1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. EFSANEYA BI NAV Û DENG MÛNZIRO
EFSANEYA BI NAV Û DENG MÛNZIRO,efsaneya,bi,nav,û,deng,mûnziro

EFSANEYA BI NAV Û DENG MÛNZIRO

A+ A-

Li gor rîvayetên têne gotin li derdora gundê Kêdekê ya girêdayî ser navçeya Pilûr a Dersîmê kesekî Pîr hebûye. 

 

Zarokên wî yê lawî tunebûne, tenê keçikekî wî hebûye.

 

Keçika wî jî bi nexweşiyekî bêderman dikeve û diçe ser dilovaniya xwe..

 

Piştî mirina wê Pîro, çend şevan li dû hev xew pê ve dibîne.

 

Di xewê de qîza wî jê re dibêje; Mezelê min veke, ez ê xelatekî bidim te.

 

Li ser dîtina xewê, mezelê qîza xwe vedike û di mezel de sosretekî nedîtî li ber çavê xwe dibîne.

 

Sebiyekî li ber şîr di bêşîkê de ye û pêçiya qîza wî dimije.

 

Piro, bi vê rewşa nedîtî matmayî dimîne û wî sebî ji mezel dertîne dibe malê.

 

Piştî çend rojan Pîro, dîsa xew bi qîza xwe ve dibîne.

 

Qîza wî jê re dibêje; Bila navê sebî Mûnziro be.

 

Pîro jî navê wî Mûnziro danî dike.

 

Bi qasî 10,12 salan bi hevdû re dijîn û Pîro dimire, Mûnziro sêwî dimîne.

 

Axayekî bi navê Xidir, li derdora gundê Kêdekê hebûye pez û dewaran xwedî kiriye, bi boneya şivanî û gavaniyê Mûnziro dibe gel xwe.

 

Mûnziro, li ber destê axa mezin dibe û dikeve dara xwe. Xortekî delal û şimşad jê derdikeve.

 

Bi salan ji axa re şivanî û gavanî dike.

 

Dem û dewran derbas dibin û roj tê axa diçe hecê.

 

Mûnziro, ji axayê xwe pir hesdike.

Dema axa li hecê ye, rojekî Mûnziro ji xanima axa re dibêje;

"Xanim axa, dilê axayê min diçe helawê, ji kerema xwe helawekî qelandî çêke ez ê bibim ji axê re"

 

Xanim axa, dibêje qey canê Mûnziro helawê dixwaze fedî dike bêje, lewra sebebekî wisa nîşan dide.

 

Xanim axa, helawê çêdike û çend qulat jî dike nav boxçeyekî û bi henek ji Mûnziro re dibêje; 

"Ha berxikê min keremke bibe ji axê re"

 

Li gor rîvayetên têne gotin wê demê axa di hecê de li ser nimêjê bûye,

Di xilaskirina nimêjê de ku li ser milê rastê silav dide, Mûnziro ferq dike..

Nimêja xwe diqedîne û piştre xêrhatina wî dike.

 

Dibêje; "Ka bê tu ji ku derketî Mûnziro?"

 

Mûnziro, dibêje; "Axayê min, dizanim canê te helawê dixwestin min ji te re anî"

 

Mûnziro, boxçeya helawê vedike û dirêjî axayê xwe dike.

Axa mêze dike erê, çêkirina helawê ya xanima wî ye û hê germ e. 

 

Bi vê rewşê heyr û miheyrî dimîne. Hewl dide ji Mûnziro bipirse, bi hewldana wî re Mûnziro ji ber çavan wenda dibe.

 

Mûnziro, vedigere tê malê û ji xanim axayê re dibêje; "Min helawê ji axa re bir û hatim"

 

Xanim axa jî dibêje qey Mûnziro henekan dike.

 

Dema axa ji hecê tê, gundî hemû diçin kû wî pêşwazî bikin.

