1. Tekst

  2. Gotar

  3. Hesen Harrani
  4. Hevdîtinên Rûsya Surî û Tirkîyê
Hevdîtinên Rûsya Surî û Tirkîyê,hevdîtinên,rûsya,surî,û,tirkîyê

Hevdîtinên Rûsya Surî û Tirkîyê

A+ A-

Hasan Harrani

Nizanim van hevdîtinan bala sîyasetmedar û derdorên sîyasî yên Kurd û Kurdstanî bi çi awayî dikişîne?

Çend roj berê dema ev hevdîtin hêna çênebûbû birêz Salih Mislim di derbarê vê hevdîtina dihat payîn de tiştekî wiha gotibû:

Bihevudukirina Tirkîyê û Surîyê bi çûyîna alîyek incax pêkan e.

Ev gotin miheqeq hêlekî wî yê rast hebû. Lê divê mirov vê yekê jibîr neke ku dema di nabeynê de hekemek hebe îhtîmalên wiha pir kêm dibe û divê mirov mecbûr li ser îhtîmalên din bisekine û bifikire.
Hekemekî wekî Rûsyayê qet nahêle ku Surîye here, yan jî Esad.

Lê heman Rûsya naxwaze Tirkîye jî here, an jî Erdogan.
Ewçax kîjan îhtîmal dimînê li holê ku kesek lê xwedî dernakeve?

Bi ya min divê tevgera Kurd û derdorên sîyasî yên Kurdistanî vê îhtîmalê ji bîr nekin. Ez îhtêmal bêjim lê, hun yekane bijêrekî rastîn bihesibînin.

Ew jî ev e.

Tirkîye û Surî ane gorî min bihevkirine.
Lê di pêvajoya dawînde fikarên rejîma Surî heye û bi Rûsyayê zêde amil nîne. Lewre heya wê radeyê bi awayekî qethî ne bawere ku Rûsya wê vê rewşa xwe ya îroyîn biparêze. Lewre di hêz û sekna Rûsan de guherînek ya ber bi daketinêve çêbibe ev dike ku nekarîbe posîzyona Surîyê bide domandin û li pişt bi zexmî nesekine û ev jî bibe sedema wendakirin an jî tawîzdayînêya Surî li hemberî Tirkan.

Çîye ev? Plan ev e:

Tirk bi awayekî lîstikekî Osmanî dixwazin parçeyek Sûrîyê dagir bikin. Jixwe kirine lê dixwazin lê zêde bikin. Di pêvajoya pêşîn de ev wiha neyê kirin jî lê di dawîya fînalê de ev daxwaz baqîye. Tiştên ku îro jibo herdu alîyan jî baş tê xuyakirin ger bên kirin di dawî de wê Tirkîye çi bide pêşîya rejîmê ew ne dîyar e. Di aqil û mejîyê Tirkan de hemî tişt dîyar e û amadeye lê ji hêla rejîmê ve ne dîyar e. Jibo vê yekê Tirk nîyeta xwe veşarî dihêlin û dixwazin ber bi ber pêşde here.

Ber yekemîn;

Tirkîye dixwaze li ser ji holêrakirina Rêveberîya Xweser ya Bakur û Başûrê Rojavayê Sûrîyê bi rejîmê re li hev bike. Beramberê vîya jî dixwaze hinek beşên tevgerên goya radîqal yên li nav herêmên dagirkirî bifiroşe û wan jî bi alîkarîya Rûsyayê bipelixîne.
Bi vê gavavêtinê jî dixwaze hinek ewlehî bide rejîmê. Lê di heman demê de dixwaze hêza ku bi saxlemî bi xwe ve girêdayî çêkirîye jî biparêze.

Di hêla din de dixwaze rejîmê jî bide alîyê xwe û bi hev re bi ser YPG de herin. Lê wer xuyaye ku wê Surîye ji Tirkîyê vê yekê daxwaz bike. Em pêşî ew hêzên radîqal ku li Idlib û derdorên wê bicihbûne bipelêxînin. Lewre dema em vana pêşî nepelêxînin dema em bi YPG ê re di şerdebin îhtîmale ku hêzên Rojavayî bi destê Siûd û hinek dewletên Ereb yên din vana destek bikin û ji mere problem derêxin.
Di rewşekî wiha de destê Tirkî îcar lewaz dibe û Tirkîye ji vê daxwazê re çi bêje û çiqasa vê yekê qebûl bike ne dêyare.

