1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Ev kurdologên di mjara Kurdan de nezan ji ku derdikevin?
Ev kurdologên di mjara Kurdan de nezan ji ku derdikevin?,ev,kurdologên,di,mjara,kurdan,de,nezan,ji,ku,derdikevin

Ev kurdologên di mjara Kurdan de nezan ji ku derdikevin?

A+ A-

 

Nivîs; Ali Duran Topuz

Werger: Fêrgîn Melîk Aykoç

https://artigercek.com/yazarlar/ali-duran-topuz/

 

Toni Morrison: „Armanaca nijadperestan, bala giştî ji hev bela kirine. Hewl dide ku egera hebûna we bi we bide gotin. Mînak; yek radibe, dibêje; „zimanê we tine,“ hûn jî bi salan hewl didin ku hebûna zimanê xwe bidin pejirandin....“  

 

Spîkereke navdar (Gülgûn Feyman), di hevpeyvîna malperekê (T24) de, bi carê ve dibe fîlozofeke pisporê ziman yê di gerdûnê de herî zana û ji bo bawerî dayînê dibêje „ez pisporê zimana me.“ Lê ti bingehekî agahiyên di derbarê zimanê Kurdî de dide, tine, ji rastiyan dûr e.

Mijar ne tenê xwe zana frotin û kêmasiyên Sipîkerê ku bi kêfxweşî û pozbilindî zimanê kurdî piçûk xistine. Mijara bingehîn ev e, kê vê wêrekiyê dide kesan ku çi hate hişê wan bikane di vî derbarî de bêje! Ango bingeh, dîrok, perwerde û fonksiyoneke vê wêrekiyê heye. Ew hewldan û wêrekiya wê malperê jî ji heman çavkaniyê avê vedixwe. Bêguman di vir de ne bi navê fîlolojiyê, ne jî bi navê rojnamegeriyê tişteke bi nirx û cidî were girtin heye. Lewre nevê vê nijadperestî ye, ne ji wêrekiya nezana ye, çavkaniya wê ji helwesta devera siyasî ye.

EM ÊN ŞAREZA Û KURDÊN HOV

Bi destûre we, em piçek çend gavan bi paş ve vegerin, Bulent Arinc deh sal berê, dema hê giraniya wî dest dida ku cihgiriya serokwezîrîyê bike, di civîneke çapemeniyê de wiha pirsîbû; „Ma kurdî zimaneke şarestaniyê ye?“ Bêguman ev ne pirseke ji rêzê bû, ango ne ku ji bo fêrbûnê pirsîbû! Wî ji qatê herî jor bersiva daxwaziyên perwerde û fêrkirina zimanê kurdî dida.

Bi xwe gelek bawer digot; ev daxwaziya fêrkirin û perwerdeya zimanê kurdî ne di cih de ye, lewre ew ne zimanekê şarestaniyê ye.

Dema begefendî „şarestanî“ digot, derfetên di zimanê Osmaniyan de ku wî gelek jê hezdikir, bi bîr dixist. Anegorî zimanê Osmaniyan kesên ne şareza Bedewî û wehşî bûn. Dijayetiya Şarestanî û hovitîyê di zimanê kubariya osmanîbûnê de dijhevbûneke îdeolojîk bû. Û Arinc ew bibîranî. Anegorî osmaniyan kurd wehş bûn, ji Kurdan re “Ekrad-ı wahş” digotin.

Bêguman ew nijadperestiya ne nijadperestiya ku em îro dizanin, bû. Yanî ya rayedar û derdorên di qesra serweriya osmaniyan û yên bi wan ve girêdayî bû. Ev gotin û nêrîn bi giranî bi aliyê hîyararşiya civakbûna demê ya li dor qesrê ve derdiket pêş. Wan ji piraniya şêniyên Tirk re jî bi awayeke bê tirs „Etrak î bê idark“ digotin. Bêguman ne wek Kurdan yekber dihatin tewanbarkirin, tenê ji bo kom û beşên hê di nava avahiya dewletê û bîrdoza wê de nehelyabûn re digotin.

 

XWEZIL BI WAN KURDÊN KU EZ NE BEXTEWARIM; DIBÊJIN!

Piştî damezrandina komarê, hemû çerxa avahiya dewletê bi xebateke bê westan ji “etrak-ı bi idrak” derbasê „Xwezil bi wî kesê ku dibêje ez Tirkim“ bû. Weke wehş nîşandana Kurdên ku ev şiyar nepejirandin, bi hevrêyiya gotin û şiyarên cûda di rojevê de her zîndî hate girtin. Bi vî awayî Kurd bi nebextewarî hatin tewanbarkirin. Bi gotin û têgînên weke „yên hê tirkî jî nizanin“ Kurd ne di nava mirovahiyê di nava zoolojîyê de hatin bibîranîn. Têgînên û galgalên weke hêr (ne kedî), feodal, paşverû, paşvemayî wek varyantên wê têgînê hate bikaranîn.

Di dersa matamatîk de, di salonên dadgehê de, di Meclîsa mezin ya Tirkiyê (TBMM) de her û her weke „Zimanê nayê zanîn“ gotinên bi vî rengê wehşîbûnê hate hilberîn. Yekê ji wan zanyarokê navdar xwe di darezandinên 12 adarê de bi navê „Bakî Tug“ nîşan dabû. Ew mêrkokê ku Denîz Gezmîş biribû sêdarê. Wî kurdologê dewletê di îddianameya xwe de bi rikî nivîsîbû ku bê 30, 40 gotinê, peyvên Kurdî tine, yên din tev de ji zimanên cuda wergirtiye.

