1. Tekst

  2. Lêkolîn

  3. Xerzî Xerzan
  4. DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ; - JI DESTPÊKÊ HETA DEMA ME A ÎROYÎN -
DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ; - JI DESTPÊKÊ HETA DEMA ME A ÎROYÎN -,dîroka,kurd,û,kurdistanê,ji,destpêkê,heta,dema,me,a,îroyîn

DÎROKA KURD Û KURDISTANÊ; - JI DESTPÊKÊ HETA DEMA ME A ÎROYÎN -

“ Heta şêr dîroka xwe nenivsînin, helbet nêçîrvan wê nivîsandina dîroka xwe bidomînin…”

A+ A-

 

Beşê 1-em: Kurdistan û Şaristanî

Xerzî Xerzan

Rastîyeke dîrokî: Şaristanî li seranserê dinyayê, ji axa bakûrê Mezopotamyayê, an ku ji Kurdistanê belav bûye;

“ Heta şêr dîroka xwe nenivsînin, 
helbet nêçîrvan wê nivîsandina dîroka xwe bidomînin…”

(Ji gotinên pêşîyên Afrîkî)

Di pêşî de divê bê gotin û em jî dikarin bi hêsanî bibêjin ku, dîroka mirovahîyê û şaristaniyê, ji axa Mezopotamyayê dest pê kiriye. Ev yek, bi encama gelek lêkolîn û lêgerînên zanistî ve peytandî ye. Ji ber vê yekê, Mezopotamya wek “ dergûşa şaristaniyê “ tê binavkirin û zanîn.

Lê li vira, bi zanebûn hin tişt tên jibîrkirin. Wek tê zanîn, bi giştî navenda şaristaniya Mezopotamyayê, wek başûrê Mezopotamyayê tê destnîşankirin. Yek ji sedemên vê yekê jî peydakirina nivîsê ji hêla Sûmeran ve ye. Lê ev yek bi serê xwe têrê nake. Dîroka şaristanî û mirovahiyê helbet bi peydakirina nivîsê dest pê nekiriye. Berê de, mirovên destpêkê, şaristanî û berhemên bêhempa afirandine û diyariya mirovahiyê kirine. Anegorî lêkolînên dawîn ên van 50 salan, hatiye piştrastkirin ku, şaristanî ji Bakûrê Mezopotamyayê, anku ji Mezopotamyaya jorîn li seranserê dinyayê belav bûye. Bakûrê Mezopotamyayê anku beşek ji Kurdistana îroyîn, weke ku hêja ye, mixabin nayê nirxandin. Lewra em baş dizanin ku, dîroka kevnar a erdnîgariya Kurdistanê û niştecihên wê, dighîje destpêka mirovahiye. Ji bo peytandina vê têzê, wek mînak em dikarin Şikefta mezin a Şanîdar a binavûdeng destnîşan bikin. Ev şikefta kevnar, di dinyayê zanistê de wek keşfekê, a ku ezberan serobino dike tê zanîn. Û di cîhana zanistê de bi navê “ Shkaft Mazin Shanidar (Cave Big Shanidar) “ tê naskirin.

