1. Tekst

  2. Gotar

  3. Ronî Reşo
  4. Gerînaka Guernîcayê Pîcasso û Perde
Gerînaka Guernîcayê Pîcasso û Perde,gerînaka,guernîcayê,pîcasso,û,perde

Gerînaka Guernîcayê Pîcasso û Perde

A+ A-

Ronî REŞO                

 

  “Na, ev keval we afirandî ye!” 


Min romana Yildiz Çakar "Gerîneka Guernîcayê" xwend. Min xwest li ser hinek gotar û nivîsên ku hatine nivîsandin, bixwînim. Lê ewil rastî gotara*(lînka gotarê li jêr e) nivîskar Cîhan Roj hatim. Min gotar xwend û di gotarê de mamoste û nivîskar Cîhan, hewl daye ku romana xwe "Perde" û romana "Gerîneka Guernîcayê" bide ber hev û qiyase bike ku Yildiz Çakar ji hêla teknîk, şêwaz û sêwirîn, mekan û zeman, romana "Perde" teqlîd kiriye, îspat bike.


Dibe ku teqlîd kiribe û dibe ku romana "Perde" li ser nivîskar Yildiz Çakar bandor kiribe. Li gor min di edebiyatê de hewldana teqlîdkirinê gelekî normal e. Piştî ku rêbaza modern û postmodernîzmê hatin afirandin, bi teknîkan teqlîdkirin xurttir bû. Taybetî bi postmodernîzmê ev yek ber bi çav bû. Berî van rêbazên edebiyatê ma teqlîdkirin nebû? Helbet hebû û ji vê yekê re digotin "nazîre an jî nezîre." A rast nezîre ne tam teqlîd bû an jî şibandin bû. Di nezîre de nivîskar an jî helbestvan bi her awayî hewl dida ku xwe û nivîskarî û helbestvaniya xwe îspat bike. Ev bertek û bersivdayînek bû ku bide helbestvan û nivîskarê li dijî xwe. Ev yek wekî şert, eksekî bû ku di nav ci'amata helbestvan û nivîskaran de, carinan dibû ferz. Ber ku nazîre xwe îspatkirin û bersivdayînek bû ku helbestvan an jî nivîskar bi nezîre, dixwest bibêje "Wa ye hûn jî dibînin ku ez jî bi qasî vî nivîskar an jî helbestvanî, nivîskar û helbestvan im ku dikarim wekî berhemên wî berheman biafirînim!"


Di gotarê de Cîhan Roj peyamekî dişîne bo Yildiz Çakar û jê dipirse:


"Gelo we romana min 'Perde' xwendî ye?" Helbet Yildiz Çakar dibêje "min nexwendî ye."


Li gor gotara nivîskar Cîhan, daye îspatkirin ku Yildiz Çakar romana "Perde" xwendî ye û bi mînakan ev yek daye nîşan.


Di vir de ez, ne di nav hewldanekî de me ku piştevaniya her du nivîskarên hêja bikim. Belê ji bo ez li gor vê angaştê piştrast bikim, hewceye ez romana nivîskar Cîhan Roj "Perde" bixwînim. Lê ez bi xwe bam û bandor li min bikira romana "Perde" û min bixwesta bi her awayî romaneke wiha biafirînim, hilberînim (?) min ê serî li teknîkên postmodern bida. (mînak; pastîş, parodî) lewra di hunerê de sûdwergertin hewceye û li gor hinek rexnegirên edebiyatê jî “nabe ku em êdî tiştekî biafirînin.”


Gerînaka Guernîcayê û Tabloya Pîcasso

Di romanê de nivîskar; êş, jan û buyerên ku hatî serê serleheng Lîsa risim kiriye. Wekî ku di tabloyê de rengên hatine bikaranîn, di romanê de jî reng heman reng in; gewr û reş in.
Ji ber girtina bavê Lîsa, malbat tev tê krîmînalîzekirin. Piştî ku di teqînê de Lîsa giran birîndar dibe, qederekê li nexweşxanê dimîne û ji ber ku dê bê girtin ji nexweşxanê direve. Jixwe êdî dewlet, wê "mirî" qeyd dikin. Û piştî demekê ku "destên tarî" digirin ser mala wan û li ser wan direşînin, nabe ku êdî malbat li Amedê bimîne û koçî bajarên Edene û Mersînê dikin. Piştî koçkirina van bajaran Lîsa, berê xwe dide Stenbolê. Li Stenbolê bi hevkariya hevalekî Lîsa, Lîsa û Abraham hev nas dikin. Lîsa dil dikeve Abraham û Abraham kesekî dergistî ye û vê yekê ji Lîsa diveşêre. Lê Abraham rojekê dibêje li Enqere karê min heye û diçe. Piştî rojekê, du rojan vedigere û dema ku Lîsa ji mala xwe yî yek mezel derdikeve û tê atolyeya Abraham (Abraham wênesaz e) dibîne ku jinek li cem Abraham e û Abraham jinika li cem xwe bi Lîsa dide nasîn û dibêje "dergistiya min e." Piştî vê meselê, Lîsa, heder nake û vedigere malzaroka ca xwe, Amedê. Vedigere zaroktiya xwe kolan û taxa ku lê mezin bûye. Gelek tişt wekî zaroktiya wê ne, di cihê de ne. Lê her çiqasî kêfa wê bê jî, tiştek jê kêm e, zaroktî û Abraham. Di romanê de tê xuyakirin ku Lîsa ji ber derûniya xwe yî ne baş ku gelek tişt hatibûn serî, dibîne. A rast ji hêla derûniyê nexweş bûye, lê dîsa jî ji ber ku gihaştiye mal û malbata xwe kêfxweş e.


