1. Tekst

  2. Gotar

  3. Îbrahîm Osman
  4. DI BAWERIYA ÊZDIYAN DE TOK Û XERQE
DI BAWERIYA ÊZDIYAN DE TOK Û XERQE,di,baweriya,êzdiyan,de,tok,û,xerqe

DI BAWERIYA ÊZDIYAN DE TOK Û XERQE

A+ A-

 

Îbrahîm Osman 

Tok û Xerqe di baweriya Êzdiyan de pîroz in û her yek ji wana xwedî girîngiyeke tayîbete. Her Êzdiyek jin/mêr divê di bin libasên xwe de tok li xwe bikin. Tok li xwekirin nîşana Êzdîyatiyê ye û ferzeke olîye.

Lê xerqe cûdaye ji Tok ê. Kesên xerqe li xwe bikin ew dibin feqîr û xizmetkar di rêya olê de û jiyana wan bi giştî di xizmeta olê de derbas dibe

 

Girêvan(tok) Yek ji nîşan an Sembolên Êzidiya yên herî pîroz e. Di gelek Tekist, dia û rîtuelên olî yên Êzidiya de, ew pîrozahiyê hatiye ziman.

 

Tok an binkiras, ji perçek cawê sipî (qumaş) tê dirûst kirin. Girêvan li ser nêvika ji aliyê serî ve bi şêwazekî girover tê vekirin, ew jî divê bi destê xwîşk an dayîkê an jî bi destê xwîşk an birayê axretê were vekirin.

Her wisa her kesekî Êzidî zarok, jin û zilam divê girêvan li berxwe bike. Şêwayê Girover an Felsefa Bazin di baweriya Êzidiya de cihekî xwe yê taybet heye. Ev nîşana dilsoziya bi Tawisî Melek re tê zanîn ji aliyê Êzidiya ve. Dîsa li gor kevneşopiya Êzidiyan, ji bo xwe parastina ji metirsiya ajal û bobelaketên xwezayê, Bazinê Girover li dora xwe çêdikirin. Bi heman awayî di demên berê de, dema ku te çemberk li dora kesekî ji pêsîra Êzî çêbikra, pêwîst bû bi her awayî û li gor her pirsê û daxwazê bi te re rast û dirist be, nabe ku ew kes tu livîn an nêzîkatiyên şaş raber bike, heya ku te çember ne şikand bûya diviya di wê posiyonê de bimaya. Kesê ku çember çêkirî diviya bû ew bi xwe derî veke.

 

 XERQE ÇI YE? Jİ Çİ Û ÇAWA TÊ ÇÊKİRİN?

 

 Xerqe ji liba û hiriya mîhên ku hîn ne zabe tê çêkirin. Destpêkê ev hirî baş tê şûştin, bijûnkirin û paqij kirin. Piştre keçeka ciwan ya ku hîn nezewiciye, bi qasî hewce dike ji bo Xerqe hiriyê bi teşiyê dirêse. Di pêvajoya ku ev keç hiriyê dirêse ji bo Xerqe, divê bi rojî be. Piştî ku xelas kir, wî rîsî dike gilok û dide xwedanê Xerqe. Her wisa xwedanê Xerqe wê giloka rîsî dide Çole an Cola, (Çole an Cole ji wî kesê ku Xerqe çêdike re tê gotin ), her wisa Cole jî pêwîste bi rojî be. Dema ku karê xwe xelas kir careke din dide xwedanê Xerqe.

 

Xwedanê Xerqe ji bo reşkirina Xerqe yan dibe Lalişê bi ava Kehniya Sipî an dibe Kersê bi ava Kehniya Pîraxayê mohir dike. Her wisa pelên dara Zergûzê tîne, Xerqe şevekê di nav ava kelandî û pelên dara Zergûzê de dimîne. Heta ku rengê wî reş dibe. Piştî ku Xerqe hat reşkirin, cwedanê Xerqe wî dibe mal û didirû. Heta ku dirûna wî xelas neke nabe, ji cihê xwe rabe û divê bi rojî be jî.

 

Dema ku Xerqe kevin bibe pêwîste bibin Xezîna Xerqe ya ku li Lalişe ye. Ev Xezîne wek Silavgehekê ye li Lalişê, her weha dema Xerqe ciwan dikin, nabe ava wî bi her cihî de birijînin, divê bi cihek paqij de bê rijandin.

 

 

• KESÊ XERQE Lİ BERXWE BİKE AN HİLGİRÊ DIVÊ VAN MERCAN PÊKBÎNE

 

1- Pêwîste hemû rê û rismên Ola Êzidiya pêkbîne.

2- Divê baweriyake xwe ya kûr bi perinsîbên Olî hebe.

3- Xwedî kesayet, sinc û terbiyeteke başbe û di nav civakê de were pejirandin.

4- Divê dev ji xweşî û levzeta dinyayê berde.

5- Karê ne layiqê pîrozahiya Xerqe be neke û xwe jê dûr bike.

6- Divê Têkist(Qewil), Qesîde û Beytên Olî bizane li gel şirove kirna wan.

7- Temenê wî ji 40 salî ne kêmtir be.

8- Dema ku bixwaze Xerqe ciwan bike, nabe hevjîna wî Xerqe ciwan bike divê keçeke ne zewicî be.

9- Nabe piştî rojava Xerqe ji berxwe bike.

10- Her êvara çarşemê Çira vêxe.

11- Divê bê pişt girêdan ti carî gavek navêje.

12- Nabe heya dawiya temenê xwe Xerqe dayne, lê dema tiştek ne li gor pîvanê civakê bike jê tê girtin.

13- Dema kiras diguhare bi Xerqe ve tê veşartin.

14- Divê bi Miftûl, Kolk û Mihel be, ji ber Miftûl li şûna Girêvane, Kolk xelata Hesin Mamane anjî Tace ji bo Feqîr hatiye.

 

RÊ Û RİSMÊN Lİ BERXWE KİRNA XERQE

 

1- Kesê ku Xerqe li berxwe bike, roja berî ku li berxwe dike divê bi rojî be.

2- Kesê ku nû Xerqe li berxwe dike, divê agahî bide kesekî ku bi Xerqe û herdu wê sê rojan ji bo xwedanê Xerqe bi rojî bin.

3- Birayê wî yê axretê di dema Xerqe li berxwekirnê de amade dibe, ji bo Xerqe li ber wî bikin û piştre Riste, Miftûl û Kolk li ber dikin.

4- Komek Feqîrê ku Xerqe li berxwe dikin, bi rengê du tîman di seknin û Sema digêrin.

5- Xwarina Simatê li kesên amade digerînin.

6- Piştî ku merasîma rê û rismên liberxwekirina Xerqe bi dawî dibe, jin ji bo kêfxweşiyê hil hilandin dikin û bi hol hola merasîmê bi dawî dikin.

16.8.23

Çavkanî: (Ji pirtûka Arif Şingalî)