1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ezîzê Cewo
  4. DÎSA BI BONEYA..!
DÎSA BI BONEYA..!,dîsa,bi,boneya

DÎSA BI BONEYA..!

êzîdîtî/yêzîdîzm t’erîqeteke îslamê ya sofîyan e, û t’u pêwendîya wê bi êzdîtîyê r’a nîne

A+ A-

Û – dengvegerek jî...

 

 

 

Di malpera KURDISTAN.TODAY da bi zimanê rûsî gotara min a “Di derbarê pirsa jizûva gihîştî da û bi boneya...”  hatibû weşandin (bi zimanê kurdî di malpera AMIDAKURD da - http://www.amidakurd.net/ku/tekst/DI_DERBARÊ_PIRSA_JIZÛVA_ GIHÎŞTÎ_DA_Û_BI_BONEYA ). Gotar wisa jî di medya civakî da hatibû parvekirin (Facebook) û di nava xwendevanan da baldarîyek hişyar kiribû: pirsên cihêreng û şiroveyan rû dabûn,... gengeşî kirin û, qey bibêjî, her tişt steqirî... Lê demekê berê du nirxandin jî peyda bûn. Û xudanê wan jî  Letif Bruki bû…

Min ew nirxandin xwendin. Bi rastî, tiştekî nû jî di wan da nînbû, ji bilî wê, ku ewî biraderî şêwazê pirsa xwe ya berê guhartibû – ew pirsa xwe, ya ku di gotara min a navborî da di derbarê wê da hatibû gotin, ew hinek çavkanî destnîşan dike, yên k utu pêwendîyeke xwe bi mijara me ra nînin, û dîsa şêwazê gotinên xwe ya daxwîyanîyê didomîna û dîsa ya xwe ferz dike

Û, lewra ku, ev nirxandinan bi şêwazê xwe va weke peyamekê bûn, lewra jî min biryar da wan bê bersîv nehêlim.

Weha ew:

 

Bi r’astî, kekê Letîf Brûkî, ev r’ikdarîya te mirov matma dike!

An tu wê naxwînî, ya ku hatye nivîsîn, an jî dixwînî, lê wan wisa bi k’ar tînî, wek ku di serê te r’a derbaz dibe.

Binihêr’e, hê di daxwîyanîya xwe ya yekem da te bi fen pirsî bû: “Lê heya sedsala 12an di derbarê wan “êzdîyên” xiyalî da di kîjan çavkanîyan da hema agahîyek jî heye?” – Û piştî vê pirsa xwe ya vî r’engî matmabûna te ji bo çi ye, û evê carê şêwazê  “pirsa” xwe ji bo çi vajî dikî?  

Wê demê min gotinên zanîyar û nivîsk’arên navdar ên di derbarê kevnarîya êzdîtîyê da ji bo te anîn: yên Abovyan, ên ku ewî li ser bingeha agahîyên fîlosofê ermenî yê nîveka yekem a sedsala XI – Grîgor Magîstros (990 – 1058) nivîvbûne, min wisa jî gotinên r’ojhilatzanê navdar ê sovêtî – Mênt’êşaşvîlî, gotinên ezdazanê xrîstîanî yê destpêka sedsala XX – Têr-Manvêlayan û yê dîrokzan û ezdazanê înglîz ê navdar ê serdema ma Êndryû K’illîz anîbûn... 

Û li vira hema t’enê ferqa di navbera nîveka yekem a sedsala XI (1050) û ya XII da, ya ku di derbarê wê da wisa bi dengekî bilind dikî hewar û hêwarze, t’êrê dike, ku xwendevan di nepêkanîya “têorîya” te da bi bawer bibe... Ew mirov, ê ku  hema piç’ekî ji têgehên here sade serî derdixe, dê li vir ferqa di navbera sedsala XII a  “te” û destpêka sedsala XI (1050) da bibîne. Ferqa di navbera wan da jî, herî kêm 150 sal e. Eva yek! Û, ya duyem, ev di derbarê wê da dibêje, ku yên êzdî û êzdîtî berî r’êformên Şêx Adî jî hebûne, her çqas sedsala XII demeke bi nêzîke ye, ew  nêr’îna hinek dîrokzanan e. Lê di r’astîya xwe da, wek ku tê xuyan, sazbûn û şêwazgirtina vê terîqetê (êzîdîtî//yêzîdîzm) heya dawîyê  hê gelekî derng pêk hatye... Li vira êdî pêdivî hîç bi“bawerînameykê” jî namîne, ezê ji bo te mînakeke zêndî bînim – ew dîroka wan kurdên êzdî ye, yên ku gundê me – P’ampa K’urdan, damezirandine, û pêşîyên min jî hema di nav wan da bûne. Ewana Welatê xwe hê di dawîya sedsala XVIII da te’rikandine. Û di gundê me da t’enê pîr hebûne. Û, wek ku r’ûspîyên gund digotin, ewana şêx nep’ejirandibûne jî... Lê paşê, bi demê r’a qewalên (missionery) wê terîqetê ji navê Lalişa pîroz hatine û xwe bi wan r’a jî gîhandine... Lê, yek e, hîç malbeteke şêxan jî di gundê me da bi cî nebûne...

Weha, evan mirovana hert’im xwe êzdî naskirine, lê ne êzdîdî.

Fermo, ev jî ji te r’a “: ...“êzdîyên xiyalî”...”!

