1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. HEVPARÎ Û HEVKARÎ
HEVPARÎ Û HEVKARÎ,hevparî,û,hevkarî

HEVPARÎ Û HEVKARÎ

...hevparî û hevkariyên partî û rêxistinên kurd ne li ser bingeha berjewendiyên gel bêne avakirin, dê teqez nebine hevpar, lê dê bibine par bi par û di nav pençên hêzên mezin û dagirkerên Kurdistanê de wenda bibin.

A+ A-

 

“Destê tenê deng jê nayê” Ji gotinên pêşiyên kurdan 

“Bi gulekê bihar nabe” Ji gotinên pêşiyên kurdan 

 Mahabad Felat

Mirov ji destpêka xwe ve hebûneke lawaz bû. Lawaziya mirovan ji ber fizîka wan bû. Ne çermekî sitûr, ne pirçeka zêde, ne pençe û ne diran bûn. Bitenêmayîna mirovan mirin bû û cezayê herî mezin ji bo mirovan, loma jî tenêhiştin bû. Mirov bi tenê dikarîn bi komî bijîn û bimînin. Tirsa li jiyanê mayîn hestê wan ê hevpar bû. Hevparî dibû sedema hevkariya wan û hevkarî dibû sedema lijiyanêmayîna wan. Bi vî rengî, ji mirovê yekem yê dikarî li ser du lingan û rast bimeşe Homo Erectus bigire heya pêşiyên hemû mirovahiyê Homosapiensan jî, ev wisa bûye.  

 

Ya rastî îroj jî tiştekî neguheriye. Bi tenê derfetên di nav herikîna dîroka mirovahiyê de hatine afirandin û hatine bidestxistin, jiyana mirovan hêsantir kirine. Lê îroj jî mirov bêyî hev nikarin li ser lingên xwe rawestin. Lewre bi tena serê xwe nikarin parastina xwe ya cewherî bikin, nikarin her cure pêdiviyên xwe bi dest bixin an jî hilberînin. Ji bilî van, wekî giyanî û derûnî jî pêdiviya mirovan bi hev û du heye û ev pêdivî, ji destpêka mirovahiyê ve hiştiye mirovahî bikare xwe bigihêjîne van rojan û rengê xwe li jiyana gel û civakan jî xistiye.  

 

Ne tenê hişmendî, pêdivî û berjewendî, lê di destpêkê de tirsên mirovan ew gihandine hev û di nav yekîtî û hevkariyekê de bi pêş xistine. Ango tirs her tim roleka neyînî neleyîstiye, lê di hevkarî û hevpariya mirovan de jî roleka sereke lîstiye û ev rol bûye yek ji sedema bingehîn a pêşkeftina mirovahiyê.  

 

“Hatina ba hev û du destpêk e, li ba hev û du mayîn pêşkeftin e, bi hev re karkirin serkeftin e” dibêje industrialistê amerîkî Henry Ford. Bê guman Ford vê ji kîsê xwe nabêje, lê qala felsefeya rastiya jiyanê dike û wê felsefeyê dike rê, rêbaz û şêwaza jiyana xwe jî û xiyalên xwe wisa pêk tîne.  

 

Dîsa baptîstê amerîkî Harry Emerson Fosdick dibêje; “Em ji pelê dipirsin ka bi tena serê xwe heyî? Pel dibêje; na, jiyana min bi şaxê ve girêdayî ye. Em ji şaxê pirs dikin, dibêje; jiyana min bi darê ve, dar dibêje; jiyana min bi rahên min ve û rah dibêje; jiyana min bi darê, bi şax û pelan ve girêdayî ye. Hûn pelên darê jê bikin ez ê jî bimirim.” 

 

Ev jî dîsa anîna ziman a felsefeya rastiya vê jiyanê ye û ji vê rastyê em têdigihêjin ku jiyana ji hatina ba hev a atomên cuda û avakirina molekulan hatiye pê, di rastiya xwe de kompleksek e, ango tevahiyek e, bi hev ve girêdayî ye, bi hev ve heye, bi hev re tiştek e, loma bi tena serê xwe ne tu tiştek e û loma li ser hev û du bi bandor e, reng û teşeya jiyanê diyar dike.  

 

Ji bilî tirsên mirov, di serdema me de bêtir berjewendiyên hevpar in dibine sedema hevkariyan. Aliyên vê yekê yên erênî jî û yên neyînî jî hene. Lewre berjewendiyên hevpar dikarin bi xwe re hevkariyeke zordest û desthilatdariya li ser mafên gel û civakên din jî biafirînin. Lê dikarin bibine sedema xurtbûn û azadiya gel û civakên bindest jî. Loma ku ji destpêka vê têkoşînê ve Rêberayetiya Tekoşîna Azadiya gelê kurd felsefeya xwe li ser bingeha xwebirêxistinkirina tevahiya gel û civakê ve da rûniştandin, bi pêş xist, kir reng, teşe, rê, rêbaz û şêwaza jiyana xwe û ya têkoşîna gel. Hîn jî têkoşîna ku ev bi temamî bibe reng, teşe, rê, rêbaz û şêwaza jiyana gel dide. Lewre ev yek çendî di nav gel de bi ser bikeve, dê kurd jî li dijî berjewendî, hevparî û hevkariyên qirêj ewçendî bi ser bikevin.  

 

Xwe ji pirsgirêkekê azadkirin, bi dîtin, hestkirin û destnîşankirineka rast a destpêk, sedem û bingeha wê pirsgirêkê ve girêdayî ye. Pêre mirov xwe li ser bingeheka rast birêxistin dike û rê û rêbazeka rast diafirîne.  

 

Partî û rêxistinên kurd ên bi angaşta çarenûsa gelê kurd hene, rastiya wan jî bi vê rastiya felsefeya jiyanî ve girêdayî ye. Ango tirs, fikar û bi taybet berjewendiyên wan in, ên wan bi rê ve dibin. Loma jî girêng e ka berjewendiyên xwe di ku de dibînin. Lewre ev dibe sedema reng û armancên hevparî û hevkariyên wan jî. Lê di rewşa me de eger hevparî û hevkariyên partî û rêxistinên kurd ne li ser bingeha berjewendiyên gel bêne avakirin, dê teqez nebine hevpar, lê dê bibine par bi par û di nav pençên hêzên mezin û dagirkerên Kurdistanê de wenda bibin.  

 

“Yan dest bi dest, yan ber bi mirinê ve”. Bertrand Russell 

 

“Em divê hîn bibin û wekî bira bi hev re bijîn, an na em dê bi hev re wekî bêhişan bimirin”. Martin Luther King 

 

“Tiştek ji bo her tiştî, her tişt ji bo tiştekî heye” Goethe 

 

“Yekîtî her tim ji rikberiyê bihêztir e” Jack London 

 

2020-07-01  


Gotinên miftehî :