1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Erdogan kî ye? Gelo Rafael Sadî yê Cihû şêwirmendê wî ye?
Erdogan kî ye? Gelo Rafael Sadî yê Cihû şêwirmendê wî ye?,erdogan,kî,ye,gelo,rafael,sadî,yê,cihû,şêwirmendê,wî,ye

Erdogan kî ye? Gelo Rafael Sadî yê Cihû şêwirmendê wî ye?

A+ A-

Fêrgîn Melîk AYKOÇ 

Berê vê bêjim, ez mirovan li ser bingehê nijada wan nanirxînim, ti nijad ne tewanbarê hemû guneh û tewanan e. Ji nav her nijadî mirovên baş jî, yên xirab jî derdikevin, her wiha dîktator û mirovhez jî. Li gel wê her gel ji ber dîroka xwe xwediyên hin taybetiyan in. Em di ronahiya vê de  çend gotinan li ser Cihûyan bêjin.


Taybetiyeke Cihûyan heye, li ku û di çi rewşê de dibin, bila bibin, xwedan armanceke nijadî û baweriyê ne, baweriya wan hevîrê yekitiya wan e. Têgîhîştina baweriya wan hemû nakokiyên eşîrî û malbatî daye alîyekê, tenê netew û bawerî li peş e. Ji wê ew berê her tiştî li berjewendîyê xwe û nijada xwe dinêrin. Her wiha bi awayekî hostatî û jîrane xwe li her cihê û di her rewşê de kamufle dikin û bi giranî di nava hêza rêberiyê de xwe derdixin pêş. Xwezila ev karekter li me Kurdan jî heba, mirovên me nebana xizmetkarên bêbav û mejîgeniyan.

Bêguman di nava Kurdan de rola herê nerênî û şikestanî, rola têgîhîştina baweriya îslamê ye. Her kesî baweriya îslamê kir xizmeta xwe, mixabin ku em jî bûn koleyên wê baweriyê!


Têkiliya gelan, tenê li ser berjewendiyan rûdine. Dema berjewendiyên gelan di xalekê de bigîhîjin hev, ew gelana dibin dost, li dij hev jî xuya bû, dostanî diqede. Silav dayîn, çend gotinên hin serokdewlet bikartînin jî, bi giranî ne ji bo berjewendiyên gelê bindest e. Ew gotin tenê ji bo ku dewletên wan gelan diçewisîne, sîstematîk tine dike, hinek din berbi xwe ve kişandine. Yanê dekbazî û nazên dîplomasiyeke pirr kone ye. Hem pişta gelê bindest miz dide û hem jî têkiliyên xwe yên bingehîn bi hostatî didomîne, rastî ev e.


Di mijara Îsraîlê de hin derdor Îsraîlê wek dostê gelê me yê sereke dibînin. Li ser çi bingehî vê dibînin jî, nayê fêmkirin. Bêguman mafê me yê bi çavên Ereban li Îsraîlê nêrîn jî tine, ji ber ku yên mala me şewitandine, yek jî Ereb in, nêrîna bi çav û dilê Ereban kor be. Gelo çend komaleyên ji bo piştgiriya Kurdan li Îsraîl û Ewropê bi deste cihuyan hatine damezrandin? Ta niha ez hîç rast nehatime û min nebîhîstiye. Lê ji Amêrîkayê bigire hetanê Ewropê têkiliyên saziyên wan u Tirkan tê zanîn.


