1. Tekst

  2. Helbest

  3. Selîm Biçûk
  4. HÊVIYA RÊWÎ Û XIYAL
HÊVIYA RÊWÎ Û XIYAL,hêviya,rêwî,û,xiyal

HÊVIYA RÊWÎ Û XIYAL

A+ A-

Di dawiya sala 1990 î de, mîna kelemperekî ziwa ber bayê ketî, bêhêvî û şikestî min berê xwe da riya çûn û nehatinê, riyek bêveger min da pêşiya xwe. Ber bi dilê wendabûnê ve min her xwe ber dida ber bi jêr ve. Min bawer dikir di nava çîrokek bê wate: Hebû, nebû, tiştek nebû. Kûr ber bi binî ve diçim. Çend soz û peymanên cangoriyên ku yek bi yek dibûn firîşte û difiriyan di serê min de diçûn û hatin. Lê min bawer nedikir ku careke din vegerim Rojavayê Kurdistanê. Di berîka min de mistek ax ku şervanekî pêça bû û got: Bila ev bi te re be, tê ticarî me û vê xakê ji bîr nekî, bila bibe hêviya vegera careke din vî welatê ku ji dîrok û nexşeya cihanê ketî. Bi wê hêviyê bijî ku tê careke din vegerî ser vê xakê, lê ev xak jî dê vegere ser xwe û azad bibe.

Piştî 35 salan wan sozan ji Rojava zîl dan û ber bi xewna mezin ve diçûn. Ew perçeyê hebû nebû tiştek nebû, bû mizgîna hebûnê û niha bi tevahî kurdî dijî, kurdî diaxive û bi kurdî xwe û me ava dike.

Ev helbest cudabûna wî wextî û piştî 35 salan tîne ziman; bêhêvî û tunebûn, hebûn û man.

Beşê yekem di salên 1990 î de hatiye nivîsandin, beşê duyem piştî 35 salan hatiye nivîsandin.

 

1

Liva dawî, xewna dawî

Pêçekek qedexe,

hebûnek qedexe,

zemînek qedexe,

giyanek qedexe sipart kulîna xewnistanê

Bêzariya xewnê bû,

birîn bi ser giyan de diponijî

şevên şêt bedewiya taristanê bo birçiyê xewnan diristin

konê hebûnek tazî,

li valahiyê,

gulistanek bêgul,

çolbeyarên rut, bi azara hêstiran lorandin

Diyariya mirinê bo jiyanek zivistanî,

di valahiyê de, kaniya êşê tije sorgul kir

Di kêliyekê de hezar sal bi cih dibûn

Di hezar salî de kêliyek têk diçû

Ew û têkçûn hevrêyên xewnê bûn

sozên zêrîn berz bûn

Kujar bû destpêk,

sergêj kir dawiya hîn nehatî

Şahsiwarê xewnên têkçûyî

Bexçeyê azarê bost bi bost dipîva

Dibû niştecihê hêstiristanê,

tazî hat,

dawiya nehatî pêşwazî birînê kir

Li vir,

li vî kavilê wêran,

Li pey kelemperan,

bihara bêbextiyê dipişkivî

wêneyê xewnê lerizî

li noşgeha çavên te,

rastî wêran bû

Fermo,

ji payîzokên nehatine zimên,

ji heyranokan,

xewnan bihûne

Bipîve kavilê dilê min,

ka çend qûnaxên te lê hene?

Min ew li wir hişt,

tu li vir

û xwe?...

Rût û şêt e poşmanî

Çîrok nayê dawî,

dirêj e mîna şevên me,

reş e mîna bextê me

Kolanên bêbextiyê min û te bost bi bost dipîvin

Ez hîn ji xwe dipirsim,

ew riya hewqas kin çawa bi salan ajot?

Wê rojê rê bû girav,

dawî lê nehatiye

Ji Tirbasipiyê diçim Qamişlo

Bermayên min belav dibin

Hîn bi rê ve diçim

Hîn ew hêstira zîz dibû li qoziya çavên min semayê digerîne

Em bi ku ve diçin lawê min?

