Destkoja Şûr (?!!),destkoja,şûr

Destkoja Şûr (?!!)

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Rastiyek heye berê hemû gelan di firsenda yekem de mal û heyîyên gelên din talan kirine. Heta li welatê me jî diz û lewendên axa û serokeşîran hebûn, malên eşîr û kesên din talan dikirin û danîn. Di vî warî de ti dadeke mirovî tinebû. Gelek ji wan, bûnin mijareyên çîrok û romanan jî.

 

Ji Misra Faraunan bigire hetanê Akad û Asûran, ta digîhîje Romayiyan hemû dînastiyên berê, ketine kîjan bajêr û deverî talan kirine, pez û dewar serjêkirine û xwarine, bê ku qurişekê bidine xwediyên wan. Ji bo ku bikanin leşkerên bi pere di destê xwe de bigirin, ji talanê hinek jî dane wan, her wiha laşfroşiyê jî wek çilkirin û bi xwe ve girêdana leşkerên bi pere bikaranîne. Ji ber ku ev mijareyeke bi serê xwe ye, lêkolîneke kûr dixwaze, ez ê nekevim nava vê mijarê, tenê ji bo bi bîranînê ev bes e. Em vegerin „destkoja şûr“

 

Di îslamiyetê de "Destkoja şûr"

Di îslamiyetê de lêkera „xenîme“ (qezenc) wek „xenimet“ hatiye bikaranîn. Dema welatekî dagir dikirin, dest dadanîn ser tevahiya heyîyên wî welatî, yan jî devera ku hatibû dagirkirin, hemû heyîyên wê wek xenîmet dihat dîtin û talankirin. Beşek ji wê heyiya desteserkirî diket destê şervanan, beşek jî dibû malê serkariya îslamî. Heta jin û keç jî dikanîbûn bihatana parvekirin, yan jî wek cariye bihatana girtin û firotin. Mînaka herî balkêş encama şerê Keleha Heyberê ye. Li Heyberê ne tenê heyîyên kelehê jin û zarok jî hatine parvekirin, yan jî di bazaran de hatine firotin. Li gor daneyên berdest, Xalit bin Welîd û kurê xwe Sileyam bi dehhezaran jin û keç ji Kurdistanê berevkirine, şandine û di bazaran de dane frotin. Ev awayê talanê ku wek xenimet binavkirine jî formeke „destkoja şûr“ bû.

Rastiyeke din jî ev e. Di dema serkariyên îslamî weke Emevî, Abasî û yên din de, bi navê „ciziye“ baceke gelek taybet hebû,  ji welatiyên ne misliman ku wek „Ehlî Zime“ dihatin binavkirin, ji bo kasaya Beytulmalê Mislimîn (maliya Îslamî) ev bac dihat sitandin. Ev jî formeke destkoja şûr bû.

 

Tirk ji ku ne û kî ne?

Bingehê Tirkan ne zelal e. Kes bi tiştên ku Tirkan weke dîroka xwe nivîsîye, bawer nake. Jiwê mijara bingehê wan di nava dîrokzanan de serêşa gengeşiyan e. Mînak: 

a) Îsmet Berkan ê ku berê kolomnîstê rojnameya Redîkalê bû, niha di rojnameya Arti de dinivîse, roja 01.03.2007 an di Yenîozgurpolitikayê de wiha nivisîbû: „Ez gelek caran bi SK Turgut Ozal û S. Demîrel re çûm komarên Tirkî yên Asyayê. Gelek zanyar, dîrokzan, lêkolîner, rojnameger û Prof. Yusuf Halaçoglu jî bi me re hevrêyî dikir. Piştî mê Nivîsen Orhûn û Kul Tîgîn jî ziyaret kir, di navbera me de li ser nijada “Tirk” gengeşiyên bi tîn dest pêdikir. Di encama gengeşiyê de me giştan pejirand ku bi navê Tirk, nijad û gelekî tine, lê zimanê Tirkî heye! Li gel wê me pejirand ku hemû nivîsên (Yazitlar) dîrokî bi zanistî şaş hatine tercumekirin. Lê me ev ranegihand bala giştî.“ 

 

b) Tê bawerkirin ku Tirk berê li bakurrojhilatê Çînê di navbera Navenda Asya û Mançûryayê de jiyane. Di warê genetîk û çandî de (tenê yên asyayiyên wek Mongolan xuya dikin) bi Moxol û Çîniyên Xan ve xizm in. Hin lêkolîner û pleantropolog bi rikî dibêjin ku ew berê li dor Xinglongwa û Liao He ya bakurê Çînê Jiyane. Wan êrişên bajar û deşten Çînê kirine, malên wan tev de talan kirine û bi wê talanê jiyane.