Bera duemîn;

Tirkîye ji Rejîm û Rûsyayê re vîya dibêje: Sînorên min ji min re xeterin. Jibo min ne ewlene. Ev jibo Sûrî jî heman probleme. Em bihevudure ev hêza di sînorde di nabeyna me û Rejîmê de hatiye sazkirin ji holê rakin û li cihê wan sê(3) milyon Ereb bi cî bikin. Ev ji bo min û rejîmê tev tiştekî herî meqbûl e. Ger em vê pirsgirêkê ji holê rabikin em herdu alî jî emê bêdawî ji problema Kurdan rizgar dibin Hem jî ez di hêla mijara ewlehîya sînor de rehet dibim. Her wiha ez ji vî barê penaberîyê jî rizgar dibim. Gotinekî wiha li gohê rejîmê jî xweş tê. Lê mixabin ev kar li vir naqede.

Heta vê radeyê her tişt li gorî daxwaz û hêvîyên herdu alîyan e jî. Lê mixabin pêvajo her dem wekî tê xwestin nameşe û bi xwe re tevlîhevîyên din derdixe holê.

Bera Sêemîn;

Di vê berê de her tişt li bin goyê hevudu dikeve.
Lewre neduristbûna Tirkan di vê bera sêemîn de derdikeve holê. Sedema Tirk dixwazin YPG û Rêveberîya Xweser ji holê rakin ne ewlehîya sînor e. Beşek ji beşa dagirkirina axa Kurdan ya îro li ser Sûrîyê ye. Tirk dema ew sê(3) milyon Ereb bikin wê herêmê û bicî bikin her wiha dixwazin li wir jî bimînin. Ew Çax jî wê ewlehîya wan mirovan bike hêcet û wek parazvan li wir bimîne. Îro jî bi heman hêcet û argûmanê namîne!
Wê Surîye û Rejîm ew çax ji Tirkan re çi bêjin? Wekî ku îro nikarin tiştek bêjin wê ew roj jî nikaribin bêjin.
Ya îro Rejîmê dixe nava fikaran jî tişta ku îhtîmale di bera sêemînde derkeve pêşîya wan e. Û ev ne îhtêmale, rastîyeke.
Di vê bera sisêyan de gelo Rûsya wê çiqasa bikaribe Tirkîyê ji wir derêxe? Xala herî ging ev e. Bi ya min nikaribe derêxe. Ger heya wê radeyê Tirkîye hîna jî di NATO yêde be wê çawa derêxe? Pir zor bide Tirkîyê wê Tirkîye xwe bavêje hemêza NATO yê. Ev jî dibe belayek sor ku Rûs ti car naxwazin destê xwe lê bidin.
Yanî di vê planê de yê ku di dawîyê de bi qezenc derkevin Tirk in û hemî amadekarîyên wan jî jibo vê bera sêemîne ku jibo wan fînal e.

Jixwe berîya hilbijartinê zêde alîgirên destpêkirina vê planê nînin. Bi şertekî dixwazin. Ger temamê planê bikaribin berîya hilbijartinê bidawî bikin ev jibo Tirkan heqîba zêrane û li milê wan e. Lê daneyên pêkanîna vê planê bi temamî tinene.
Planekî nîvcoajotî jibo hilbijartinê zêde puwanekî nade desthilatdarîyê. Lê nexwe jibo wan serkeftinekî qethî pêwist e.

Em bên ser bera çaremîn;

Di vê berê de çi îhtîmal hene?
Me heya niha îhtîmalên di navbera Rûsya, Sûrî û Tirkîyê de anî ziman. Lê gelo hemî tişt ji vana teşekule? Na.
Li vir pozîsyona koalîsyon û Emrîka û ya Kurdan bi awayekî mijarekî herî girîng derdikeve pêşîya me. Tewqa dora stûyê Tirkî çiqas diçe teng dibe, xirt dibe. Ev Tirkî ditirsîne û dixe nava fikaran. Tirkîye cara ewile ku bi awayekî ciddî li tifaqekî dervayî NATO yê digere. Yan wê bi temamî ji mijara Sûrîyê vekişe. Wekî ku ji herêma Medya vekişîya. Yan jî wê li wir mebesta xwe bidomîne.
Şensê wî û tifaqa bi bloqa qels ya Rûsya, Îran û Çînê hebe jî tête serkeftina wî nîne.
Lewre tewqa ku li Derya spî kirin stûyê wî her ku xwe nêzîkî tifaqa dij Nato dike xirt dikin. Ew jî vê yekê dibînin.