Ji min pirs kir,

Li hêviya bersivê ye

Li wir,

li wan kavilên wêran,

pirs zîz dibe,

bi ava Cerehê re dixwişe,

dibe şape,

nalîna lehiyan Diyarê Felekê dilerizîne

Kanîgurê, Warikêkewa, Kevirêhêmid, Qubika wêran,

Nêrdiham, bi zarîn:

Hun bi ku ve diçin?

...

Ez di rê de me periya min,

rêwingiyê bihiştê me,

Lê riya Qamişlo bûye girav,

bêdawî dikişe

Kêlî dibin sal,

sal di nava kêliyan de têk diçin,

Min bibexşîne, ku bê bersiv diçî!

Dilê te seyrangeha tenêbûna min bû,

di rêwîtiya bêdawî de, hembêza te vehesîngeha min bû

Dem di aramiya bêtebatiyê de radiweste,

cih, di tunebûnê de zîz dibe,

Ma ev konê reş wê li ku bê vegirtin,

emê li ku peyva dawî biweşînin,

li ku hêstira dawî birijînin

Xaka biyaniyê germiya hêstiran napejirîne

Pirs û bersivên me li hev tên alandin,

tênagihîjin mirovên nûjen!

Te çawa rê dît ku bêbersiv bar bikî?

Te çawa kari bû rêwîtiya bêdawî di destpêkê de bibirî?

Te çawa kari bû hêstira dawî bisipêrî Diyarê Felekê?

Di tunebûna cih û demê de,

çawa mirov bi şûn de vedigere?

Di xelekên zincîra qedexeyan de,

çawa ew kon hat vegirtin?

Ew xak dikare bersiva pirsên me bide?

Em rêwingiyên, bi tunebûna cih û demê re dizîvirin,

bi ku ve diçin em?!

Em pirsan dubare dikin,

bersivên me pirs in.

Di xatirxwestina dawî de,

em, pirs û bersiv dibin yek,

di tunebûnê de, destpêk û dawiyê digihînin hev.

Melaka afirandinê!

Ez rêwî me,

rawestan ji min westiya,

li serê wê kolanê, li ser riya Dugirê, ber bi Qamişlo,

ez û dem û cih bûne yek,

bêaramiya xewnê, min di nav netebatiyê de digevizîne

bi hev re, riya bêveger, em hembêz kiri bûn,

te ez sipartim tenêbûna xewnê.

Karwanê vegera bêvegir,

bê silava dawî,

tu ber pêlên xewnan ve birî.

Rêwiyê!

Li xerîbiyê, te çend hêstir tevî kederan kirin?

Çend axîn te dan ser hev?

Çend şev te lorandin?

Di kêliyekê de, te çend sal didan hev?

Te çend caran pirsa xwe dubare kir?

"Em bi ku ve diçin?"

Û ew bexçeyê êşê,

te bi hêstir û axînan av dida,

xewnên te, ji Bagokê vezîlehan,

li Cerehê şax vedan,

li koçberiyê ber girtin,

bûn gerdûnek ji azar û kulan,

ez dorpêç kirim,

Dibim natorvan.

Di kolika êşê de, natoriya kovanan dikim

Em bê veger bi rê keti bûn,

tu bêveger vegeriyayî,

di rêwîtiya xwe de, bi nalînên te re dijîm

Te bar kir,

tu çû,

lê ez?!

...

Û ya din?!

Ev pencere vekirî hişt

Ji çaviyên birînê,

ferhenga peyvên qefilî stoxwar,

sipart hewesa şevê

Kizîra biharên me, bû surûda têkçûnê

Melodiyên bêbextiyê me dilorînin

Hesretên biyaniyê me dipîvin

Xewn ji nalînên me dicefilin

Wê rojê, li ber wê avê,

bi lerizîna stêrkan,

peymana xwe, me nîşan kir

Bi tunebûna cih û demê re, em bûn liva xewnê,

Yekîtiya me, bi Şerefdînê re berz dibû,

Berfînek rakişiya ji nav sipehîbûna sipiyatiyê

Biriqîna zerahiya wê,

silava xewna beravêtî da

Di tebatiya liva xewnê de,

peyman lerizî,

stêrk behitî man,

xewn li şevê qedexe kirin

Wê rojê, li ber wê avê,

tu bû xwedayê wê xewna nedîtî

Di xewnê de bûyî xewn

Bûyî destana xiniziyê

Şermezariya çiyayên serfiraz,

reşa xwe ji sozên te vedigire

Bilorîne,

da liva dawî me bihûne,

xewna dawî me bibîne

Ez û rê û dem,

rêwî ne,

di hev de radiwestin,

bêdeng, ber bi Qamişlo,

di cih de, dizîvirin

Û ew çiya!

