1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ronî Reşo
  4. Di Romana Sobarto de Mînakên Teknîka Postmodernîzmê
Di Romana Sobarto de Mînakên Teknîka Postmodernîzmê,di,romana,sobarto,de,mînakên,teknîka,postmodernîzmê

Di Romana Sobarto de Mînakên Teknîka Postmodernîzmê

A+ A-

Ronî Reşo

Di edebiyatê de rêbaza postmodernîzmê piştî sala 1960an li Emrîkayê derkete holê. Pêşengên vê edebiyatê Roland Gerard Borthes, James Joyce e û... Di wêjeya Kurdî de çend mînak hene, wekî pirtûka Eta Nehayî a "Balindeyên li Ber Bê" û "Sobarto'ya" Helîm Yûsiv e. 

Her wiha ev rêbaz, ne tenê di edebiyatê, di mîmariyê de û cureyên din yên hunerê de jî hate afirandin. "Post" bi wateya xwe ango "piştî" ye. Postmodernîzm, piştî modernîzmê tê pênasekirin. 

Di wêjeyê de ev rêbaz, xwedî hinek taybetmendiyan e. 

 

1) Di van romanan de mekan, ne diyar in. 

2) Armanca nivîskar, serbixwebûn e. 

3) Mabesta wî yî berhemafirandinê de, lîstoka bi peyvan e. 

4) Nade dû kevneşopiya modernîzmê, ew gerdûnî ye û li dijî klasîk û rêbaza modernîzmê a binhişê ye. 

5) Bêhtir, bi derûniya karakterên xwe ve têkil e. 

6) Tenê li ser mijarekê, romana xwe nahone, piralî ye, pirçandî ye û di romana xwe de ji yekê zêdetir nêrîn hene ku romana xwe vedibêje.

7) Li gor nivîskêr jiyan, lîstokeke û erka romanê a di jiyanê de jî çêkirî ye ango jiyan lîstok e, roman jî lîstoka di nava lîstoka jiyanê de ye. 

8) Tiştên şênber û razber di nav hevûdû de ne û di romanê de ji hev cihêkirina van her du tiştan zahmet e. 

... 

Teknîkên Romana Postmodernîzmê 

 

Di vê beşê de ez dê tenê çend teknîkên postmodern yên ku nivîskêr gelemperî di romanên xwe de bi kar tînin, binivîsim, ber ku nêzî bîst (20) teknîkan hene. 

 

1) Banhîkayet /Metafiction

2) Navmetnî/İntertextuality

a- Parodî

b- Pastîş

c- Îronî 

d- Qewastin/İntihal 

3) Piranîparêzî/Pluralizm 

4) Pirrengî

5) Lîstok-kirin

6) Pêkenîn/Mîzah 

7) Dîrok 

...

Di romana Sobarto de, sê teknîk hene; Banhîkayet, Navmetnî (pastîş) û Dîrok. 

Banhîkayet, xwediyê gelek rêbazana ku nivîskêr, dikare çend rêbazan hilbijêre. Di romana Sobarto de nivîskêr, du rêbaz an jî du cure bi kar aniye. Yek jê ev e ku nivîskêr, dema ku vebêj e, di deverekî de xwe diyar dike ku, a rastî ew bi xwe nivîskarê romanê ye. 

"Û tu!.. Ey Helîm Yûsiv! Çi îşê te pê ketiye? Tu çima dinivîsînî? Gava xelk dişewitin, cih dişewitin..." (...) (Peywend rpl:106) 

Û rêbaza din jî ev e ku nivîskar, di nava romanê de ji bilî çîroka esil çîrokên din jî lê zêde dike. Wekî çîroka hevalên Silêman, wekî çîrokên karakterên fon. Deriyê Çaremîn (rpl:113) yê romanê de vebêj ji bilî çîroka Silêman, dest bi çîroka Mistoyê Qop dike. 