Kevala Pîcasso

Di sala 1937an de li Spanyayê şerê navxweyî didomî. Di heman salê de dewleta Germanîstan û Îtaly bi Franco re dost û heval bûn û xwestin balafirên xwe li ser gundê Guernîca biceribînin. Hikumeta Spanyayê a wê demê a faşîst ev yek pejirand û bombardûman dest pê kir. Gund, sê rojan şewitî û di bombardûmanê de bi hezaran mirov mirin û bi sedan mirov jî birîndar bûn. Wê demê P. Pîcasso li Parîsê bû û tê gotin li ser daxwaza hikumeta wê demê a Spanyayê ji Pîcasso kevalek dihat xwestin ku bo li muzeyê bê pêşkêşkirin. Ji xwe Pîcasso hay ji bombardûmanê hebû û ev nûçe di rojnameyekê de xwendibû. Tê gotin piştî vê buyerê Pîcasso ev keval di nava du mehan de risim kiriye. Keval, li ser tûvalek 3.5 dirêjahî/bilindî û 7.8  metroyî jî firehî hatiye risimkirin. Keval bi hişmendî û rêbaza Kûbîzmê** hatiye afirandin.


Di kevalê hinek fîgûr û şekl hene ku ji hêla symbol û wateyê nehatine fahmkirin.
Keval di nava odeyekê de hatiye risimkirin.
Di kevalê de tişta balkêş ga ye. Ga nîşaneya çanda Spaniyan e.
Di bin ga de jineke ku qîr dide tê xuyakirin û di destê jinikê de zarokek heye.
Di navenda kevalê de hespek ku hîrehîr kiriye heye.
Di bin hespî de zilamek wesle bûye heye û di destê wî de şûrek û di serê şûrê de gulek pişkivî ye.
Têkiliya vê romanê bi vê kevalê re çi ye?
Di rûpela pêşî a romanê wiha dest pê dike
“Wek her carê dîsa televîzyon vekirî bû. Jinek nîvtazî di nava toz û dûmana barûdê de bi zorê gavên xwe diavêt. Eniya wê ya doq, porê wê yê xelek xelekî û ew xêliya sor î li gerdana wê ya daliqandî, wek tabloyek nîvcomayî dixuya.
...lingê wê wê tazî û di cênîka wê de qulek vebûbû.
...” (Gerîneka Guernîcayê/r:11/ weşanên Lîs)


Di vir de jî xuyaye ku nivîskar di nav hewlekê de ye ku bi peyvan dîmenan çêke û kevalekê li ber çavên xwîneran raxîne. Jixwe dema ku we roman xwend, hûn ê têbigihin ku nûser, bi rastî jî romana xwe bi hibra reş û gewr nivîsandiye. Ber ku Lîsa û malbata Lîsa di atmosferek tarî de vegotiye û tim aksiyon, êş, jan, kul ji Lîsa û malbata wê naqede. Bi vî awayî nivîskar xwestiye kevala Kurdistanê birisimîne û a rast bi serketî ye jî. Ber ku roman, mijara xwe li ser buyer û qewmînên ku em jê ne xerîb in, honandiye. Her wiha derûniya Lîsa jî wekî kevala P. Pîcasso a ku risimandiye hatiye honandin. Ji bilî nasîna Abraham, Lîsa tu xweşî nabîne û Abraham jî wekî ew şûrê di destê leşkerê kevalê de ku di serê şûr de gul pişkivî ye, nivîskar jî bi vî awayî jiyana Lîsa honandî ye.


Roman, bi rêbaza modern hatiye afirandin. Berî ku roman dest pê bike, du rûpelên pêşî de epîgram hene. Û nivîskar, di nava her serê çar-pênc rûpelan de teknîka leîtmotîv bi kar aniye. Di vê teknîkê de peyv an jî hevokek, gelek caran di cih û beşên romanê de tê dubarekirin. Û di vê romanê de nivîskar, tim qala “Abîde”yê dike û tim qala pêşkêşvana jin a “porzer û lêv mor” û her wiha nivîskar gelek caran jî dibêje “spîkên çavên min.”


Mekan: Amed, Edene, Mersîn, Stenbol.
Zeman: Neqeba 1986-1999an
Ji hêla teknîkî ve zeman: kronîk-akronîk
Serleheng: Lîsa
Norm karakter: Dayê Şaxê û Abraham
Fon karakter:Bavê Lîsa, Hevalê wî yê li Wenedîkê, Miryam, Aryan, Ardan, Arîman, Polês, Leşker, Hêzên tarî.

http://diyarname.com/article.php?Idx=4239
**Kûbîzm, rêbazeke wênesaziyê ku di sedsala 20an de li Fransayê derketiye holê. Di vê rêbazê de tişta girîng ew e ku risim bi awayekî geometrîk tê xêzkirin. Pêşengên vê rêbazê; Pablo Pîcasso, Georges Braque, Salvador Dalî...