Derewa mezin,derewa,mezin

Derewa mezin

Dagirkeran hin derewên bi terî yên wekî “Rîçalê Kurdan ne zelal e!

A+ A-

Dagirkeran hin derewên bi terî yên wekî “Rîçalê Kurdan ne zelal e! Ji tevlihevbûneke ne zelal pêkhatiye! Bav û kalên wan tişt li pey xwe nehîştine! Medan ti nivîs bikarneanîne! Kavîlên çand û Avahiyên wan jî tine! Tiştên di dema Medan û destpêka împaratoriya Persan de hatine nivîsandin, tev bi Persiya kevn e!” Bi me baş dane ezberkirin û di bin hişê me de mix kirine. Qaşo ramanwer û zanayên me yên ku bi destên dagirkeran hatine perwerdekirin jî, em di vî warî de hê kortir kirine. Farisa û evîndarên Farisan hertişt kirine farisî û malê Farisan. Tirkan em kirine çavtelişî û bi Alper Tunga ve girêdane. Kurdên misliman jî em bi Îslama Ereb a bi hezaran salan li pey me derketine ser dîka dîrokê, gelek tişt ji me dizîne û firotine me ve girêdinin. Yanê em êdî ne em, em bûne ew kes û civaka ku dijmin dixwaze.

Li welatê me li pey Hûrî û Mîtaniyan, Xaltan (Urartuyan) kelah avakirine û li ser wan kelahan nivîs nivîsîne. Heta 50 km qanal lêxistine û av anîne Wanê. Nivîsên mixî bikaranîne. Tunêla bin qesran cara yekem di dema Medan de tê kolan. Ji nav kavîlên li Taq-î Bostan û Taq î jin, Mehrgedeha Anahîta (Kermanşan) derket ku di dema Medan de hatine avakirin, bingehên xanî yên vê dema me jî di dema Medan de hatine avêtin. Lê dagirker tev de înkar dikin, yan jî ji xwe re dikin mal û hê di ser de jî vê bi me didin ezberkirin. Ha birîna mezin ev e.

Nivîsên Mixî yê Bestûnê

Her çendî Henry Rawlinson wek serbazekî alîkare serfermandarê îngîlîz hatibû Îranê jî, ew di rastiyê de Arkolog û xwedan zanyariya zimannasîyê bû. Cara yekem wî bala cihane kişandibû ser Nivîsên Mixî yê Bestûnê (Behistûn). Wî di sala 1846´an de dest pêkir, nivîsên hê jî tê îdîakirin ku qaşo bi Persiya kevn e, bixwîne. Li ser vê îdîayê wî berê hewl dabû ku bi riya Farisên haya xwe ji ziman hene, nivîsên mixî bixwine, lê bi ser neketibû. Dû re xortekî Kurdê Kelhûr dibîne û bi alikariya wî xortî di sala 1857 de nivîsên mixî yên Bestûnê dixwîne. Em baş dizanin ku di nava zaravayên Kurdî de zaravaya herî zêda peyv û formên Medî bê guhertin di naveroka xwe de werdigire zarava Kelhûrî ye. Tişta gelek zelal ev e: Bi alîkariya qaşo zanyarê Fars nikanin wê nivîsê bixwînin, lê bi alikariya xortekî Kurdê nexwenda, wê nivîsa mixî ya Bestûnê dixwîne. Ma ji vê zelaltir çi heye? Henry Rawlinson ev bi aşîkarî di nava bîranînên xwe de nivîsandiye.

Rastiyeke din ya bi zelalî destnîşan dike ku ev nivîsên Mixî bi Medî ye, hin fonem û peyvên taybet di xwe de werdigire. 1 – Wê demê Persan ji “Misra” Fraunan re “Mudraya”, Medan jî “Muzraya” digotin. Di nivîsên “Katîbê Wate” de forma “Muzraya” hatiye nivîsandin. Ev cudahî îro jî di navbera Farsî û Kurdî de heye. Mînak: Fars dibêjin; “dana” Kurd dibêjin “zana” 2 – Persan wê demê peyva “abamerg” (bêmirin) bi kar dianîn. Medan jî peyva “avamerg” bikardianîn. Di çend cihên “Katîbê Wate” (nivîsê Bestûnê) de peyva “Avamerg” hatiye nivîsandin, lê forma “abamerg” tê de tune. Ev cudahî îro jî heye. Bi farsî “ab” di kurdî de “av” yan jî farsî “…ban” /çoban, bi kurdî “….van” /şivan. Nizanim ji vê zelaltir, belge û nirxandineke din heye?

Kurt û Kurmancî ev Katîbê Wate (nivîsên li Bestûnê) bi Aramî, Elamî û Medî hatiye nivîsandin.

Em baş dizanin ku serweriya Kuroşê II. tenê bi şer derbazbûye. Ti tişteke çandî û nivîsandî ji dema Kuroş nemaye. Zimanê wan ê nivîsandin û fermî hê bi piranî Medî bû. Ezîzê Cewo di vî warî de bi mafdarî wiha dinivîse “…30 sal li pey darbeya xayînane ya Kuroş ev nivîsên mixî dikanîbû bi çi zimanê bihata nivîsandin? … Di zimanê Ermenî yê kevn de bi hezaran peyvên îranî (Arî) hene. Ev peyv ne di Pehlewî, ne jî di Farsî de hene! (Hraçya Açaryan) … Lê belê, zimanê Ermenî di dîroke de pêşiyê di nava goveka çanda Medî de bi pêş ve çûye.” (Zerdeşt Peximber /Ezîzê Cewo rû; 83)

Oriyent Bibliothek li ser alfabeye Medî vê şiroveyê tîne: Nivisên mixî yên Medan ji Assurî hatiye wergirtin, “xêzên nivîsandinê” vê rastiyê bi zelalî nîşan dikin, lê kîteyên girtî kêm wergirtiye. Hin Îdeogramm bê guhertin hatine parastin. Mînak: :  Key /qiral,  Meh/ mang,  Mirov, xweda, av, ajal û rê. Li pişt her Îdeogrammî ev paşgîn heye  – Mînak; canuya hespê kur re (hê îro jî peyva “kurrik = canî” tê bikaranîn.)

Em bi zelalî dikanin bibêjin. Hetanî dema Dara Yawuş Arşama (Darios) jî di fermiyetê de zimanê Medî hem di warê leşkerî, rêveberî û hem jî di warê nivîsandinê de dihat bikaranîn. Lewra brokratên Med bi neçarî dikevin xizmeta Persan. Wan jî Medî bikardianî. Ji wê kî naxwaze vê rastiyê bibîne û bipejirîne, bila rik, derew û ezberên dagirkeran hemûyan bide aliyekî û carê li rastiya dîrokê vegere.


Gotinên miftehî :