1. Tekst

  2. Gotar

  3. Fêrgîn Melîk Aykoç
  4. Fîlozofî û psikolijiya biserneketin û têkçûnê
Fîlozofî û psikolijiya biserneketin û têkçûnê,fîlozofî,û,psikolijiya,biserneketin,û,têkçûnê

Fîlozofî û psikolijiya biserneketin û têkçûnê

A+ A-

Fêrgîn Melîk Aykoç

Mijara filosofî û psîkolojiya têkçûnê ji zarok û tekakesan bigire hetanî kom, civak û neteweyan dirêj dibe. Li ser kesayetî û civakan bandoreke gelek nerênî, heta piraniya caran di forma travmayên bê çare de kesayetiya tekakes, kom û civakan dike nava xeteriyeke malwêraniyê. Lema jî li welatên ku xwediyê xweserî û saziyên xwe yên netewî ne, ji bo tekakes koman, xwerû jî di dema kareset û binketinan de navendên rehabîlîtasyonan tên vekirin, daku bikanin pirsgirekên travmatik, yên di nava civakê de pirsgirêkan diafirînin çareser bikin. Min li almanî mêzekir bi dehan xebatên zanistî yên zanîngehan, têzên doktorayê li ser mijara fîlozofî û psîkolojiya biserneketin û têkçûnê hene, xwerû jî li ser travmayên şerê cihanê yê dudyan. Di vî warê psikolojî û felsefeya di têkçûnan de derdiçe de bi tirkî jî gelek têzên doktorayê yên PDF li ser Înternetê xuya dikin. Minak; li ser dema Îttihat Teraqî.

Lê yên kurdan? Her çendî tevahiya dîroka me bi xwîn têkçûn û binkeftinan dagirtiye jî, di vî warî de tişteke lêkolînî, xebateke zanistî tine. Bes „A“ pesna xwe dide „B“ û „C“ tewanbar dike, B û C jî heman tiştî dikin. „D“ û „E“ jî pesna dîn, kes û partiyên dagirkeran derdixe pêş.  Gelek Trolerên dagirkeran yên bi paye jî, bi navê siyaseta kurd û kurdewarî, her mijarê sor û kûr dikin di piyaseyê de direqisin. Yanê di vî warî de lêkolîneke zanistî ya derê polîtîk û bangaşiya kom û partiyan ti tişteke mirov bikane cidî bigire, ji wan ders bigire, tine. Her têkçûn û wendakirin bi travma, hêvî şikandin, parçebûna kesayetî, têkçûna xwebaweriyê, ji hev pelişandin, û û dagirtîne. Ji bo ji vê rewşê rizgarbûnê pêdivî bi terapî, ji kelepçeya travmayê filitîn, ji nû ve xwebaweriyeke vejandinê heye. Ev jî xebatên zanistî dixwaze. Mixabin ku kesayetiyên di vî warî de xwedan formasyona bijîşkî û pisporî ne, di cihê vê karesetê şirovekirinê, ji vê travmayê re çareseriyekê dîtinê de, wekî partîzanan ya tevgera „A“, yan ya „B“ yan jî yên din hedef digire, têkçûnê bi wan ve girêdide. Bi vê helwestê çareseriyê li cih bihêle, heta bi vî awayî karê dagirkeran hêsan dikin. Lema divê ev mijar were vekirin û gengeşekirin.

Em ji bo têgîhîştinê vê hilbijartina dawî, ya di nava sînorên Tirkiye de weke kilîtek bigirin. Berê her tiştî dewleta dagirker ev hilbijartin guhezand dijbangaşiya kurd û doza kurd. Xwerû jî „yekitiya Komarê“ di her gotinê xwe de li ser HDP ê re êrişê Kurd û doza Kurd kir. Piştî „yekitiya komarê“ bi ser ket, partiyên „yekitiya gel“ û „Partiya Çepa Kesk“ hem di nava xwe û hem jî ji der ve bûn hedefên gengeşî, hev tewanbarkirinan. Mîna ku hêzeke derê wan xilçekî di nav re kiribe, wekî oxila mêşan guminî vêket. Armanca vê nivîsê ne van kom û partiyan rexne kirin e, ne wan parastin e, ne jî ez wan dikim alaveke vê mijarê, bi tenê wek mînakeke ji bo bibîranîna psikolojiya biserneketin, wendakirin û têkçûnê digirim. Bi gotineke kurt û kurmancî gengeşiyên tund ên di nava van xetan de ji psîkolojiya wendakirinê derdiçe, ji wê wêdetir tiştek din nine. Di dîroka me de hin hewldanên piçûk hene. Mînak: Ehmedê Xanî di vî malîkî de hewl daye ku di vê derbarî de xetek veke, lê mixabin ku ev tenê di sandiqan de maye, ti kesî ev wek şiyariyeke ji bo pirsgirekê travmatîk wernegirtiye:

