1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. CÎHAN DIVÊ AMADE BE, KU FAŞÎZMA T’IRKÎYAYÊ DARIZÎNE!
CÎHAN DIVÊ AMADE BE, KU FAŞÎZMA T’IRKÎYAYÊ DARIZÎNE!,cîhan,divê,amade,be,ku,faşîzma,t,irkîyayê,darizîne

CÎHAN DIVÊ AMADE BE, KU FAŞÎZMA T’IRKÎYAYÊ DARIZÎNE!

A+ A-

Pey bidawîbûna Şer’ê cîhanê yê dûyem r’a, ji bo darizandina sûcên rêjîma faşîst a Almanîyayê, yên ku wê li dijî mirovahîyê pêk anîne, Trîbûnala leşkerî (dadgeh) ya navnet’ewî hate damezirandin. Ev trîbûnala di bajarê Almanîayê yê Nyûrinbêrgê da pêk hat û di dîrokê da wek Darizandina Nyûrnbêrgê tê zanîn…

 

Û trîbûnala navnet’ewî leşkerî di Nyûrnbêrgê da weke salekê domand – ji  20.11.1945 an  heya 1.10.1946an. Di “dadgeha dîrokê” da 24 mirov hatine darizandin, di nava wan da siyasetmeder, serbaz, çalakvanên propaganda natsîzmê  yên wisa navdar, yên wek  G. Gyorîng, Î. Rîbbêntrop, V. Kêytêl, A. Rozênbêrg, Ê. Rêdêr, F. Zaûkêl, A. Şpêêr û yên dine…
Lê îro faşîzm di T’irkîyayê da dîsa har bûye û ne ku t’enê di herêmê da aştî û aramî kirye ber metirsîyê, lê wisa jî di t’evahîya cîhanê da. Komikên Erdoxan ên faşîstan ên veşartî ên nîvxew hema di hemû welatên cîhanê da hene, û hîç kes jî nizane, k’a ewê k’engê ji serekfaşîstê serdema me, hevserokê DAÎŞê û pêr’a jî serokdewletê T’irkîya faşîst (endema NATOyê!) fermana xwe bistînin û destbi k’arê xwe yê r’eş bikin…


Û mrov matma dibe, k’a serokên dewletên gewre wê kengê li şûna wê, ku bi fyûrêrê faşît-îslamîst ê t’irk r’a bik’evin nava xweşbêjîyan, Trîbûnala leşkerî ya navnet’ewî (wek a Nyûrinbêrgê!) damezirînin, ku r’êjîma faşîst a T’irkîyayê ji bo wan sûcan darizînin, ên ku wê li dijî mirovahîyê pêk anîne? Û di “dadgeha dîrokê” da hemû r’êvebir, siyasetmeder, serbaz, çalakvanên propaganda Tirkîya faşîst darizînin, ên ku beşdarî pêkanîna sûcên li dijî mirovahîyê û cîhanê bûne…


Ji bo cîyê pêkanîna wê darizandinê ez p’aytexta Bakûrê K’urdistanê (yê ku ji hêla Tirkîyayê va hatye dagerkirin!) – bajarê Amedê pêşnîyar dikim… 

 

Ezîz ê Cewo

08. 01. 2019