1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Gava rexne bibe tiştekî din
Gava rexne bibe tiştekî din,gava,rexne,bibe,tiştekî,din

Gava rexne bibe tiştekî din

Sînorê navbera azadiya derbirînê, piçûkxistinê û êrîşên bêpîvan

A+ A-

Mahabad Felat
Rexne yek ji pîvana bingehîn a demokrasiyê ye. Lêpirsîna biryaran, ya hêz û çalakiyan ne bi tenê mafek, lê pêdiviyek û ya herî grîng jî, berpirsyariyeka giran û grîng e jî. Lê dema rexne ji berpirsyariyê bi dûr bikeve û bibe amûr û çeka piçûkxistin, bêbextî û êrîşên bêexlaq, bêpîvan û hestyar, çi dibe?
Di nav gelên bindest de dema hin kes an derdor ji yên din bêtir têdikoşin û bedêl didin, pirsa mafê rexneyê bêtir hesas dibe. Pirsa ”mafê kî heye rexne bike û rexne divê çewa be”, bêtir xwe dide der.
1. Mafê rexneyê: Prensîbeka Demokrasiyê
Azadiya derbirînê, mafê anîna ziman a ramanan e ku ev mafê her kesekî ye. Ew kes bi mijara ku rexne dike re yekser girêdayî be, an ne girîdayî be jî, an bedêl dabe an nedabe jî, ev maf kêm an zêde nabe.
2. Her rexne ne wek hev in
Her çendî mafê rexneyê mafekî gelemperî be jî, her rexne di heman giraniyê de nîne. Yên bar û encamên rûdanan radigirin, xwedî awireka taybet û meşrûbûneka exlaqî ne. Ev nayê wateya ku awira kesên ji derî wan ne xwedî grîngiyekê ye. Lê ew rexne divê di çarçoveya rêzgirtina li kesên wî barî hilgirtine, bedêl didin û encaman radigirin de be. Ango divê ji êrîşên ji derveyê çarçoveya exlaqî, çêr û pêçarî, bêbextî û piçûkxistinan bi dûr, ji bo pêşvebirinê, başkirin û rastiyê be.
3. Dema rexne ji armanca çêkirinê bi dûr dikeve
Dema ji kiryaran bêtir mirov bêne şermezarkirin, henekên xwe bi mirovan bikin, mirovan piçûk bixin, nêrîn û awirên ji derî yên xwe wekî dijmin bibînin û êrîş bikin û mafê axaftin û derbirînê nedine wan, wê demê rexne dibe kambaxî û malwêranî. Êdî xwediyê vê helwestê kî dibe, çi dibe, armanca wî çi dibe bila bibe, rewş û rastiya wî kesî ev e.
4. Rexneyên Bi Hestyarî: Metirsiyek in an Pêdiviyek in?
Hestên mîna hêrs, liberketin û tirsê, dikarin li ser bingeheka mafdar jî bidine der, lê dema ew hest şûna rastiyan û argumanan bigirin, an jî ji bo helwest û êrîşên ferdî, ji bo zorbetî û tewanbarkirinên bê bingeh wekî bahaneyekê bêne bikaranîn, ew hest êdî wate û mafdariya xwe wenda dikin.
5. Aheng, Niyet û Berpirsyarî
Ji bo destnîşankirina grîngiya rexneyê, divê em bala xwe bidine ser van xalan:
Aheng: Şêwaza bilêvkirina rexneyê bi tinaz e an bi rêz e?
Niyet: Armanca rexneyê guherandin e an hewldana biserketinê ye?
Dawaza Berpirsyariyê: Ev daxwaz bi pergal û biryaran ve an bi kesan û rûmeta wan kesan ve girêdayî ye?
Rexneyên li ser bingeha êrîşên takekesî û reşkirinan têne kirin, ne tenê zirarê didine kesên têne rexnekirin, lê zirarê didine derbirîna raya giştî û ya civakê jî.
6. Dema sînor tê derbaskirin
Rexne kengî ji meşrûbûnê derdikeve? Ji bo vê sînoreka zelal heye:
Bêbextî, ango buxtan: Dema derbarê kesekî de angaştên bê bingeh ku zirarê didin bêne belavkirin.
Piçûkxistin: Bi zanebûn hewldana piçûkxistina kesekî di çavê gel û civakê de.
Êrîşên kesayetiyê: Dema qala qesê rexne dikin, wekî ew kes ne xwedî anor e, nezan e û ne hêjayî rêzgirtinê ye, piçûk dixin.
Bi van hemiyan re, rexne ji holê radibe, dibe zext û şideta gotinê.
7. Rexne rê li ber çi vedike?
Bala mirov divê ne tenê li ser niyetê lê li ser armancê be jî:
Divê rê li ber rexneya ji têgihiştin, berpirsyarî û pêşkeftinê re xizmetê dike bê vekirin.
Lê eger rexne rê li ber bêdengî, yekdengî, tirs, jihevbelavbûn û nefretê vedike, wê demê divê em vê pirsê ji xwe bikin: Hêjayê vê bû gelo?
Rexneya bi wijdan divê. Belê rexne mafek e, lê di heman demê de berpirsyariyek e.
Di demên aloz û dijwar de, dema hin kesên din têdikoşin, êş dikşînin, bedêl didin, fedakarî dikin, bi taybet ev tişt grîngtir dibin: Axaftina bi rêzdarî, rexneya bi wijdanî, ne xerabkarî lê avakarî. Tenê wê demê rexne dikare rola xwe ya mezin bilîze ku ew jî parastina dad, anor û civakê ye.

Gotinên miftehî :