1. Tekst

  2. Nirxandin

  3. Ezîzê Cewo
  4. HELWESTA SEROKK’OMARÊ FRANSAYÊ ÊMANÛÊL MAKRON Û DERSÊN DÎROKÊ... (Nêr’în)
HELWESTA SEROKK’OMARÊ FRANSAYÊ ÊMANÛÊL MAKRON Û DERSÊN DÎROKÊ...  (Nêr’în),helwesta,serokk,omarê,fransayê,êmanûêl,makron,û,dersên,dîrokê,nêr,în

HELWESTA SEROKK’OMARÊ FRANSAYÊ ÊMANÛÊL MAKRON Û DERSÊN DÎROKÊ... (Nêr’în)

A+ A-

Tê r’agîhandin, ku serokk’omarê Fransayê Êmanûêl Makron vek’işandina leşkerên Amêrîkî ji Sûrîyayê r’exne kirye, û di derbarê merc û deynên hevpeymanîtîyê anye bîra serokdewletê DYA Trampa. Ewî gotye, ku hevpemanî û dostanî divê li ser bingeha bawerîyê bên avakirin… 

Makron gotye: “Ez bang li hemûyan dikim, ji bîr nekin, ku em ji bo gelek tiştan deyndarên k’urdan in!” – Bi r’astî, ev helwesteke mirovî ye, ya kû dilê mirov baristan dike, ku di vê cîhaanê da hê mirov hene, yên ku mirovbûna xwe winda nekirine…

Ev helwesteke r’ast û mirovî ye, lêbelê hê ne dyar e, k’a Fransayê bikaribe wê valayîyê dagire, ya ku dê piştî vek’işînaa leşkerên DYA derê hole, an dê bikaribe cîhanê t’evger bike, ku li k’urdan xwedî derk’evin – li wan k’urdan, ên ku cîhan ji hovîtîyên cîhedîyên DAÎŞî p’arastn, lê îro bi bir’yara bazirganek, li ber êrîşên T’irkîya faşîst t’enê û bê p’arastin dihêlin, a ku bi xwe hêlûn û bingeha DAÎŞê ye … 

Belê, ev helwesta bir’êz Makron baş e, lêbelê metirsîyek heye – gelo ew camêrê bikaribe li hember fişar, pêk’utî û zor û zerpên DYA û NATOyê xwe r’agire?… Ma ne, Donald Tramp hema wisa, ji carekê va ji xew hişyar nebûye, û t’enê, bi serê xwe bir’yareke ewqas girîng nedaye!? … Hem jî tê zanîn, r’êvebirîya NATOyê hê helwesta xwe li hember vê bir’yarê dyar nekiriye – eger bêdeng e, bizanibe, hevdeng e?!.. 

 Dibe ku tê bîra gelekan, dema r’êberê gelê k’urd bir’êz Abdullah Ocalan di R’ûsîyayê da bû, serekwezîrê Îtalîyayê Masîmo D‘Alêma ew vexwend R’omayê/ Ew amade bû, ku piştgirîya r’êberê gelê k’urd bike… Lê piştî çend r’ojan bang li wî kirin, ew k’işandin Waşîngtonê, wek dihat xuyan di nav çarç’oveya NATOyê û DYA da p’ir’ hişk di  ser da çûbûn… Ewî camêrî bi lez û bez xwe avîte Moskovayê, bi Prîmakov r’a p’evk’etin û bi delk’ û dolaban bir’êz Ocalan paşva veger’andin R’ûsîyayê, û ji wir jî delk’bazîya (komplo) navnet’ewî gîhand girtina r’êberê gelê k’urd… Û piştî wê D‘Alêma bê deng kirin, û hê jî wek siyasetmederekî dengek jî ji wî dernayê…

Balk’êş e, gelo Makronê bikaribe, li ber fişar, pêk’utî û zor û zerpên DYA û NATOyê xwe r’agire û navê xwe di dîroka mirovahîyê da binivîse, an dê wî jî wek D‘Alêma bêdeng bikin û di bin sîya dîrokê da bihêlin?...

 

Ezîz ê Cewo

25. 12. 2018

Pyatîgorsk/R’ûsîya