1. Tekst

  2. Helbest

  3. Mahabad Felat
  4. Demên kaotîk û rola rewşenbîriyê
Demên kaotîk û rola rewşenbîriyê,demên,kaotîk,û,rola,rewşenbîriyê

Demên kaotîk û rola rewşenbîriyê

A+ A-

Mahabad Felat

Bi taybet jî demên şer, demên kaotîk in, lewre şer bixwe kaos e ku bandora xwe li ser her aliyê jiyanê, xwezayê û pêşkeftin û pêvajoya wan a xwezayî dike. Ji bilî şer jî demên kaotîk dibin, lê sedem çi dibe bila bibe, kaos bi xwe re şer, birçîtî, wêranî û malxirabiyê tînin û îroj him welatê me û him jî cîhana me di nav kaoseka mezin de ye, dikare hîn xerabtir jî bibe. Loma ku rola rewşenbîriyê di demên wiha de pir bêtir derdikeve pêş, grîng û bi wate ye.

Rewşenbîr, xwedî bîr, raman, daxwaz û armancên zelal in. Ewqasî zelal in ku, jiyana xwe jî li gor wê zelaliyê dihonin, teşe didinê. Ji bo vê bedêl pêwîst bike, ji wê bedêla ku çi dibe bila bibe jî narevin, sîng vedigirin, li ber xwe didin, têdikoşin.
Rewşenbîr, bi van aliyên xwe ve, dibine wêneyeke zelal li pêşiya civaka xwe. Hişmendî û ramanên civakî bi dîtin û nêrîna van wêneyan bi pêş dikeve û ev, di nav civakê de daxwaza guherîn û pêşkeftinê diafirîne. Rewşenbîr bi vî rengî jî dibe ronahiya li pêşiya rêya pêşkeftina jiyana gel û civakê.

Rewşenbîr, bi hişmendî, raman, gotin, helwest û rawestana xwe, pêşengiya gel û civakê dike. Ji bo vê caran berdêlên pir giran jî dide, heta can dide ku mînakên vê di civaka me de pir in. Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan, Delîl Dogan, Kemal Pîr, Ferhat Kirtay, Saît Kirmizitoprak (Dr. Şivan), Saît Elçî, Ferîd Uzun, Necmettîn Buyukkaya û bi sedan pêşeng û rewşenbîrên mîna wan mînak in ji bo vê rastiyê.

Wekî hemû têgîn û rastiyên jiyanê û rastiyên me yên civakî, ev têgîna rewşenbîriyê jî dîsa ji aliyê dagirkerên welatê me ve ji mêj ve hatiye serûbinkirin, çelexwarîkirin, pîçkirin. Ewçendî çelexwarî kirin ku, di destpêkê de jî xwendekarên kurd ên li zanîngehan, pêşketinê di jixwebidûrketinê de didîtin. Wan xwe bi ziman, jîyan û derfetên ku dagirkeriyê pêşkêşî wan dikir ve digirtin û pê şa û serbilind dibûn. Ev jî têre nedikir, diçûn bajarên xwe, pozê xwe li civaka di nav de mezin bûne bilind dikirin, bi vî rengî jî ji civakê re digotin ”Em ji we çêtir in Hûn jî dixwazin bi pêş bikevin, wekî me bikin, ango ji xwe û rastiya xwe bi dûr bikevin, xwe bi dagirkeriyê ve bigirin”. Daxwaz û armanca dagirkeran jixwe her ev bû. Armanc, bi vî rengî desteserkirin, kor, pûç û pîçkirina civaka kurd bû. Heya ciyekê bi ser jî ketin.

Ciwanek li zanîngehê, pênc ciwanên ji zanîngehê li dora xwe kom kir û li ser çarenûsa gelê xwe xwest bibe xwedî rol. Mirovek bû, lê xwedî raman, xiyal û armanc bû û xwe bi wan ve kilît kiribû. Bingeha  pîvanên rewşenbîriya resen a kurd jî, wê rojê hate avêtin. Beriya wê jî hebû bê guman, lê ew wêrekiya rewşenbîriya resen a bi temamî xwe ji dagirkeriyê qûtkirin, bi pêş neket, loma daxwaz jî bi sînor diman û ev daxwaz ji dagirkeran dihatine kirin. Di salên 1970yî de Tevgera Doktor Şivan vê zincîrê şikand, lê ew jî bi komployekê hate têkbirin. Hêjayî gotinê ye ku Dr. Şivan, yek ji sembola resen a rewşenbîriya kurd bû û di vî warî de pêşengî jî kir, lê mixabin ku ev yek li dijî komployên dagirkeran û xiyanetkaran, têre nekir.

