1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. DENGBÊJÊ NÎVSERHEDÎ, SIDÎQ QARLÎOVA (Sidik Çîçek)
DENGBÊJÊ NÎVSERHEDÎ, SIDÎQ QARLÎOVA (Sidik Çîçek),dengbêjê,nîvserhedî,sidîq,qarlîova,sidik,çîçek

DENGBÊJÊ NÎVSERHEDÎ, SIDÎQ QARLÎOVA (Sidik Çîçek)

Ji bo kurdan, kevneşopiya herî girîng bê guman Dengbêjî ye

A+ A-

Di dîrokê de parastina çandê hema hema temamî bi dengbêjiyê li ser piya maye heta roja îro.

 

Dengbêjan, bi deng û awaza xwe, bûyer û hewalên li Kurdistanê qewimî ne, bi şêwazeke lîrîk û bi meqam di nava civatan de stirîne û gotine. 

 

Dengbêjên berê, pirrî wan mirovên gerok û çerçî bûn. 

 

Dengbêjên bi nav û deng, gund bi gund, bajar bi bajar digeriyan. 

 

Li kuçan, li ser bêderan, li koşkên axan û began, li bin konên koçer û bêrtiyan, hemû mirov li dor xwe kom dikirin, ji wan ra çîrok û kilamên li ser dilan, yên şer û mêrxasiyê digotin û jiyana reş li mirovan şa dikirin.

 

 

Wekî tê zanîn, zimanê kurdî zêdetir di warê dengbêjiyê û çîrokan da dewlemend e. 

 

Zimanê kurdî di rojên herî dijwar û xeternak de bi gotin û klamên dengbêjan hetanî roja îro hatîye parastin û wenda nebûye. 

 

Mijarên sereke yên dengbêjiyê, mêrxasî, lehengî, şerên axa û axaletan, mîr û began û li ser egîd û qehremanên kurdan in. 

 

 

Dengbêjan li hemberî hemû astengî û hewldanên asîmîlasyonê di parastina çanda xwe de biserketine û beşeke girîng a muzîk û çanda kurdî gihandine dema îro.

 

Bi saya wan e kilamên dengbêjiyê hê jî wek dîrokek zindî ji aliyê guhdarvanan ve rastî eleqeyekî mezin têne dîtin. Lewra jî klamên dengbêjiyê ji hunermendên ciwan re dibin çavkaniya îlhamê.

 

 

Yek ji wan dengbêjan jî, dengbêjekî herêma Kanîreşê, Sidîq Qarlîova ye.

 

Di nava xelkê herêmê de wek Sidoyê Bozo, Sidoyê Dudeng, Sidîqê Baxçê jî tê naskirin..

 

Sidîq Qarlîova, di sala 1954'an de li gundê Baxçê yê girêdayî ser navçeya Kanîreşa Çewlikê hatiye dinê û di sala 2006'an de çûye ser dilovaniya xwedê.

 

Ji Serhedê heta Amedê, ji Botanê heta Binxetê gund bi gund bajar bi bajar geriyaye û di dîwanan de rûniştiye û bi klamên xwe dilê guhdarvanan şa kiriye.

 

Di nav dengbêjên kurd de bê guman yê herî zêde klamên lehengî û mêrxasiyê gotiye Sidîq Qarlîova ye.

 

Klamên wek, Xalid Begê Cibrî, Rizayê Xêlid, Cemîlê Seyda, Bavê Becet, Şerê Mihemedo, Seyîdxanê Kerr, Mala Şekir Axa, Şerê Xuricê, Bişarê Çeto û her wiha klamên wek vana gelek gotiye.

 

Ji bilî klamên mêrxasî û egîdiyê klamên wek Siyabend û Xecê, Evdalê Zeynê, Salo û Kejê, Huso û Nazê ku di wêjeya kurdî de herî zêde eleqeyê dîtine bi deng û awaza xwe daye jiyandin.

 

Yek ji van klaman jî li ser Cemîlê Seydayê Licî û 17 hevalên wî ye..

 

Gotinên klamê wisa ne..