Ma Îsraîl hîç li dijê Daîşê derketiye? Yan jî çima Daîşê Îsraîl hîç hedef negirt, di şaşiyan de jî lêborîna xwe ji wan xwestiye? Dema Kobanî li ber ketinê bû, Şengal û Mexmur ket, Daîşê berê xwe da Hewlêrê, çend balafirên Îsraîlê rabûn û kozikên Daîşê bombe baran kir? Min bi xwe nebihîstiye. Carna kozik, baregehên Îran û balafirgehên Beşer Esat hedef girtiye, lê ew jî tenê ji bo berjewendiyê xwe, dibe ku ji bo barê Daişê sivikkirin be, lê ne ji bo piştgiriya Kurdan bû. Her wiha piştî Referandûma li Başûr li hember tehditên Erdogan jî ti deng ji wan derneket. Armanca min ne Îsraîl reşkirine, ew jî gelekê Rojhilata Navîn e, bêguman mafê wê ye ku berjewendiyê xwe û welatê xwe biparêze jî heye, her wiha divê têkiliyê me û wan jî, germ be. Lê em Kurd, bi taybetî jî yên pirr rewşenbîr û pirr baqil, ên ku xwe di bin hin çîrok û xewjînên vala de vedişêrin, tenê bi gotinekê, mîna ku firsenda organîzasyona Kurd a li hemebrê xwe binxistinê û reşkirinê bi dest xistibe, hima bo yek gotineke Cuhuyan def û zurnê lêdixin. Lema divîbû ev mijara ku ji ber çavên Kurdan reviye bihata vekirin.

 

Em hinek seri li gotinên çavdêrên biyani bidin:

„Nuçegihanê Rojhilata Navîn yê rojnameya Îndependent  Robert Fiskê di warê Rojhilata Navîn de  xwedan azmûnên têr, îro di ragihandina xwe de got; „Divê mijara Daişê, Tirkiye jî di nav de bi hemû têkiliyên xwe ve were zelal kirin.  Fîsk bi taybetî jî mijara „Ji bo çi Daîş ti carî êrişê Îsraîlê nake!“ derxist pêş (1)


Sererkanê leşkerî û Wezîrê Berevaniyê Îsraîl yê berê Moshe Bugy Yaalon li bajarê Afula yê ragihand ku Daîşê bi şaşî êrişê me kiriye, hima li pey jî lêborîna xwe ji me xwastiye.“ (2)


Yanê di mijara Daîşê de helwesta Îsraîlê bi aliyê her kesî ve tê zanîn.

 

Mijara Erdogan

 

Ji roja Erdogan derketiye pêş, hetanê îro, li ser rîçal û bingehên wî gelek spekulasyon hene. Wekî dayik Sabatîst, Kalikê wî „Tayîp“ jî serhildêrekî Pontûsan e û û!“ Li dij van spekulasyonan, ti bersiv ji aliyê Malbata Erdogan ve nehat dayîn û ev rikên tewanbar nehatin tekzipkirin. Li gel wê ev spekulasyon gelek caran bi gotinên Erdogan jî, bi awayekî hatiye „erê“ kirin. Mînak; Erdogan di ziyareta Gurcîstanê de bi xwe gotibû: „Ez Gurcî me û kalên min ji vir çûne Rîzeyê!... (3)“

 

Dîsa tê îdiakirin ku „Erdogan bê werger du saet li ser hev bi serokwezîrê Yunan Simîtîs re rûniştiye û axiviye!“. Pirs: Simîtîs tirkî nizane, Erdogan jî îngîlizî nizane! Gelo herdu bi çi zimanê bi hev re axivîne? Bi zimanê kerr û lalan?

 

Rojnameya „Sözcü“ (lînk li jêr e) van gotinên Erdogan weşandiye. Ti kesî jî ev gotinên wî yên di rojnameyê de hatiye weşandin tekzîp nekiriye, ev jî tê wê wateyî ku rast e.  Erdogan wiha gotiye: „Eger navenda Ferman û fermandêrên min, li min bifermin û bêjin; „Xeftanê Keşetiyê (papaz) li xwe ke, ezê cil û bergê keşetiyê li xwe kim, peywirê xwe pêk bînin! (4)“


Pirs: Ev navenda ferman û fermandêrên wî kî ne û li ku ne?

 

Herkesî nivisî ku aliyê wî yê dayîkê sabatîst e. (5) Ev jî ti car nehat tekzîpkirin. (Bêguman ev ne sûç û ne jî guneh e. Sabatîst jî wekî me êşên giran kişandine û di jenosîdan re derbas bûne, min dîroka wan xwendiye. Bi taybetîjî romana nivîskarê Alman Peter Pirange ya bi navê „Gottessucherin /Xwedêgerê bi tevahî li ser vê mijarê ye, min carê xwendibû û careke din çav lê gerand.  Her wiha Hevjîna wî Emîne jî bi sabatîstiyê ve tê girêdan. Rojnameya „Sözcü“ wiha dinivîse. „Navê pîrika mezin ya Emîneyê „Nîlî“ ye, ev navekî Cihûyan e!“ (6) Ev jî nehat tekzîpkirin. Mijar û pirs ev e; çima rastiya xwe vedişêrin û xwe wek mislimanên tind nîşan didin?


