1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. DERIYÊ MIRADAN DÛZGINO Û EFSANEYA WÎ
DERIYÊ MIRADAN DÛZGINO Û EFSANEYA WÎ,deriyê,miradan,dûzgino,û,efsaneya,wî

DERIYÊ MIRADAN DÛZGINO Û EFSANEYA WÎ

Li Dersîmê efsaneya herî bi qedr û qîmet bê guman efsaneya Dûzgino ye..

A+ A-

DÛZGINO KÎ YE?

 

Navê wî yê rastî, Şah Heyder e, lawê Seyîd Mehmûd-î Heyranî ye..

 

Li gor hin çavkanî û rîvayetên têne gotin, yek ji torinê îmam Elî Riza ye.

 

EFSANEYA DUZGINO

 

Dûzgino, li çiyayên derdora gundê Zêvê heta çiyayê Melkisan şivanî kiriye.

Sal donzde meh li çolê bûye û peza reş xwedî kiriye..

 

Li ser girê Zargovîk a gundê Zêvê yê girêdayî ser navçeya Pîrtag a Dersîmê ji xwe re cihekî spartinê çêkiriye û li wir jiyan kiriye.

 

 

Di zivistana sar û serma de pirrî pezê wî xurt bûne, bavê wî mereq kiriye bê ka Dûzgino çi dide pez ku ewqas xurt dibin!

 

Rojekî ji rojan bavê wî bi dizîka diçe çiyayê Melkisan gohdariya wî dike.

 

Mêze dike, Dûzgino, çova xwe li kîja dar û devî dixe bireşên dar û deviyan şîn dibin.

 

Seyîd Mehmûd, li ber vê rewşê matmayî dimîne û dixwaze bi dizîka vegere malê.

 

Bi gavavêtina wî re bizinekî çend caran li dû hev diepişkê..

 

Dûzgino, ji bizinê re dibêje; "Ka ev xêrê bizê, te Dewrêş Mehmûdê bavê min dît ku tu ewqas diepişkî?"

 

Wê demê bavê xwe ferq dike ku bi dizîka ber bi malê ve diçe..

 

Dûzgino, pirr bi ber xwe dikeve ku navê bavê xwe xîtab dike, ji fediyan naxwaze êdî bavê xwe bidîne.

 

Ji Zargovîkê bar dike diçe li serê çiyayekî li sêgoşeya Dersîm, û navçeyên Qislê û Mezgirê bi cîh dibe û li wir ji xwe re dike war..

 

Li gor rîvayetên têne gotin, Dûzgino, bi boneya bêhurmetiya li dijî bavê xwe ji Zargovîkê heta çiyayê Dûzgino meşiya ye, navbera Zargovîkê û çiyayê Dûzgino zêdetirî 50 km heye..

 

Di lingê wî de lekan hebûne û gavên xwe bi qasî sê çar gavan avêtiye.

 

Her cihê gavên wî şopekî çêkiriye û van şopên lingê wî li ser kevirên navbera Zargovîkê û çiyayê Dûzgino de heta roja îro jî ma ne..

 

Dûrketina Dûzgino ji dayîka wî re mereqan çêdike û lomê xwe ji bavê wî dike ku biçe wî werîne malê.

 

Bavê wî di şûna xwe de hin mirûdên xwe dişîne bo sihêtiya rewşa wî bike.

 

Mirûdên Seyîd Mehmûd, ji Zêvê birêdikevin diçin çiyayê ku Dûzgino lê bi cîh bûye. Bilindiya çiya bi qasî 25 km heye..

 

Bi Dûzgino re diaxivin û dibêjin; "Dê û bavê te mereqa te dikin, em hatine te bibin."

 

Dûzgino dibêje; "Li dê û bavê min silavan bikin û bêjin, rewşa wî baş e û Dûzgin e.."

 

Li ser daxwaza Şah Heyder mirûd vedigerin têne gundê Zêvê..

 

Ji Seyîd Mehmûd re dibêjin; "Rewşa Şah Heyder, Dûzgin e, tiştekî hûn mereq bikin tune, ji we re silav û hurmetê xwe şand û got ez destê dê û bavê xwe maç dikim."

 

Li ser gotina rewşa min baş e, Dûzgin e, navê Şah Heyder wek Dûzgin dikeve devê xelkê herêmê û jê re dibêjin Bava Dûzgino, Dûzgin Bavao.

