşenbîrîya

Kurdistanê biguherîne. Divê rewşenbîrîya Kurdistanî di agirê xayîntî û alîgirîyê de neşewite.

Ramana azad û rewşenbîrîya Kurdî divê di nava sînorê exlaqî û hurmetdayînê de

pêşbikeve. Ev pêşî jibo sîyastê pêwîste. Rewşenbîrîya Kurdî jî divê xwe ji nexweşîya zû

lixwegirtinê rizgar bike û bi wêrekî ramanên kamil tim bide pêşîya civakê û sîyasetê. Bêrêtî û

hurmet nedayîn jixwe ne rewşenbîrîye ne jî karê rewşenbîrîyêye. Bila kes di bin navê van

sîfetan de hemî rewşenbîran tawanbar neke.

Ji her demî zêdetir hewcedarîya me bi ramana zanînê û rewşenbîran heye.

Û ya din divê em gavek zû li ser koka xwe vegerin û em riya xwe di çarçoveya raman û

paradîgmaya Apoyî ya jibo Kurdistanê bişopînin.

Berî Kurd azad bibe hevalbendîya bi her netewekî re ji faydê zêdetir xesar tîne. Em vê

rastîyê di sîyaseta me ys nabeyna me û Tirkan de baş dibînin.