Şikefta Şanîdar

Şikeft, di navenda Kurdistanê de, di herêma Bradost de, li quntara çiyayên Bradost cihê xwe digre. Taybetmendiya şikeftê, di nav tebeqeyên xwe de, veşartina dîroka mirovahiyê û her wiha xerakirina ezberên dîrokî ye. Di sala 1951-an da, zanyarê Amerîkî Ralph Solecki, di şikefta Şanîdarê de, dest bi lêkolînên xwe kirîye û heta 1960-an bênavber lêgerînên xwe domandiye. Di pêşiya keşfa Şanîdarê de, wiha dihat zanîn ku, çalakiyên çandî û şaristanî ên mirovahîyê berîya 52 hezar salan, ji hêla bavê însanê modern, anku “ Homo Sapîens Sapîens “ ve hatiye pêkanîn. Lê li gel destkeftîyên şikefta Şanîdarê, ev tez hate betalkirin û ev yek hate piştrastkirin ku, çalakîyên çandi û şaristanî, ji hêla “ însanê Neanderthal “ ve, berîya 60 hezar sal gihîştîye pratîkê û heta vêga jî, şopên ji wê demê kevintir jî nehatine dîtin. Li şikeftê, dermanên nebatî û ji polênan çêkirî hatine dîtin, ên ku dema wan dighîje 60 hezar salî. Ev yek, yekem bikaranîna nebatan ji bo bijîşkîyê destnîşan dike. Zanyarê navdar K. E. Eduljee, vê çalakiyê bi Xwedayê Zerdeştî Homa ve girê dide, qala kevnariya vê kevneşopiyê dike û ew wek pergala bijîşkiya antîk bi nav dike. Her wiha, dîsa hatiye dîtin ku, însanê Neanderthal, berovajî têzên kevin, gelek jîr û biaqil bûye, lewra ew miriyên xwe gorî dikirin û bi vê yekê jî ayînan pêk tanîn. Dîsa yek jî piştrastkirina vê têzê ew bûye ku, însanê Neanderthal rêzê ji mirîyên xwe re digirtin û gorên miriyên xwe, û bi taybetî gorên jînên xwe bi kulîlkan dixemilandin. Ji ber vê yekê, Solecki niştecihên Şanîdarê wek “The First Flower People –Yekem mirovên kulîlk “ bi nav kirîye.

Perestgeha Xerabreşk

Keşfeke din a dîroka mirovahiyê, dîsa di axa Kurdistanê de hatiye dîtin. Ev keşf jî, dîsa weke şikefta Şanîdarê ezberên dîrokî serobino dike û nêrîneke nû a dîroka mirovahiyê bi xwe re tîne. Navê vê keşfê jî “ Perestgeha Xerabreşk “ e. Lê mixabin, bi navê xwe ê eslî nayê zanîn û weke ku her tim hatiye kirin, dîsa navê vê hêjayiya Kurdistanê jî hatiye guhertin û di warê akademiyê de wek “ Gobeklî Tepe “ tê zanîn. Navê wê ê resen ê kurdî hatîye guhertin û bi tirkî wek “ Gobeklî Tepe – Girê bi navok” hatiye binavkirin û 20 km. ber bi rojhilatê Rihayê ve dikeve. Xerabreşk, ji roja hatiye keşfkirin, heta îro li nav sinorên Rihayê bang li hemû mirovahiyê dike û dibêje “ destpêka şaristanî û rîtûelên olî li vira ye “.

Weke ku li jor hatibû nivsandin, piştî keşfên nû, ev yek tê pejirandin ku, Mezopotamyaya jorîn dergûşa şaristaniyan û cihê axên taybet û pîroz ê şaristaniyan e, a ku cara yekem mirovahî dest bi çalakiyên xwe yên çandî kiriye. Peyta herî giring a vê angaştê jî, Perestgeha Xerabreşk e, a ku ji hêla cotkarekî ve birasthatinî hatîye dîtin. Lewra, perestgeha Xerabreşk, beriya demên neolîtîk, anku beriya kedîkirina heywanan û berîya niştecihiyê, hê beriya 12 hezar salan hatiye ava kirin. Ev tarîx bi analîzên zanistî, weke C14 Û hwd. hatîye peytandin. Bermayiyên avasaziyê, ên ku warên merasimên ji bo perêstinê ne; kêlan û kevirên çik, ên ku li ser rûyên wan resmên heywan û nebatan belkirî hatine eşkere kirin ku kevnariyên wan digihije 12 hezar salan, gelek balkêş in. Giringiya herême jî ev e ku, ev herêm xwediyê warê perestinê yê herî mezin e.

