1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. ELOYÊ XEMXUR Û VÎNA AZAD
ELOYÊ XEMXUR Û VÎNA AZAD,eloyê,xemxur,û,vîna,azad

ELOYÊ XEMXUR Û VÎNA AZAD

A+ A-

Mahabad Felat

Sendroma Stockholmê, evîndariya kujerên xwe hîn jî gelekî bi bandor e di civaka me de. Hîn jî gelek ji me pir zêde angajeyên polîtîka û çanda dagirkeran in. 

 

Xwenegihandin û kêmasiya giyana netewatetî, mirovan nêzî dijminên xwe dike. Dijmin jî bi zanebûna vê rastiyê polîtîkayan diafirîne, rojevan diguhere, rêya şaş dide ber civakê û xwe li ser nezaniyê dijîne.

 

Caran, yek gotineka xweş(!) a ji eniya pergala dagirker, dikare hiş ji serê me bibe û me bi wan ve girê bide. Caran, di qada legal de hin hevkarî dibin. Ev normal e. Lê, di bin navê hevkariyê de, em xwe ji bîr dikin û bi temamî dibine mîna ”hevkar”ên xwe. Li pêvajoya hevkariya bi SHPê heya bûyerên Gezî yê binêrin û îroj li pêvajoya hilbijartinên Stenbolê û helwesta gelek kurdên welatparêz binêrin ku ji ser medyaya civakî parve dikin, ev rastî dê baştir bê dîtin. 

 

Welatparêz in, lê îroj ji CHPê bêtir CHPyî ne. Li şûna wekî taktîk nêzî vê pêvajoyê bibin û helwesta xwe li gor wê diyar bikin, mîlîtaniya Îmamoglu û ya CHPê dikin. Yan jî ji kokê dibrin û davêjinû li mala xwe rûdinên. Bêyî bikevin nav hewldana têgihiştina bêhelwestiyê ka dê bi kêrî çi û kê bê. Yan li vî serî ne, yan li seriyê din, lê pirê caran rastî li navîn e!

 

Heman helwest, li hemberî rûdanên li cîhan û li welatên dagirker ên Kurdistanê jî derbasdar in. Eloyê Xemxur her em in. Çi bi serê kê ve bê, ji xwedanên wan zêdetir em li çokên xwe dixin û em rondikan bi ser hinarokan ve dibarînin, bêyî rastiya kesên em li ser xeman dixun bizanin. Ev herî dawî di mirina Mursî de jî xwe pir zelal diyar kir û ev hemî tevger, helwest û livbaziyên li hember rûdanên li cîhanê û bi taybet li welatên dagirker ên Kurdistanê rû didin, ji ber jixwedûrbûn û hewldanên xwenêzîkkirina serdestên xwe tê. Ango ji nezaniya xwe û dîrok û rastiya xwe, ji nenasîna dijminên xwe, ji nezaniya nirxandinên pêşveçûn û birêvebirinên civakîû siyasî tê. 

 

Vîna azad bi kesayetiya azad pêkan e. Kesayetiya azad, bi bihîstyarî, bîrbirî û zanîna rastiya xwe, ya dijmin û ya mirovahiyê pêkan e. Ango ji bo kesayet azad bibeû mirov bikaribe bibe xwedî vîneka azad, divê mirov  xwe ji hemû cil û bergên gemmar ên bi hezarê salan in li me hatine kirin û bi laşê me ve zeliqîne rizgar bike, ji ser xwe bavêje.

 

Daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi temamî li ser vê bingehê ye. Ango balê dikşîne ser vîna azad û dibêje; nebin alî û milîtanên şerê navbera du aliyên dewletê, lê bi vîna xwe tevbigerin.

 

Yên bi felsefeya jiyanî, şer û têkoşîna Rêber Apo bizanin, dizanin ew ji zarokatiya xwe ve, bi kêmasî 60 sal in ji bo vîna azad têdikoşe, felsefeya jiyana xwe li ser vê têkoşînê honaye, sîstematîze kiriye, bi rêxistin kiriye û kiriye malê gelekî ku îroj bûye yekta çare û rêya li ber rizgariya mirovahiyê jî. Li mînaka Rojava û vîna jina azad a li her çar aliyê cîhanê bi vê felsefeyê xwe bi rêxistin kiriye binêrin, ev rastî dê bi zelalî xuya bibe. Tenê ku dilê me jî zelal be! Yan na xuya nabe, raza wê jî ev e.

Tişta herî grîng û ya ev ji 40 salî zêdetir in şerê wê tê dayîn, vîna azad a gel e. Kodên vê têkoşînê li ser vê rastiyê hatine avakirin. Lomaye ku tu vîrus nikare bi vê têkoşînê.

Divê em êdî hîn bûbin ku Rêber Apo vîna azad e, zîndankirina wî di vî warî de bandorê li ser tu tiştekî nake, nikare bike.

 

Divê em êdî dijminê xwe nas bikin û ne li gor derew, komplo, dek, dolab û lîstikên wan helwesta xwe diyar bikin, lê li gor vîna xwe ya azad rawestin.

 

 


Gotinên miftehî :