1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mordem Zel
  4. HUNER Û HUNERMENDÎ
HUNER Û HUNERMENDÎ,huner,û,hunermendî

HUNER Û HUNERMENDÎ

Ev çend roj in li Amedê, pêşangeheke bi navê "Hafiza Odasi" tê pêşandan!

A+ A-

 

Mordem Zel / Amed

 

Bi pêşandana pêşangehê ra hin aktîvîteyên hatin kirin, di nav civakê da bûn sebebê berteknîşandanê û nîqaşan.

 

Ji parlamenter, şaredar û siyasetmedaran bigir hetanî hunermend, rewşenbîr, nivîskar, parêzer, şanoger, rojnamevan û kesên ji rêzê gelek kes bûn parçeyekî ji van nîqaş û bertekan. Hin jê li ber darbestên boyaxkirî bi kêşana selfîeyê, hin kes li pêşiya sol û pêlavan bi lingavêtina serhev, hin kes li pêşiya qaqotikên temsîlî ketin rêzê û bi awayekî mizicî poz dan qadrajan. Hin kesan jî vê bêhurmetiyê bi awayekî şovmenî domandin û dîlan gerandin li ber stranên kurdî. Ji ku ve mijarê bigrî dest ew ê di dest da bimîne.

 

Beriya her tiştî divê însan her gav û wext hayî ji tevgera xwe hebe û bi hed û hisab tevbigere. Tevgerên bê hisab encamên hisabdayînê derdixin pêşiya însan. Tevlîbûneke aqilçeliqandinê ya pêşangehê însanan poşman kir ku ji dayîka xwe bûn e. Hisabê ev dîmenên pêşangehê têne dayîn û wisa xuya ye ew ê di pêşerojê da jî bêne dayîn...

 

Têgihîştina însan a li hember jiyanê di rêyên heq û rast da derbas dibe. Têgihîştin ne tiştekî hêsan e, têgihîştin cewhera hunerî ye,  huner hêza xeyalî û afirandinê ye. Dibe ku pênasekirina fikrên hunerî cuda bin, lê di encamê da ehlaqê hunerê yek e. Dema huner ji ahlaqê xwe bê dûxistin dibe gemarî.

 

Ev têgihîştina berfireh a hunerî, di nav demê da bi sînordarkirinê û bi pênasekirinên nû hatiye afirandin û nûjenkirin. Her çiqas gotina hunerê ji aliyê gelek kesan ve weke têgiheke hêsanî û erzanî bê bikaranîn jî, li derdora kesên zanist pênasekirina hunerê bi şêweyeke zanyarî tê kirin. Hetanî meriv dikare bêje pênasekirineke livdar a hêjayî teqdîrê ye.

 

Di heman demê da huner, bi awayekî estetîkî û bi şiklên cihêreng, îfadekirina hest û ramanên civakê ye. Delal e, bedew e û xweşik e.

 

Peyva hunerî, piranî ji bo hunerên dîtbarî tê bikaranîn. Bikaranîna peyvê ya îro, bi tesîra çandî di nav gelên cuda da bi awayekî berfirehî jî tê bikaranîn.

 

Bêguman her netew bi rengê xwe heye. Ev jî wate dide pirengîya gerdûnê. Wekî din netewe bi şiklê rih, xemilandin, xwarin û bi urf û adet û baweriyên xwe bi xwe ra qaraktera çandê çêdikin.

Çanda gelan bi nivîsandina pirtûk, destan û stranan di nava gel da tê afirandin. Bi xêzik, potraf, şano û fîlman xurt dibe û bi pêş dikeve.

 

Di dîrokê da hetanî îro tu caran çand û hunera kurdan azad nebûye û herdem di bin destê desthilatan da ji bo pêdiviyên wan hatiye bikaranîn. An jî di bin hukmê kevneperest û olperestan da paşve maye. An hatiye qedexekirin an jî tine hatiye hesibandin. Yên ku xwestine karê çand û hunerî bikin jî, hatine sûçdarkirin. Hevcedariya çandeke azad û serbixwe ji bo gelê kurd bûye hesretekî dûrdirêj.