Û, ji bilî vê, ma ne, min êdî nivîsye, ku êzîdîtî/yêzîdîzm t’erîqeteke îslamê ya sofîyan e, û t’u pêwendîya wê bi êzdîtîyê r’a nîne, û min ç’avkanî jî destnîşan kirine... Lê tu bi gef û gir’ di derbarê wê da wisa dibêjî, wek ku te t’eze Amêrîka dîyar kirye...   

Û, dîsa di derbarê p’eyva r’ûsî ya эздиане//êzdîanê, ango. yên êzdî da!

Ma ne, min nivîsî bû, ku nûnerên vê civaka net’ewî-bawerîyê bi xwe ji xwe r’a ne ku êzîdî, lê êzdî dibêjin, û ji ber ku p’eyva êzdî ne ku navê net’ewî, lê yê olî yê van  mirovan e, wê demê şêwazê wê têgehê bi r’ûsî ya r’ast û heşmendî dê weha bûya – эздианине// êzdîanê, ango, yên êzdî (wek ku: христиане//xrîstîanê, мусульмане//mûsûlmanê…! )… Eger tu bikaribî qanûneke nû ya p’eyvsazîyê di zimanê r’ûsî da “derxî”, fermo, pêşnîyar bike! 

Ma, ev çi helwesteke dêspotîk e?! Ma, gelo, mafê mirov heye, ku hinek mirovên dinê neç’ar bike, ji bo ku ew xwe wisa nav bikin, wek ku hineke dinê dixwazin? Û hela ser da jî dibêjî ku ez “derbazî pirsên kesî dibim”. Ê, çawa dibe, ma tiştên weha bêwat’e tu ferz dikî, yan yekî dinê? Û, eger ez jî di derbarê gotinên te da diaxivim, k’a, fermo, bibibêje, ez divê berbir’î k’ê bibim, an wan gotinan wek ên k’ê binirxînim? Û ji bilî vê, ma, gelo, ew ne bêr’êzî ye, dema tu dinivîsî:  “... di derbarê wan “êzdîyên” xiyalî da...”.  

Û dîsa tu bi heman şêweyî her tiştî r’ed bikî…û cereke dinê wan gotinan dubare dikî, yên ku ji hêla min va êdî hatibûne gotin...

Ma ne te p’irtûk nexwendye, dibe ku, tuyê wê nexwînî jî, lewra ku, ya yekem, tu bi k’urdî naxwînî, û, ya duyem, tu naxwazî r’astîyê bizanibî?!

Ma ne, tu bi ç’avê wan mirovan li pirsê dinihêr’î, yên ku min di derbarê wan da di gotara xwe ya navborî da nivîsîbû, û te ji ber wê xwe wsa xeydandibû… Nabe, ku mirov  wisa her tiştî r’ed bike, bi t’aybet jî, dema li ber destê wî dane û dîtinên bi wat’e û  girîng nînin... Lê, eger hinek pirsên te hebin, fermo, ez dikarim wan bibersivînim...

Ji bo ku mirov evê tê bigihîje, divê  di warê dîrokê da lêger’înên zanistî pêk bîne, ne ku wan gotinan dubare bike, yên ku li ser bingeha hinek efsane û ç’îrokên dûrî heş û sewdayê mirov hatine nivîsîn...

Û, ji bilî vê, gelo, tu çi di derbarê qaşo farsîay “kevnar” da, di derbarê, dîsa qaşo,  “zimanê Avêstayê”, an “avêstî” da dizanî, an, em bibêjin, di derbarê yazatayan da, an jî di derbarê peyvên Ezda û ezdaî  di zimanê k’urdî da?! Di vê derbarê da, bi hûrbînî – di gotara min a “Zerdeşt p’êxember: gelo em her tiştî di derbarê wî da dizanin?” da heye ( http:// www.amidakurd.net/ku/tekst/zerdeşt_p_êxember_gelo_em_her_tiştî_di_derbarê_wî_da_dizanin û http://www.amidakurd.net/ku/tekst/zerdeşt_p_êxember ). 

Û, gelo, dibe, ku mirov hema wisa hilde, lêger’înan di warê dîroka medan û t’evahîya herêmê da pêk bîne, bêyî ku dîroka pêşketinên zimanên kevnar û sedemên p’eydabûna zanîyarîyên lêpovajî bizanibe? Helbet, na! Ew lêger’în dê ne t’am û durust bin. 

Û zanîyarîyên vî r’engî di ç’avkanîyên kevnar da hene, û di derbarê hinekên ji wan da di pirtûka navborî da heye.

Ev ne wisa hêsan e, mirov hilde, hinek tiştan ji ber hinek ç’avkanîyan bigire û wan ne ji bo armanca r’ast bi k’ar bîne.  

Lê ew, a ku tu hinek agahîyên di derbarê Medyayê û bereka dasinîyan da ji hinek ç’avkanîyan tînî, ew baş e, û baş e, ku te ew xwendine, lê ew hemû dikarin her ne r’astedêr p’êwendîya xwe vê mijarê r’a hebin, lewra ku, ez di derbarê tiştekî da  dibêjim, lê tu hinek mînakan tînî, yên ku nikarin ji te r’a bibin alîk’ar, ku tu mijarê tê bigihîjî… 

Lê, dîsa jî…!

 

Li gel slav û r’êzên xwe,

Ezîz ê Cewo

 

Tîrmeha 2017an

 

Çavkanî: http://kurdistan.today/i-snova-po-povodu/

 


Gotinên miftehî :