1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. HILBIJARTIN, PERGAL Û DEMOKRASIYA RADÎKAL
HILBIJARTIN, PERGAL Û DEMOKRASIYA RADÎKAL,hilbijartin,pergal,û,demokrasiya,radîkal

HILBIJARTIN, PERGAL Û DEMOKRASIYA RADÎKAL

A+ A-

Mahabad Felat 

 

Pergala kapîtalîzmê xwe li ser alozî, tevlîhevî, kaos, şer, manîpulekirina mirovan û ya hemû cîhan û jiyanê dijîne, li ser lingan dihêle û hêza desthilatdariya xwe diparêze.

Du çekên herî mezin û bi bandor ên li destên vê pergala xure û hov ol û lîberalîmz in. Ol, ji bo manîpulekirin û bikaranîna hest, bawerî û tirsên mirovan, lîberalîzm jî ji bo manîpulekirina daxwazên mirovan têne bikaranîn û du ewlehiyên herî grîng ên pergala kapîtalîzmê ne. Loma jî herî zêde ew di nav hevkarî û hevalbendiyê de ne. Demên herî zêde bi hev re di nav nakokiyê de xuya bikin, demên herî bi metirsî ne ji bo gelan û ji bo pêşkeftina demokrasiyê. Lewra ew dem, demên nazik in ji bo wan û di nav tengasiyekê de, di nav lêgerînên çareseriyekê de ne ji bo rêlibervekirina pergalê. Ev dem, demên kaotîk in. Loma ku gel û hêzên ji bo berjewendiyên gel û demokrasiyê têdikoşin divê herî zêde jî di van demên kaotîk de hişyar û amade bin. Yek rêyeka bi tenê heye ji bo vê; demokrasiya radîkal e. Lewra lîberalîzm dafikeka mezin û zêde bi metirsî ye ku pir bi hêsanî dikare mirovan ber bi xwe ve bikşîne û ji radîkalîzmê bi dûr bixe, ku jixwe kar, erk û metirsiya lîberalîmzê ji vê pêştir tiştekî din nîne. Dîsa ji ber hestên olî yên gel devjêberdan ango nermkirin, an jî di nav xwe de manîpulekirina demokrasiya radîkal, dîsa ketina dafika pergalê ye ku dibe boçika lîberalîzmê.

 

Her cure radîkalîzma ne di bin kontrola pergalê de, tirsa pergalê ye. Loma ye pergal an hewl dide wê radîkalîzmê nerm bike û bike binê kontrola xwe; an fînanse bike û bike binê kontrola xwe; an ji hev bixe, lawaz bike û bike binê kontrola xwe; an yek ji van nebe, tune bike û xwe jê rizgar bike. Pergal alternatîfeke din nas nake û wê tu carî nas jî neke. Lê tevgerên gel û demokrasiyê bê guman ku xwe li gor daxwaz, hêvî, berjewendî, raman û projeyên pergalê birêxistin nakin. Dijberî wê, bi van hemiyan baş dizanin, xwe û radîkalîzma xwe ya demokratîk li gor wê amade dikin û diparêzin. Kêmasiyek di vî warî de, dikare armancên radîkalîzma demokratîk a li dijî pergalê û ji bo mafên gel têdikoşe, bi paş bikevin, bimînine serdem û derfeteka nû. 

 

Li gel bandora xwe ya neyînî jî, ne lîstik, dizî, antîdemokratîkî, faşîzm, derew, manîpulasyon û bikaranîna hemû derfetên gemar ên dewletê bi rengê herî gemar, lê encamên hilbijartinên doh ên li Kurdistan û Tirkiyeyê dane diyarkirin ku pergala îroj serdest e û cîhanê bi rê ve dibe dixwaze serdemeka din jî bi Erdogan re bidomîne ku jixwe beriya hilbijartinan û hema piştî girtina biryara hilbijartinan jî pergalê vê daxwaza xwe bi vexwendina Erdogan a Îngilistanê û bi peymana Mimbicê diyar kir. Ji bilî van, helwesta bi taybet Almanyayê ku piştgiriya xwe aşkere diyar dikir û heya ciyekê ya Fransayê jî balkêş bûn û destê Erdogan xurt dikirin. Dîsa Îsraîl bêdeng bû. Eger bixwesta, gelek tişt hebûn ku dikaribû li dijî Erdogan û hukûmeta wî bikar bîne û ew tişt dikaribûn bibine sedema têkçûna wan, lê bi taybet di pêvajoya hilbijartinan de xwe bêdeng kir û di bin de bazirganiya xwe ya bi milyar dolaran bi hukûmeta Tirkiyeyê re domand. 

 

Ev hemî jî piştrast dikin ku li Rojhilata Navîn, pêdiviya pergalê hîn jî bi tevlîheviyan û şer heye. Ji bo vê jî îroj ji Erdogan çêtir kesekî din dê nebînin li Tirkiyeyê. Demokratîzebûna Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka kurd îroj ne di rojeva cîhanê de ye. Ya rastî ev tu carî jî neketine rojeva cîhanê. Li gel vê berxwedana 40 salan a dîrokî û bêhempa ya gelê kurd û Tevgera Azadiyê jî, pirsgirêka kurd bi tenê ji ber vê sedemê hîn jî nehatiye çareserkirin. Destkeftiyên hatine bidestxistin jî, bêyî daxwaz û vîna pergalê û li gel hemû hovîtiyên dijber ên pergalê, bi ked, xwîn, xwêdan û egîdiya gelê kurd hatine bidestxistin. Ev jî dîsa piştrast dike ku ji niha û pêve jî eger tiştekî bê bidestxistin, dîsa wê bi heman rêyê û heman berxwedanê bê bidestxistin. Li hemberî vê pergala hov û barbar ev karekî ne hêsan e, lê pêkan e. Gelê kurd vê bi têkoşîna xwe ya pîroz piştrast kiriye.

 

2018-06-25