Tê zanîn ku di ananeyên Cihûyan de rîçal (nijad) ji dayîkê derbasê zarokan dibe. Bav ti car nayê pirsîn, tim dayîk tê pirsîn. Her dayîk zarokên xwe li ser bingehê têgîhîştina Cihûyan perwerde dike. (Xwezila dayîkên Kurd jî li ser vê têgîhîştinê perwerde bûyîbûna û zarokêb xwe bidana perwerdekirin.) Her wiha ew kesana bi giranî behsa dayîkên xwe dikin, bav pir dernaxin pêş. Her wiha mijara Fetullah jî wiha ye.

 

Di malpera Huriyetê ya 23.6.2011 an de sernûçeyeke wiha heye: „Hevalê Erdogan ê dibistanê yê musevî Rafael Sadî behsa Erdogan dike!“

 

R. Sadî wiha dibêje: „Em di dibistana bilind a pîşeyîya Aksaray de hevalên hev ên polê bûn. Erdogan kesekî bêdeng bû. Me çar salan di heman polê de, ji heman mamosteyan ders wergirt...“ (7)


Rafael Sadî mîna ku bi xwe kesekî paqij be, têkiliya xwe bi ti derê re tinebe, ji ajanê Mosadê yê naskirî Eilerzer Tsafrir ê bi şanenavê „Geyzî“ ku demekê li Hewlêrê berpirsiyarê rêya Hesin bûye û bi erkê xwe yê ajaniyê ve hatiye naskirin vê dipirse: „Di çapemeniya Tirkan de di derheqê birêz Erdogan de gelek şipakulasyon hene. Wek mînak dibêjin; „ew ajanê Îsraîl e!“ Bi dîtina min sebeba vê ya bingehîn ev e; wî xelata saziya Cihuyan ADL girtiye“ ji we tê îdia kirin!, tu çi dibêjî“


Tsafarir: „Bêguman dawiya şipekulasyonan tine, ji bo Ahmedînejad jî gotibûn. Mixabin ku ji bo me naxebitin!“ (8)


Ajan Gezî yê li hewlêrê bi aşîkarî xebitiye. Gelo dibe ku wî ev têkiliya germa ya di navbera PDK û Erdogan de wek torekê hûnandibe?


Pirs: Çima R. Sadî û Geyzî vê mijarê vedikin û bi hostatî serê wê por dikin? Ev tê çi wateyî?

 

Mijara Rojnamegerê Îsraîlî Rafael Sadî

 

Tê îdiakirin ku Rojnamegerê Îsraîlî Rafael Sadî ji şêwirmendê Erdogan yê veşartî yek e. Daneyên heyî, tiştên hatine nivîsandin û hevpeyvîna ku bi Rafael Sadî re hatiye kirin, rasterast di pîleya vê îdîayê piştrastkirine de ne. Em bê şirove hevpeyvînê bigirin.

 

Hevpeyvina kovara Şalom ya bi Rafael Sadî re, ezê tenê ji bersivên R. Sadî çend hevokên girîng bigirim. Wateya tevahiya kontekstê jî di van gotinan de veşartiye. (9) R. Sadî dibêje:

„Di salên 1960 de hotêlên pêncstêrik û bi hewz tinebûn, Di Kibutz a destpêka çolistana Negevê de ji bo me Villayekê hatibû veqetandin, li kêleka vîllayê hewz hebû, Ji sibê hetanî êvarê ji avê dernediketim. Ew rojên min yên herî xweş bûn....


Ez di lîseya GS de tevê qursa Woodpage Oymakbaşi bûm, dû re min rêveberiya wê ji birayê xwe û Cekî Kohen wergirt.....