“Ew Rom û Ecem bin van hesarın

Kurmanci hemî li çar kenarın

Her du terefen qebile Kumanc

Bo tiré qeda kirîne armanc

Goya ku li ser heddan kilidin

Her taife seddek in sedîd in

Ev qulzumé

Rom û bahré Tacik

Gava ku dikin xuruç û tehrik

Kurmanc dibin bi xwûné mulettex

Wan jek ve dikin misalé berzex”

Ji zanyar û lêkolînerên cihanê:

Min çawa di destpêkê de vekiriye, ev mijareyeke jiyanî ye, xwerû jî ji bo siberoja kesayetî û neteweyê girîng e.  Lema pispor û saziyên welat û gelan li ser vê mijarê kûrbûne. Em berê mînakek  ji pisporê Psikyatrî Dr. Vedat Bîlgîç bigirin, ew mijarê wiha şirove dike: „Di vê roja me de bi gel û neteweyekê psikolojiya têkçûnê çêştandin, wî gelî bê çare û bê hêvî hîştin pêngava têkbirinê ya despêkê ye. Hestê têkçûnê zemînê bin mirovan dişemitîne, di mirovan de giyana koletî û teslîmîyetê diafirîne. Yên ev çêştandibin êdî li ber şêmûga têkçûnê ne. Dagirker û serdest ji bo afirandina vê rewşê serî li her dek û dolaban dide, daku mirovên bindest xwe binketî û têkçûyî hîs bikin. ew bê zanîn bimînin. Divê wendakirî û serneketî vê baş bizane, bi serneketin, wendakirin nayê wê wateyê ku tu li aliyê şaş î, kesayetiya te danaxe nava valahiyekê, te her tişt wendanekiriye, tişteke wisa tine, jiyan didome. Li ser xaka welêt û derê welêt hê derfet hene, gelek tiştên ku kesên biserneketî bikanin bikin hene…“ Ji ber ku bi vê mijarê re têkildar e, em gotina Qazî Muhammedê nemir jî bigirin, pêşawayê nemir em di vî warî de wiha şiyarkiribû: „Bes e, bi dijminên xwe nexapin: Gunehê wan bi we nayê, ew bê merhemet, bê wîjdan in. Ew hewldidin ku bi dekbazî û derewan, bi pere û pûlan we li dij we derbixin û we bi destê we bidin kuştin!….“ 

EYAL GINIO mijara tirsa serneketinê aniya rojevê û vê mijare di bin navê „Atikifobi“ de dinirxîne û şiroveyeke wiha tîne: „Di pêkhatina Atîkîfobî de gelek rewş û egerên cûda hene. Mînak di nava malbatekê de kesekî bi fobiyê cûda yê dema rabirdû hebe. Her wiha cih û rewşa dijwar ya kesayetî di nav de mezinbûye jî, dikane bibe bingehê fobiyên cûda. Pêkhatinên travmatîk yên di jiyana kesayetiyê de jî vê dilezîne û derbasê nivên pey jî dike.“

 Ew vê bi van xalan rêz dike: „Tirsa serneketinê jî ji bingehê xwe vê ji awayên nexweşiyê yek e. Nîşaneyên Atîkîfobî ev in:

  • Li cihê kar yan jî di dibistanê de tirsa nekanîna tiştên hêsan jî pêkanînê.
  • Rewşa hêrsketin û asabiyetê
  • Tirsa darezandin û tewanbarkirina bi aliyên kesên din ve
  • Xemgînî û rewşa depresîf
  • Reşbînî û bi nerênî li jiyane nêrîn
  • Dema çalakî û karekî dijwar xûyake wî ji rojeke din re hîştin
  • Têkiliyan zû qutkirin, nekanîna têkilî domandinê
  • Rexneyên erênî û alîkariyan ne hewandin ûûû (1)“

„Dialektîka têkçûnê nîşanê me dide ku derfetên nasîn û têgîhîştina egerên têkçûnê destdayî ye, li ser vê derfeta destdayînê kûr û hûrbûn pêvajoya fêrbûnê dide destpêkirin. Lema rêya li ser egerên têkçûnê ramandin û çareserkirinê vedike. Di felsefeya dialektîka têkçûnê de bi destxistina derfetên pêşketinê, çendî aliyê erênî yê ramanwerî rengê utopyayî werbigire, di warê çareserî de ewqas bi hêsanî rê vedibe…..(2)“

