Dayî û Teyze,dayî,û,teyze

Dayî û Teyze

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ

Du peyvên xas kurdî...

Ev herdu peyvên navê xizman, yanê „dayi û teyze“ ne peyvên zimanê tirkî ne! Ti têkiliya wan bi zimanê tirkî û wê malbatê re tine. Ew ji zimanê Aryanî yanê ji kurdî yan jî ji zaravayeke zimanê Arî derbasê zimanê tirkî bûne û di pêvajoya salan de weke peyvên wan be, di zimanê wan de rûniştine, rastîya van peyvan ev e. Em niha jî van gotinan yek bi yek vekin:

 

DAYI

 

Em berê li çiv û lihevanênên qaşo etîmolog û zimanzanê Tirkan binêrin, ka  li ser vê çi sitranên bê bingeh li hev anîne!.. Dema em li etîmologên tirkan binêrin, ew hespê dibin bi dêlya mişk ve girêdidin û dikin mişk, mişk jî dikin hesp. Mêrikan bi awayekî wisa canbazî li hev tînin, ji nav wan lihevanînan derketin gelek dijwar dibe. Ne tenê dijwar dibe, her wiha hewl didin wê peyva ku ji zimanekî biyanî wergirtine, bi qulpekî ve girê didin û wî qulpî bi derewên bêbinî, „okusfokusa“ canbaziyan bi rengekî wisa pêşkêş dikin, ji nav derketin hünereke mezin dixwaze. Tenê bi wê jî namînin, ji bo derwên xwe bawerkirindayînê jî, bi gotinên qaşo zanyarîya etîmolojîk wisa têklihev dikin, li gel wê di hin berhemên qaşo etîmolojîk de didin bi cihkirin, hîç nayê bîr û aqilan. Yanê bi wan dixapînin û xwerû bi koteka dewletê didin bawerkirin.

Lê rastî tişteke din e. Etîmolojî ti car bi rik û şibandinê, yan jî bi reng, li ser hin deng û tîpan lîstinê ve nabe. Cihana etîmolojiyê zanyariyeke dilzîzîya daneyan dixwaze. Di navbera zimanan de peyvên bi heman herfî tên nivîsandin, nayê wê wateyê ku ji heman bingehî ne, ew di warê wateyê de carnan bi tevahî zidê hev derdikevin. Lê lihevanînên wan bi rêya koteka dewleta nijadperest û ji norman der tê pejirandindayîn. Etîmologên wan mîna gelek peyvan vê peyva „dayi“ jî dibin bi qulpeke peyva „Taga / tağa“ ve girê didin. Eger em bi vê mantiqê etimologên tirkan li rîçal û bingehên peyvan mêzebikin, divê em peyvên weke peyvên „tante  û tag“ yên almanî ku bingehên wan tên zanîn jî, bi zimanê wan ve girêbidin. Ev dibe girêdaneke ji zanîstî û her cûre têgîhîştina etîmolojîk dûr.  Ev awa nêzîkatî tenê û tenê bi rengê „hokusfokusa“ canbaziya etîmologên wan dibe. Mînakek balkêş. Bi almanî „tag“ (roj) û „taga“ wan bi heman tîpan tên nivîsandin. Niha em rabin û bêjin; „ev heman peyv in“ dibe? Na! Lê li ba wan dibe, ji ber ku derewên wan bi zengil in.

Anegorî etîmologên wan: peyva „dayî“ bi ûygurî û kırgızca „taa,“ Özbekî „tàğa,“ li ba Mehmudê Kaşgarî „tagay“ye. Niha çi têkilya etîmolojîk ya van peyvan bi peyva „dayi“ re hene? „Tîpa d û t?“ bişibin hev û gelek caran cih jî biguherin, di warî zanistî de ti bingeheke wê tine. Jiwê mirov dikare bêje; ev tenê û tenê lihevanîneke xapandinê ye. Etîmologên wan wisa dinivîsînin: „Öyle sanıyorum, Eski Türkçedeki „tay“ kök sözü anne tarafından akrabalığı belirten bir sözcüktür.“  Kurdiya wê: „Ez wer zendikim ku ev „tay“ xizmake ji aliyê dayîkê ye!“ „ZENDIKE!“ tewlo dilo!.. Ev peyva „Tay“ di tirkîya îro de „kurik /canuya hespê ye! Bibexşînin ma ev „dayî“ kurik /canuya hespê ye? Hesp xizmê dayîkê ye? Xizmeke dayîkê çawa dikare ji peyva „kurikê“ were afirandin? Yanê kurik mezinbûye û bûye dayî? „Hey tu! Devê xwe bigire!.. „Qomutan söyledî!...“

 

Di zimanê Aryanî de

 

Di hemû ziman û zaravayên Arî /Aryanî de bingehê vê peyva „dayî“ heye û tikiliya vê peyvê rasterast bi dayîkê re têkildar e, yanî dayîk, dayîn, dad, dadik, dadar û ev peyva „dayî“ jî bi van peyvan re hemwate ye û ji vê malbatê ye. Ev peyvana hemû li ser bingehê heman kîteya etîmolojîk rûdinin û rasterast bi dayîkê re têkildar in. Bê etîmologên tirkan û koteka dewleta wan ti kes nikare, vê rastiya van peyvan veşêre.

