1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Dagera Rojê, rojî û pîrozbahiyên Kurdan
Dagera Rojê, rojî û pîrozbahiyên Kurdan,dagera,rojê,rojî,û,pîrozbahiyên,kurdan

Dagera Rojê, rojî û pîrozbahiyên Kurdan

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Li ser van rojên pîroz û bi wate du sê gotarên min yên girîng hene. Hûn dikarin di beşa „hemu nivîs“ ya nivîskarên malpera „Amîdakurd“ di bin serenavê „Yelda I.  II. de bibînin û bixwînin. Ezê di vê gotara berdestê we de bi rengê bibîranînan hin agahiyan bidim. Ev meha kanûnê bi naveke din meha diwazdehan di nava çanda me Kurdan de meheke herî taybet, bi wate ye û di baweriya gelê me de roleke bingehîn dilîze. Yên rastiya serdemên cuda û di çanda me de wateya wan nizanibin, Kurdan nasnakin. Di vê meha destpêka zivistanê de roj li kada başûr e, lema rojên kada bakur kurt in, tarî zû dadikeve erdê. 21 ê meha kanûnê jî destpêka dagera rojê ye. Bi gotineke din êdî şev kurt dibin û roj dirêj dibin. Ji ber vê rastiya xwezayê hêvî jî rengê xwe diguhere. Ev hem zanistî û hem jî parekî ji çanda gelê me ye. Divê ev baş bê zanîn ku çanda me li ser bingehên di xwezayê de pêk tên rûniştiye û rengê xwe ji wir digire, Ji okus-fokus û derewên Samiyan yên bê bingeh dûre.

 

Bista em berbi kûrahiya dîrokê ve diçin, dibînin ku guhertinên bingehîn li welatê me pêkhatine. Xwerû di Serdema qeşayê de li Zagrosan û Mezopotamya jor ango li Kurdistanê derfetên jiyanê hebûn, lê li piraniya Ewropa û li bakurê Derya Reş derfetên jiyanê nebûn, lewra her der qeşa bû. Di vî warî de lêkolînên bingehîn ên zanistî hene. Pleantropologên ewropî li ser vî bingehî, hin minarel, riwêk û ajalên tene li vê herêmê henê û navîn wan di hemû zimanên Îndo - Ewropî de rûniştine, weke bingeh girtine û gihîştine wê pîleyê ku zimanê gelên „Îndo – Ewropa /German“ di wê serdema qeşayê de li ser xaka Kurdistanê pêşketiye û ji wir li cihanê belavbûye. Ev lêkolîn di sala 1996 an de di hin kovarên cidî wek „Der Spiegel û Spektrum der Wîsînschaft“ yên Alman de jî hate weşandin. Êdî baş tê zanîn ku „Agir û Roj,“ ji Hîndîstanê bigire hetanê Îrlandayê pîroz e. Minak „dara Noelê, di hin serdeman de dadana agir û findên tên vêxistin, hin ananeyên gelên Arî vê rastiya dîrokî destnîşan dikin.

Di wê pêvajoya Epipaleolitik de herwiha di wê serdema di navbera paleolitîk û Neolitîk de Beşeke çiyayên agirî/Volkan yên li Kurdistanê çalak bûn. Mîna çiyayê Sîpan û Xelatê, çiyayê Nemrût ya li Semsûrê, cih bi cih çiyayê Qerejdaxê wê serdemê carnan çiyayên agirî yên çalak in. Xwerû piştî  vî serdemê parastgehên Girê Mirazan, Newala Çolî, li devera Mêrdînê „Girê Çemka“ (Boncuklu Tarla), her wiha li Zagrosan û gelek deverên Kurdistanê perestgehên gel yên vê rastiyê raberî me dikin, li gel şikeftên dirokî, kavîlên dîrokî yên ji wê serdemê mane, hene.

 

Taybetiya rojên pîroz û rojî girtinê

 

Di nava gelan de bi giranî hêjamar sê (3) heft(7) û 12 (diwazdeh) her wiha hêjmara 40 hêjmarên pîroz in. Li ser van hêjmaran li her welatî û di her baweriyan de şiroveyên cûda cuda hene. Bêgumna divê mirov xwerû li ser vê mijarê raweste. Em li vir tenê ji bo bibîrxistinê çend gotinan bêjin. Ev ji bo mijara me bes e.