...

Çiyayê

Sipî

Çav li siwarên rojê, sernixûn dibe

Serpêhatiya şervanekî ji êgir,

ji girava bêbextiyê dinoşe

Me dipêçe bi çîrokên şan û bêrûmetiyê,

serkeftin û têkçûnên li hev alandî,

rastî û xiniziya şevên me

Me zarokên xewnan,

pêrgînî helbesta azadiyê dike

Me xewn dirêse

Me xwîn dirêse

Me şîn dirêse

Me sor dirêse

Me girî dirêse

Me ken dirêse

Me Mem û Zîn dirêse

Me Beko dirêse

Tevnepîrên berehên xwe,

ji guliyên amedî dihûne

Diyariya zindanê dibe al,

Rûyê sipî sor dike

Em biran e!

Birayên xwînê,

xwîna keçikaniya xwîşkên me

Ma wê çawa Qamişlo nekale

Wê çawa rûyê xwe bide min

Bi hêviyên me sermest bûbû

Tu hembêz dikirî

Hoooy Çiyayê Sipî!

Biqîre, bila dilopên xwînê bipijiqin

Bila berfîn bel bibin

Bila sipehîtiya te sipî bimîne

Bila dem bilive

Bila cih bilive

Bila bêdengî biqîre

Em bi ku ve tune dibin?!

...

Ji wê pencereya birînê

Ji wê çaviya xwînê

Şêlehan soz,

Li jêrzemîna dilê min,

alandin koremarên nankor

Şahiya vekirina girtina deriyan

Kilît li dest te,

bi ku ve diçe Gilgameş?

Enkidû,

di xewna me de, winda dibe

Em neviyên rojê,

dibin dîliyên taristana peyvê

Tu şahsiwara sozan!

li şahiya mirinê liba dibî,

şermezar dibe çiya

Vedenga sitiranên me,

çardara Xwedê,

pêşwazî goristanek bênav dike

Bi ku ve diçe Gilgameş?!

Çûn bêveger e!

Veger bêveger e!

Li ser sînorê çûn û vegerê,

peyv dişewitin,

soz dişewitin,

pirs dişewitin,

bersiv dişewitin,

em dişewitin

Tu dizanî bi çend sorgulan min bejna te pîva?

Bi çend rûpelên endekoyê min xemla te hûna?

Çend helbest di bîbika çavên te de, şikestin?

Çend şev, bi navê te min lorandin?

Çend ez, di xewna te de têkçûn?

Tu dizanî...?

Ji wê pencerya vekirî,

çavnihêriyê berbangê dimînim

Di xewna min de, tu xewn dimînî

Bila ev pencere jî bê girtin

Riya Qamişlo bêdawî ye

Ew bêveger vegeriya

Tu bêveger çûyî

Ez

Bêhatin

Bêveger

Bêçûn

Di aramiya netebatiyê de diçim

 ...

Ev çi baran e av dide daristana xemgîniyê

Gulên xiniziyê dixemilînin bexçê bedbextiyê

Bêriya lala dikin çolbeyarên rût

Li hewesa henasa te pirs dikin

Li ku man ew naz?

Ji keviran dirêsî tevna evînê

Sosin digirîn,

ji xalepirsan dixemilînin beyarbanê dil

Tu şêrîntirîn dijmina dost!

Bi ku ve diçî?