Di wê demê de, minakeke wiha berfireh û eşkere tine ye. Dikare bê gotin ku, ev perestgeh yekem perestgeh e, ê ku ji hêla mirovên beriya dema kevirên siqalkirî ve hatîye avakirin. Anegorî dîtin û lêkolînên ku heta îro hatine kirin, pispor difikirin ku mirovên dewra kevirê sîqalkirî nikaribûne ajalên hawirdora xwe kedî bikin. Giringî û taybetîya Xerabreşk, a ku perestgeha berê wê dewrê ye, li vira dertê holê. Arkeologê Alman, Dr. Klaus Schmidt ê berpirsyarê vê lêkolînê, di sala 1995-an da dest bi lêgerînên xwe kiriye û nêrîneke nû û piştrastkirî ve, keşfeke bêhempa diyariya dîroka mirovahiyê kiriye. Di sala 2013-an da, pirtûkeka hêja û kêrhatî weşandiye û hemû xalên giring ên keşfa xwe heb bi heb, bi zanyarî nivsandiye .

Alî Şerîatî jî, beriya keşfa Xerabreşkê û beriya vê têza balkêş, raman û nêrînên xwe wiha vegotibû:

“ Kurdistan dergûşa şaristaniyan e û destpêka şaristaniyên nûjen yên dinyaya îroyîn jî, ji kurdan dest pê dike. Şaristaniya rojava ya nûjen a îroyîn, ji şaristaniya yewnanî pêk hatiye, lê kesên ku şaristaniya yewnanî afirandine, ên kurd in û ev şaristanî jî, ji Mezopotamyayê ye, û ji herêma navbera Tîjle û Feratê dest pê dike. Şaristaniya yewnanî, ew şaristanî ye ku, ji hêla kurdên ji Kurdistanê koçî Yewnanîstanê kirine ve hatîye damezirandin. Li gel çûyîna kurdan ber bi Yewnanîstanê ve dest pê kiriye. Ji tevan girîngtir û eşkeretir , “ Şaristaniya nûjen a Amerîkayê “ ye. Gelek balkêş e, Rojava tu carî behsa herêma ku di navbera Tîjle û Feratê de dimîne nake, qala Behr’un- Nehreyn (navbera du rubaran anku Mezopotamyayê – X.Xerzan) nake, lewra eger behsa vê yekê bike, wê demê hemû têzên ku ew afirandiye dê têk herin. Lê, berovajî vê yekê, pêvajoyeke tevahî û domdarî heye. Weke ku me di berê de gotibû, kaniya şaristaniya yewnanî ji kurdan dest pê dike. Ên kurd, di navbera du rubaran (Tîjle û Ferat) de dijîn. Mezopotamya, navenda çand, şaristanî û felsefeyê dinyayê ye. Herêma ku zanistên riyazî (beşên matematîk) pêşketine, di navbera van her du rubaran de ye “ .

Piştî nirxandina nêrînên Alî Şerîatî û têza Schmidt, û tevî destkeftiyên Xerabreşkê û yên din, rastiyeke dîrokî dikare bê gotin. Ew jî ev e ku, weke li jor hatîye nivîsandin û êdî li gel van keşfên nû ên 50 salên dawîn û anegorî destkeftiyan, şaristani bê guman ji Kurdistanê li seranserê dinyayê belav bûye.

Şikefta Şanîdarê û perestgeha Xerabreşkê, weke ku hatine vegotin, rêyên nû ji dîrokzan û lêkolîneran re vekirîye. Û bala zanyarên dinyayê jî, li ser axa Kurdistanê ve kişandîye. Ji ber vê yekê, lêkolîn û kolanên nû jî dest pê kirine û her roj keşfeke balkêştir, destkeftiyên giringtir dertêne meydanê. Dive hemû yek bi yek bêtin nîşandayîn, lewra mixabin li bakûrê Kurdistanê bendavên nû tên avakirin û ji ber wan bendavan, ev hêjayîyên mirovahîyê û Kurdistanê di xetereya wendabûna da ne... Em ê yek bi yek wan hêjayîyan tomar bikin;

Wêne: Perestgeha XERABREŞK