Carê hêjmara sê /3 roj rasterast „roj, cihan û heyvê tîne bîra mirov. Di çanda me de „sê telaqên“ bê fitwa jî heye. Di zanyariyê de sitûnê herî qedîn weke sê stûn tên zanîn. Di nava gelê me yê Ezdî û Rêya Heq de mijara „sê roj“ rojîgirtinê, piştê wê jî pîrozkirin, xêr û xêrat dayîn heye. Ti têkiliya vê awa rojiyê bi baweriyên Samî, yan jî gelên din re tine. Têkiliya vê rojiyê rasterast bi rastiya dagera rojê û Şeva Yêlda re heye. Cihan di gera xwe ya li dor rojê de (di nava gel de dagera rojê) bi Şeva Yêlda re meyla xwe ya heyî diguherîne û berê xwe dide Kada bakur. Divê ev bê zanîn, guhertin wisa bi carê ve pêknayê. Cihan hêdî hêdî aliyê kada xwe ya bakur ber bi rojê ve diçerixîne. Bi Şeva Yêlda re gera cihanê ya li dor rojê, sê rojan wekî xwe dimîne, şev û roj jî bê guhertin, dimînin. Piştî sê rojan hê dager dest pê dike, kurt û kurmancî şeva 20, 21, 22, yên meha kanûnê /çile her sê rojên vê navberê wekî hev dirêj in. Roja 23 kanûnê (meha 12.) gera cihanê hêdî hêdî xwe diguherîne, ango dager rojê dest pê dike. Di van her sê rojan de rojî tê girtin. Yanê rojî girtina gelê me jî, li ser bingehekî zanistîya agahiyên li ser tevgera rojê ye.

Hêjmara heft 7 di gelek çandan de rûniştiye. Ji Japonan bigire hetanî diçe digîhîje çermsorên Amêrîqayê ev hêjmar pîroz e. Mînak heft roj, heft gerstêrk, heft reng (keskesor), heft bajarên Sumeran avakiriye, li ba Akadan heft maqûlên cihanê, heft pîrozwerên Japonan, dêwê heftserî, Di mîtolojiya Hîndîyan de heft zanyar, heft notayê muzîkê, heft parzemîn. Çima heft? Hê baş nehatiye zelalkirin. Bes dibe bingehê wê ji hebûna roj, heyv û cihanê hatibe.û û.

Hêjmara çil (40) jî wisa ye. Hem di baweriyan de û hem jî di nava çanda me de rûniştiye. Mînak: Piştê bûyîna zarokekê re 40 roj derbas bû çelê zarokê derdixin. Dayîk jî çilê xwe derdixe. Li ser bingehê vê gelek şiroveyên cûda hene.  Bes ji bo bîranînê ev bes in. Ji ber ku lêkolîna vê mijarê bi serê xwe kedeke kûr û dirêj dixwaze. Em vê jî dizanin di serdema Sumeran de 40 navên xwedawend Enkî hene. Yanê pîrotziya hêjmara 40 jî diçe digîhîje baweriya Sumeran.

 

Şeva 21 kanûnê şeva Yelda

 

Di nava gelên Arî de li gel peyva „Yêlda“ ji vê şevê re „şeva Çile“, destpêka Çile ya pêşîn jî dibêjin. Ev peyv wek „Yelda û Yalda“ jî tê nivîsandin. Bi dîtina min forma rast „Yêlda“ ye. Peyva „Yêlda“ tê wateya dayînê /zayînê, yanê şeva dayînê, şeva bûyînê, şeva ku xwedawendê rojê Mîthra xwe daye /Xwe-da. Hin jî di cihê peyva „Mîthra“ de peyva „ Mihrdad /Mîrdad“ bikartînin. Ev şev li gor salnameya Gregoryanî rastê şeva roja 20 kanûnê bi 21 kanûnê ve girê dide, tê. Di nava anane û kevneşopiyên kevn de du çileyên zivistanê hene. Ya yekem bi vê şeva Yêlda re destpêdike. Yanê çil rojê zivistanê yê yekem, ya din jî li pey wê tê.