 

Keyserê Çîn Qin Şîhuang ji bo ku bikane pêş li Talana Tirkan bigire di sala 214 B. M. dest bi avakirina Sûrên Çinê kir. Lêkirina sûrên Çînê bi sedan salan kudand, ango 300 - 400 sal kudandiye. Piştê Mîladê bi aliyê Serkariya MING ve ev Sûra Çînê hatiye temîrkirin û temamkirin. Bi vê re Êlatên devera Taklamakanê ango derdorên wek Tirk tên navkirin berê xwe didin Rojava. Êrişên Hûnan û mijara Tîmuçîn (Cengiz Xan) bi serê xwe vê rastiyê destnîşan dikin.

 

Destkoja şûr ya Tirkan

 Berê îslamê û di dema Osmaniyan de jî kêliya Tirkan di ser gund û bajarekê re digirtin, mafê leşkerên wan yên di nava sê rojan de gel şêlandin, mal û melal talankirinê û destdirêjahiyê hebû. Bêguman tiştên girîng jî ji Kaxanê xwe re dibirin. Ev giyana talanê hê îro jî hevîrê giyana tirkayetiyê ye û me ew giyan bi awayekî aşîkar li Efrînê dît. Dewleta Tirk bi hezaran ton Zeytûn birin, leşkerên wan ê bi pere yanê îslamîstan gasikên destê wan jî di nava çend rojan de li ber çavên hemû cihanê fera û fol dizîn û birin. Li Girê Spî jî sîloya Genim talankirin. Di dema Komkujiya Ermeniyan û Kurdan de ji wisa bû. Mînak dest danîn ser milkê kalikê me û li ser maciran dan tapûkirin.

 

Di resmiyeta Osmaniyan de zevî û ziyanên bi adan didan hin kesan, ji vê re timar digotin. Xwedanê van timaran ji bo debara xwe beşek ji hatinê vediqetandin, yê din tev de dida dewleta Osmanî, ji vê re jî destkoja şûr dihat gotin. Yanê nediçû şer, lê şer fînanse dikir.

 

Wateyên din yê Destkoja şûr

 – Di pratîkê de dema malek, gelek di komkujiyê re dihat derbaskirin, desteserkirina tevahiya heyîya yên hatine kuştin re destkoja şûr dihat gotin.

 

 – Kêliya yek bihata îdamkirin, yan jî serê yekî bihata lêxistin, divîbû merivê wî goriyê ku serî hatî lêxistin, destkoja celat bida, navê vê jî destkoja şûr bû.

 

Wek encam

Serkarên Tirk ji ber ku îslamê talan di bin navê „Xenîmetê“ de helalkiribû û ev jî di giyana Tirkbûnê de hebû, lema îslamiyet wek dîn wergirtin û kirin xizmeta xwe. Ji bo vê jî xîlafet ji Mekkê rakirin, anîn Stenbolê û navê Şeyhulîslam lêkirin. Bi destê wan fetwayên dagirkirina welatan û xenîmetan dan derxistin, destkoja şûr dan helalkirin. Giyana dewleta Tirk hê jî giyanekî li ser talanê û destkoja şûr jiyanê ye. 

 

Demekê xwestin bi fermî tazmînata leşker û polîsên xwe yên ku birîndarbûne ji malbatên cangoriyan Kurdistanê bigirin. Ev rastiya giyana wan ya bi destkoja şûr dijîye ye. Ev têgîhîştin li ba hemû îslamîstan heye. Bala xwe bidinê, Saudî bi şûr seriyan lêdixin û destkoja şûr didin celat. Daîş bi şûr serî lêdixist, Osmaniyan jî wisa dikir. 

 

Mijara bi şûr derketina ser mînberê: Tê zanîn ku şeyhûlîslamên osmaniyan gelek caran bi şûr derdiketine minberê, Baxdadî jî bi şûr derket. Lema şeyhûlîslamê Erdogan (diyaneta wî) jî bi şûr derket mîmberê. Ev di rastiyê de bi armanceke gelek xiniz hatiye pêkanîn, ji bo hemû gelan gefxwarinekê ye.

 

Kurt kurmancî hê jî ti tiştek ji giyana tirkên Asyayî, Osmanî, komarî neguheriye. Ev hê jî rastiya giyana Tirk ya ku; bingehê xwe ji talan, destkoja şûr, dagirkirin, înkar, kuştin, sotin, derew, fend û fût digire tê. Divê ev giyana di destkojiya şûr de rastiya xwe dibîne, were kuştin.

 

Hin çavkanî

www.kriegsreisende.de Das e-zine mit der Sozialgeschichte der Söldner und Abenteurer

(PDF) Transeurasian ancestry: A case of farming/language dispersal. 

 

https://www.lafsozluk.com/2014/05/kilic-hakki-nedir-ne-demektir-anlami.html

 

http://www.kriegsreisende.de/?fbclid=IwAR2WNKMZ7282H8uFiRC6N6JjHlcnsyeTe15poE32FU9d54DkdPPX_xKvUdc

û

Lêkolînên min

-----------

Amîda Kurd

amidakurd.org

amidakurd.net


Gotinên miftehî :