1. Tekst

  2. Helbest

  3. Memê Miksî
  4. DIZÊ FABLAN LA FONTAÎNE
DIZÊ FABLAN LA FONTAÎNE,dizê,fablan,la,fontaîne

DIZÊ FABLAN LA FONTAÎNE

A+ A-

Fabl, çîrokên bi menzûm û gelemperî lehengê wan ajal in. Bi devê ajalan hesletên mirovan tînin ziman û di dawiya wan da ders û şîret hene. Çawa ku tê zanîn di cîhanê da serkehniya çîrok û destanan welatê Hindistanê ye. Edebiyata Hindistanê ji aliyê çîrokan ve gelekî dewlemend e. Lewra van çîrokan gelek bandor li ser nivîskarên fars, ereb û yên ewropî jî kiriye. Ji hêla fablan ve di ewropayê da piştî Aîsopos(Ezop) ê yewnanî, nivîskar û şa'irê Fransî La Fontaîne( La Fonten) e. Fablên wî ji 11 pirtûkan pêk tên û hema bêje li her zimanê cihanê wergera wan hatiye kirin. Wergerên bi tirkî ji aliyê Orhan Veli, Nazim Hikmet û Sabahattin Eyüboğlu ve hatine kirin. Wergerên her sê yan jî min xwendine û ji wan 11 pirtûkan bi qasê 7 pirtûkan min bi menzûm wergerandine kurdî. Di van fablan da tişta zehf bala min kêşendî ev e ku gelek ji van fablan ji berî heta niha di nav çanda kurdan da hebûne. Evê yekê ne niha, hêj em zarok ku me dibistana seretayî dema dixwend, çîroka " Roviyê Dûvbirî" balan min dikêşand. Çimkî bavê min ji me ra her çîroka " Quto quto" digot. Leheng û mijar yek in.
Bê niqaş, çanda kurdî jî ji aliyê fablan ve gelekî dewlemend e. Ji ber ku gelê kurd her rastê êrîş û talanê hatiye, wekî mal û milkê wan, çîrok, stran, gotinên pêşiyan, biwêj û hewd. Bûne sermiyana serdestan.
Çi kesî ji çirok û biwêjên kurdî, her wiha berhemên hindoyan yên mîna Pançatantra, Kelî û Dîmne, Sukasaptatî û Mesnewiya Mewlana Celaleddînê Rumî haya wî heyî, dema berhemên La Fontenî dixwîne, sifta pê dihese ku pirrahiya wan çîrokan ne malê wî ne. Ewî, çîrokên xwe yan rasterast, yan jî li ser heman mijarê navê lehengan guhertiye. Heta hinek çîrok ji biwêjên kurdî zêde bûne. Her wiha gelek çîrok ji Ezopî jî girtine. Dibe ku wî ev kar ji Ezopî girtî be çimkî beriya La Fonten, ewî dest bi karê talanê kirye. Ji ber mijar gelek dirêj e dixwazim bi kurtasî ewil ji kurdî hin mînakan bidim. Çîroka (Legleg û Rovî) di kurdî da "Quling û Rovî" tê zanîn. (Qijik û Rovî), (Bizin, Kehrik û Gur), (Roviyê Dûvbirî), (Gur û Hesp), çend mînak in. Ji biwêjan (Lehî û Çem)ji vê biwêjê zêde bûye "Ne ji ava xuşexuş, ji ya mişemiş bitirse". (Rovî û Tirî) ji vê biwêja " Devê hirçê negiha sêvê got tirş e" zêde bûye.
La Fontenî 18 heb ji Kelîle û Dîmneya Beydaba girtine. (Du Werdek û Kûsel), (Elih, Beq û Mişk) ji Hîtopadeşaya Narayana, (Şêr û Kêrvoşk), (Şêr, Gur û Rovî)
( Berû û Kulindir) û ( Mêrikê Serxeş û Jina wî) jî ji Mesnewiya Mewlana hatine girtin. Mewlana bi xwe jî gelek fabl ji wan kitêbên hindoyan girtine.
Çawa min gotî bi kurtasî çend heb mînak min dan. Bê guman ev berhemên li ser navê La Fontenî di cîhanê da bilav bûyî, sedê heştêyên wan berheman ne yên wî ne. Çi kesî van kitêbên li jor min navê wan dayî wekî çavkanî bigire, bawer dikim min neheq dernaxe.
Nîşe: Ji ber ku fablên wî nivîsîyî jê ra mîrate mane, ew fabl bi kîjan zimanî têne wergerandin li ser navê wî, yanê wek " Çîrokên La Fontaîne" tên wegerandin. Ji ber vê yekê ew 7 pirtûkên wî yê min wergera wan kirî, min jî bi mecbor li ser navê wî wegerandin.

Gotinên miftehî :