 

Ev baweriyeke ji Zerdeştî kevntir, ya dema baweriya Mithraîzmê ye. Di salnameya kevn de vê şevê meha Azar /Attur (agir) yanê meha Mijdarê diqede, meha „Day /dey“ dest pê dike. Peyva „day“ ji lêkera „dayînê“ tê. Ji vê mehê re çileya zivistanê ya yekem jî hatiye gotin. Di vê şeva ku 20an bi 21ê meha kanûnê ve girê dide de, li nîvkada bakur şeva herî dirêj e. Li nîvkada başûr jî şeva herî kurt û roja herî dirêj e. Ji vê şevê û pê ve tevgere gera cihanê xwe diguherîne û li nîvkada bakur şev her diçe kurt û roj ji dirêj dibe. Bi zimanê gel destpêka dagera Rojê ye. Di baweriya gelê Arî ya berê, ango Mithraîzmê de ev roj roja ji durreya gerdûnê xweafirandina xwedawende rojê Mithra Xwe-da ye. Herwiha di baweriya Mîthra de „Başî /çakî ya ku li dij bedbûnê (Xirabiyê) di nava şer de ye, vê şevê bi her awayî bi ser ketiye. Her wiha ronahi jî li dij tarîtiyê.“ Ev serkeftina başiyê wek cejna Arî yan jî Îndo-Arî (Aryanî) jî tê zanîn. Ev têgîhîştin di baweriya Zerdeştiyê de jî rûniştiye.

Ev Anane û baweri bi rengê cûda di nava hemû gelên Arî /Aryen de tê pîrozkirin. Di dema Medan de xwerû di MEHRGEDEHan (Mala rojê) û li dor wê hatiye pîrozkirin. Mixabin ku bi têkçûna Medan re ev anane hatiye ji bîrkirin.

Di nivîsên mixî yên Bestûnê de Darios radigine ku bavê wî di ser gelek Mehrgedehên Medan de girtiye û ew di komkujiyê re derbaskirine. Di dema Xaldiyan /Ûrartûyan de jî hin nişaneyên pîrozkirina vê rojê hene. Mînak li ser keleh û kevnebajarê Girêsora (Bostankaya) Milazgirê perestgeha rojê heye. Li ser wê perestgehê nîşaneyên dagera rojê jî, di forma relyefan de xuya dike. Ev jî tê wê wateyê ku wê serdemê jî, ev roja xeta tarîtî û ronayiyê ji hev diqetîne, bi baweriyeke têr hatiye pîrozkirin. Ji ber ku me li ser xaka xwe serweriyeke serbixwe ava nekiriye. Piraniya rastiyên dîroka me jî di tariyê de mane.

 

Li ba Kurdên Êzdî „Cejna Êzî“

 

Li ba Kurdên Êzdî „Şeva Yêlda“ rengeke din wergirtiye. Dibe ku bi vî awayî rengê herî kevn jî hatibe parastin. Ev Cejna Mîthra di bin navê sê cejnan de tê pîrozkirin. Yek Cejna Şêşims, navê rojê û Xwedayê rojê ye. Ev nav di zimanê Huriyan de Şîlîg, Sîm /îm, bi Xaldî (Urartu) Şîlîg, li ba Sûmeran Şims /Şa /zalag, Akadi „Şamaş“ roj û navê xwedayê rojê ye. Ya duduyan „Cejna Xwidan“ e, ev têgîn xwedanê du wateyî ye; yek navê Xwedê, yek jî di wateya xwedî li rastiyên xwe derketinê de ye. Cejna sisyan û a dawîyê jî, bi navê cejna „Ezî“ tê pîrozkirin. Cejna Êzî cejna xwedayê rojê ye, ango cejna Mithra ye. Ji ber ku Xweda ev cihan diyariyê me kiriye, bi awayî spasî piştî sê roj rojiyê tê pîrozkirin. Her wiha tê bawerkirin ku Xwedê berê cihan rip û rût afirandiye, Di meha Newrozê de jiyan afirandiye. roja Çarşemiya Sor afirandin temamkiriye. Her sal ji ber rojên salan, yan jî sala zêdekê rojên pîrozkirinê cudane, Cejna Êzî bi giranî di navbera 16 – 21 meha Kanûnê de li cihê navê „Yêlda“ di bin navê „Êzî“ de tê pîrozkirin. Dema mirov wateya şeva Yêlda û cejna Êzî û her wiha cejna „Xawenkariya“ Yarsaniyan dirûberîne, dibîne ku hersê jî, di heman wateyî de ne. Yanê tê de dagera rojê, afirandina cihanê û sipasdarî heye. Wê rojê ji şîraniyan bigire hetanî xwarinên cûda çerez û hinaran her tişt tê pêşkêş kirin.