 

TEKNÎKÊN MÊTINGERAN

Zanayê payeberz Musa Anterê ku hate kuştin, bersiva wî kurdologê dewletê yê 12 ê adarê wiha dabû: „Di baxçeyê min de mirîşk hene, heta ew jî rojê herî kêm ji 30 yî zêdetir dengên cuda cuda derdixin!“ gotibû.

Ew galgalên vala yên rayedaran ku li ser bingehên kurdî bi gotinên virde wêde civandî, bûye zimanekî û hev fêm nakin, awayekî gotina ew ji civakên hev têdigîhîjin kêmtir û bênirxtir in, di mejiyan de rûniştin dayînê ye. Ev azîneke nijadperestên taksonomîst ya herî zêde tê nasîn û bi nav û deng e. Yê tên piçûkxistin, reşkirin, terqizandin, ji maf û dadê bêpar tên hîştin, divê berê nemirovbûna wan di hemû mejiyan de bidin rûniştin ku mafdariya nijadperestan a ji mirovî der were pejirandin. Ev biwêja cudaxwaziya ya „şareza ne şareza“ di dîroka metîngeriya Ewropê de qirnasê /pêpilika bingehîn bû.

Eger hê jî spîkerê naxwaze were jibîrkirin û malpera nûçeyan ya dixwaze bandora xwe zêde bike, bi axaftin û ragihandina nûçeyên wiha ji bala giştî natirsin, ev ji baweriya bi hêza wê dîroka ku ev daye dîktekirinê tê. Di rastiyê de ev rûdana lêbangîyê weke xaleke piçûk ya ji bo ziman, zimanê kurdî ye ku em jê re dîdarî dikin, ji cûdaxwaziya di her mijareyên bi Kurdan re têkildar de derdixin rojevê, tenê xaleke herî piçûk e.

XALEK JI ERKÊN NIJADPERESTÎYÊ

Bîsta bertekên li dij spîkerê li ser medya civakî gurr dibû, dîrokzan Ayşe Hur di ragihandina xwe ya nivîskî de axaftina navdar ya Tonî Morîsson derxist rojevê, hem jî di vê dema pêdivî pê hebû de:

„Erkê nijadperestiyê, erkê herî girîng „bala giştî bela vela kirin e. Destê we ji karê we dide kişandin û we di divêwtiya hebûn û nebûna xwe peyîtandinê de dihêle. Yanê yek derdikeve, dibêje „zimanê we tine!“ Hun jî ji bo hebûna wî îspatkirinê bi dehan salên xwe didin. Yek jî radibe, dibêje; „hunera we tine!“ Hûn bi salan dikevin nava lêkolînê. Bi ya min, pêdivî bi hewldanên îspatkirinê tine, lewre yek diqede yekê din dest pê dike. (Ji axaftina Morisson ya ku wî 30. Gulan 1975 an de Di navenda xebatên Zenciyan ya zanîngeha Portland de kiribû hatiye girtin)

Tiştê ku ji nasyonal sosyalîstên nijadpersestiya xwe ya tund di bin sosa çepgirên-sosyalîst de vedişêrin, dibêjin; „li ba me reşik tinin ku nijadperestî hebe“, bigire, ta gotinên cihana çayxanan ya “Me berê ti tiştek bi navê Kurd nedizanî!“ Ji serokê Meclîsa Mezin ya Tirkiyê (TBMM) ta digîhîje kunciknîvsên rojnameyan tev de diranên wê mekanîzma ku Morisson venivîsandî ne. Bêguman ev têgîhîştin ne tenê bi warê ziman re tîkildar e. Biryara „Adlî Tip“ (Dada bijîşkî) di derbarê Aysel Tugluk de daye. Bi hezaran kesayetîyên siyayî yên di girtîgehan de tên girtin. Muhalefeta ku dibêje; „Emê pergala parlamenterî ya bi hêz ava bikin!“ bi dilzîzî ji parlamenter û partiyên Kurd dûr rawestana wan, Panzerên li kolanan bêtirs zarok û ciwanên Kurdan dipelixînin, bi awayeke aşîkar teyîsandina vê çerxa heyî ye.

 

Min çima ev wergerand.

 – Ji ber ku  nivîs kolonyalîzm, nijadperestî, metodên wê, dek û dolabên wê û bandora wê herî baş şirove dike.

 – Ya din gelek Kurd yên bi dîplome jî bi yek gotineke rayedarên Tirk, partiyên Tirk, yan jî profesor û nivîskarekî Tirk tên xapandinê. Yan jî ew bi wê gotin û kirinên xwe dibin diraneke vê çerxa bêbext.

 – Berdevk û endamen hin partî, partîkok, kom û komikên kurd yên heyî jî gelek caran di xizmeta vê çerxa bêbext de ne, le ji wan wetrê kes vê nizane.

 – Nakokiya di navbera min û hin kesan de jî di vî xalî de veşartiye.

Hêvî dikim, piştî vê nivîsê hin kes carî li xwe vegerîn, ka ew li kêdera vê mekanizma bêbext in.