 

Hima bigire di navbera çanda Îsraîl û çanda Tirk de ti cûdahi tine. Xwerû jî van salên dawiyê bi rêya înternet û TV yan bi tevahî nêzîkê hev bûne. Di van çandan de şerê „pere qezenckirinê“ ne hêsan e. Tv ya „Hastürk“ wek berdewamiya vê rêya pere qezenckirinê ye. Me ev nav ji peyva îbranî „Hasbara“ û peyva „Tirk“ afirand. Hasbara tê wateya „îzahatê“....

 

Bi salan e ku ez bi çapemeniya Tirk re di nava têkiliyê de me.  Jixwe di koma min a „e.mail“ a bi navê „Bugün“ de 350 endamê min ê ji çapemeniya Tirk hene...


Konferansa Cuneyt Ülsever baş olan da, me bi rêya wî rastiya Îsrailê baştir da têgîhîştin. Meyweyê vê konferansê dane li ser bingehên hewldanên taybet rûdine. Em ji bo Wezareta Karê Derve yê Îsralê bûn mînakeke gelek baş. Me weke komal bi qasê min jimartiye 125 endamên çapemeniya Tirk kiriye mêvan.

 

Bi dehan nûçe û bernameyên ku me bi Kanal D û CNN Türk re çêkirî heye. Di nava yên balkêş de, Ziyareta me ya Mukataa, hevdîtina bi Arafat re, civîna Alî Babacan, Ziyareta ji bo Ahmet Necat Sezer heye. Her wisa têkiliya me ya bi Kanal 7, Yeni Şafak, rojnameya Sabah û Ülkü Tv. re. Bê van li gel têkiliyên germ gelek nivîsên min di rojnameyên Akşam, Hürriyet, Redîkal, Milliyet de hatin weşandin. (10)“

 

Sputnîk jî van gotinên R. Sadî radigîhîne: „Divê Tirkiya tenê li ser berjewendiyên xwe bifikire, di vê dîzayna nû ya Rojhilata Navîn de rola xwe bilîze!“ (11)

 

Min ji hevpeyvîna wî bi kurtî hin beş girtin. Di vê kurte ragihandina wî de gelek tişt zelal dibin. Mirov dikane bi dehan pirs jî jê derxe.

 

Pirsên Mînak:

1 – Kî ew vîlla ji bo malbata (bavê) Rafael Sadî veqetandibû? Ev tê we wateyî ku bavê wî ne kesekî ji rêzê bû ye.

2 – Çima ewqas endamên çapemeniya Tirk li Îsraîlê kiriye mêvanên qedirbilind? Xwestine xêrê bikin û biçin bihuştê? Yan?

3 – Çima bi giranî bi çapemeniya derdorên îslam re têkiliya wan heye?

4 – Armanca vê komala Tirk – Musevî ya li Telavîvê çi ye û çi karî dike?

5 – Gelo Tirkiye li ser vê pêşniyaza Rafael Sadî, hewl dide ku gav bi gav Kurdistanê dagir bike? Yanê jî di dizayna nû ya Rojhilata Navîn de rola xwe bilîze.

 

Bêguman Dewleta tirk jî vê firsendê ji bo armancên xwe yên nijadperestî baş bi kartîne.

 

Hin Çavkanî:

 

(1) https://www.bbc.com/turkce/haberler/2015/08/150824_fisk_isid

(2) https://odatv4.com/isid-bize-yanlislikla-ates-etti-ve-aninda-da-ozur-diledi-2504171200.html

 (3, 4, 5, 6,    https://www.sozcu.com.tr/2014/gunun-icinden/erdoganin-kokeni-nereye-dayaniyor-573627/

(7)  https://www.hurriyet.com.tr/gundem/musevi-okul-arkadasi-erdogani-anlatti-18084628

(8)  https://istihbaratalani.wordpress.com/tag/geizi/

(9, 10) https://www.salom.com.tr/arsiv/haber-88072-ben_turkum_turkiyeli_degil.html

(11) https://tr.sputniknews.com/tags/person_Rafael_Sadi/

û

Lêkolîn û têbiniyên min.

Nivîsên li ser revandina Birêz A. Ocalan.