 

Em li zarava û zimanên Arî /Aryanî binêrin:

 

Avesta = daenû (dayîk /jin), farsî = dadû (jina li zaroka dinêre, dadê), Kurdî / Belucî= dayê /dayîn, darî /afganî =dayî,  osetî= dayun,

Dîsa baş tê zanîn ku di zimanê arî de (kurdî, farsî, darî, zoxdî de) peyva „dadar“ heye û ev di wateye, „bira“ de ye.

Her kes vê peyvê ji navê hunermendê hîja „Mustafa Dadar“ dizane.

Di yunanî de = dada, ndande /Theios (deyos)

bi Rûsî =dyadya (xalo dayî)

Sankristî = Daya /dhayetu

Dema em peyvên ji van peyvan afirîne jî lê zêde bikin, diçe digîhîje, bîst sîh peyvî. Ev rastî nikare bi derewan were veşartin. Hew!...

 

Yanê mirov li kîjan zarava û zimanên Îndo – Arî binêre bingehê vê peyvê dibîne. Yên hewl didin ku vê peyvê getürkt bikin jî, baş dizanin ku bi lihevanîn, yan jî xapandinê karê etîmolojîk nabe, lew re di zimanê wan de ti bingeheke vê peyvê tine.

 

Di zimanê kurdî de bi alîkarîya tîpa „î“ xizmtî û tekliya bi hev re, aidiyetê tê destnîşan kirin.

Mînak: Bav = bavî, bavtî yanê tiştên bi bav re têkildar, aliyê bavê.

Dayîk, dayîkî > dayî; yanê kesê bi dayê re têkildar, xizmê dayê.

Bi gotineke kurt peyva „dayî“ ne tirkî bi kurdî ye û tê wateya „birayê dayîkê.“

Em dizanin ku peyvên „xal û xale“ di erebî de jî hene. Besî rewşenbîrên Kurd yên zanîngehên ereban xwendine, dibêjin, bingehê peyvên „xal û xaltî“ di zimanê erebî de tinene. Yanê ne peyvên erebî ne. Dibe akadî, yan jî sûmerî be, her wiha mümküne ku ew peyv bi hûrîkî û mîtanî jî bin. Bes ev peyvên „xal û xaltî“ êdî malê zimanê me ne û cihê peyva „dayî û dayîza/teyze“ girtine, di pêvajoya demên dirêj de „dayî û dayêza“ ku di hin devokên kurdî de hebûne, hatine ji bîrkirin. Rastî ev e. Divê em van peyvên xwe jî, bi belgeh û îspat ji destên tirkan derxin, cardin bigirin, her wiha em dikarin peyvên „xal û xaltî“ jî wek peyvên xwe yên xas bikarbînin.

Bikaranîn:

„Dayiyê min> Dayê >  Dayî /Teyo

 

 

 

Teyze

 

„Teyze“; di rastiyê de pir zelal e ku ev peyveke zimanê kurdî ye. Lê piştî ku me peyvên li mezopotamya tên bikaranîn yanê „xal û xaltî“ wergirt, me weke peyva „dayî“ ev peyva „dayêza (teyze)“ ya xwe jî, bi awayekî ji Tirkan re dîyarî hîşt. Di rastiyê de bingeh yan jî bi zimanê zanistî etîmolojiya vê peyvê gelek zelal e, ti perde û veşartin li pêş wî tine. Ji ber vê rastiya wê, ezê tenê bi kurtahî, yanê bi çend daneyên dîrokî û mînakan bingehê wê zelal bikim.

Anegorî „Kitāb-ül-idrāk li-lisān-il-etrāk“ rastiya vê peyvê „DAYIZA - dayêza“ ye. Belê ev form ne biyaniye me ye, pir aşîkar û zelal e. Dema em li peyvên her kes dizane binêrin, vê peyvê jî bi wan re birûberînin, dikarin vê rastiyê bi zelalî bibînin.

Mînak:

Biraza dibe „birazî“, xwehêza jî >xwarzî

Li ser rastiya vê bingehî;

Dayêza jî dibe tayze. „Dayêza (tayze) nerm dibe û dibe >Teyze (ji bîrnekin me ji pîrika xwe re jî digot; „Dayê /Yadê“) Ji ber rastiya bingehê wê yê etîmolojîk ev peyva qedîm „teyze“ peyveke xas û xas kurdî ye. Divê her çendî êdî peyva „xaltî“ bûbe malê zimanê me, heta ji wê peyvên mîna „pisxaltî, dotxaltî“ jî afirîbe, em berê vê peyva xas kurdî „Dayêza (teyze)“ ji destê dagirkerên diz û dekbaz rizgar bikin û teqez di zimanê xwe de bikarbînin, di cihê ku em peyvekê ji bo wan li cih bihêlin, divê em gunehê xwe jî, diyariyê wan nekin. Heta etîmolgên tirk jî ev rastiya dîtine, lê ji ber ku di cihana wan de Kurd û kurdî tine, rastiyê bibînin jî nabêjin.