 

Gaxend, Kalê Gaxendê

Li Dêrsimê, yanê ji Kocgîri bigire hetanê Gimgim û Xinûsê jî, vê rojê rengek cûda wergirtiye û di bin serenavê „Gaxendê“ de tê pîrozkirin. Di naveroka wê de serketina başiye ya li dij xirabîyê, yan jî serketina ronahiyê ya li dij tarîtiye, ango dagera rojê û destpêkek nû heye. Her çendî di vir de rola hinarê nemabe jî, bi heman mabestê tê pîrozkirin. (Dibe ji ber ku mêweya hinarê, ne mêweyeke vê herêmê ye, lema wateya xwe wendakiribe.) Lê geşt heye, şîranî heye, pîrozkirin heye, têkçûyîna xirabiyê û serketina başiyê, her wiha destpêkek nû heye.

 

Qirdik, Kalo – Pîrê, Kosegelî

Di nava Kurdên misliman de jî ev „Şeva Yêlda“ di bin navên „Qirdik, Kalo-Pîrê, Kosegelî, Bûka Baranê“ de tê pîrozkirin. Ango ji wateya xwe ya bingehîn ti tiştekî wenda nekiriye, bes hinek rengê pîrozkirinê guheriye. Di naveroka wê de jî serketina ronahiyê li dij tarîtiyê heye. Pîrozbahiya vê roje, roja 20 meha kanûnê, ango destpêka çileya yekem dest pê dike hetanî nîve meha çile, anagorî salnameya Gregoryan nîvê meha yekem didome. Di vir de jî qewitandina xirabiyê, demên tarîtiyê, vegera başiyê û Rojê bingeh tê girtin. Her wiha ji bo vê rojê geşt tê dayîn, ciwan li hev kom dibin, li gel xwarinê bi şahiyekê vê rojê pîroz dikin. Demên berê, mînak; di salên şêstî de mezinên gund jî tevê vê pîrozbahiyê dibûn. 

 

 Noel /Weihnachten

Noel (Cristmas / Weihnachten) a gelê xiristiyan jî bi vê şeva „Yêlda“ re têkildar e. Hemû Lêkolînerên Ewropî û welatên xiristiyanan dizanin ku Îsa ne di 24 Kanûnê de, li destpêka payîzê hatiye dunê. Lewre di hemû belgeyan de tê ragihandin ku yek; pez hê li çolê bûne. Ya dudyan hersê pîrozwerên ku ji welatê Partan (Kurd) hatine, xwe li stêrka sibehê girtine û wisa hatine. Stêrka sibê gerstêrka Venûsê ye, ew salê du caran xuya dike, yek di meha Adar û Nîsanê de, yek jî dawiya meha heştan û meha nehan ango Îlon (rezber) de xuya dike. Li gel vê baş tê zanîn ku Romayiyan jî diyardeya dagera rojê pîrozkirine û ev roj wek roja rojbûna xwedawend „Saturun“ hatiye pejirandin. Li ba gelên xiristiyan berê di nava Bîzansan de hatiye pîrozkirin, dû re derbasê Romayê bûye. Û li Ewropê belav bûye. Bîsta mirov li ser înternetê lê bigere vê rastiyê dibîne, lema pêdivî bi belgeyan tine. Dîsa jî min lînka vê mijarê zelal dike li jêr daye.

Nikolaus yan jî kalê Noelê keşeyeke Pamfîlyan e û ji Milatê (Muxla) ye. Berê li parêzgeha Mugla, Antalya, Rodosê hetanî dihat digîhîşt Denizliyê gelê pamfîlî dijiya, beşeke wan di nava Grêkan de, beşek jî di nava Tirkan de heliyan û têkçûn. Tê gotin ku zimanê vî geli nêzikê zimanê Lîdiyan bûye. Keşeyê bi navê Nîkolaus keşeyeke gelê Pamfîlî bû ye. Nikolaus di dema xwe de komeke çekdar ava kiriye, bi alikariya wan keştiyên dewlemendan şêlandiye, li belengaz û zarokan belav kiriye. Di pêvajoya salan de vî rengê kalê Noelê girtiye. Dara Noelê ji baweriya Alman ya kevn hatiye. Wan jî wekî Kurdan agir pîroz diditin.

 

 

Çavkanî:

Gotarên min ên lêkolînî

Gotarên di malpera Amîdakurd de di bin navê Yelda I. Yelda II. de hatine weşandin.

Çavkaniyên li ser cejn û rojiyên gelê me yên Êzdî.