Bi şiliya nazên xwe,

ziwa dikî kulîlkên me

Em dibin destpêka çîrokek tune,

hebû nebû, tiştek nebû

Dirêj dibe çîrok,

vedizîlehe mîna mirina me

Sirûda tunebûna çîrokê ne em

Em hebûn,

nebûn,

tune bûn

Nebûniya ahenga birînek jibîrkirî,

dilorîne fîxanên me,

sergêj dike tewanbariya xewnên netebût

Ev lerizîna bêbextiya bextreş e

Di bêaramiya hêstiran de zîz dibe

De bila bikişînin xêzan ev tiliyên şewitî

Ma kî dixwîne giriyê me?

Hespên me li biharên ziwa,

tewl dikin şevêniyên xwerên

Xatir nexwaze

Bi rijiya tiliyên şewitî,

navê te bêmirin,

dineqişînin li ser banê dilê Xwedê

Bi êgir, me dinivîse çîrok

Ev tiliyên şewitî,

li ber xunava kizîrê,

li ser asoyan, sitewr diçînin peyvan.

têr nakin şevên me ji maçan,

rojên me ji ken

Leylana dûmana kederan,

me dikişîne dûrbûna bişirîna hêviya şewitî

Şerê peyv û tiliyan dîlana bizotan digerîne

Şevên tewlaz,

kenê serserî,

sirûdên dînîtiyên me,

li meydana xiniziyê,

hespên şînê didin cirîdan

Peyvên tirsonek dibin siwarên çalak,

li dilê tunebûnê,

sema çîroka me digerînin

Pirs ne ew e,

çîrok bi ku ve diçe,

em bi ku ve diçin,

agir bi ku ve diçe,

şev bi ku ve diçin,

bîranîna kulîlkan,

bêrîkirina lêvan,

giriyê maçan?

Em li ser lêvên hesretê, mirinê dipên

Tevzînoka pêlên xewnê, me bi êgir dişo

Kefenekî ji dirihreşkan me dipêçe

Gul bi sitiriyan dixemilin,

dibin taristan li dilê evînê

Em dibin hesreta xaka ziwa,

li ser ramûsanek dilopên baranê dikewgirin

Sitiranên me,

Şêxê dînê,

Bavê Seyro,

Ehmedo ronî,

şîna

mirina

Xwedê

Digerînin

Sersem dibe konê Qederê

Pêxwas, bi tîna xweliya germ,

me dihûne çîrokek,

HEBÛ, NEBÛ,

TIŞTEK NEBÛ

2

Piştî 35 salan ji windabûnê

De bila kizîra şewatên hesretê me hildêre

Em ê rojekê baran bibarin

Şîlanên derengmayî dê li nav ariya me zîl bidin

Ҫîrok hîn dawî nebûye

Em destpêk in destpêk

Hêvî hesretên nîvco ji şevên bêxew re dinehwirîne

Ne ez ji fira xewnê westiyam

Ne tu ji xunava baranê

Șev dilê me şil dike

Hêstirên xwedê ne firîşteya min!

Ew ne baran e keça Agiristanê!

Dîsa ez bûm hatibûm civanê şemamokan

Ҫend caran dilê min li pencerê da, tu şiyar nebûyî

Kurtepista xewnê ez kişandim nav hinavê xwe

Ma tu hîn li wir î?

Dengê firîşteyên xewnê ji çiyan bilindibûn

Em hîn siwarên rastiya xewnê ne

Li aliyekî me rok, li yekî çiya û di ser me re firîşreyên siwarên êgir difirin

Em tên û bi me re cangoriyên vê rê

Bi me re lehî, aşit û agir gur dibin

Di dilê me de rastiyek heye tu xewnan li pey xwe nahêle

Ev xak wê tenê kurdî biaxive

Wê tenê kurdî bijî

Wê tenê bi kurdî hebe

Ev welat bi ba, agir, ax û avê hatiye meyandin

Hevrêyê tîrêj û ronahiya rojê ye

Dê her weha ronî bimîne

Cihê taristanê li vê xakê dê tune be

Vegere!

Ji Rojava roj hiltê!

Ber bi Rojhila diçe û dîsa hiltê

Li Başûr û Bakur jî dê rojhilat bimîne

Vegee li lûsê hatina xwe!

Hebûn dê bê êş be!

Ҫûn jî,  dê bê êş be!


Gotinên miftehî :