 

Mûnziro jî wê demê pez didoşe, pirî ji axayê xwe hesdike hema bi satila şîr ve diçe pêşwaziyê.

 

Kî bi Axa re digîje, xwe xwarê dest û milê wî dikin ku ramûsin.

 

Axa ji miletê re dibêje; 

"Neyên dest û milê min, herin destê Mûnziro ramûsin, heciyê heq ne ez im, ew e"

 

Berî herkesî axa ber bi Mûnziro ve bazdide ku destê wî maç bike.

 

Mûnziro dibêje; 

"Axayê min, bi salane tu ji min re bavîtî dikî, min xwedî dikî, çawa dibe tu yê destê min şivanî maç bikî"

 

Mûnziro, ji bo destê xwe bi axa û kesên din nede maçkirin bi satila şîr ber bi çiya ve direve.

 

Bi revê re herkes li dû bazdide ku destê wî maç bikin. Mûnziro digîje berpala çiya û li erdê dikeve satila wî ya şîr dirije.

 

Piştî satila wî ya şîr dirije, çil gavên din davêje û wenda dibe. di her gavavêtina wî de li cihê lingê wî çavkaniyekî ava sar û spî wek cemed û berfê derdê.

 

Her bilqika avê dibe wek çemekî û di deşta Pilûrê de diherike newal û mesîlên Dersîmê.

 

Her ku diçe av zêde dibe û li tevahiya herêmê belav dibe.

 

Newal û mesîl tevî çiyayên ku av xwe lê digire hemû navê xwe ji navê Mûnziro girtine.

 

Xelkê herêma Dersîmê bawerî pê tînin ku Mûnziro xwedî keramet bûye û ewliyayê xwedê ye.

 

Bi vê boneyê her gav û wext diçin çilkaniyên Mûnziro û jê re dia dikin, mûm vêdixin û qurbanan didin.

 

Bi vê baweriyê Mûnziro li Kurdistanê bûye yek ji efsaneyên herî bi nav û deng.

 

Her sal bi navê Mûnziro mîhrîcanên bi heybet têne lidarxistin û li çar aliyê Dersîmê şahî û bernameyên çandî têne çêkirin.

 

Serçaviya çemê Mûnziro ji navenda Dersîmê bi qasî 60 km dûr e û di navbera navçeya Pilûr û Erzinganê de ye.

 

Stranbêj û hunermendên kurd jî li ser vê efsaneyê gelek stran û klamên bi navê Mûnziro çêkirine.

 

Yek ji van stranan jî strana Koê Mûnziro ye.

 

Ko wo

Koyê mûnziro koyê mûnziro

Dayê ûsaro miva germo

Mordem qisona gerîsa koê mûnzirî

Tevdi vayê xo veno

Hondirê koê honiko

Ax koê mûnziro koê mûnziro 

Derdo xemo zerêno weno

Koê mûnziro koê mûnziro

Mina sarî perskena

Xerîbê welatê sûko

Koê mûnzirî hesreta zerê mino

Aman neno gul gulistano

Ûsareno cayê varono

Payîzeno vayê xo veno

Zimistaneno Mordem spî keno

Koê mûnziro koê mûnziro 

Koê mûnziro kê xiziro

 

Ko wo, ko wo

Koê mûnziro koê mûnziro 

Mordem tixo caro veno rocî

Cor koê Zel'o gover dûzgino

Koê Dûzgin bavayî 

Semsiya ser Dersimo

Hondorê koê perskena

Meterîsê hevalano

Dismin ditirso

Marê do ser dorxano

Koê mûnziro koê mûnziro 

Koê mûnziro hesreta zerê mino

Aman neno gul gulistano

Ûsareno cayê varono

Payîzeno vayê xo veno

Zimistaneno Mordem spî keno

Koê mûnziro koê mûnziro 

Koê mûnziro kê xiziro

 

(Di rojên pêş de ez ê behsa efsaneya Sey Xidir bikim)

 

Mordem Zel

30/11/2018 Amed