Charle Pépin bi berhema xwe ya bi navê „Xweşiya biserneketinê /Têkçûnê“ de wiha dibêje:

‘Di polîtîkayê de destdanîna ser pirsgirêkên têkçûnê rengê grotesk werdigire, Bi rêya wê mirov dikane têkçûna bi êşê biguhezîne serkrftinê. Ti kes nikane bi zelalî bibêje soza hatiye dayîn bi cih nayê. Di vê tabûya têkçûnê de xwe mikur hatin, ne tenê bawerî dide, mirovan derdixe pîleya mînakbûnê jî. Di fîlosofiyê de biserneketin di hin rewşan de pir ciddî nayê girtin, lewra biserneketin, gelek caran têkçûn jî parekî jiyana mirov e.’

Dr. Margareta Kischner jî van gotinên Charle Pépin derdixe pêş

„Wer xuyaye ku gelek aliyên baş yê biserneketin û têkçûnê jî hene. Gelek lêkdanên hêrsa ji ber têkçûnê mirovan sor dike di giyana mirov de olan dide. Ev jî hêzeke dide mirov ku mirov bi wê rikê ta serkeftinê raneweste. Belê a ev gir û hêrs ta serkeftinê mirovan rihet bernade. Ango ew hêrsa di wî erkî de biserneketinê mirovan dike tekoşer û ji mirovan dixwaze ku mirov serî li rê û vekolînên nû bixe!… (3)

„…Li hemberê  biserneketinê bertekên hestyarî mirovan bi rêya di warê pêşketinên giyanî (Kognitive intellektule) de digîhîne asteke têgîhîştina rewşê û lêgerîna çareseriyê. Ji ber vê jî mirov di wê heredariyê de ye ku di rewşa biserneketin, yan jî têkçûnê de xwe ji nû ve vejîne. Di vî warî de galek lêkolîn û lêgerînên zanisti hene. Ji vana yek jî ya zanyarên Zanîngeha Ohio State ye.

Dîsa di pedegojiyê de  prosesa wergirtin û wê derxistina hişmendiyê (Kognition) heye. Serketin bi  li ser mijarê hûrbûna kesayetiyê ve girêdayî ye….. (4)

Çanda kêmasiyan

Helwesta netew û delwetan a li hemberê kêmasî û xetayan

Derûnnasê aborî û lêkolînên li ser kêmasiyan Michael Frese yê di Zaningeha Lauphana Lüneburg û Asia School of Management in Malaysia de dixebite di sala 1990 de bi tevê gelek zanyarên vê beşê lêkolîneke li ser helwesta 61 welatî ya dema bi kêmasiyan re rû bi rû dimînin lêkolane û helwestên wan rûberandine. Anegorî vê lêkolînê Singapûr û Almanya di warê toleransa li hemberê kêmasiyan de di rêza dawiyê de ne.  Birêz Frese dibêje: „Helwesta li hemberê kêmasî û xetayan bi çand, pêşketin, û dîroka wî welatî re têkildar e….“ (5) 

Me li pêş jî destnîşankiribû ku di vê warê çanda kêmasiyan de bi dehan pirtûk û nirxandinên li ser çanda kêmasî û xetayên Almanyayê hene. Gelo em dikanin di vî warî de wêneyeke welat, netew, kom, partî û kesayetiyên xwe derxînin? Yan jî lêkolîn û nirxandineke me yê wisa heye? Çanda me ya li hemberê xeta û kêmasiyan çi ye? Ma bê lêkolînên zanistî, dîrokî, mijara rexne, xwerexne, ya „hi hi!“ lêborîn xwestinê, tim yê hemberê xwe tewanbarkirinê tenê ji bo çareseriyê têr dike? Di mala xwe de li pişt kompûterê rûniştin, bi gotinên ji etikê der her kesî reşkirin, me ji vê ketinê rizgar dike? Li pêş navê me hebûna „prof- Dr.“ me di vî warî de mafdar û erkdar dike? Ma rastiyê bi doxîna xwe ve girêdan bes e?