 

"Dibê ha dayê ha dayê de ha dayê ha dayê

De dayê sibeye, sibeye dilê min di xemê da

Min dî xeman û kulan daye ser demê da

Xwedê xira bike mala silêmanê evdilqadir, ûsivê rehîmê, emêrê koperî

Min dî rabûne vê sibê ji malê her sê siwaran keko kesî bi ortê de meke gira mi dît bejna xwe girêdan aax ey

 

Xeberê dide qereqola bismilê dibê başçawîşo tu pirsa mehkûm û satê binxetê ji min dikî 

Sêzde peya wane li fetlê çêwlikê li çola çetelê li çemê dirrikê li kendalê heso jîjo li rasta meledarê wane di xewê da 

Ji êvar da yuzbaşiyê romê wayê di nobeta wan da 

Xwedê zane keko wane ji me wê da

Eger tu îna nakî filanî binî bêvan torinê serhedê derbasî vî aliyê xetê bûne ji êvar da wane di dehlê da aaax û eeyy

 

Dibê wane di dehlê da

Başçawîş dibê silêmanê evdilqadir ûsivê rehîmê hûn nizanin serekê wan sêzde mehkûman gelo kî û kî ne dibê çar heb in

Yek jê re dibêjin şêx îsmaîl kurê şêx nûreddîn e

Yek jê re dibêjin Şêx evdilrehîmê birê şêx saîd efendî ye

Ew e yek jê re dibêjin Cemîlê seyda Licî bavê evdilbarî ye

Ew e jê re dibêjin silhedînê Ferxê mala ûsivê seydo ye li heyfa apê xwe digere 

Li kuştina emerê mihê tirîfiroşê xiya daîma dicehdîne bi leqema kurmancan jê re dibêjin seyîdxanê ker e

Dibê hewar hewar hewar hewarî lawo

 

Dibê dayê dayê dayê

De dayê Sibeye şerekî li me çêdibû çemê dirrikê li kendalê heso jîjo fetlê çewlikê li çola çetelê li rasta gelo gidî meledanê

Xwedê xira bike mala silêmanê evdilqadir ûsivê rehîmê emerê koperî derpî spîyê silîviyan bekçiyê qeza tirkan qizilbaşê dora bismilê pêçaroxê gidî girê reşmiliyan keko ji berê da ehlê fesadî û tevdanê

xeber dane qolordiya mezin diyarbekir 

Min dî ji êvarda elbe danî

Min dî ji êvarda elbe danî keko eskerê romê girane heta şefeqa sibê bi qamyon û makîna tev kişiyane dibiri di şefeqa sibê de di zirîqa rojê de 

Di jêr da jor da min dî bi hevre halan danî

Heyatê van xortê nazik nema li ser darê girikliyan diherike gola xwêdanê

Kesekî xêrxwazî tune xeberê bibe seyîdxan û elîcan û teyfûq ra bigîne

Bê çavê we rijyano hela serê xwe rakin ji axê kendalan û mezelan sêzde peya germa havînê tîna hezîranê kelekela nava rojê kirine nava genima girtine gelo bi saxî ji xwe re ar berdane aax ayy

 

Dibê hewar hewar hewar dayê

Heta saxbim li dinyayê axîna van xortên delalî torinê serhedî êsîrê nav genima ji dilê min dernayê aax eyy

 

Dibê dayê ha dayê de ha dayê

De dayê sibêye bejna şêx evdilrehîmê mîrê zirav, ziravê ji dara ketin

Bila xwedê xira bike mala silêmanê ebdilqadir, ûsivê rehîmê, emerê koperî, derpîspiyê silivan, bekçiyê qeza tirkan, qizilbaşê dora bismilê, pêçaroxê dora mêrdînê keko ji berê da

Xwedê zane ziya beg casûsê hukûmetê,

Xeber dane diyarbekir, qolordiya mezin weka letê dibê sêzde mehkûman rextê alemana girêdane ji nîvê şevê derbas bûne keko vî aliyê xetê

Kesekî xêrxwazî tune xeberê bi seyîdxan û Elîcan û teyfîq re bigîne

De rabe çavê wê rijyano

Serê xwe rakin ji axê û kendal û mezelan sêzde peya van xortên delalî

Germa havînê kirine nava genima agir berdanê

Li ser serê xortan bûye roja heşr û nîzamê rojek ji roja qiyametê 

 

Hewar hewar hewar hewar hewar hewar

De hewar vê sibê hewar dayê

Gazî dûre weleh îmdada kurdan xayîn e

Kesekî bi îmdada xortan nayê

Heta saxbim li dinyayê axîna van xortên delalî şêxlerê nav geniman tu caran ji dilê me dernayê."