Ji ber tezebûna bûyera li Parîsê, ez ê ji rewşenbîrê fransî ."Jean-Paul Charles Aymard Sartre (1905 - 1980) mînak bidim.
Di sala 1954an de Cezayîrê li dijî dagirkeriya Fransayê serî hil da. Fransa pir tund bersiva vê serîhildanê da û gelek xwîn rijiya. Sartre, wekî rewşenbîrekî fransî, li dijî dagirkeriya Fransayê û vî şerî derdiket. Sartre ji bo vê jî, belavokên şermezarkirina vê dagirkeriyê belav dikir û li kolanên Parîsê pêşengiya xwepêşandanan dikir.

Di rojeke weha de, endamên payebilind ên hukûmetê pêşniyazek birin ji Serokkomarê Fransayê Charles André Joseph Marie de Gaulle (1890 - 1970) re û daxwaz jê kirin ku Sartre û hevalên wî, bigirin û wan bitirsînin. De Gaulle ev pêşniyaz red kir û ji wan re got: "Sartre Fransa ye." Ango got, "Cezakirina Sartre cezakirina Fransayê ye, bi hişê xwe ve werin".

Çima ev mînak?
Lewre dema rewşenbîr rola xwe bilîze, dikare li dijî hêza rêveberiya xwe jî raweste û li ser wê hêzê û pêre jî li ser guherîn û pêşkeftinê bibe xwedî rol û bandor.
Lewre rastî hêza herî mezin e û rewşenbîrê resen berdevk, fedaî, şervan û milîtanê rastiyan e, loma jî xwedî hêza herî mezin e.
Lewre ji bo bikaranîna vê hêza mezin jî, wêrekiyeke mezin dive û rewşenbîriya resen wêrek e jî.

Li hember şaşiyên rêveberiyê serî pêlkirin, li heman têlê dayîn ne rewşenbîrî lê di zimanê siyasetê bixwe de jî, qeşmerî ye. Rêveberiya pêdivî bi qeşmeran bibîne bixwe jî, di nav şaşiyan de ye ku loma pêdivî bi qeşmeran dibîne. Lewre rol û armanca qeşmeran ne hêjayî gotinê ye, diyar e jixwe.

Lê hêjayî gotinê ye ku îroj bi taybet li ser medyaya civakî hejmar bi sînor be jî rewşenbîrên xwedî bîr û boçûn û ramanên zelal hene û xwedî rol in. Ev rol îroj ne xwedî bandoreka ku mirov hêvî dike be jî, bi pêş dikeve û ev hêviyeka mezin e ji bo gel û civaka kurd.

Ez dîsa werim ser bûyerên li Fransayê:
Bi taybet di demên kaotîk de dijmin hemû hêz, zanîn derfet û hevkarên xwe dike dewrê, ji bo wê kaosê ji bo xwe bike hinceta serkeftinê ango gihiştina armanca xwe. Lewre jixwe xwedî û afirînerê wê kaosê dijmin û dagirker bixwe ne. Loma jî armanc diyar û pir zelal e. Niha nedîtin û şaşnirxandina vê rastiyê korî û gêjî ye, an jî niyeta xerab e. Ji bo niyetên xerab tiştekî nabêjim, ew diyar in, lê dema mirov kor û bi ser de jî gêj be, tişta dê bikaribe rû bide diyar e jixwe. Kor û gêj nikarin ziyanê bidine dijminên xwe û rê li ber kaosa wan bigirin û jê derbe nexwin. Teqez dê bilitimin û xwe li gelek deveran bidin, heya di nav xwîn û birînan de dimînin.

Tişta li Parîsê rû da ev bû, ango xwestin ev be û heya ciyekê jî bi ser ketin, lê daxuyaniyên ji her du aliyan ve û helwesta dawî, rê li ber vê kambaxiyê bi derengî be jî girt. Bi tenê tewanbarkirina Tevgera Azadiyê jî û bi tenê tewanbarkirina helwesta polîs û rêveberên Parîsê jî bi serê xwe rastiya tazî nine. Loma helwestên di vê çarçoveyê de xwe didine der jî ne objektîf û ne çêker in.

Gotina dawîn derbarê çepên tirk ên “dostên” tevgerê de:
Tu tiştekî zêde nabêjim, tenê, hay ji wan hebin! Yên berê me ber bi kendalan ve diguherin ew in. Mêjiyê wan, mêjiyê salên 70yî ye û di destê xwediyên wan salan de ye ku îroj li ser tunekirina me dilîzin. Çend fedakarên di ber gelê kurd de xwe gorî kirine vê rastiyê naguherin.

2022/12/25