Dara Bi Tenê,dara,bi,tenê

Dara Bi Tenê

A+ A-

 

Hasbey Koksal

Li ser tûmê qontara Çiyayê Sawe, bi serê xwe darek hebû. Dara şeqoqê. Dara emirdirêj. Ti kesîyan nedizanîya çend salî bû. Kal û pîran digot em xwe dizanin nizanin ew dara pîroz û emirdirêj li wê derê ye.  Pişta xwe dabû çîyayê bêdar û heşmetdar,  kî jî kê heşmetdar bû xuya nedikir.

Tenê, di cihê xwe da ne liv, her tim di eynî dîmen da, li eynî dîmen temaşekirin, xuyangîya bêzarîyê bide jî; ew xuyangîya bêzariyê, şaşfama me bû. Di çerxa jiyîna xwe yên xwezayî da, jiyanekî bêhempa dijîya û vêdîşêrîya dara tenê. Hemû candar û bûyerên şirûstê, rêheval û jînhevalên wê bûn.  

Di dema biharê da bi çîçek û hêşînayiyê pêşwazîya têyr û tilûr, mêş û mozan dikir. Sîngê xwe ji firindeyan ra dikire ban û mal. Dibû zozan û stargeha candaran. Di her kovik û gulîyekê wê da hêlînek, di her hêlînê da malbatek şa û hêvîdar, wek bişkok û peldayîna gulîya dara şeqoqê,  zarokên xwe bi per û pûrt dikirin. Dengê ba û xişinîya pelan, dibû lorîna çêlikan, dibû lorîna têjikan.   

Dem di gulîyan da, gulî di deman da vediguharîya reng û rengan. Rengê çar werzan dineqişand rûyê zeman. Dibû fêkî, dibû pel, dibû tov diweşand hembêza axa germ. Di tîr tava tîrmehê da dibû mexelgeha ajalên çiyayên bi heybet, nêçîrgeha dirindeyan. Zagona sirûştê bû nêçîr û nêçîrvantî, êriş û parastin, mirin û jiyîn. Hebûn û tinebûn li ser çi esasê dimeşe, dizanîya dara şeqoqê. Çend caran li ser vî tûmê bin lingê lûtkeya çiyayê li ezman, ber bi xezeba hêrsa berf û bahozan ketibû. Bask lê firîyabû. Ne ji berfê, ne ji bahozê xeyidî. Birîna xwe, bi ava berfê, bi hênikîya bayê sax kir. Di cihê şikî da aj da, xwe nûjen kir. Wek dayika dilşewat, ti carî rondikên çavên xwe nîşanî ti kesîyan neda. Kêfxweşîyên xwe bi herkesî ra parvekir, xem û jana xwe avite nav dilê xwe. 

Li ser herdê me, her çiya bi evînekê tê nasîn. Çîroka xwe di kilaman da dilorîne. Li ser herdê me, her dara bi salmend, pîrozgeh e di qewlê bawerîyê da. Di girêkên bendik û paçên gulîyan da, miraz û niyaz vêşartî ye. Hersal, salê da carekê, bi piranî piştî havînê, di demsala payîzê da şênîyên derdora Çiyayê Sawe yê dihatin, li bin sîya dara tenê û emirdirêj da dicivîyan; bi agirê find û mûman, rihên xwe di sema û qewlan da dişûştin. Mirazên xwe, bi bendikên heftreng, di gulîyên dara şeqoqa pîroz ve girêdidan û diçûn. Ew însanên ku  bi zimanê xwezayê dizanîyan, neman! Çûn li berbajaran hêwirîyan, di qirecira bajaran da zimanê xwezayê ji bîrkirin helîyan û winda bûn. Ji wan rojan, li ser kevirên ocax û qelşên latan da tenîya agir û mûman, li ser çiqilên dara bi tenê da hinek paçên rengavitî man. Dara kal û pîr, wek rêça dîroka xwe li wan “mayîyan” xwedîdar, jiyan di jiyîna xwe da dijîyand.

Mirin hêsan e. Jiyîn ji mirinê hêsantir e. Tek ku armanca jiyînê bê famkirin. Dareke kûvî bû, dareke nekedî, dareke bi tenê, bi serê xwe…  Dara şeqoqa temendirêj, sirra heyetê ji zû ve kifş kiribû. Hemû teyr û tilûr, mar û mûr, mêş û mozelek, ajal û sewal, Çiyayê Sawe ya pîroz,  tûmê gewr û ba û baran, herd û ezman dizaniyan ku ew dara bi tenê zaneya îlm û îrfana xwezayê ye.  

Qet tiştek, wek xuyangîya xwe nîn e…


Gotinên miftehî :