 

 

SERPÊHATIYA CEMÎLÊ SEYDA Û HEVALÊN WÎ

 

Cemîlê Seyda, di serhildana 1925'an de serleşkerê eniya Derê Mêrdînê bû.

 

Pîştî şikestina serhildanê tevî hin hevalên xwe bi qasî du salan li çiyayên Licê û Darahênê li dijî dewletê şer dikin û piştre derbasî binxetê ango Suriyê dibin. 

 

Di serhildana 1937"an a Dersimê de rêxistina Xoybûnê li Suriyê biryar digire ku alîkariyê bidin serhildana Dêrsimê.

 

Rêxistina Xoybûnê komeke ji çekdarên leheng û mêrxas yên serhildana 1925"an dişîne hewariya Dêrsimê. 

 

Di nav komê de çend kesên ku di artêşa osmanî de fermandarî kirine jî hebûn.

 

Yek ji wan bi navê Ziyayê Serpel ku jê re Yuzbaşî Ziya dihatin gotin hebûn, bi eslê xwe ji Dêrsimê bûn. 

 

Her çiqas rêxistina Xoybûnê di derbarî wî de bi şik û guman be jî Ziyayê Serpel berî rêxistinê tevdigere û giliya hevalên xwe dike. 

 

Dema digîne deşta Bismilê, li nav zeviyekî bêhna xwe didin û dikevin xewê..

 

Yuzbaşî Ziya, diçe qereqola gundê Sînanê yê Bismilê û giliya hevalên xwe dike.

 

Dewlet, bi hemû hêza xwe bi ser wan de digire û zeviya genim dorpêç dikin 

 

Di navbera wan de şerekî dijwar diqewime û bi rojan çekdarên kurd li ber xwe didin.. 

 

Dewlet, ligel hemû hêza xwe nikare bi wan re bi serî derkeve û agir berdidin zeviya genim. 

 

Ji van şervanên kurd tenê 3 kes ji nav agir rizgar dibin û 17 kes di nav

zeviya genim de têne şewitandin. 

 

1- Şêx Evdilrehîm

2- Cemîlê Seyda (Licê)

3- Hecî Teyîb (Licê)

4- Xalidê Şerîf (Licê)

5- Evdilsamed (Licê, ji gundê Tilê)

6- Mihemedê Xatê (Licê, ji gundê Markê)

7- Mele Evdila (Licê)

8- Şêx Misbeh (Erzerom)

9- Hesen Aga (Palo)

10- Seyîdxan (Mûş)

11- Sihledînê lawê Seyîdxan

12- Yuzbaşî Huseyîn Beg (Stewrê)

13- Yuzbaşî Elî Beg (Stewrê)

14- Yuzbaşî Mustafa (nediyar e ji ku ye)

15- Hilmî Beg (Mûş)

16- Silê Salikî (Mêrdîn)

17- Şoreşê Baxistanî (Mêrdîn)

 

 

Hin klamên Sidîq Qarlîova gotiye ev in...

 

Cemîlê Seyda

Lawikê Bişêrî

Xalid Begê Cibrî

Filîtê Quto

Seyrê û Mihemedo

Mala Şekir Axa

Heyla Lê Metê

Temo û Evdal

Kewa Gozel

Bilbil Mêvanê Gulê

Bejna Zirav

Têlî

Silhedînê Pûse Seydoyê

Axao

Hizniyê Mihemed Elî

Xezala Çiyayê Şingalê

Bavê Lalo

Şerê Mihemedo

Seyde Ehmed

Emîne Hizna Xanim

Keşîşê Dêrê

Seyîdxanê Kerr

Hesen û Asê

Feqî û Keçika delal

Mala Cemîl Paşa

Evdalê zeynê

Delalê

Salo û Kejê

Siyabend û Xecê

Rizayê Xêlid

Şerê Xuricê

Mala Nasir

Îbo Begê

Mistoyê Tofan

Xêliya Hecî

Şerê Goma

Mistoyê Esker

Hawer Tirî

Feyzo Bavê Îpekê

Lo Bira

Bavê Seyro

Evdilcebar çawîş

Bavê Behçet

Li min lo

Siwaro

Hecî Mûsa Beg

Bavê Fexro

Bejna Zirav

Birîndarim

Keçika Delal

Resûlê Zava

Emînê Ehmed

Huso û Nazê

Bişarê Çeto

Bavê Elî