1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. EFSANEYA KOÊ SPÎ, ŞARÊ Û ŞIVAN
EFSANEYA KOÊ SPÎ, ŞARÊ Û ŞIVAN,efsaneya,koê,spî,şarê,û,şivan

EFSANEYA KOÊ SPÎ, ŞARÊ Û ŞIVAN

A+ A-

Mordem Zel

Gotineke heye dibêjin, çiya mirovan wek xwe xwedî dikin û têdigîjînin.

 

Taybetmendiyên mêr û mêrxasên navdar bi heybetiya çiyayan ve têne girêdan û behsa wan tê kirin.

 

Mirov dikare bi hêsanî û bi dilê rihet vê gotinê ji bo Koê Spî bêje.

 

Koê Spî, cih û warê efsaneya mîtolojîk a Şarê û Şivan e. Di heman demê de Îskenderê Makedon di seferiya rojhilat de li serê Koê Spî baregeh çêkiriye û herbê birêvebiriye. 

Cihê baregeha Îskender û cihê efsaneya Şarê û Şivan li heman cih in.

 

Mirovên herêma Koê Spî asê ne, bi bawer in, bi mirinê bi doza xwe ve girêdayî ne, tu caran radestî zilm û zorê nabin, weke Karasûngûr û Xeyrîyan berxwedêr in.

 

Koê Spî, li sêgoşeya Çewlik, Amed û Xarpêtê ye. Bilindahiya wî nêzîkê 3000 metreyan heye. Di heman demê de ev çiyayê bi heybet sînorên navçeyên Dara Hênî, Palo, Qerbegan, Hênê û Pîranê digîne hev. 

 

Gundên weke Kelaxsî, Xeylanê Kebîr, Mola Îbrahîm, Evdalan, Fetrakûm, Avnek, Heydan, Qasan û hwd ê girêdayî Dara Hênê ya Çewlikê dikevin nav erdnîgariya Koê Spî.

 

Li rojavayê bakûrê Koê Spî jî gundên Ekrag, Diyezûn, Seraçûr, Hasbeg û Zîver ên girêdayî Qerbegon a girêdayî navçeya Paloya Xarpêtê hene.

 

Koê Spî, çiyayek volkanîk e, hawirdora wî bi zinarên volkanîk pêçandî ye.

 

Di mîtolojiya kurdan de, çîrokên weke Şarê û Şivan tim bûne mijara çîrokbêjî, stran û hunera devkî. Efsaneyên bi vî rengî zêdetir çîrokên trajîk ê evîndariyê ne lê ev çîrok ya xwişk û bira ye.

 

Efsane û çîroka Şarê û Şivan li ser ednîgariya mezopotamyayê, pîrozî û îhtîşamiya Koê Spî û çavkaniyên Ferad û Dîcleyê rave dike. 

 

Ev çîrok, bi xwe re behsa bêhna bi hezaran riwek û nebatan jî dike.

 

Ev efsane weke latê mêşên hingiv cihê xwedîbûnê ye. Tê gotin di qurana pîroz de ji bo zindiyan tenê xwedê wehî daye mêşa hingiv a li çiya, li ser darê û li cihê bilind dêliya xwe çêdike.

 

Taybetmendiyeke efsaneya Şarê û Şivan jî heye, li hawirdora herêma Koê Spî navê Şarê û Şivan zêde li zarokan datînin. Ev jî tê wateya xwedîlêderketina pîroziya wan.

 

Li pîrozgeha lûtkeya Koê Spî bi dehan çavkaniyên avê hene. Tê rîvayetkirin ku rojek ji rojan şivanekî pezê xwe dibe li wê derê diçerîne û diçe ku avê vexwe lê bilûra xwe dixe avê û wenda dike. 

 

Piştî şivan bilûra xwe wenda dike, rojekê li berpalên gundê Zîver a girêdayî Paloya Xarpêtê, pezê xwe diçerîne û li herêma Xorselê wê dibîne. 

 

Tê gotin ava Xorselê çavkaniya wê ji Koê Spî dertê û bi pîroziya wê tê bawerkirin.

 

RÎVAYETA ÇÎROKA ŞARÊ Û ŞIVAN

 

Şarê û Şivan, xwişk û birayê hev in. Herdû jî li aliyê Amedê li ber axayekî şivanî dikin. Keriya mêşin û bizina her roj dibin diçerînin û êvarê tînin malê.

 

Axa, rojekî dikeve nav keriya pez û bêhnekê cuda ji şîr tê poza wî. Ji ber tercubeyên xwe vê hîs dike û qenaet pê tîne ku ev bêhna ji şîr tê bêhna giyayê Koê Spî ye. Çimkî axa herêmê baş dinase. Axa, vê rewşê ji hevjina xwe re dibêje lê hevjina wî pê bawer nake.

 

Li gor rîvayetê tê gotin jina axa ji gundê Kelaxsiya Dara Hênê ye lewra bêhna wê derê ji şîre pez girtiye.

 

Axa bi vê mijarê zêde aciz dibe û tênagîje bê ka çawa pez ewqas rê dikare biçe li Koê Spî biçere û heman rojê wegere.

 

Li gor rîvayetên têne gotin, Şarê û Şivan ji gund zêde dûrnakevin û tevî pez dibin mêş difirin û diçin li lûtkeya Koê Spî datînin. 

 

Şarê û Şivan bi dorê re şivanî dikin û bi cêr avê dikişînin Koê Spî. Tê bawerkirin vê avê ji bo ji xwe re xaniyekî çêkin dikişînin.

 

Rojek ji rojan axa wan dişopîne. Dibîne ku Şarê û Şivan, pez çawa derbasî sînorê gund dikin dibin mêş û difirin. 

 

Axa, li dijî vê elametê şaşwaz dimîne. Li hespê xwe siwar dibe û wî ber bi Koê Spî ve dibezîne. 

 

Piştî rêwîtiyeke dûr û dirêj xwe digîne Koê Spî. Dema axa digîne Koê Spî, Şivan ew ferq dike, bi dîtina axê re Şivan ber bi xwişka xwe Şarê ve bazdide. Bi bazdanê re dibe sir ji ber çavan wenda dibe. 

 

Axa hespê xwe ber bi cihê ku Şivan wenda dibe ve dibezîne, dibîne ku Şarê li ber pez govendê digire û stranan dibêje.

 

Şarê, ji qewîmina çêbûye bê hayîdar hîşîniya hespê axa dibîze û wî ferq dike.

 

Di wê kêliyê de ew jî ji ber çavan wenda dibe û dibe sir. Axa bêçare pezê xwe digire û vedigere gundê xwe.

 

 

Li lûtkeya Koê Spî bermahiyên serdema kevn hene, tê bawerkirin ev bermahî yên xaniyê ji aliyê Şarê û Şivan ve hatiye çêkirin in. Bi vê boneyê gelê herêmê qurbanên xwe dibin vê derê serjêdikin û diayên xwe radestî rihê wan dikin. Cihê ku tê bawerkirin Şarê lê stran gotiye jî weke cihê seyrangehê tê bikaranîn û ziyaretvanê ku diçin vê derê, li wir reqs û govendê digrin û seyrangeha xwe dikin.

 

26.08.2019 Amed