 

ZIYARETA DÛZGINO

 

Her sal xelkên Dersîmê û derdorê diçin çiyayê Dûzgino ziyaret dikin û mûm û findan vêdixin û qurbanan didin.

 

Ji bo daxwaz û hêviyên wan bêne qebûlkirin, divê dema biçin lûtkeya çiyayê Dûzgino, ji jêr heta jor pêxwas bimeşin.

 

Car caran ziyareta Dûzgino, ji bo jinên qisir û kesên lawê wan çênebin dibe cihê çareseriyê. Kesên kerr û lal jî diçin xwe davêjin bextê Dûzgino û hêviyên xwe hewalê wî dikin.

Zarokên lawî ku piştî çûna ziyaretê têne dinê navê Dûzgino li wan tê danîn.

 

 

Hinek kes jî, çend xîçik ji hundirê şikeftê dikin nav potekî spî û girêdidin dibin li dîwarê malê xwe didaliqînin.

 

Êvara pênçşemê, nêzîkê van xiçikan mûm têne vêxistin û Dûzgino tê bîranîn.

 

Li herêma Dersîmê, sonda herî mezin bi navê Dûzgino tê xwarin. Di heman demê de nifirên bêne kirin jî bi navê wî têne kirin.

 

Li berpala çiya cihê mûmvêxistinê heye, keç û xortên ji bo miradê wan bê cih diçin li wir mûm vêdixin û perçeyek ji kirasê xwe bi zinarê çiyê ve girêdidin.

 

Li diyarê çiya mezelekî bi keviran dorpêçkirî heye lê nayê bawerkirin ku ev mezel aydê Dûzgino ye, çimkî li gor baweriyê Dûzgino di çiya de bûye sir û wenda bûye.

 

Li nêzî mezel, bermahiyên sê kevirên gilor hene. Tê rîvayetkirin ku ev her sê kevirên gilor kevirên heskirin û agahdariyê ne.

Van keviran car caran di têkiliya xwe û Mûnziro de bikaranî ye û car caran jî bo xwişkê xwe bikaranî ye.

 

Sê heb xuşkê wî hebûne, ya herî biçûk navê wê "ZEL" bûye, di derbarê navê herdûyê dinê de çavkaniyeke zelal tuneye. Dûzgino, ji Zelê pirr heskiriye û bi vê boneyê navê çiyayê bakurê ziyaretê Çiyayê Zel danî ye. 

 

 

Li lûtkeya çiya, şikeftekî mezin û yek biçûk du şikeft hene, şikefta mezin tê rîvayetkirin ku cihê Dûzgino ye.

 

Mêvanên ku meqsed û miradê wan nebûne, diçin bi şevê di vê şikeftê de radizin ku Dûzgino bê xewa wan û mirad û meqsedê wan bi cih were.

 

Şikefta biçûk jî nêzîkê ya mezin e.

Di vê derê de jî avekî zelal wek ava sarincê heye û hêjayî dîtinê ye.

 

Tê rîvayetkirin dema kesên dilpak quriçê ser avê dibin bi hêsanî jê avê vedixwin, jî bo wan wekî ava cemedê ye lê kesên dilreş û xayîn dema xwe xwarî avê bikin zehmetî dikşînin û li ber çavê wan av dibe wek gola xwînê.

 

Li serê çiyayê Dûzgino li ser kevirekî şopekî cihê razanê heye, tê gotin ev der cihê razana wî ye.

 

 

Li jêrê çiya, cihê betlanê, Mala Cemê û cihê jêkirina qurbanan heye.

 

Bi hezaran qorcê kavir û gîskan li ser kevirekî hatine komkirin û li wir jî mûm têne vêxistin.

 

Li ser vê efsaneya min pê behs kir hunermendên kurd, bi taybet yên herêma Dersîmê bi dehan stran û klam çêkirine û her yek ji yekê bêtir bi tesîr in.

 

Yek ji van stranan ev e..

 

Verva Qislêyde mekan gureto 

Namê Dûzgino, Dûzgin Bavao 

Hînkê efkar keno çira vineto 

Namê Dûzgino, Dûzgin Bavao 

 

Xo çarnon Zelê cerîn ververê 

Zela zelala marê hevala 

Vana, efkar meki nika rûsneno 

Namê Dûzgino, Dûzgin Bavao 

 

(Di demên pêş de ez ê behsa Efsaneya Mûnziro bikim)

 

Mordem Zel

23/11/2018 Licê