DÊLIK Û HEVALÊ WÊ
Dêlik kete ber zanê
Bê navber êşan danê
Bi kutek û hem bi zor
Rê diçû bi qore qor
Çû ber derê dostê xwe
Li wir xwar kir serê xwe
Gotê : Ey dostê delal
Xweş nîne li min hewal
Li zanê dem hatiye
Ne mal ne avahiye
Bi xêra miriyê xwe
Tu demin xaniyê xwe ?
Hema bi du sê rojan
Heta biqede ev zan
Gotê : Heval ser çavan
Xêr hatî bi her gavan
Mal ne ya min ya teye
Madem tu pê hewce ye
Wî mal ji dêlik re hişt
Ta sê rojan dayê pişt
Dêlik anîn çend cewrik
Hin belek bûn hin gewrik
Wek yê hat ji newalê
Û bû xwedîyê malê
Dema borîn her sê roj
Dost xuya kir ji beroj
Lê xist deriyê xanî
Got: Heval pê dizanî ?
Qewlê me danî xelas
Îcar ji min tê ev qas
Kelogirî bû dêlik
Got : Hêj şîrmij in çêlik
Neketine ser pêkan
Ku ew biçin li rêkan
Nikarin bikin hedar
Me nehêle bêsitar
Ji te dikim sed hêvî
Nehêl xêra xwe nîvî
Panzdeh roj din bide me
Ji paş pê ve ne xem e
Dîsa li wê hat guneh
Jê re berda wî wargeh
Piştî panzdeh roj borîn
Îcar cewrik dizûrîn
Xwedyê xanî dûbare
Dîsa kir qesta war e
Lê xist deriyê xanî
Li ser qewlê ku danî
Dêlikê vekir derî
Ji ber xwe rakir serî
Digel koma cewrên xwe
Da nîşan wê kelbên xwe
Got: Mi minet ne ji te
D'xwazî bêje qeşite !
Mezin bûne cewrên min
Çavbelek û gewrên min
Bide rê xwe de alî
Ku te nekin du alî
Guneha xwe lê bîne
Ew kesê tê bibîne
Destê xwe didî hinan
Ji mil dibî bê guman
Li wan ne xem û derd e
Rezîl dikin hê ser de
Gelekî ecêb e w zor
Bazara kesê nankor.
LA FONTEN
03.03.2019
Werger û helbest: Memê Miksî