 Etîmologên Tirk li ser bingehê peyva „teyze“ zimanê xwe daqulandine û metal mane. Lema ji hemû etîmologên tirk wiha dinivîsînin:

„Ji peyvên bingehên wan ên etîmolojîk tarî ye, yek jî xweha dayîkê /eta dayîkê yanî peyva „teyze“ ye. (li malpera zianîngehên wan „Dergî Parkê“ binêrin) ev peyva „teyze tenê di tirkiya Türkiyê de heye. Bi rastî jî, di zimanên tirkî yê asyayê de ti peyv û kîteyeke bikare bibe bingehê etîmolojîk ya vê peyvê tine. (çavkanî: ji sîteya zanîngehê tirk; Dergî Park)“

Careke din:

Bira > biraza >birazî

Xweh > Xwehêza > xwarzî

Dayê (pirik) > Dayêza > teyze

 

Rastiya peyvê ev e. Lê ez dizanim hin pirzan û xwebaqilên me wê ji bo ku bikarin karê etîmolog û zimanzanên tirkan hêsan bikin wê li dij vê rastiyê derkevin. Ji ber ku xaltiya bingeh erebî bi wan xweş tê (erebî pîroz e ha!.. E ziman miroven dibe cenneta li çolistana kelmêş, kurm û kêzikan..).

Ew û yên karên wan hêsan dikin, di hewa re jî bifirin, rastî tişteke din e.

T  E  Y  Z  E peyveke xas kurdî ye, wê bikarbînin!.. Hew!

Dayiza min > Dayza min> dayze > teyze...

 

 

Têbiniyeke girîng

 

Rastiya navên mîrîtiyên nijadkurd  yên li Anatolyayê:

 

Min di gotara berê vê ya bi navê „ oglu“ ne tirkî ye“ de ku di malpera Amîdakurd de hatiye weşandin de ev mijara wan mîrîtiyan vekiribû, bes pedivê bi kûrahiyeke rastiya navên wan hebû, ji wê ez hineke din li ser navên wan mîrîtîyan rawestiyam û gihîştim vê encamê ku serkarên Tirk bi têgîhîştinên xwe yên nijadperest navên mîrîtîyên li Anatolya guherîne û wiha ragihandine:

"Germiyanoglu, Saruhanoglu, dulkadiogrlu, Menteşeoglu, Candaroglu û û û "

Lê ev lihevanîna tirkan e, wan xwastin ku bi van navên mîrîtîyan Anatolyayê weke cih û warê Tirkan nîşanbidin, lema jî piştî damezrandina komara Tirk navê wan mîrîtîyan bi vî awayî hatiye bikaranîn. Lê baş tê zanîn ku di serdemên berê wê de ev awa navana li ti derê tinene. Navên mîrîtîyên li Anatolya di rastiyê de ne wiha ne, wê çaxê ti kesî peyva „oglu“ ya rûman bikarnedianî, di cihê wê de paşgîna „lu“  ya kevn bikardianîn, yanê rastiya wan wiha ye:

Germiyanlu, Sarûhanlu, Dulkadîrlu, Menteşelu. ne?

 

çima?

1- Lewra hê wê serdemê jî paşgîna "lu" ya ji Sumeran mayî û ji bo mîrîtîyan dihat bikaranîn serdest bû. Mînak: Beranlu, Selçûklu, Artûklu û û

„Lu“ di serdema Sumaren de ne tenê di wateya „mêr“ de ye, gelek caran ji bo mîrîtî û serweran jî, dihat bikaranîn mîna: Lûgallu“ Mêrê gernas , serwerê genas

2- Ji bo navên Karakoyun û Akkuyunlar (ev peyvên gitirkkirî tenê û tenê lihevanîna Tirkan e, cumhuriyet dönemî tirk uydurmasyonu dur) yê orjîn "Beranlû û Pezkelanlu" ne (li xebata Şoreş Reşî. Binêrin.)

Min di gotara berê de ragihandibû ku peyva "oglu" ne tirkî bi rûmî ye. Belê anegorî hemû daneyên berdest rastî ew e. Bi giranî piştî damezirandina komarê hatiye bikaranîn.

Wêçaxê em careke din bêjin; rastiya navên wan mîrîtîyên Kurd divê wiha bin:

"Germiyanlu, Sarûhanlu, Dulkadirlu, Menteşelu

 

Hin Çavkanî:

 

Xebat û lêkolînên min yên bi salan

Têbiniyên min di ferhenga xwe de weke not danîne.

„Kitāb-ül-idrāk li-lisān-il-etrāk“

https://aksozluk.org/dayi

https://aksozluk.org/dadi

https://dergipark.org.tr/tr/download/article-file/500308

https://www.amidakurd.net/ku/

Min li hin çavkaniyên din jî nêrîn li ji bo reklama wan nişadperestên wek Nîşanyan nebe, min ew wek çavkanî nenivîsîn.

Şoreş Reşî „Akkoyunlar û Karakuyunlar Yenî ozgur polîtîka

aksozluk.org


Gotinên miftehî :