Dîroka me dîroka têkçûnan, ketinan û wendakirinê ye, di kîjan xala dîrokê de lêkolînên têr hene? Hima çend mînak: Kanê tehlîl û lêkolînên li ser têkiliyên Taxmaspada – Darios I., El Kurdiyên di çanda Ereban de bûne evliya û embiya yên bi wê rawestana xwe agir berdaye mala me, her wiha têkiliyên Îdrisî Betlîsî – Yavuz û têkiliyên îro di piyasaya polîtîkayê de direqisin? Hê li ser derdê derdan re piştî îslamê çanda bi koranî bi tarîqatan ve girêdanê jî weke nexweşiyeke rahêjî ketiye nava me. Kom û siyastên me jî di rengê tarîqatan de derketin pêş. Carê yek ketibe wan tarîqatan /komê siyasetê,  her dem xwe tenê li wan digire, şaşiyên wan jî wek rastî dibîne, têkiliya wan û wê siyasetê /tarîqatê qut jî bûbe, xwe li wan kesan digire. Nirxandinan, rast û şaş dîtin jî tenê di berçavikê wan de dibîne û bi wî rengî derdixe pêş. Belê birîn, li ser birînê qafik girtiye, yên rastiyê derxin pêş tên afarozkirinê. Mixabin, sed car mixabin ku di vî warî de ti lêkolîn û têzên di warê zanistî de cidî werin girtin tine. Tenê gerdûna înternetê ji bo me bûye qada çêrkirin, hev reşkirin, serî tevlihevkirina trolerên di bin postên kurdewarî de…

Em dîsa vegerin lêkolîna xwe. Birêz Michael Frese li ser; divê mirov li hemberê kêmasî û xetayên civakî- tekakesî û di kar de çi helwestî nîşan bide; van xalan rêz dike:

  • „1. Li ser xeta û kêmasiyan hûr û kûr raweste, hewlbida ku tu bikanî bê kêmasî sebeb û egerên binketin û xetayên xwe derxe hişmendiyê. Ne xwe tewanbarkirin, bes xwerexneyeke bi zanistî pêkbîne. Da ku tu bizanî çima kar rast neçûye.
  • 2. Bi hemû awayî hewl bide, daku tu bikanî têkçûnê biguhezîne prosesa fêrbûn û serkeftinê.
  • 3. Bi rengê cûda biceribîne. Mînak; eger awayekî bikaranînê bi ser neket, bi rengekî din biceribîne. Di tevger, ceribandinê û azînên xwe de guhertinên redîkal pêkbîne. Di wî warî de nebû, di wareke din de biceribîne. Û her wisa.
  • 4 . Ti car dest jê bernede, xwe radestê psîkolojiya têkçûnê neke. (6)“

„Stefanî Schramm û Claudia Wüstenhagen dibêjin: „Em bê navber ji ber kêmasiyên xwe tiştek ji dest berdidin, heta carnan projeyê herî girîng yê jiyanê jî. Ma ev helwesteke pir xirab e? Hin dibêjin belê, hin dibêjin na! Lê psîkolog dibêjin divê mirov başî û xirabiyê bide aliyekê bi awayekî zanistî li ser kêmasî û têkçûnên xwe kûr bibin. (7)

Martîn Lichtmesz di mijara psikolojîya têkçûnê de wiha dibêje: ‘Em bixwazin nexwazin, em bi haydarî bizanin, nexwazin bizanin, em bikanin bi awayekî têgîhîştî kêşeyê rêz bikin, nekin, em çêran li çep û çepgirên xwe bikin nekin, em dijberê xweşbînî, reşbînî bin, her çi dibe.. Mixabin rastiyeke gotina filosof Heraklits heye: „şer dayîka her tiştî ye!“ di giyana me giştan de (qesta wî Alman e) paşmayiyê salên 1945 an heye (têkçûna hîtler û Almanyayê! Her wiha bandora psikolojiya têkçunê ya şerê cihanê yê duyemîn vedibêje)’ (8)

Di jiyana netewa Kurd de em kîjan şerê bigirin, travma kîjan têkçûnê binirxînin. Bandora wan ya di kesayetiya me ya gelbûn û netewî de rûniştine çi ne. Travmayên me yên netewî li aliyekê yên tekakesî di çi astî de ye û û û Mixabin sed car mixabin em di bin siya dagirkerên xwe de li xwe, travmayên xwe dinêrin. Wê niha xwebaqil, pisporên bê formasyoneke zanistî û civakî, qehremanên rûpelên tarî yên înternetê, trolerên weke qehremanên kurdewarî wê 101 kuçî li vê rastiya me ya min hewldaye ku piçek vekim, bibarinin. Lê ev jî rastiyê naguherîne.

Belê felsefe û psîkolajiya vê rewşa em tê de çi ye?

Hin çavkanî

  • 08.06.2023 Maintal
  • Fêrgîn Melîk Aykoç

Jêderk: Malpera Kovara Philosophia Kurdî