Lewma jî tim dibêjin em hatine ber wê radeyê ku em navoka xwe bi destê xwe jêbikin. Ev pêkane gelo?

Her dewletên ku xwestine derbasî pêngava împeryalî bibin biryarên awarte girtine. Îhtîmal heye ku Tirkîye jî bi hêza xwe û tifaqa ku dixwaze xwe bide kêleka wî bawer be û biryarek wiha bide. Lê ev biryar wê jê re çi bîne û çi neyîne ne dîyare.

Hêza Kurd û Kurdistanî û koalîsyon li hember vê plana dawî ku Rûsya Sûrîye û Tirkan li ser bihev kirine gelo wê çi bikin an jî dikarin çi bikin?
Jibo Kurdan jî mijara sereke bersiva vê pirsê ye.
Divê em xwe bi vê yekê nexapînin. Koalîsyon û Emerîka li pişta me ye. Û Tirk nikarin plana xwe bicî bînin. Fikirînekî wiha felakete. Lewre her tişt li gorî îqnayêye. Qet di sîyaseta nav cîhanî de jî xeta û kêmasî nayên kirin? Na. Her dem tê kirin û her dem jî hatîye kirin. Di mijara Rojava û Kurdan de jî ev xeta û îqnaya bêyom herdem li ber derê meye. Divê em şîyarbin û em lîstikên li ber derîyê me tên plankirin û dixwazin bilîzin baş bibînin. Dibe ku Tirk bi rastî jî koalîsyon û Emrîka aş bikin û wan li ser vê argumanê bidin îqnakirin. "Em tiştekî din naxwazin. Em axa Surî naxwazin. Em tenê dixwazin hêza 'Teror' ji vê herêmê derêxin. Penaberan bikin vê herêmê. Hun jî rehet dibin em jî rehet dibin. Tenê em sîh km dixwazin."

Û di vê yekê de îhtîmal heye ku hêzên Rojavayî îqna bikin. Dema wiha bibe ev tiştekî baş nîne jibo me.

Divê em çi bikin?

Divê em jî bi argumanên erênî û îqnayî li ser mijarê hûr bibin. Dîplomasîyekî xurt û saxlem bi sazîyên îstîxbaratên dewletan re bê bi rêkûpêkirin. Her tişt li wir tên amadekirin. Kî îstîxbaratan îqna bike û li ser çi îqna bike bi wê dewletê dikare wî tiştî bide kirin. Bi hemî îstîxbaratên dewletên aligir yên koalîsyên û Rojavayî re divê dîplomasîyek hevpeymanî bêkirin û emel û daxwazên Tirkîyê li rojhilata çîye û evjibo Rojavayîyan jî çi felakete divê baş û zelal were îzahkirin. Li hemberî îhtîmala şerê li hemberî Herêma Xweser divê destûra bikaranîna çekên koalîsyonê daye bê girtin.

Alîkarîya dewletan bi rapor û peymanên veşartî bê girtin.
Dîplomasî dayîn û stendine. Ger ti nikaribî tiştek bidî tu nikarî du tiştan bikirî. Li ser vê prensîbê êdî divê hêzên Kurd bi yek dengekî vî karê dîplomasîyê bikin.
Jibo vê yekê tiştekî wiha pêkan e. Komîteyek dîplomasîyê were sazkirin. Di nav de berpirsîyarên Herêma Xweser û ji nava hêzên Bakur û Başûr û Rojhilat jî nûner werin tayînkirin û ev hemî bi hevudu re bi yek dengekî tevbigerin û ji sazî û welatên Ewropî jî li ser vî esasî hevdîtin bixwazin. Ev komîte dikare li binîya xwe girêdayî xwe zasîyekî îstîxbarî ava bike û vê sazîyê jibo hevdîtinên bi îstîxbaratan peywirdar bike.

Em ne dewletên le bi vî awayî wê dewletên Rojavayî bizanibin ku em ne dewletbin jî lê wekî dewletê tevdigerin. Qineet û bawerîya dewletan bi vî awayî bi meriv tê.
Ger Kurd wilo tevbigerin ez bawerim wê hemî xeyalên Tirkan di qursaxê wan de bimîne.