1. Tekst

  2. Gotar

  3. Mahabad Felat
  4. Hilbijartin û Awirek: Ne tenê reş û ne tenê sipî ye!
Hilbijartin û Awirek: Ne tenê reş û ne tenê sipî ye!,hilbijartin,û,awirek,ne,tenê,reş,û,ne,tenê,sipî,ye

Hilbijartin û Awirek: Ne tenê reş û ne tenê sipî ye!

A+ A-

Mahabad Felat


Divê ji gelek aliyan ve bê nirxandin. Dewleta dagirker a faşîst bi hemû derfetên dewletê û piştgiriya bi taybet welatên Ewropayê (bêdengiya wan a li hember tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd, a li hember grevên birçîbûnê, ya li hember rewşa bi dehhezaran girtiyên siyasî, rojnamevan û rewşenbîran, ya li hember rewşa rêzdar Demirtaş çend mînak in ku rastiya vê piştgiriyê piştrast dikin) hemû rê û rêbazên dermirovahî bikar tîne û li dijî tevgera azadiyê û dînamîza gelê kurd pêk tîne. Di rewşekî wiha de tu kesek nikare qala hilbijartineke demokratîk bike. Dema rastî ev be, mafê tu kesekî jî nîne ku ji ber kiryarên antîdemokratîk û faşîzane yên dewletê, Tevgera Azadiyê û sazî û rêxistinên gelê kurd tewanbar bike. Ev helwest bi xwe jî, maşrûkirin û piştgiriya dewleta dagirker a faşîst e. Li ser navê çi jî bê kirin, rastî ev e. 


Armanca hin derdorên li ser navê kurd û Kurdistanê û welatparêziyê tevdigerin ne xwarina tirî lê kuştina rezvan e. Ev di nav van 40 salên dawîn de bi sedan caran aşkere û zelal bûye. Hezar rengên dagirkeriyê hene. Ji bo tunekirina têkoşîn û dînamîzma li dijî xwe, dagirkerî dikare bikeve her reng û qalibî. Ev kurdperwer(!) jî pişta xwe bi tenê didine dagikeriyê û erka ji wan girtine pêk tînin û dibine rengekî din ê dagirkeriyê. 


TKP: Hîn dema qaşo îlegal bû, di radyoya xwe de `Bizim Radyo`, îxbara şoreşgerên kurd dikir, nav û paşnav û ciyên wan di radyoyê de diyar dikir. Dewletê li wê radyoyê gohdarî dikir û bi ser şoreşgeran ve digirt, dikuşt di dema 12ê îlona cuntaya faşîst de. Ne tiştekî nû ye ku TKP wekî şaxeka MÎTa tirk kar dike. Loma ku rast e li Dêrsimê, bi lîstik û zordariyan dewleta faşîst bi ser ketiye. Navê vê faşîzmê îroj li Dêrsimê Maçoglu ye. Dîsa rewşa Şirnexê tê zanîn. Ji sivîlan bêtir leşker û MÎTên tirk hene li bajêr, loma gazin jê nabe. Sedema vê encamê jî ji bo kesên xwedî wijdan û kesayet, jixwe tê zanîn. 

 

Baş e qet sûcê xwediyê malê nîne? Belê! Lewre di serî de bêjim, hevserokên HDPê ne di kapasîteya dînamîzm û polîtîzebûna civaka kurd de ne. Ne xwedî vîzyon û taybetiyên serokatî û rêveberiyê ne. Dikare kesên durust û fedakar bin, lê li hemberî dijminekî hoveber, têkoşîneke bêhempa û dînamîzmeke ewqasî mezin û polîtîze, taybetiyên weke fedakarî û durustiyê her çendî pir grîng û baş bin jî, ji bo rêvebirina têkoşînekê têre nakin. 


Dîsa li Dêrsimê, li dijî wî berikê dewleta dagirker Maçoglu, di bin navê çepîtî û şoreşgeriyê de muxalefeteka ji dil nehate kirin, ruyê wî yê rastî nehate aşkerekirin. Diviya çewa li Amedê, li Wan û Colemêrgê li dijî AKPê polîtîka dihatine meşandin, muxalefet dihate kirin, wisa jî li Dêrsimê, li ijî TKPê û Maçoglu ev yek bihatana kirin, lê dijberî vê hate kirin. Loma jî bila gazinan ji kesekî din nekin. Dijmin karê xwe kir, lê ka HDP jî dikare li bi taybet Dêrsimê bêje me jî karê xwe kir? Bi raya min, na!


Min nexwest beriya hilbijartinan tiştekî bêjim, lê stratejiya li dijî AKPê piştgiriya CHPê, stratejiyeke şaş bû. Lewra AKP çi be, CHP jî ew e. Ezirgan beriya 90 salan xetereya herî mezin bû ji bo dewleta dagirker a faşîst û yek ji kana herî mezin û grîng a welatparêziya kurd bû. Ezirgan îroj keleha MHPê ye! Kî hanî vî halî? CHP. Lê Dêrsim? Lê Sêwas? Lê Meletî, Mereş, Dîlok, Elezîz, Erzirom? Ev bajêr êdî ji aliyê gelek kurdan ve jî di pratîkê de ne wekî bajarên Kurdistanê têne dîtin. Kê kir? CHP! Çewa kir? Bi kuştin, talan, sirgûn, asîmîlasyon, koçberî û hemû rengên dermirovahî kir.


Dewleta tirk xwe li ser tunekirina gelan ava kiriye. Loma jî ev dewlet ji bo bikaribe li ser lingan bimîne, divê yan van gelan di nav xwe de bihelîne û bike mîna xwe, yan jî tune bike. 95 sal in ev dewlet ji vê pêştir tu tiştekî din nekiriye, nake û dê neke, an na dê xwe tune bike. 


Nav, reng û teşeya partiya desthilatdariya vê dewletê di destê xwe de digire çi dibe bila bibe, ev rastî tu carî neguheriye û heya ev dewlet hebe jî dê ev rastî tu carî jî neguhere. Eger têkoşîna legal xwe li gor vê rastiyê birêxistin neke û hemû poltîka û sratejiyên xwe, têkilî û hevkariyên xwe li gor vê rastiyê nehone û pêk neyne, dê dînamîz û rêxistiniya gel a di bin rêberiya xeta Serokayetiyê û Tevgera Azadiyê de bi şaşiyên xwe bişkêne. Di encamên hilbijartinan ên hin deveran de li gel kiryarên faşîzane yên dewleta hoveber, ev rastî jî roleke grîng lîstiye mixabin.