 

Ji bo kurd û Kurdistanê, digel mafên rewa divê çandeke azad pêk were û pêş bikeve. Ev jî bi yekîtiya fikrî, ziman û çandî pêkan e.

 

Huner, di nav xwe da gelek şaxên cuda dihewîne. Çand, fîlm, muzîk, şano, wêje, wênesazî û xêzik hin ji vana ne.

 

Ji bo pêşangehên hunerî yên van hemû beşên hunerê di nav xwe da dihebînin jî meriv dikare bêje; qada hevdîtinê ya girseyî û kevneşopîyê ye. 

 

Di pêşangehan da, hunersaz dikarin takekesî ango komî koleksiyonên xwe yên weke peyker, potraf, xêzkêşî, dîmen, deng, bicihkirin, performans, hunera înteraktîf û hunera nû ya medyayê pêşkêşî civakan bikin. Dikarin berhemên xwe yên hunerî li cihên dîrokî, muzexane, salonên hunerî, klûbên hunerî, galeriyên taybet ên hunerî an jî li cihên weke qehwexane û hwd bidin pêşandan.

 

Ji her polê pîşeyê herkes dikare ji bo dîtina berhemên hunerî biçe pêşangeha hunerî, ev ne tiştekî derasayî ye, asayî ye. Ji xwe armanca lidarxistina pêşangehê jî ev e. 

 

Hunermend dikare ji bo danasîna berhemên xwe resepsoyonekî çêbike. Ev jî mafê hunermend e. Li vir mijara pêbehskirinê ev e; di respsiyoneke ji gel vekirî da vexwendina dawetîyan e. 

 

Sed heyf û mixabin kesên vexwendî kesên bêhest ku tu carî bi însanî nêzikatiya êş û azarên kurdan nebûne, hetanî ew kesên ku bûne sebebê kişandina êş û azaran bi awayekî korane hatine vexwendin. Di ser da jî weke rojeke ji rêzê be bi awayekî şovmenî dîlanê gerandine û kirine xwe paqij bikin. 

 

Êşên civakê ji xwe ra kirine amûrekî ji rêzê û di ser kêf û eşqa xwe da bêqîmet kirin e. Hunermend kî dibe ferq nake, bi çi armancê hunera xwe dike bila bike, gava bibe sebebê bêhurmetiya êşên civakê, wê çaxê mafê civakê yê berteknîşandanê yê bi her hawî jî heye. 

 

Bêguman ji hunerê ra bêhurmetî ne tiştekî însanî ye. Rexnekirin û rexnedayîn bingeha hunerê ne. Ev jî karê hunerhezan û rexnegiran e. Ev hunera ku li Amedê hatiye pêşandan ji kûrahiyê ve civakê êşandî ye û birînên qişamgirtî yên civakê nû kiriye. Ev hunera ku hatiye pêşandan di nezara civakê da tune hatiye hesibandin. Bi kurtasî meriv dikare vê bêje; hunermend bi destê xwe hunera xwe hedikandiye.

 

Pêşangeha li Amedê ne pêşangeha hunerî ye û ne jî xebateke hunerî ye. Di ser temaya bîra civakê da, xebatekî weke bîra subjektîv a xespkirî ye. Huner, weke forma herî jor aliyê heqîqetê û rastiyê ye. Çarenûsa dijber e. Tenê bi qabîliyet û haydariyê najî. Tenê xîtabê çav û goyan nake. Tenê temsîlîyetî ya şexsî nake. Têkiliya wê di navê da ye. Tesîra wê xweş e. Lewra jî ehlaqî tê qebûlkirin. Têgihîştî ye. Bi pereyan nayê sandin.

 


Gotinên miftehî :