GELIYÊ QUTÎ,geliyê,qutî

GELIYÊ QUTÎ

A+ A-

Geliyê Qutî ango bi navekî din Dereyê Qutî, milê çemê Minzûrê yê herî mezin e.

 

Serçaviya Geliyê Qutî ji rêzeçiyayên bi heybet yên sînorê Pilemûriyê-Erzînganê ji hev diqetîne der tê. 

 

Rûbarok û çemên ji vê xeta rêzeçiyayên bozik der tên cih bi cih çirr didin û di darbendên teng ê fetlometlo de diherikin tevlî çemê Minzûro dibin. 

 

Li hin deveran ava gelî vegera ters dike û gir û tepikên bozik ê herêmê weke gravekî têne dîtin. 

 

Di tevahiya Geliyê Qutî de bi dehan çiya û rêzeçiyayên bi heybet hene. Di nav van çiyayan de yê herî bilind çiyayê Zel e. Çiyayê Zel, navê xwe ji navê xwişka Dizgûno girtiye û bi gulên xwe yê Zelgul navdar e. 

 

Geliyê Qutî û Çemê Minzûro di têketina bajarê Mamekiyê de wekî evîndarekî dibin yek. Lewra jî navenda Dersîmê (Mamekî) bi çar aliyê xwe ve bi çiyayan honandî ye û wek nîvgravekî tê dîtin. 

 

Di navbera Minzûrê û Geliyê Qutî de tiştekî cuda heye. Li gor erdnîgariyê mirov dibêje qey ava Mûnzirê tevlî ya Geliyê Qutî dibe lê di rastiyê de ne wisa ye. Ava Minzûrê fetlometlo diherike lê ava Qutî westar û yekalî ye.

 

Rêya navbera Dersîm-Qislê-Pilemûriyê li gor herikîna avê di newal û mesîlên geliyê Qutî de hatiye çêkirin. 

 

Di navbera Qislê û Pilemûriyê de li gundê Seyîdxano pireyekî dîrokî û kevnar heye. Ev pire sînorê herdû navçeyan ji hevdû diqetîne. Mirov dikare bêje cihê herî zêde tê ziyaretkirin ev der e.

 

Ev geliyê har û dijwar di komkujiya Dersîmê de wekî Dereyê Laç şahidiya bi hezaran înfazan kiriye û xwînî herikiya ye.

 

Mordem Zel

13/06/2019 Amed


Gotinên miftehî :