Bikaranîna teknîka Navmetnî jî li gor hinek nivîskarên rexnegir yên wêjeyî jî wiha ye: Êdî ti taybetiya mijaran nemaye ku em di nav berhemên xwe de bibêjin, tenê em dikarin hinek tiştan li çîrokên berhemên xwe zêde bikin, ji lewre ger em wiha bikin, dê berhemên me bibin taybet. 

Teknîka Navmetnî, em dikarin bibêjin ku lêzêdekirina çîrokek ji çîroka berhama nivîskareke din e. Û her wiha kopiya berhemeke din e, ev kopî bi awayekî teşeyî ye ango şeklî ye. Di romana Sobarto de jî Navmetnî, bi metoda pastîşê hatiye bikaranîn. Nivîskar, ji çîroka Şahbanûya Împaratoriya Sabayiyan Belqîsa û Şahê Îsraîliyan Silêman –di Qur'anê de Silêman, pêxember e– sûd wergertiye. 

Tê gotin Şahbanû Belqîsa, wekî zîndiyên heyama antîk e. Nîvî cin e û nîvî jî mirov e. Li gor agahiyên vê çîrokê Belqîsa, jineke hinek bi pûrt e û piyên wê jî sim e. Ango dişibihe piyên bizinan. Û di vê çîroka wan de çûkê hudhud/Silêmanê dunikil/dîksilêman jî navbeyna van herduyan de jî hewalnêr e. 

Di romanê de jî delaliya Belqîsayê bi nav û deng e û her wiha Belqîsa jî hinekî bi pûrt e. Ber ku nivîskar li gor teknîka Navmetnî Belqîsa karakterîze kiriye. 

(...)

"– Ez dixwazim te tazî bibînim." 

"Gewdeyê wê lihevhatî bû, spî bû, hinekî ber bi ziwabûn û zerbûnê de diçû. Pûrteke hûr ew dinixumand (...)" (Peywend rpl:161) 

Wekî min gotî nivîskar bi metoda pastîşê hewalnêrê navbeyna Silêmanê Dawud û Belqîsayê jî çûka pepû hilbijartî ye. 

(...)

"Heee Pepû, kanî tu? Guh bide min, rahêje nameya min û bigihîne Belqîsê. Jê re her tiştî bibêje û bersiva wê ji min re werîne. (...) (rpl:69)

Dema ku we roman xwend û hayê we ji çîroka Şahê welatê Cihûyan Silêman û Şahbanûya Împaratoriya Sabayiyan hebe, hûn ê jî têbigihêjin ku nivîskar romaneke qerrase afirandî ye. 

 

Di romanên postmodern de dîrok, ne wekî romanên modern de li gor belgeyan an jî çavkaniyan tê honandin. Di van romanan de mijarên honandina dîrokî, ne li gor sedeman û encaman e. Nivîskar di vir de romanên xwe mijarên dîrokî li gor nêrîna xwe dihone. Ev nêrîn ne objektîv e lê subjektîv e. Orhan Pamuk di romanên xwe de vê teknîkê gellekî bi kar tîne. Û li ser vê mijarê de, di hevpeyvîneke bi wî re hatiye kirin de wiha dibêje "Romanên dîrokî wekî pevxistina zanîstî bixwînin, ber ku pevxistina zanîstî, der barê siberojê de xwedî hinek fantaziyan e. Romanên dîrokî jî xwedî fantaziyên raborî ne." 

Ango di romanên postmodern de nivîskar, mijar û bûyerên dîrokê ji bo berhema xwe dike fon. 

Di romana Sobarto de jî nivîskar bi şewitandina Sînema Amûdê dest pê dike. Di vir de her û her vê şewatê li bîra xwîneran dixe ku vê bûyerê li gor xwe dinirxîne. Jixwe ne tenê li ser vê bûyerê disekine. Her wiha di romanê de ta qala çîroka Hawa'yê jî dike. Di romanê de qala raperîna başûrê Kurdistanê, hilweşîna yekitiya Sowyet, berxwedan û serhildana Zekiye Alkan û Mazlûman jî dike. Lê zêdetir li ser şewitandina Sînema Amûdê û sotina wan lawên kurd dike.