1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. GENGEŞÎ GERM BÛNE Û PIRSYAR ZÊDE DIBIN
GENGEŞÎ GERM BÛNE Û PIRSYAR ZÊDE DIBIN,gengeşî,germ,bûne,û,pirsyar,zêde,dibin

GENGEŞÎ GERM BÛNE Û PIRSYAR ZÊDE DIBIN

A+ A-

 

Van demên dawîyê di nav Êzdiyan da nîqaşa: gelo di navbera êzdîtiyê û zerdeştiyê çi pêwendiyek heye? Hinek dibêjin, êzdîtî û zerdeştî yek in? Hinek dibêjin, zerdeştî û êzdayetî ji hev dûr in. Heya hinek êzdî dibêjin, ew ne kurd in. Hinek dibêjin dema PKK di salên 90 de ket Rûsyayê û Ermenîstanê êzdayetî kir zerdeştî… û gelek tiştên din.

Min jî ji hêla xwe va wiha bersiv da: "Belê rast e ku êzdî zerdeştî nînin, lê Zerdeşt bi xwe êzdî bûye û felsefeya xwe li ser ola êzdayetiyê honaye, loma ku navê Zerdeşt û ola êzdayetiyê bi hev re tê gotin… Lê ji ber agahiyên kêm, dikarin nêrîn û tevlîheviyên wiha derkevine holê. Mijara din ku hin êzdî dibêjin em ne kurd in, lîstik in û destê gelekan di nav vê lîstikê de heye. Mînak; dewleta tirk, ereb û heta ermen jî di nav hewldaneke mezin a manîpulekirin û serobinkirina rastiya êzdayetiyê de ne. Lê mijar kûr e û ez di vê mijarê de ji mamoste Ezîzê Cewo baştir jî kesekî nas nakim. Ka ez ê jê tiki bikim ku dema wî hebe li ser van prisen te gotarek binivîse wê baş bibe, em ê jî jê súdê wergirin".

Û li pey van pewendîyan, ez bi mamoste Ezîzê Cewo ra axivîm, min di vê derbarê da ew agahdar kir. Bi bingehîn ez û mamosta hemnêrîn bûn, ji bilî tiştekî: ew jî pirsa nivîsîna goterekî bû. Û di vê pirsê da bi rastî jî mamosta rast dibêje. Di derbarê êzdîtîyê gelek gotarên mamosta bi zimanê kurdî di malpera me da hatine weşandin, em ê jêderên wan ji bo xwendevanên hêja biweşînin, ew ê bixwînin, pişt ra eger pirsên wan derketin, mirov dikare wan pirsan bi rêya mamosta bibersivîne.

Naha di sêrî da, ji bo xwendevanên hêja em ê bi rêzê sernavên gotaran û jêderan (link) li vir binivîsin:

  1. Êzdîtî – http://www.pen-kurd.org/kurdi/ezize-cawo/ezditi.html
  2. ÇIMA, DIVÊ YÊN ÊZDÎ BIBIN ÊZÎDÎ-SOFÎ, Û ÊZDÎTÎ BÊ TUNEKIRIN? - http://www.amidakurd.net/ku/tekst/çima_divê_yên_êzdî_bibin_êzîdî_sofî_û_êzdîtî_bê_t_unekirin_û_ji_holê_r_abe
  3. “Êzdîxan” an “êzdîxane”?–k’îjan ji van r’ast e û tê çi wat’eyê? -http://www. amidakurd.net/ku/tekst/êzdîxan_an_êzdîxane_k_îjan_ji_vana_r_ast_e_û_tê_çi_wat_eyê
  4. R’ewşa êzdîtîyê ya îro di bin r’onahîya dîroka hezarê salan da – http://www.amidakurd.net/ku/tekst/R_EWiŞA_ÊZDÎTÎYÊ_YA_ÎRO_DI_BIN_R_ONAHÎYA_DİROKA_HEZARÊ_SALAN_DA
  5. Zerdeşt p’êxember: gelo em her tiştî di derbarê wî da dizanin? – http://www.amidakurd.net/ku/tekst/zerdeşt_p_êxember_gelo_em_her_tiştî_di_derbarê_wî_da_dizanin ; http://www.amidakurd.net/ku/tekst/zerdeşt_p_êxember

 

 

Bi dîtina min, xwendevanên hêja, hûnê di van gotaran da bersîva piranîya pirsên xwe bibînin. Lê, lewra ku gotara dawîyê ya di derbarê Zerdeşt pêxember de, bi giştî ji hêla mijarê va berfireh e, yên ku bixwazin dê wê heya dawîyê bixwînin, lê ez ê li vira ji bo we her parçeyekî biçûk binivîsim, çi ku di derbarê pêwendîyên êzdîtîyê û zerdeştîyê da tê gotin.

Weha ew:

b) Êzdîtî û reform…

Di dîroka xwe ya hezarê salan da êzdîtî du caran hatye r’eformkirin: cara yekem,

derdorê 2600 sal berê Zerdeşt p’êxember bi r’êya r’êformkirina êzdîtîyê, li ser bingeha

bawerîyên wê yên xwezayp’erest bîrûbawerîyeke nû saz kirye, ya ku îro wek zerdeştî tê

zanîn. Û zerdeştîyê jî paşê bandoreke mezin li ser r’amamna felsefî ya R’ojhilat û

R’ojavayê hiştye, lê p’irtûka wê ya pîroz “Avêstayê” jî, wek berhema nebînayî ya hizira

r’ewanî ya kevnar û afrandinên wêjeyî û hunerî hatye naskirin...

Cara duyem êzdîtî di sedsala XII a serdema me da ji hêla Şêx Adî va hatye

r’êformkirin, û di encamê da ewê nîgara sûfîzma îslamî wergirtye, bi p’ir’anîya têrmîn û

têgehên îslamî va, û îro êdî di bin navê êzîdîtîyê da (yêzîdîzm) tê zanîn… [Li ç’avkanîya

14. û nasîya ** binihêr’in!]. ( http://www.amidakurd.net/ku/tekst/zerdeşt_p_êxember )

 

Û ya dawîyê jî – sala 2017an  Weşana J&J di Amedê da pirtûka mamoste Ezîzê Cewo ya “Êzdîtî: divê mirov rastîya wê li ku bigere?” hatye weşandin (di derbarê wê pirtûkê da – http://www.amidakurd.net/ku/tekst/GOTINEKE_NÛ_DI_WARÊ_LÊGERÎNÊN_OLA _KEVNAR_A_GELÊ_KURD_ÊZDÎTÎYÊ_DA), û yên ku bixwazin wê pirtûk bi destxin, ev navnîşana weşanê ye: Weşanên J&J – J&J Yayinlari

Adres: Medya Mh. 180 sk. Zefer 2 St. A Blok alti

No: 5/C KAYAPINAR/DIYARBAKIR

Telefon: +90 412 999 12 55

Mobile: +90 533 436 58 54

E-mail: [email protected]

Web: www.ajansjj.com

 

Li gel slav û rêzên xwe,

Mahabad Felat